Demirtaş: Tevgera kurdî dikare têkoşîna xwe êdî bê çek jî bidomîne.

Her cure organên capemenîye yên kurd û tirk piştî banga ‘stratejîk‘ ya Abdullah Öcalan ku di 21ê adarê de li Amedê hate eşkerekirin, bi nûçeyên li ser "pevajoyê" ve dagirtîne. Her bereyek sîyasî ji hela xwe ve rûdanên rojane ku di vê çarçoveyê de diqewimin dinirxîne û hewil dide ku peyamên xwe him bigihîne alîgirên xwe him jî dijraberên xwe. Di nava gerambola zêdebûna vegotinên têkildar de herkes li bersiva vê pirsê ku di nava reşk û xumamê de winda bûye digere: Gelo di rastîyêde çi diqewime ? Dibe ku ji hêla pêrspektîv û enîyên cuda ve gelek bersivên vê pirsê hebin. Me bi vê minasebetê bi yek ji mixatab û şopînerê herî nêzîk yê vê pêvajoyê bi Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê bi birêz Selahattin Demirtaş re dema ku di orta nîsanê de ji bo hin danûstandinan hatibû Berlînê ji bo Le Monde diplomatique kurdî hevpeyvînek taybet lidarxist.

 

Birêz Demirtaş, we wekî hevserokê BDPyê “di pêvajoya aştî, an jî çareserîyê de” peywirek nû wergirt. Hûn di navbera Îmralî, Qendîl, Amed, Enqere û Ewropayê de her diçin û tên û hevdîtinan pêk tînin. Hûn di vê pêvajoyê de roleka çalak dilîzin. Ji ber vê yekê, hûn ji geşepêdanan haydar in û yek ji sîyasetmedarên ku nebza sîyasetê herî baş dizane hûn in. Hûn dikarin li du peyama birêz Ocalan ya 21ê adarê pêşveçûnên ku rû dan, ji bo xwendevanên me bi kurtasî vebêjin?

 

Ji ber pêvajoyên ku tên jîyîn, dibe ku hewcedarî bi nirxandin û analîzên dirêj yên li ser serdema dîrokî û sîyasî ya erdnîgarîya Kurdistanê û herweha ya vê serdema dîrokî û sîyasî ya erdnîgarîya Rojhilatê Navîn hebin. Ev pêvajoya ku di 21ê adarê de li Tirkîyeyê dest pê kir, ji geşepêdanên herêmî serbixwe nîn e. Divê pêşveçûnên li her parçeyê Kurdistanê rû didin, bi geşepêdanên li Rojhilatê Navîn û Efrîkaya Bakur rû didin re bi hev re bên nirxandin. Birêz Ocalan, bi banga xwe ya stratejîk ya 21 adarê dixwaze tevgera kurdî, têkoşîna azadîya tevgera kurdî, bi hilperîneka nû bilind bike. Her paragrafek daxuyanîya Ocalan peyamekê dide beşên cuda yên civatê. Lê dema li tevahîya peyamê bê nêrîn, ev tê dîtin: Tevgera kurd, êdî gihîştîye xwehêza xwe, êdî tevgera kurdî bûye xwedîyê vîneka nebez û hêzeka birêxistinî, tevgera kurdî nasnameya xwe bi dest xistîye û êdî dikare têkoşîna xwe ya birûmet bê çek jî bidomîne. Birêz Ocalan, bi van peyaman veguhertineka stratejîk pêşnîyaz dike. Divê em bala xwe bidin ser konjonktura ku ev peyam tên dayîn. Lewre, di serdemeka wisa de van peyaman daxuyand ku, ji hêlekî ve li Rojava kêşeya kurdî ketibû rojeva navneteweyî, li Tirkîyeyê rewşa kurdan ketibû rojeva navneteweyî û herweha li Kurdistana Başûr ji sedema nakokîyên bi rejîma Bexdadê re tên jîyîn, pirsa kurdî ketibû rojeva raya giştî ya navneteweyî. Ji ber van sedeman lêrastanîna demê ya pêngava Ocalan gelek girîng e.


