Afrîkaya Başûr a împaratorî

Translator

Gelo Afrîkaya Başûr li derveyî tevgera "bêerdkirinê" ya parzemînê dimîne? Ew xwedî dewletekê ye ku ji alîyê sîstema îdarî ya Apartheidê ya bi şidet ve hatiye birêxistinkirin. Hilweşandina vê rejîma nijadperest hebûna Afrîkaya Başûr a xwedî dewlemendîyên dêwane ye rewa dike. Ew ji bêîstîqrarbûna sazîyên welatên cîran (Mozambîk, Welatê Swazî, hwd.) sûdê werdigre û wan vediguherîne bazarên cazib. Bi ser de jî, ew hewl dide heta ji destê wê tê ji beşdarîya xwe ya di koma BRICSê (

BRHҪ) ku tê de hevkarîyê bi Brezîlya, Rûsya, Hindistan û Ҫînê re dike, sûdê werbigire. Pretoriya ku sala 2013yan dê welatên endam vexwîne civîna bilind a ku ew organîze dike, peşnîyaza lihevkirinên li ser danûstandinan dike. Bi dîtina siyasetnasê kamerunî Achille Mbembe, "neteweya keskesor" ku her diçe zêdetir wekî hêzeka împeryal tevdigere, astengên girêdayî sînoran nas nake û bi vî rengî piştgirîya ji holê rakirina wan dike. Petroria ku di qada aborî de li tevahîya vê beşa-herêmê serdest e, li ber çavên wê bûye wekî stûna welêt, ew şirketên xwe yên ewlekarîyê dibe û wan li derveyî welêt li Malî, li Ghana û li Gîneyê bi cih dike. Şirketên Afrîkaya Başûr beşdarî bazirganîya çekan dibin – bi awayê fermî û ne fermî jî – li herêmên grî yên kirînûfirotinên navneteweyî yên nefermîbûyî.

Afrîkaya Başûr weka hêzeka parzemînî tevdigere. Tîrmeha 2012an, hemwelatîyeka welêt, xanim Nokosazana Dlamini-Zuma, kevne-jina serokdewlet Jacob Zuma, hat hilbijartin û li hember Jean Pingê Gabonî bû seroka Komîsyona Yekîtîya Afrîkî. Şer dirêj ajot û zehmet bû ; Pretoria bêdudilî bandordarîya xwe ya giran û xeşîm bi kar anî, û «fêdeyên» hevalbendîya xwe bi bîr xistin. Li gor Mbembe, li Bakurê welêt, "sînorê xeyalî" yê Afrîkaya Başûr niha nêzîkî Katangayê ye (başûr-rojavayê Komara Demokratîk a Kongoyê). (1) Li alîyê din jî wisa tê îdîakirin ku ew dikeve nav herêma cazib a Deryaya Hind û ya Asyayê.

Lê sibereoja dêwa Afrîkaya Başûrî dîsa jî bi mij û dûman e. Alozîyên civakî ku tepisandina greva Marikana (2) temsîla wan dike, şerên ji bo deshilatdarîyê li nav African National Congress (ANC), li wir rexneyên li ser bertîlxwarîya Zuma deng vedidin û lawazbûnên girîng û hin nakokîyan eşkere dikin. Bi vî rengî bihara 2008an, herîkîna ji nişka ve ya koçberên aborî yên welatên cîran bû sedema bersivdaneka tund ji alîyê gel ve û bû sedema bi dehan mirinan. Wekî ku ji holê rakirina sînoran diviyabû bi tenê bi kêrî şirketan were…

A.-C. R.

(1) Achille Mbembe, "Vers une nouvelle géopolitique africaine" (Ber bi jeopolîtîkeke nû ya Afrîkî ve), di "Afriques en renaissance" (Ji nû ve jidayikbûna afrîkayan) de, Manière de voir, hejmar 51, gulan-hezîran 2000.

(2) Bixwîne Greg Marinovich, "Une tuerie comme au temps de l’apartheid" (Komkûjîyeka wekî di dema apartheidê de) , Le Monde diplomatique, çirîya peşîna 2012an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawiya