Michael T. Klare

Gelo Çîn emperyalîst e?

Hê tu caran pevguherînên bazirganî yên di navbera Çîn û Afrîkayê de negi-hiştibûn rekoreke bi vî rengî; di nava du salan de % 89 zêde bûn. Pekîn bazarên parzemîna reş bi berhemên xwe xerk dike û mînaralên jê re pêwîst jî jê peyda dike. Împere-torîya Navîn [Çîn] li dûv çavkanîyên enerjîyê veberhênanên xwe yên li welatên başûr zêde dike. Lê belê ew hez dike ku têkilîyên kolonyal bi wan dewletan re daneyîne ku madeyên wê yên xav dabîn dikin. Lê di vê mijarê de ew hê jî bi ser neketîye...