Arjen Arî: Dema ku dinivîsim, bêhemdê min çîya û dîmenên çîyayî têne ber çavên min

Çand û Huner

Min bihîstibû Arjen Arî yekî pordirêj e û ji xwe hez dike. Min bi kêf di kovar û rojnameyan de helbestên wî dixwendin. Ne wêne hebû û ne kesî nivîskar dixwest bê naskirin. Di nîvê salên nodî de, di quncikên tarî û bi dizî me cara ewilî ji hevdû re li Amedê gotibû merheba.

Lê îro nivîskarek an helbestvanek an hunerhezek, here Amedê dê wî di quncika hunerê de, li sazî û dezgehên Kurdî bi hêsanî bibîne û lê guhdarî bike. Min xwest çend peyvên wî ên resen û bi melodî ji xwendevanên rojnameyê jî pêşkêş bikim. Min pirsî wî jî bersiv dan.

Birêz Arjen Arî, hûn helbestvaneki Kurd yên salên heyştê yî, ji çend heban yek in. Hema pêşî ez vê bipirsim, gelo tahma helbesta kurdî ya wan salan çawa bû, hê di bîra we de ye an na?

Ez ji çar pênç alîcenaban; Gurdilî, Dilbirîn, Rojen Barnas, Berken Bereh, Mem Ronga, Malmîsanij, yek im. Gurdilî û Dilbirîn di wan deman de ‘Cegerxwîn’ên’ bakûrî bûn. Bi taybet helbesta Gurdilî, ku helbesteke zexm û berketî bû- bi dengê Xwedajêrazî Şex Mizbeh di kasetê teyban de di nava gel de belav dibû.

Herdu hêjayan jî bi helbestên xwe ên şêwe-klasîk – çarîn û malik- ji hêlekê de êrîş dibirin hêz û dewlêtên ku Kurdistan parçe parçe kirine, li hêla din bi wêneke neteweyî, hişmendi-yeke Kurdistanî li dijî bîrdoza çepgir, a Markisî derdiketin! Wekî bîr û bawerî û bîrdozê; wê demê helbesta kurdî ya heyî jî di bin per û baskên helbesta tirkî; helbesta helbestkarên mina Nazim, Hasan Huseyin, Enver Gokçe, Ahmed Arif û hwd. de şêwe digirt. Mayakovskî’yê ku Nazim rakêşabû ber bi siya helbesta xwe ve, çawa tesirekî helbestî li me- bi taybetî li min- helbestkarê kurd nekiribûya?! Dîsa jî, dikarim bêdudilî bibêjim helbesta wê dema helbesta qadan, ya meydanan bû. Sirûdî bû. Yanî qîr bû, hawar bû! Û her hêlên civakî, bi taybetî çîna karker û gundiyên bêmal û milk vedixwend qada şoreşê…

Di wan salan de xwendin û nivîsandina kurdî pir kêm bû, hema hema tunebû jî, heta zimanê Tirkî jî moda bû di nava xwendevanên dibistanan de. Gelo çawa ew hestên kurdewarî bi we re çêbû û çawa modayê hûn jî nexapand?

Karteka pergala pişaftker, wan deman- bi saya bîrdoza çep a kurdî jî- hilkişiyabû asta herî berz. Baş tê bîra min; ji ber xweş, xweşik û rewan-axaftina min a tirkî, hevalên min ji min re digotin, ‘ kuçuk burjuwa’!

Mafdar bûn. Mafdar bûn; ji ber ku hêj di salên xwendekariya min a liseyê de hilfa min li ser wêjeyê bû. Ê wêje jî wêjeya tirkî bû û di vî zimanê de helbestkarên ku bi hesanî dilê meriv dibijandin hebûn…Yek ji wan Ahmed Arîf bû, ku bi nêrîna min vî cuwanmêrî bi helbesta xwe neqebek, rêbuhêrkek vekir ji kurdên ku dixwestin bi tirkî binivîsin…

Li hêlekê helbesta kurdî a klasîk, li hêla din helbesta tirkî a navdar û ferewar…Min dikarî bi hêsanî di şêweya Nazim de helbestê lêbikim. Jixwe; ev şêwe mîna kirasekî ku tu ji zimanê kurdî re bifesilînî, bidûriyî bû.

Lê piştî gelek ceribandinên şêweyî; newa, ristesazî, hevahangî, harmoniya navxweyî ya di navbera rist û bendan de… dereng be jî min karî bi ser helbesta Arjen Arî ve bim.

Ev biserxwevebûn bû sedemê ku jihevderxistin û bihevvekirinekê derxim ji helbesta klasîk a kurdî û ya xwe. Heke îro hebim; bi nûyitiya xwe ya ku min hilgirtiye helbesta kurdî heme. Jixwe, her helbestkar di vê çarçoveyê de tê helsingandin. Û şopen karekter ên herdu helbestan– helbesta kurdî a kilasîk û a tirkî- biçuk bin jî di helbesta her helbestakarê wê serdemê de tê dîtin…

Helbet wekî gelek kesan, tiştê zanim hûn jî ji Cegerxwîn hez dikin, gelo bandora wî li gor wê demê hê jî tê bîra we?

