Baş û xerab, hertişt li xêra Goldman Sach’ê ye
Dewletan banqe rizgar kirin, beyî ku berdêla wê bixwazin. Banqeyan jî hêza xwe ya berê ku li hember dewletan bi kar dianî ji nû ve bi dest xist. Niha jî, ji ber derdê ku wan bi xwe anîbû serê wan, dewletan tengezar dikin. Lewre, gava ku krediya fermî kêm dibe, faîza deynan bilind dibe… Goldman Sachs’ê alîkariya Yûnanistan’ê kir ku bi dizî bi milyaran euro deyn bike. Bi dû re, bi armanca ku bi zagonên ewrûpî ku sînorê deynên fermî datanîn bilîzin, şîrketa Wall Street’ê ew şîret da Atînayê ku bikeve nava karine ecêb yên muhasebe û aboriyê.