Ger Çîn êdî deynê Amerîka’yê nekirre wê çi bibe?
Ji salekê vir ve, li Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, tansiyona aboriyê bilind dibe. Çîn ji politikaya derve ya Serok Barack Obama ne razî ye, lewma bi armanca bersîveke dijber bide vê polîtîkayê biryar da ku êdî bonoya xezineya Amerîka’yê nekire. Li gorî texmînên neyînî yên gelek analîstan eger rewş wisa berdewam bike û Çîn vê helwesta xwe neguherîne dibe ku di pêşerojê de Amerîka felaketeke finansî ya wisa mezin bijî ku dikare aboriya Amerika’yê bîne ser çokan. Gefa Çîn’ê xwedî delîl û argumanên maqûl in.