Huner çi ye?
Platon, gava Bajarê Îdeal teswîr dike, dixwaze ku helbestkar tê de nebin, ji ber ku ji bo tehrîqkirina hestan behreyeke wan ya nebixêr heye, lê ne ji bo bihêzkirina mentiqê. Jean-Jacques Rousseau, teorîsyenê Contrat social [Peymana Civakî] ya berî şoreşê, di Lettre à d’Alembert sur les spectacles [Nameyek bo d’Alembert Derbarê Numayîşan de] ya xwe de piştgirîyê dide qedexekirina şanoyê li Cenevreyê û pêşniyaz dike ev hunera gendel nemîne ku "ruhên xayîn pîj dike". Di her du nimûneyan de, hewl ew e ku rola hunerê li gor bikêrîya wê ya siyasî an jî exlaqî bê dest nîşan kirin.