Dany-Robert Dufour

Ji bo avakirina cîhaneke nû, xerabkirina vê cîhanê! admin Do., 08.04.2010 - 11:53

Hunera hemdem "şoreşger e", lewma yên ku jê hez nakin yan paşverûyên bi rastî ne yan jî paşverûyên ku pê nizanin paşverû ne ango neo-paşverû ne. Îro mohr û etîketên bi vî rengî li herkesê diwêre li wateya hin berhem û pratîkên hunera hemdem bipirse, tê xistin. Ji berdêla bikevin xetera ku guman ji wan were kirin populîst, nezan yan jî ehmeq in, mirov gelek caran tercîh dikin dengê xwe nekin û fikrên xwe nebêjin, ev rewş balkêş nîne.