Birêz Ocalan bi vê pêngavê xwest ku bi metodên demokratîk û sîyasî, kurd carek din jî derkevin sehneya dinyayê. Divê ev helwêst bi kurtasî wisa bê fêmkirin. Ev pêngav, ev bangewazî, ne pêvajoyeka ku bi bawerkirina serokwezîr, birêz Tayyip Erdoganî re hatîye destpêkirin e. Pirî caran gengeşîyên bi vî rengî tên kirin. Lê sedema van gengeşîyan tênegihîştina pêvajoyê ye. Helwêsta hikûmeta AKPyê ya li dijraberî kurdan dîyar e. Dê kîjan mafên kurdan bipejîrîne, kêm zêde dîyar e. Hikûmeta AKPyê kurdan wekî gel napejirîne. Kurdan yekoyek wekî takekes nas dike û dibêje, ez mafên kurdan yên hevbeş qebûl nakim. Lê li vê derê xala girîng ev e; AKP dê di demeka kurt de kêşeya kurdî çareser bike an na ne girîng e, kurd dê bikaribin yekîtîya xwe biafirînin û daxwazên xwe yên neteweyî bi peyamên hêzdar bikin rojeva raya giştî ya dinyayê an na, ya girîng ev e. Ger em bikaribin vê yekê bi cih bînin, bi ser kevin, AKP dê nikaribe li dijî van daxwazan demeka dirêj li ber xwe bide.


Birêz Ocalan, vê rastîyê dibîne û ji ber vê yekê vê bangewazîyê dike. Dibîne ku sîyaset li her parçeyên Kurdistanê gihîştîye merheleyeka bihêz, mafdar û meşrû. Ji hêla din ve, AKP dê nikaribe demeka dirêj vê helwêsta xwe biparêze û li ber xwe bide û dê mecbûr bimîne ku di derheqê kurdan de hin pêngavan bavêje. Birêz Ocalan bi pêşditîna vê yekê helwêst nîşan dide. Xala herî krîtîk ya vê pêngavê jî ev e; kurd di rêya bidestxistina mafên xwe de dijminatîya gelên din nakin û çareserîyeka li dijraberî mafên gelên din pêşnîyar nakin. Di wateya herêmî de behsa yekîtîyê û hiqûqeka di navbera wekhevan de dike. Dê ev xal ji bo kurdan bibe sedema serkeftinê. Kurd ne dijminê tu kesî ne, dijminatîya tu kesî nakin. Peyama bila kes jî dijminatîya kurdan neke, êdî peyameka gelek girîng ya li her parçeyê Kurdistanê ye ku deng vedide. Birêz Ocalan ev peyam hîn bihêztir daxuyand.

Min li peyama we ya di şeva piştgirîya bi BDPê re ya li Berlînê hatibû lidarxistin guhdarî kir. We di peyama xwe de got, pêvajoya aştîyê ne ji alîyê hikûmetê ve, ji alîyê birêz Ocalan ve hatîye destpêkirin û ev proje ya Ocalan e. Gelo ji ber kîjan sedeman ev proje ji alîyê hikûmete ve hat pejirandin? Lewre berê jî gelek caran bangewazîya aştîyê hat kirin, agirbest hat îlan kirin, lê bê encam man. Ferqa vê pêngavê ji yên din çi ye? Ji bo ku îcar em xweşbîn bin çi sedem hene?

 

