Jan Piruz

Pêncî sal piştî têkçûna komara kurdî admin Mi., 16.05.2012 - 12:37

Mehabad, bajarê lanetkirî yê Iranê, çi di dema îslamîstan de û çi jî di dema şah de, ev bajar ji ber ku carekê piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem, cesaret kir xwe wek komareke otonom ya kurdî şanî da, ev bajarê ku bi nifûsa xwe gundî ye û ji şêst hezar kesî zêdetir e ji wê rojê ve di bin çav û kontrola leşgerî de ye. Ji alî têkilîyên birêvebirinê ve, ji herêma Kurdistanê hatîye dûrxistin, di warê aborîyê de hatîye fetisandin, di warê çandî de hatîye ji birkirin, ji dîrok û nasnameya xwe hatîye bêparkirin.