David Nowell-Smith

Siberoja hilbijartinan tahl e

David Cameron soz dabû ku ji bo vekişîna dewletê tenzîm bike, wî dê bi navê «Big Society» derketina civateke dilxwazan biparasta. Brîtanî pê ne bawer in. Li gor rojnameya heftane «The Economist», ew vê projeyê weke «nixumandina teserufên di budceyê de» dihesibînin. Jixwe bud-ce bi awayekî giran daketibû, bi taybetî budceya zanîngehan.

iranîya xwendekarên brîtanî Noelê bi malbatên xwe re derbas dikin, lê belê Julian Howard ligel pênc hevalbendên xwe, odeyeke Zanîngeha Kentê dagir kir da ku nerazîbûna xwe li hember reforma fînansmana perwerdeya bilind nîşan bidin.