-Sedem xetimînên Tirkîyeyê yên ku li hundirê welêt û li derveyî welêt rû bi rû mane ne. Hûn dizanin, sîyaseta hikûmetê ya Sûrîyeyê têk çû. Li Sûrîyeyê ketin nav çiravekê. Ew difikirîn ku, dê Esad di nav 2-3 mehan de têk biçe û hemû hesabên xwe li gor vê planê ava kiribûn; lê ev yek pêk nehat, beravajî wê Esad demeka dirêj li ber xwe da, li Kurdistana Rojava rêveberîyek de facto ya gelê kurd ku Tirkîyeyê qet nedixwest, pêk hat. Ji ber vê yekê, li wê derê tu projeyên AKPyê bi rê ve neçûn. Li hundir jî plan dikirin ku dê di demeka kurt de tevgara azadîyê ya kurdî têk bibin. Li paş hilbijartinên 2011an wekî ku rejîma Srî Lankayê tevkuştinên li dijî gerîlayên Tamîlê kirin, hikûmeta tirk jî xwest bi van metodan pêvajoya tasfîyekirina hêzên gerîla bi dawî bîne û bi girtinên girseyî jî gelê kurd têk bibe û bi vî avayî tevgera kurdî bê nefes bihêle. Ev plan jî beravajî bû. Hem hêzên gerîla mezintir bûn, hem jî gel bi hêztir bû. Di nav gel de li dijraberî hepiskirinan berxwedanek mezin rû da, BDP nehat tasfîye kirin. Li pêşîya me sê hilbijartin hene. Hilbijartinên herêmî, hilbijartina serokdewlet û hilbijartina giştî. Ev zorê dide AKPyê. Rewşa aborîyê bi awayekî cidî qurfbar e. Qeyrana aborîyê ya li Ewropayê pêk hat li ser Tirkîyeyê zêde tesîr nekir, lê deynên derve, kêmasîya budçeyê ewqas zêde ye ku Tirkîye her dem dikare bi qeyraneka mezin ya aborîyê re rû bi rû bimîne. Hewil didin ku kêmasîya budçeyê bi bazirganîya bi Kurdistana Başûr re tê kirin, tijî bikin. Ji hêla din ve, peymanên ku ji bo gaz û niftê bi Kurdistana Başûr re tên kirin, barkirina wan ya bi xetên li ser Tirkîyeyê re heyecanê dide AKPyê. Dema ev sedem hemû tên ser hev, ji bo AKPyê ji bilî bi kurdan re aştî û lihevhatinê tu rêyek din namîne. Bêyî ku Tirkîye bi kurdan re li hev were, aştîyê pêk bîne tu şansê wê yê li herêmê da ku mezin bibe û bi pêş bikeve tuneye. AKP, vê yekê hinek dibîne. Niha ji ber ku serokwezîr vê yekê ferq kir, destê ku Ocalan dirêj kir di pêngava yekem de qebûl kir. Lê ev proje di qada pratîkê de dê çiqas bersiv bibîne, pêk bê û bikeve jîyanê, ev çareserî gêradayîyê têkoşîna me ye. Ger em bi AKPyê bawer bikin û li ciyê xwe rûnîn, helbet dê çareserî bi pêş nekeve. Bi têkoşîna xwe em dê bikaribin bi ser kevin. Dema em ji vê derê lê binêrin, pêvajoyeka ji yên berê gelek cudatir heye. Rast e, agirbestên berê xera bûn, pêvajo belav bûn, lê îcar hîn cidî ye. Hikûmet helwêstên berbiçav nîşan dide, wekî mînak; îcar agirbest du alî çêbû. Bulent Arinç, di civîna lijneya wezîran de got ’pêvajoya şernekirinê dest pê kirîye’. Li gel şerrawestandina PKKyê ewan jî bi gotina ’pêvajoya şernekirinê dest pê kirîye’ agirbest îlan kirin. Du komîsyon hatin ava kirin ku daxwaza me bû, daxwaza birêz Ocalan bû. Li parlamentoyê û li derve komîsyana merivên aqilmend. Avakirina van komîsyonan jî xebateka cidî bû. Îcar pêvajo hinek vekirîtir dimeşe, hinek din li pêşberî çavan dimeşe. Wekî Oslo Û Îmralîyê li paş derîyên girtî nameşe. Em bi awayekî vekirî diçin Qendîlê, bi birêz Ocalan re bi awayekî vekirî hevdîtinan pêk tînin. Peyamên wî bi raya giştî re parve dikin. Bi hikûmetê re hevdîtinan pêk tînin. Ev tên zanîn û piştgirîya raya giştî gelek zêde ye, reaksîyon tuneye. Dema em ji vê derê dinêrin, em ji yên berê hêvîdartir in.

 

Her çiqas komîsyana merivên aqilmend bi pêşnîyara we hatibe avakirin jî hûn bi awayekî rexnebar lê dinêrin, gelo ez xelet difikirim?

