Prof. Dr. Mesut Yegen

Siyaseta kurd û raperîna sîvîl admin Mi., 11.05.2011 - 18:01

Piştî ku li navendên gelek navçe û bajaran bi sedhezaran hemwelatîyên kurd tevlî xwepêşandanên Newrozê bûn, du rêxistinên girîng yên siyaseta kurd ên li Tirkiyeyê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk di 24ê adarê de kampanyayeke siyasî dan dest pê kirin. Bi vê kampanyaya nû ku bi navê raperîna sîvîl dest pê kir, BDP û DTKyê daxwazên xwe yên "perwerdeya bi zimanê dayikê", "serbestberdana girtîyên siyasî", "dawîlêanîna operasyonên leşkeri û siyasî" û "rakirina sînorê sedî 10 ya hilbijartinê" dan diyar kirin.

Çalakîyên Parka Gezîyê admin Fr., 28.06.2013 - 13:35

Hin kesên ku li dijî çêkirina AVM (navenda dan û standinê) ya li Parka Gezîyê ya Stenbolê çalakî li dar dixistin di 31 gulanê de bi êrişeka hovane ya polîsan re rû bi rû man. Li dû êrişa hovane ya polîsan, geşepêdaneka ku nedihat hêvîkirin qewimî: çalakîyên "Bila Gezî Parkî nebe AVM!" bi hefteyan ji alîyê hinek  mixalif û dijberan ve dihat çêkirin, lê li dû êrişê, bi hezaran kesên ku heta wê rojê bi bûyerê re ne têkildar bûn, bi carekê de ber bi Meydana Taksîmê û Parka Gezîyê ve meşîyan.