Tom Amadou Seck

Aboriyeke di nav bafîzokê de

Ji bo hemû Senegaliyan şokek bû: roja 24’ê Berfanbara 2008’an hêza berê ya dagirker Fransa bi awayekî lezgîn 83 milyon euro alîkarî dide, bi armanca ku Rêvebiriya Dakar’ê bikaribe qet nebe mehmizên karmendên xwe bide. Di nava heman mehê de Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) di çarçoveya alikariya ji bo dewletan de ku ketine bin bandora krîza aborî, bi qasî 75, 6 milyon dolar (56 milyon euro) piştgiriyê dide Senegal’ê. Di Adara sala 2000’î de dema ku partiya Demokratîk a Senegal’ê (PDS) di bin serokatiya M.