 

Belê rast e, ango ne pêwîst e em yek bi yek navan bidin, lê hin merivên ku di rabirdûyê de di derheqê kurdan de tiştên pir xerab gotine, nivîsandine û li dijî kurdan nijadperestî kirine di komîsyonê de cih digirin. Ji ber vê yekê, berî ku ev kes bi rabirdûya xwe re rû bi rû nebin, ji kurdan lêborînê nexwazin û xwe bi kurdan nedin pejirandin, di nav komîsyona merivên aqilmend de cihgirtina wan û bendewarîya di pêvajoya çareserkirina kêşeya kurdî de rol lîstina wan dê xelet be. Hinek ji van merivan hîn doh di quncikên xwe yên rojnameyan de, di nivîsên xwe de heqaret li kurdan dikirin. Gelo ew niha veguherîn? Înşalah. Em jî dixwazin ku veguherin. Ez nafikirim ku di pêvajoya çareserkirinê de alikarîya van merivan bibe. Lewre, ew hîn kêşeya kurdî wekî kêşeya terorê dinirxînin. Ji bo kurdan mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî qebûl nakin. Mafên çandî yên kurdan qebûl nakin. Nasnemeya kurdî hezim nekirine. Jixwe, pirs jî li vê derê ye. Aniha merivên ku vê yekê hezim nekirine, dê di komîyona merivên aqilmend de ji Tirkîyeyê re behsa çi bikin. Jixwe sedema têgiha tirk ya ku li Tirkîyeyê pêk hatîye ev agahdarkirinên çewt in. Aniha ev merivên aqilmend dê li Tirkîyeyê ji merivan re bêjîn; ’em dê kêşeya terorê çareser bikin û meraq nekin tu maf jî nedin kurdan’. Ger helwêsteka bi vî rengî nîşan bidin, dê ji vê pêvajoyê tu lihevhatin dernekeve. Tiştê ku ez dixwazim bêjim ev e.

 

Dema hikûmetê ev komîsyon ava kir cih da navên ku we jî pêşnîyar kiribûn?

 

Belê, nêzîkî ji sisê yekê komîsyonê ji navên ku me pêşnîyar kiribûn pêk tên.

 

Di pêvajoyê de hikûmeta tirk naxwaze mezring û sazîyên navnetewî rola navbeynkarîyê bilîzin. Gelo ji bo ku pêvajo hîn bi awayekî tendurist bimeşe ev ne pêwîst e? Tenê bi muzakereyên di navbêra Ocalan û MITê, an jî hikûmetê de şans û derfeta biserketina pêvajoyê heye?

 

Niha di vê pêvajoyê de welatekî sêyem ne di dewrê de ye, lê dibe ku di merhelêyên din de hewcedarîya vê yekê hebe. Di merheleya destpêkê de ji bo ku alîgir bi hev bawer bikin, hevûdin fêm bikin belkî hewcedarîya welatekî sêyem tuneye. Lê di pêvajoya çekberdanê de divê hêzek sêyem an jî dewletên din bikevin dewreyê, ew dê bibe ewlekarîya pêvajoyê. Hikûmeta Kurdistana Başûr di vê pêvajoyê de hinek rol lîst. Dikarin hem bi me re hem bi Qendilê re û hem jî bi hikûmeta tirk re hevdîtinan çekin. Ango em nikaribin bêjin dewleteka sêyem jî, hikûmeta Kurdistana Başûr îfade dike ku di vê pêvajoyê de dê bikaribe hin xebatên girîng bimeşîne. Plan û peywirek berbiçav tuneye, lê ger em wekî hikûmeteka sêyem bifikirin ku hikûmeteka fermî ye, hikûmeta Kurdistanê dibêje, dê piştgirî bide pêvajoyê û ji bo çareserkirina kêşeyê dê rola xwe bilîze. Li dinyayê tenê hikûmeta Kurdistanê vê yekê dibêje, em girîngî didin vê helwêstê.


Murat Karayilan di van demên dawî de daxuyand ku ku “Bawerîya milîtanên me bi hikûmeta tirk nayê’’. Dîsa Cemil Bayik da zanîn ku ’heger ewlekerîya qanûnî tunebe, em dê venekişin”. Berpirsîyarên hikûmeta tirk jî bi israrî vedibêjin ku hewcedarî bi qanûneka wisa tuneye. Astengîyên bi vî rengî dê pêvajoyê çiqas bixetimînin?