Havîna 76ê dema ku çûm serdana wî- mala wî li Qamişlokê, li H’ara Xerbî bû- li rê, min bazareke hişk kir: Wî, eyba min, yanî şairtiya min dê eşkere nakira. Ji ber ku; ne cihê şanaziyê cihê fihêtê bû, merivekî mîna min di destpêka hçelbestê de tor û naşî, ji Cegerxwîn re bigota ez jî helbestê lêdikim.

Wê salê, li mala Kazim min dîwana wî ‘Kîme ez’ dît, û helbesta ‘Kime ez’ xwend.

Di nivîsa xwe ya bi navê ‘ Portre, Cegerxwîn: Yê ku peyv ji ezman daxist erdê ‘ de, min ev dadaş bi şêweçîrokî xist tevna nivîsê.

Ew, Cegerxwîn;hûtê helbesta kurdî bû. Bi qasî helbestakariya xwe rewşenbîr, siyasetgêr, nivîskar, kedkarê wêjeyê, feqîr, lê esilzade bû.

Min ji wî jî, ji helbesta wî jî pir hezkir. Vê hezê, hem bandora wî li ser min kêm kir, hem jî rê li ber helbestkariya min vekir.

Rêç, rêbaz û şêwaza Cegerxwîn li gor ku melayên li dû wî bi heman şêweyî nivîsandine, dişibe ekolekê hûn çi dibêjin? Dixwazim di vî warî de ji we jî tiştekî bibihîzim.

Ya rast, niha, di helbesta kurdî de destpêka şêweyên nû, bi şikenandina rista helbesta klasîk dest pê dike. Ev hewldan hê jî eyan û berdewam e. Lê ev hawe, ji helbesta Cegerxwîn pê ve, di hemû helbestkarên din de vediguhere şêweya ‘tinazbixwekirinê’!

Şikestin an jî şikenandina ristê, belavkira peyvê li ruyê kaxizê; heke ne peydakira şêwêyeke xweser û helbesteke nû be, ew, dubarekirin e an, an jî xwe xapandine.

Helbesta klasîk bi formên mîna çarîn, pêncîne, malik/beyt û hwd… têne nivîsîn û navên wan curehelbestan jî pirayî xazel e, qasîde ye. Xazel û qesîde jî di nava xwe de li gor babetên xwe navinan li xwe dikin.

Helbesta klasîk piştî helbesta gelerî- çi li Rojhilat çi li Rojava- ekola herî temendirêj û kartêker(aktîf) e. Ew, bi qasî ku hildikişe dîwanê û navê ‘helbesta dîwanê’ li xwe dike; yên mîna Cegerxwîn radibin, wê dikin helbesta qada nû ya herkesî!

Di helbesta we de hertim nişanek Arjen Arî heye û bêhna xwezayê, bêhna çîya hertim xuya ye. Gelek kes jî dibêjin. Herwiha çîrokên we ku wekî mînak min dîtine jî ev xweza heye. Qey hûn pir ji xwezayê bi dûr ketin an we pir hesreta wê kişand?

Ez çîyayî me. Bi qasî dara berûyê çîyayî... û di demsala havînê de stêrên ku xilmaş xilmaş di zikê ezman de diteyisin. Ji lew, min ji çîya, ji hewaya çiyê, newaya çiyê, sihar û êvarên çiyê hez kir. Dema ku dinivîsim, bêhemdê min çîya û dîmenên çîyayî têne ber çavên min: Newal, guher, teht û zinarên biheybet; şunewarên kavil, guvvîna bê, heytîna şivanan, stiranên çivîkan. Her çîya welatek e. Ji ber çîyayîbûna xwe û çîyayên pir li ser vê axê, ez navekî din li vî welatî dikim: Kohistan! Yanî welatê çiyê.

Niha jî li bajarekî li ber keviya çîyayekî, çîyayê Qerejdaxê dijîm. Lê mixabin, dema ku serê xwe derdixim di paceyê re, çîya nabînim, darûdeviyan nabînim, guvîna bayê bakûr nabihizîm… Dibe ku ji ber vê hisretê, û sosretqewimînên ku sih sal e – belkî hezar sal e- rû didin li çîyayên vî welatî, min jî çîya wekî rastiyeke jiyana xwe û ya civatê, û wekî têgeh û sembolekê da rûniştandin di helbest, çîrok û nivîsên xwe de.

Jiyîn li Kurdistanê xweş be, mirin li çiyê xweş e. Çiya, ji tevahiya erda Xweda bêhtir nêzî Xweda ne.