Nafeez Mosaddeq Ahmed

Sextekarîya mezin a gaza kevirê kîlê

Enerjîya erzan di berdêla qirêjkirina [hewa û xwezayê ya] demdirêj de: li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dîlemaya eleqedarî gaz û petrola kevirê kîlê ne pîşesazî kire rewşeka zehmet û ne jî desthilatdarîya dewletê. Di nava kêmtirî dehsalekê de dibêjin xebera van çavkanîyên nû Amerîka ji nû ve xistiye ser rêya mezinbûna aborî; îstîxdam lê zêde kirine û jêhatîbûna wê ya hevrikîyê ji nû ve ava kirine.