 

Ji ber van astengîyan dê pêvajo nexetime. Dîsa bihevbawernekirin normal e. Sedemên vê yekê yên biheq hene. Tiştên di rabirdûyê de hatine jiyîn hene. Ji serdema osmanîyan vir ve, bûyerên li ser gelê kurd qewimîne hene. Ji ber van sedeman, bendewarîyek ku dê kurd di carekê de bi dewleta tirk bawer bikin, xelet e. Jixwe sîyaset ne mijara bawerkirin û bawernekirinê ye. Mijara pêngava pratîkê ye. Herkes dê li vê yekê binêre û divê wisa be. Lê ji bo ku di serî de em bikaribin bi hev re bipeyivin û li dora maseyekî rûnîn hewcedarî bi bawerîyek asgarî heye. Em hewil didin ku hinek be jî bawerîyê pêk bînin. Em difikirin ku di vê mijarê de em dê tesîrdar bin. Niha pêvajoya muzakereyê bi vî awayî dimeşe, lê dibe ku di rojên pêşîya me de hin astengîyên din rû bidin. Em niha bi xetimînek cidî û rîskên cidî re rû bi rû nînin.



Li du hevdîtinên bi hikûmeta tirk re hatine kirin û vegotinên Ocalan yên ’’dema têkoşîna çekdarî bi dawî bû, em dê dema sîyaset û têkoşîna demokratîk bidin dest pêkirin” di nav beşekî mezin ya civatê de xweşbînîyeka biendaze derket holê. Kurd dibêjin, gelo ’em dê ji vê pêvajoyê kîjan mafan bi dest bixin’. Hinek tirk jî bi endîşeya ’em dê çi wenda bikin’ li dijî pêvajoyê helwêst nîşan didin. CHP û MHP jî bi vegotinên polîtîk vê metirsîyê zêdetir dikin. Li gorî we ev endîşe dê astengên çawa derxin ser rêya çareserkirinê?

 

Derdorên neteperest û nijadperest dê pir zêde nikaribin tesîrdar bin, bes ku pêvajo bi rê ve biçe. Lê heger pêvajo bixetime, dê dijraberîya wan veguhere merhaleyek cidî. Lê heger pêvajo nexetime, bi pêşve biçe, MHP û CHP dê her biçe bibin partîyên piçûktir. Dê tirk tu tiştekî wenda nekin, lewre kes ji tirkan tiştek naxwaze. Ango pêvajoyeka bi rengê em tiştekî ku aîdê tirkan e bigirin û bidin kurdan nameşe. Divê mafên kurdan ku dest danîne ser paşve bên dayîn. Pêvajo bi vî awayî ye. Lê ev yeka, kêşeya ku dê di demeka kurt de û di dawîya muzekerêyê de encam bide nîne. Ji bo ku kurd bikaribin bi temamî mafên xwe bi dest bixîn, têkoşîneka demdirêj pêwîst e. Ango ji vê şunde, dê têkoşîn bê çek û bi metodên demokratîk bidome; lê divê di vê pêjoyê de ji bo mafê sîyasetkirina kurdan, naskirina nasnemeya kurdî, vekirina rêya perwerdeya bi zimanê zikmakî gav bên avêtin. Lê ev tişt kêşeya kurdî bi temamî çareser nakin. Heta ku kurd desthilatdarîya xwe ava bikin, çand û zimanê xwe bêsînor û azad bikaribin bijîn, dê kêşeya kurdî berdewam bike. Îro êdî bi pêvajoya muzakereyê, hem hin ji van mafan dê bikevin jîyanê hem jî bi awayekî berfirehtir dê mafê têkoşîna demokratîk bê dayîn û dê mafê sîyasî berfirehtir bê nasîn. Divê ev pêngav pêk werin. Aniha dema ev maf pêk werin, dê tirk jê tu zirarê nebînin. Tirk, dê her biçe bibînin ku lihevhatina bi Kurdistana Rojava, Kurdistana Başûr û bi kurdên Kurdistana Bakur re Tirkîyeyê mezintir û bihêztir dike. Dê aborîya Tirkîyeyê mezintir bike, bêkarîyê kêm bike û ewlekarî û veberhênanan zêdetir bike. Dê dawî li şer anîn veberhênanên şer rawestîne, ewlekarîyê pêk bîne. Ango ev hemû dê bi kêrî tirkan jî were. Her tirk dê bibine ku zêdetir pere dikeve bêrîka wî/wê, enflasyan dadikeve, jîyan hîn erzantir dibe û di nav ewlekarîyê de hîn zêdetir dikare kar bi dest bixe. Dema van hemû tiştan bibînin, ew jî dê piştgirîya pêvajoyê bikin û têbigihîjin ku endîşeya wan bê wate ye.


Hevdîtinên tên kirin bêguman di hundirê xwe de bazarîyekê jî dihewînin. Hûn dê wek BDP di vê bazarîyê de ji kîjan mafên gelê kurd feragat nekin, daxwazên we yên sereke ku ’nebin-nabe’ çi ne?


