Olivier Cyran

Joschka Fischer û "Keskên Zêrîn" admin Do., 11.08.2011 - 13:58

Serkevtinên di hilbijartinên demên dawî de yên keskên alman û anketên encamên wan bicazîbe yên ku kesk bi dest dixin, bûn sedemê spekulasyonên têkildarî namzetîyeke muhtemel a Joschka Fischer ji bo hilbijartinên giştî yên 2013ê. Ji bo vî xoşevîstê xwedî giranî yê çapemenîya wêdetirî-Rhinê, ku demeke dirêj weke "mirovê siyasî yê herî navdar ê welêt" cih dayê, ku di heman demê de alîkarê serokwezîrê berê û wezîrê karên derve yê serdema Schröder bû, derdorên çep xelefîya Angela Merker layîq dibînin.

Di laboratuwara ekolo-bûrjûwaziyê de admin Do., 11.08.2011 - 14:23

Partiya keskên alman demeke dirêj weke ku dixwaze, dûrî parlementoyan, bi awayekî din siyasetê bike, xwe nîşan da. Mîrasgirên protestoyên salên 1960ê, keskên alman li dijî nukleerê têkoşiyan û formên nû yên jiyana kolektîf ceribandin. Rêveberên wan ên ku di hilbijartinan de encamên baş bi destxistin û jê cesaret wergirtin, hewl didin ekolojî, aborî û lîstika dezgehî li hev bînin. Li Hambourgê ev lihevanîn encamên ku mirov pê şaş dibin, derdixe holê.

Li Bengladeşê cilûbergên konfeksîyonê yên kujer admin Fr., 28.06.2013 - 12:32
Berîya ku atolyeyên li Rana Plaza yên li Daccayê hilweşin û bêhtirî hezar karkerî bikujin, dramên din şert û mercên kar ên li fabrîkeyên konfeksîyonê yên Bengladeşî raxistibûn ber çavan. Welat çawa kete rewşeka bi vî rengî?

Ji sedan metroyan birca birîqende ya ji camê ya ku bi tena serê xwe li ser xwe ye li peravên gola Hatirjheelê protezeke bajarê Londonê bi bîr dixe di nava bajarê holikan ên dêwane de.