Bernard Cassen

Govenda ‘‘G’‘ yan

Gava ku bahsa ‘‘G’‘yê tê kirin, lîsteyeke dûvdirêj zêde dibe. Îroj ji G- 2 virve, -eger mirov Asambelêya Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî jî (NY) tevlî bike,- berbi G-192’an diçe! Ev zêdebûn nêz e. Piştî wendabûna Yekîtiya Sowyetan, a rast, tekane koma berbiçav a navnetewî û bi vê pêşdîtina çapemeniyê, ji aliyekî ve, bû G-77, û ji yê din, G-7 bû G-8 (li ferhengoka jêrê binerin).

Ji Ewropaya kevnar

Kevnebirêveberê giştî (1962-1982 û 2000-2003) yê kovara New Left Review (Çepa Nû) li Londrayê û profesorê dîrok û civaknasîyê yê Zanîngeha Kalîforniyayê li Los Angelesê, Perry Anderson yek ji sîmayên herî naskirî yên marksîzma brîtanyayî ye. Ew di heman demê de yek ji kesayetîyên herî kone û zana yê qada siyasî û çandî ya piranîya welatên Ewropayê ye, ku wekî gerokên îngilîzî yên sedsala XVIII ê li van welatan jî digere.

Ji bo rizgarkirina pereyê yekbûyî xwe virde û wêde kirin

Di filmê Stanley Kubrick 2001: A Space Odyssey (2001: Destaneke Fezayê) (sala 1968ê li sînemayan hat nîşan dan), robotê bi navê HAL 9000, ku bixwe mûcîzeyeke aqilçêkirî ye, li kêştîya fezayî Discoveryê suwarkirî ye, diçe Jupîterê û di rê de xwe ji kontrola astronotan xilas dike. Ji robot tê ku ji bilî yekî astronotên din tine bike, ji wî yekê mayî jî tê ku girêdana robotî ya enerjîyê qut bike.

Ji bo Ewropayeke çepgir raperîna sîvîl admin Fr., 23.11.2012 - 15:50

Piştî erêkirina Peymana Lîzbonê  –kopyaya “Destûra Bingehîn a Ewropî” a sala 2005ê hat red kirin –, parlemana Fransayê divê vê mehê Peymana li ser Îstîqrar, Koordînasyon û Birêveberîyê (PIKB) erê bike. Liberrabûna parlemanterên beşek ji wê komê, ne ku di hilbijartinên serokkomarîyê de piranî bi dest xistin –di navê de kesk jî– û protestoya gel dîyar e xwedîya hindik şansê astengkirina operasyonekê ne ku wê fînansên dewletê bixe bin wesayetê. Dîsa jî dengên piştgir ên Ewropayeke pêşverû hene. Va ye, ev yek ji wan e.