Çi mafên gelên din hebin, divê kurd jî xwedîyê heman mafan bin. Ne mafê me heye ku em ji van mafan feragat bikin û ne jî selahîyeta me ji bo vê yekê heye. Heger em ji van mafan feragat jî bikin, ev yek BDPyê girê dide, ne kurdan. Kurd, gelek in û dê van mafan herdem bixwazin. Mesele ev e: Em di kîjan merhaleyê de dikarin çiqas ji van mafan derbasî jîyanê bikin. Em wek BDP, sîyaset û taktîka vê yekê dimeşînin. Lê nexwe, serxwebûna kurdan jî tê de, her mafeke kurdan heye. Her netewe xwedî mafê çarenûsîyê ye. Dê vê yekê çawa bikarbîne, ew gel bi xwe dizane. Heger bixwaze, dikare vî mafî wek serxwebûn, federasyon, rêveberîya xweser an jî di çarçoveya bingeha hemwelatîyeke wekhev de bikarbîne. Ev tev cureyên bikaranîna mafên çarenûsî ne. BDP, bi serê xwe nikare tenê biryara vê yekê bide. Ev yek ancax dikare bi bêşdarîya hemû kurdan, tevgerên kurd û bi fikreke hevpar ya gelê kurd derbasî jîyanê bibe. Em vêga dixwazin, mekanîzmayên ku gelê kurd bikaribe xwe bi xwe birêvebibe gav bi gav bên ava kirin û desthilatdarîya xwe derxîne meydanê. Em dixwazin pêşîya vê daxwazê bê vekirin. Piştî vê yekê, dê pêvajo an jî dîrok berê kurdan bide ku derê, zehmete ku em ji îro ve bizanibin. Lê em ji tu mafên kurdan; zimanê zikmakî, çand, nasname û ji xwerêvebirinê tu caran paşve gav neavêjin. Tevî birêz Ocalan, tu sîyasetvanekî kurd dev ji vê yekê bernade. Tu kes nîn e ku xwedîyê vê selahîyetê be.


BDPyê doh, di 15yê nîsanê de ji bo rakirina dezgeha cerdevanîyê pêşnîyareka zagonî da serokayetîya meclîsê. Em bêjin ev gelale hate qebûlkirin. Gelo dê ev yek bikaribe qeşema di navbera gel û cerdevanan de heyî bihelîne? BDP dixwaze pirsgirêka cerdevanan çawa çareser bike.?

 


Belê, me doh ji bo vê yekê pêşnîyareka zagonî da meclîsê. Em dixwazin dewlet pergala cerdevanîyê ji holê rake; cerdevan cardin adapteyî jîyana civatî bên kirin û ji bo vê yekê jî dewlet selahîyetê bide dezgehên sivîl yên civatî, odeyên bijîşkan û navendên civatî. Yanî em wê daxwaza ku ’Bila cerdevan ji cerdevanîya dewletê derkevin û li deverekî din dîsa bibin kadroyên dewletê’ rast nabînin. Cerdevan, li deverên ku lê dijîn, bi axê re girêdayî ne, cotkar in, divê hilberîner bin. Dibe ku ji ber sedemên cuda li hember gelê xwe rahiştine çekan, lê tevî malbatên wan em dikarin qala nifûseka 250-300.000 hezar kurd bikin. Ne rast e ku meriv vê nifûsê wek dijmin bibîne û nifşên bên wek tawanbar îlan bike. Ji bo vê yekê jî, hewcedarî bi pêvajoyeka civatî ya aştîyê heye. Ew hemû tevî zarok û malbatên xwe însanên me ne. Însanên kurd in, dê li ser wan axan bijîn, biçînin, derbasî jîyaneka normal bibin. Helbet divê kurd di nava xwe de vê yekê bikin. Divê tevger û sîyasetvanên kurd bi perspektîfeka fireh ku berê xwe dabe yekîtîyeka netewî nêzîkî vê mijarê bibin.

 

Di 9ê çileya paşîn de li Parîsê li hember kuştina sê sîyasetvanên jin yên kurd BDPyê di serî de hewl da ku dewleta Fransayê piştperdeya vê bûyerê ronî bike û kiryaran eşkere bike. Lê bi pêvajoyê re çawa ku ev mesele hatibe jibîrkirin. BDPyê ji bo ronîkirina van cînayetan çi dikir û difikire ku çi bike?


