Vahap Coşkun

Di siyaseta kurdî de BDP

Kelepûra siyasî, ku niha Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) nûnertîya wê dike, ji salên 1990ê û vir ve, di warê temsîlkirina lêgerînên ji bo maf û azadîyên rewa yên kurdan a di qada siyasî de, bi roleke girîng rabû. Di hawîrdoreke weha de, ku tê de partîyên navendî yên çepgir û rastgir ên li Tirkîyeyê li hember daxwazên kurdan dijber bûn -an jî qet nebe bîyanî diman-, BDP û partîyên selefên wê, bi awayekî biryardar û azwer daxwazên kurdan anîn qada siyasî.

Pirsa kurdî û raperîna sîvîl

"Bikarneanîna şidetê hîma bingehîn a bawerîya min e. Ew herweha hîma dawîn a îtîqada min e jî."
Mahatma Gandhi

Dema ku em behsa meseleya kurdî dikin, em behsa arîşeyeke weha tevlihev dikin, ku xwedî dîrokeke dirêj e û gelek alîyên wê yên civakî, aborî û çandî hene. Mesele, xwedî paşxaneyeke dîrokî û struktureke weha ye ku bandorê li ser gelek enîyên jîyanê dike. Ji ber vê yekê çaresernekirina meseleya kurdî dibe sedema encamên gelek giran. Ev encam dikarin, li jêr sê serenavan werin kom kirin:

Encama yekem, rûxandina manewî ye

Di kêşeya kurdî de stratejîya nû

Piştî hilbijartinên giştî yên 12ê hezîrana 2011ê, di warê çareserîya pirsgirêka kurdî de li Tirkîyeyê hewayekî hêvîdar serdest bû. Xelk bi hejmareke bilind di hilbijartinan de beşdar bûbû. 95 dersedê vîna gel di parlamentoyê de hat temsîl kirin. BDP jî, ku bi namzedên serbixwe ketibû hilbijartinan, 36 wekîl derxistibûn û ew gihaştibû wê hêzê ku bikaribe di parlamentoyê de grûpa xwe ava bike.

Grevên Birçîbûnê

Girtîyên ji doza PKKê û KCKê di 12ê îlonê de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev gotar di roja 57em a greva birçîbûnê de hat nivîsîn. Grevên birçîbûnê ku di rojeke ji bo dîroka sîyasî ya Tirkîyeyê gelek wategirîng de dest pê kiribû, demeke dirêj di rojeva raya giştî û medyayê de cih negirt. Ji destpêkirîna greva biçîbûnê 40 roj paşê raya giştî bi awayekî berfireh ji greva birçîbûnê haydar bû.