Serdema dijîtal - Îhtîşam û sefaleta rojnamevaniyê
Di sala 2006’an de bankavanekî BNP-Parisbas’ê yê vexwendî Kongreya Federasyona Neteweyî ya Çapemeniya Fransawî ya li Strasbourg’ê, gotibû rewşa rojnamevanan weke rewşa karkerên hesin û pola yên salên 1970’î ye û bi vê yekê jî bûbû sedema sensasyonekê: diviyabû tine bibin lê ... hê jî haya wan jê nebû. Hejmarên li ber destên me wî mafdar û heq nîşan didin. Di dawiya 2009’an de bêhtirî 2300 cihên kar yên sektora rojnamevaniyê jê hatin birin, li Fransa’yê krîzeke mîna ya rojnameyên Amerîka’yê diqewimî.