Bi hikûmeta Fransayê re hevdîtineka me ya fermî çênebû. Lê hevalên me, rêvebirên partîya me, bi dozgerê ku dozê dişopîne re her di nav danûstandinê de ne. Agahîyan bi hevre parve dikin. Em jî her merhaleya vê bûyerê ji nêzîk ve dişopînin. Min meha derbasbûyî li Parîsê bi parêzerê dozê re hevdîtineka taybet pêk anî. Em bi hev şêwirîn ku ka em dikarin çi bikin. Vêga em li benda temambûna lêpirsînê ne. Ji ber ku lêpirsîn hîn neqedîyaye, em di vê merhaleyê de nikarin bêjin, weha çêbûye, an wilo çêbûye. Hîn biencamnebûna lêpirsînê hem reaksîyona me ya mafdar, hem jî ya kurdan dikşîne. Lê ev yek êdî hate fêm kirin. Helwêsta Fransayê ku ji çileya paşîn ve dayî xuyakirin ev yek derxist meydanê. Yanî, qetilkirina sê jinên sîyasetmedar yên kurd di qada navnetewî de vegerîyaye bazarekê. Tevî Fransa û Tirkîyeyê dibe ku tilîya hin dewletên ewropî yên din jî di vê bûyerê de hebin. Sicîla dewleta Fransayê di vî warî de xirab e. Di raborîyê de li vî welatî sîyasetmedarên cezayîrî û baskî hatin kuştin, bi dehan cînayetên bi vî rengî hene. Di tu bûyerekê de Fransayê hêza sîyasî ku li pişt van cînayetan hebû dernexist meydanê. Tu tişt nekir. Fransa, rastîyê derdixîne holê, lê eşkere nake; an wek şantajek sîyasî, an jî bi awayekî din bikartîne. Qasê ku min fêm kir, lênêzîkbûna Fransayê ya li hember vê bûyerê jî bi vî rengî ye. Ev tişteke pir bi kirêt e. Di van cînayetan de berpirsîyarîya dewleta Fransayê rasterast heye. Lewre, bûyer li Fransayê qewimîye û hîn nehatîye ronîkirin. Hatîye fêmkirin ku tetikkêşekî tirk hatîye bikaranîn. Ji ber vê yekê, berpirsîyarîya dewleta tirk jî tê de heye. Têkilîyên wî kesî bi Almanyayê re jî hene. Lewre, divê Almanya jî berpirsîyarîya ku dikeve ser milên xwe bîne cîh. Tirkîye, Fransa û Almanya, ev her sê dewlet, heta ku vê bûyerê ronî nekin, dê wek gumanbarê vê bûyerê bimînin.


Birêz Demîrtaş, parlamenter û rêvebirên BDPyê hîn dema li Amed, Mêrdîn heta li Cizîrê derdikevin pêş gel, bi tirkî xîtabî wan dikin. Ev helwêst jî dibe sedemê nerazîbûnan û tê rexnekirin ku BDP girîngî nade kurdî. Hûn van rexneyan çawa pêşwazî dikin?


