Damien Millet

Gelo divê em pareyê deynan bidin?

Ji bo tesewirkirina deqîqeya diyarker, kêlîya ku nakokî diherikin navhev û îhtîmala "piştreyê" peyda dibe, konsepteke yewnanîyên berê hebû: Kayros. Ji dema ku xirecira darayî û malî derketiye holê, ya ku welatên ewropî yekî li pey yê din dide ber xwe, kêlîya serûbinîhevbûnê nêz dibe. Ji Atînayê heta bi Madrîdê hêrsa civakî zêde dibe: xwepêşandêrên ku meydanên bajaran dagîr dikin desthilatdarîya bankeyan û deynekî nerewa lê eşkere dikin.