Pirtûkên Zarokan

Jiyan bi kurdî xweş e!

Gelek beşên pirtûkên zarokan hene. Hin ji wan ji bo perwerdeya dibistanê ne, hin ji wan ji bo xwendin û guhdarîkirinê ne û hin jî, ji bo fêrbûna helwest, rewişt û tevgerê ne. Pirtûkên wêjeyî ji destpêka xwenasîn û têgihîştina zarokan, wan li ser giyana asteke bilind ji bo gihiştinê amade dikin. Wêjeya zarokan ji helbest û metelok heta çîrok û romanan berfireh e.

Wekî din pirtûkên hînbûnê hene ku ji dibistanê heta fêrbûna livbaziyên rojane, ji lîstikan heta naskirina çandên cîhanê yên cûrbicûr, alîkariya zarokan dikin ku di jîyana mezinan de ciyê xwe kifş bikin.

Zarokên kurd, bi taybetî yên Bakurê Kurdistanê heta roja me jî, ji dibistanên kurdî bêpar in. Ew ne xwediyên pirtûkên dibistanan, ne jî xwediyên pirtûkên wêjeyî ne. Dezgeheke fermî ya li ser vê bingehê dixebite tuneye. Heta salên dawî pirtûkên zarokan bi zaravê kurmancî tunebûn, ji ber vê sedemê piranîya zarokan, ne xwediyên pirtûkan bûn û xwendin û nivîsandina kurdî jî nizanibûn. Dibistan bi çi zimanî be, zarok jî, wî zimanî fêr dibin; di rewşa zarokên kurd yên Bakurê Kurdistanê de zimanê tirkî zimanê wan ê xwendin û nivîsandinê bû, ev yek hîn jî berdewam e.

Di civata kurdan de kevneşopîya berhemên devkî xurt e. Zarok ji dê û bavên xwe çîrok, efsane, helbest, fabil û stran, hemû bi devkî guhdarî dikirin û zimanê xwe yê dayikê wisa hîn dibûn. Nifşe bi nifşe ev rewş heta roja îro hat û ev rewş hîn jî serdest e. Deh heta bîst salên dawî ne tê de, wêjevanîya zarokên kurd hemû devkî bû. Dê û bavên ku di metropolan de mezin dibûn, zimanê xwe fêr nedibûn û ji vê kevneşopîya kurdî feyde nedigirtin, nikaribûn vê yekê bidin zarokên xwe jî. Lê di salên dawî de li ser însiyatîvên kesayetîyên kurd, stranbêj, dengbêj, rewşenbîr û nivîskarên kurd gelek çîrok, helbest, stran û metelokên kurdî yên ji bo zarokan hatin berhevkirin û nivîsandin, hin pirtûkên din jî, ji zimanên din hatin wergerandin bo kurdî. Bi vî awayî nîvîsandina wêjeya zarokan dest pê kir. Niha hejmarek ne kêm, pirtûkên zarokan ên bi zimanê kurdî hene, li tenişta wan hejmareke berhemên dibistanê jî, ji bo zarokan hatine afirandin.

Wergerên destpêkê yên ku bi taybetî ji Swêdê dest pê kiribûn, alîkariyeke baş bû ji bo hezkirên zimanê kurdî; dê û bavên kurdîhez bi xwandina van pirtûkan karibûn zarokên xwe hîn çêtir fêrî kurdî bikin. Bi taybetî pirtûkên bi navê Rindo û çendên din ji bo zarokên beriya dibistanê roleke bi kêr anîn holê. Lê ev yek piranî li welatên Ewropa feyde dida zarokan, gelek zarokên li Kurdistanê jê dîsa bêpar bûn.

Niha êdî rê vebûye, gelek weşanxaneyên kurdî pirtûkên zarokan jî dixin bernameya xwe û nivîskarîya kurdî ya pirtûkên zarokan ber bi xurtbûnê ve ye. Ji alîyekî hin pirtûkên dibistanan tên amade kirin, ji aliyê din jî, nivîskarîya wêjevanîya pirtûkên zarokan çêdibe.

Pirsa zarokan tenê bi amadekirina pirtûkan çareser nabe, pirsgirêk li vêderê ne zarok in, lê dê û bav in. Perwerdeya zarokan di bingeha xwe de perwerdeya dê û bavan e. Dê û bav perwerde bibin, zanibin pêwîstîya zarokan ji zayîna wan gelek wêdetir e û gerek ew vê yekê bi xwe hîn bibin û bînin cî, wê demê zarok bi giyaneke bilind, hebûneke tendurust mezin dibin. Perwerde û wêje, perwerde û xwedîkirin û mêzekirina zarokan bi hev girêdayî ye; birçî û tazî nemana zarokan pêwîst e, wezîfeya dê û bavan e, lê têr nake, divê mejî û giyana zarokan jî mijara pirsê be. Têrkirina giyan û gihîştandina mejî, giyaneke azad jî, ji zarokan re pêwîst in ku ew karibin bibin mirovên mezin ên azad û giyanberzên duwarojên xwe.

Rê li ber lêgerîn û lêkolînên zargotina zarokan vekirîye, materyal pir in, teknîk heye; berhevkirin, neqandin û sadekirina wêjevanîya zarokan li benda nivîskarîya kurdî ye. Dê û bav jî di vî beşî de dikarin bibin alîkar. Li her deverên Kurdistanê hîn jî kesên ku gelek çîrok, metelok, lîstik, helbest û stranên zarokan dizanin hene, tomarkirin û nivîsandina van berhemên devkî karekî ne giran e. Di vî warî de malperên înternetê jî dikarin alîkar bin, heta malperek dikare li ser vê bingehê xwe wezîfedar bike û hemû agahîyên ji bo zarokan bicivîne, biweşîne û bigîjîne wan.

Zarok bi xwe jî dikarin pirtûkên ku xwendine û li gor dilê wan e, ji bo wergerê, yan jî belavkirinê pêşniyaz bikin, daku zarokên din jî bixwînin û feyde jê bigirin.