Kendal Nezan

Kurdên ji dewletê bêparhiştî, nabe ku dersên dîrokê ji bîr bikin

2 mîlyon kurdên ji zextûzora rejîma baas reviyayî, di mijara vegera malê de bi dudilî tevdigerin, tevî ku zêde ne xurt jî bin garantîyên ewlekarîyê yên ku hebûna eskerên amerîkî yên li sînor û derfetên RNY (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) pêşkêşî wan dikin. Li alîyê din, muxalefeta kurd ji bo bidest-xistina xweserîyê û demokratîkbûna welêt, neçar ma xwe bide ber peymaneke dijwar. Ji bo vê neteweya ji dewletê bêparhiştî, dersên dîrokê nikarin bên ji bîr kirin.

Tirkîye û tercîhên welatên rojava

Civandina leşkera bi awayekî nedîtî, li hevkirina partîyên bingehîn li ser fikrên eskerî, kontrola agahdarî û çapemenîyê, bê terefkirina muhalefetê, hemû şertên hundurîn amade ne ku artêşa tirk êrîşa dawîn li hember kurdan pêk bîne. Îşareta êrîşê her dem dikare bê dayîn, bi îhtimaleke mezin piştî damezirandina hukûmeta nû ya koalîsyona, li dora Partîya DYPa Tansu Çiller û Partîya ANAPê ya Mesut Yilmaz.

Êrişa bêperwa ya li ser Kurdistanê

Artêşa tirk ku şeş hefte berê li hember şervanên kurd êrişeke xurt li dar xistibû û ji ber ku êriş ji bo demeke kin hatibû plan kirin, hîna jî li ser axa Iraqê berdewam e. Bi sedan kesên sîvîl hatine kuştin, herweha operasyonên leşkerî li rojhelat û başûrê Tirkîyê jî berdewam in. Toleransa dewletên rojava li gel şahînên Ankarayê, dikare encamên gelek girîng hem ji bo rewşa polîtîk ya hundirîn, hem jî ji bo dengeya hemû herêmê peyda bike.

Belengazîya kurdan

Gelek sahneyên xwîndar yên serhildanê, artêşa îsraîlî li gel peymanên Osloyê dikeve herêmên otonom, endamên hikûmeta filistînî di bin zexta polîsan de, bi dehan kesên mirî: Ji Întifada û vir de Quds, Xeze û ”Cisjourdanie” tu caran tevlihevîyeke evqas mezin nedîtibû. Ji ber serhişkîya hikûmeta Netanyahû, aştîya hesas ku sê sal berê bi destgirtina Îtzak Rabîn û Yasser Arafat de hatibû îmze kirin û Îsraîl û cîranên wan yên ereb li hev dianî, li ber têkçûnê ye. Ev rewş talûkeyeke gelek mezin li hember pergala ku amerîkîyan piştî Şerê kendavê li dar xistibû, pêk tîne.

Di nav krîzeke mezin de

Li vî Rojhilatê Nêzîk ku timî yek ji navendên alozî û şerên cîhana me ya îro ye, pirsgirêka kurdî ji ber xisleta xwe ya ji sînoran dibihure û ji ber alîyên xwe yên demografîk û aborî vediguhere hêmaneke dîyarker ji bo îstîqrar û manûnemana gelek dewletên mezin ên li herêmê. Bi hejmara xwe ya 30 mîlyonî, kurd li ser erdekî dimînin ku çemên Dîcle û Firatê ango çavkanîyên sereke yên avê yên herêmê û rezervên mezin ên petrolê lê ne. Tevî şerên wan, alozîyên wan ên birakujîyê jî kurd xwedîyên zindîtî û şervanîyeke kêmdîtî ne.

Bihara nazik a kurdan li Iraqê

Ji ber nebûna peymaneke bi navê "ambargoya biaqil" li ser Iraqê, Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî dema peymana ”petrol berdêla xwarinê”. ku herêma kurdan a Iraqê ya di parastina hêzên leşkerî yên navnetewî de jî sûdê jê werdigire, ji destpêka meha tîrmehê vir de heta pênc mehan dirêj kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi guhartinan hewl da ku bersiva van rexneyan bide, yên dibêjin ku ew ji rejîma Iraqê bêhtir ziyanê digihîne gelê Iraqê.