Ji hêla parlamenterên BDPyê ve ku nikarin bi kurdî biaxifin, ev yek trajîk e. Ango, meriv bikaribe, lê bi kurdî neaxife ev yek alçaqtî/nemerdî ye. Kesek bikaribe bi kurdî biaxife, lê biisrar ji kurdî bireve ev yek alçaktîye/nemerdîye. Lê ji hêla din ve, heger tu nikaribî qasê ku xîtabek sîyasî bikî bi kurdî biaxifî, an bi kurdî nizanibî, wê demê jî heger tu wî/wê sîyasetmedarê kurd mehkûm bikî, ev jî şerm e. Lewre, asîmîlebûyîn, laqayî xezeba dewleta tirk hatin, ji derheq derneketina zimanê zikmakî ne sûcê wî kurdî ye. Parlamenterên kurd, sîyasetmedarên kurd jixwe têkoşîna vê yekê didin. Vêga kurdek rabe û ji ber vê yekê kurdekî din sûcdar bike, ev yek şerm e. Divê ew kurd dewleta tirk sûcdar bike. Binêre, te parlamenterên me ewqas asîmîle kirine ku nikarin bi zimanê dayîka xwe biaxifin! Rewşeke trajîk e, lê nexwe ne ji îhmalkirina kurdî ye. Piranîya me 20, 22 sal perwerdahîya tirkî dîtine, lê me bi zimanê xwe saetekê perwerdahî negirtîye. Ji ber wê, hemû şeklê hizîrîna me bi tirkî ye, hakîmîyeta me ya li ser tirkî ewqas xurt e ku tu bixwazî nexwazî em ancax bi tirkî dikarin xwe bînin ziman, nexasim di axaftinên sîyasî de. Ji bo ku em bikaribin peyamên xwe rast bidin û mesajên çewt nedin, em mecbûr dimînin ku xwe bi tirkî îfade bikin. Ev yek zarûrîyetek e, ne îhmal e. Dê di dawîya dawîyê de ev mesele çareser bibe; zarokên kurd, dê bi zimanê xwe perwerdahîya xwe bi awayeka herî baştirîn bibînin. Kurdî, dê di her hêla jîyanê de bibe zimanê sinifa yekem. Tu şika kesek me ji vê yekê nîn e. Em hemû jixwe têkoşîna vê dozê dikin.


Şivan Perwer di daxuyanîyên xwe yên demên dawî de li ser nîqaşa vegera xwe ya Kurdistanê qala astengî û rêlibergirtina tevgera sîyasî ya kurd dike û bi awayek sergirtî PKK û BDPyê destnîşan dike. Hûn dixwazin di derbarê vê yekê de çi bêjin?


Şivan Perwer rûmetek e. Nirxeke muzîka kurdî ye. Pirranîya me bi stran û marşên Şivan Perwer mezin bûne. Helbet têkilîya huner bi sîyasetê re heye, hertim hebûye û mecbûre ku bibe. Lê hunermendên wek Şivan Perwer bûyî malê gel, rewşa sîyasetê çi be, divê bi helwêstên xwe piştgirî bidinê. Ji bo yekîtîya netewî ya kurd ev helwêsta hunermendan pir girîng e. Divê ev yek li ber çav bê girtin. Lê heger vê yekê negirin ber çav, hunermendên kurd xwe ji vê pozîsyonê dûr bêxin û bikevin angajmanên teng yên sîyasî, ev yek dê li şexsîyeta wan ya hunermendî û li mezinahîya wan neyê. Lewre, huner qadeke ji sîyasetê hîn ferehtir e.

Ji bo Şivan Perwer meriv dikare bêje ku ketîye angajmaneke sîyasî?


Nexêr, ez bi awayek gelemper diaxifim. Divê haya hunermendên kurd ji vê yekê hebe. Ez hêvî dikim ku Şivan Perwer û hunermendên wek wî, bi vî awayî nêzîkî meseleyê bibin û xizmeta yekîtîya netewî ya kurd bikin. Heta ku bi pozîsyonên xwe xizmeta doz û têkoşîna kurdan bikin, dê ji alîyê gel ve bên hezkirin. Tu astengîyeka me, rêlibergirtineka me li hember tu hunermendî nîn e. Di orgazîsazyon, konser û tûrneyên me de piştgirî tê xwestin. Carna nedayîna vê piştgirîyê nayê wateya rêlibergirtinê. Em dê ne di wê pozîsyonê de bin ku qedexe danin ser tukesî, an jî rê li ber wan bigirin. Ev yek dê lênêzîkbûneka şaş be.


Mesele, BDP çima di Newroza 2014an de Şivan Perwer venexwîne Amedê?

Çima na. Tevî hemû hunermendên ku ev bi salane li Ewropayê sirgun in. Koma Berxwedan, bi salan e li Ewropayê ne û muzîkê dikin. Hin hunermend hene ku nikarin vegerin welatê xwe. Kesên qedexe li ser wan heyî hene. Hin kes hene, qedexe li ser wan nîn e, lê dîsa jî nikarin werin. Ez dixwazim hemû hunermendên ku li dîyasporayê ne, li sirgunê ne, tev bi hevre werin, derkevin ser dika Newrozê û bi hevre stranek aştîyê bistirin. Dê ev yek ji bo me bibe bextewarîyeka mezin. Ne tenê Şivan Perwer. Wek wî bi dehan hunermend hene, em dixwazin tev bi hevre bên helbet.



Zor spas.