Bihara ereban, Sûrîye û kurd
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bi pêşkêşîya dewletên serketî, di demeka bi qasî 17 mehan de sînorên Îrlandaya Bakur, Yogoslavya û Rojhilatê Navîn hatin kifşkirin. (1) Bi taybetî sînorên ku li Rojhilatê Navîn hatin kişandin, hê ji destpêkê ve pirsgirêk bûn, belê desthilatên siyasî yên ku ji bo îdarekirina van welatan ji alîyê hêzên mandator ve hatin bicihkirin, yekcar serêşî bûn.