Doç. Dr. Nezir Akyeşilmen
Sîyaseta Tirkîyeyê ya Rojhilatê Navîn û Pirsa Kurdî
admin
Fr., 23.11.2012 - 16:08
Pirsa kurdî, bi vegotina serokkomar Abdullah Gül pirsa herî girîng a Tirkîyeyê ye. Ji damezirandina Tirkîyeyê heta roja îroyîn, jandeyeke wisa ye ku di sîyaseta hundirîn û derveyî de girîngîya xwe her parastîye. Weke ku pisporê Rojhilatê Navîn Henri J. Barkey jî dibêje; Pirsa kurdî, di polîtîkayên derveyî yên Tirkîyeyê de yên bi Amerîka, YE, Rojhilatê Navîn, Rûsya û Kafkasya jî di nav de roleke tayînker dileyîze.