Jean-Pierre Sereni

Modêlek bi pênc îstisnayan?

Gelo modêleke civakî heye ku pênc welatên skandînavî par dikin û cuda ye ji modêla Ewrûpaya mayî ? Ev pirs, derdorên akademîk ên herêmê pîj dike. Ji 1996’an ve, toreke dîroknas û lêkolînerên warê zanistên civakî, digel bêtir ji sê sed endaman li wir dixebitin (I). Helbet, rêveberên siyasî, sendîkavan, çalakvan û bisporan xwe li benda wan negirt. Lewre berî bi zêdetir ji sedsalekê, 1907’an, yekem konferansa civakî ya Skandînavyayê, bi şertên wê demê, li dor mijarên qezayên li ser kar û parastina karkeran hate birêvebirin.

Ewrên tarî li ser bihûşta Danîmarka

Gava ji welatên din ên Ewrûpayê re lê tê nihêrîn, sexaweta dewleta-dabînker [berevajî dewleta jendirme, ew awayê dewletê ye ku girîngiyê dide xizmetên jiyana civakî û takekesî] a mirovî diheyirîne: her zaroka ku ji dayik dibe piştî ku dibe şeş mehî, xwedanê mafê bicihbûna li kreşekê ye; xizmetên tenduristiyê bêpere ne; sexbêriya li malan ji bo pîremêr û pîrejinan gelek belave ye; ciwan pênc salan ser hev alîkariya darayî werdigirin ji bo tewawkirina xwendina xwe, di ser vê hindê re jî, rewşa malbata wan çawa be bila be, her ciwanê ku hez bike dikare salekê navberê bide xwendina xwe ji bo dîtin

Li Tûnisê hilpekîna şoreşê

Ji hema hema çar mehan û vir ve tûnisî di navbera sores û hilbijartinan de diçin û tên. Di biharê de libendêmaneke bi tirs û fikar kete sûna ta û kelecana çileyê. Hin jê tinekirina encam û zilamên rejîma kevin li pês digirin da ku bi awayekî nîhayî totalîtarîzma ji serxwebûna sala 1956ê ve dewam dike, bi dawî bînin. Yên din bi kelecan daxwaz dikin ku di 24ê tîrmeha bê de -ev dem ji alîyê gelek derdoran ve weke pirr zû tê nirxandin- mecliseke neteweyî ya destûrçêker were hilbijartin daku bi lez serdemeke derbasbûnê ya li gor wan tijî tehlûke kurt bikin.