Le Monde diplomatique kurdî ji nû ve dest bi weşanê dike!

Gespeichert von lmdk am Mo., 13.01.2020 - 20:58

Wekî tê zanîn IKMG (Koma Medyaya Serbixwe ya Kurdî) bi weşandina versîyona kurdî ya rojnameya navdar a mehane ya fransî, le Monde diplomatique di sala 2010an de dest bi xebatên xwe yên çapemenîyê kir. Le Monde diplomatîque, li 32 welatan û bi 18 zimanên cuda derdikeve û li seranserî dinyayê tê belavkirin û bi baldarî tê şopandin. Le Monde diplomatique, bi awayeke serbixwe, bi gotar û analîzên xwe cih dide bûyerên polîtîk, zanyarî û çandî li seranserî cîhanê. Herweha, di nav medyaya cîhanî de xwedî prestîjeke taybet e û yek ji çavkanîyên bêlayan yê bawermend e. 

 

Weşandina versîyona kurdî jî ji bo zimanê kurdî şanazîyek gelek girîng bû. 

Di pêvajoya IKMGê de, Le Monde diplomatique kurdî 48 hejmar hatibû weşandin, 30 hejmarên wê matbû, 18 hejmarên wê jî online bû. 

Niha jî dê wekî weşaneke 'Rûpel Media'yê ji xwendevanên kurdî re bêje merheba! Em di wê bawerîyê de ne ku dê ji bo nifşa nû ya xwendevanên kurdî jî bibe xizmet û platformeke hêja û valahîyekê dagire.    

Di heman pêvajoyê de, di bin sîwana IKMGê de weşanxaneya Rûpelê jî dest bi xebatên xwe kiribû. Weşanxaneya Rûpelê, di derheqê pirsgirêkên Kurdistan û dinyayê de, di warê ziman, çand û edebîyata kurdî de weşandina berhemên bi kalîte ji xwe re kir armanc û li gorî pîvan û standardên weşangerîya navnetewî di nava çapemenîya kurdî de cihê xwe girt. 

Di pêvajoya weşandina Le Monde diplomatique kurdî û amadekirina pirtûkên 'Rûpel'ê de, gelek pirsgirêkên standartbûn û rastnivîsînê hatin ditîn. Li ser vê yekê, pêwistîya çareserkirina van pirsgirêkan derket holê. Di çarçoveya lêgerîna çareserkirana van probleman de, Rûpel, bi projeya xebateke hevkar du berhemên girîng ; ‘Ji bo rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî’ û ‘Rêbera Rastnivîsînê’ da amadekirin û bi van herdu berhemên bingehîn dest bi xebatên xwe yên weşangerîyê kir û ev herdu berhem ji bo redaksîyona Le Monde diplomatique kurdî jî bû standarda rastnivîsînê. Ev herdu berhem, îro ji alîyê gelek sazî û weşanxaneyên kurdî ve wekî standarda rastnivîsîna kurdî hatine pejirandin.

Le Monde diplomatique kurdî, dê di demeka kin de cardin di nava çapemenîya kurdî de cihê xwe bigire. 

Le Monde diplomatique kurdî, dê di demeka kin de analîzên li ser bûyerên seranserî dinyayê bigihîjîne xwendevanên kurdî. 

Le Monde diplomatique kurdî, dê di heman demê de bi gotarên redaksîyona kurdî analîzên li ser bûyerên Kurdîstanê bigihîjîne xwendevanên Le Monde diplomatique ya navneteweyî.

 

Réveberiya LMd-kurdi  

Rûpel Multimedia GmbH

Ernst-Gnoss-Straße 1

40219 Düsseldorf, Deutschland 

 

web: www.diplo-kurdi.com

Twitter: https://twitter.com/lemonde_kurdi

Facebook: le monde diplomatique kurdî

E-Mail: info@diplo-kurdi.com