Li Kirxizistan’ê, ji şoreşeke ber bi yeka din ve
Beriya deh salan li navenda Qafqasya’yê, Kirxizistan wekî ''cenneta demokrasiyê'' bû, ew niha li ber kêleka teqîna şerekî sivîl e. Roja 6’ê Nîsan’ê, li dijî zêdebûna buhayên enerjiyê û gendeliya di nava erkanê dewletê de çêbûyî, şêniyên bajarê Talas’ê, ku li bakurê welat e, daketin nava kolanan. Di heman rojê de wan hin navendên girîng ên dewletê girtin destê xwe û alîkarekî serokwezîr û her weha wezîrê navxweyî jî rehîn girtin. Rojek şûn de bûyer gihîşt heta Bîşkek’ê, paytexta welat. Li wê derê 5000 kes çûn bi ser qesra serokatiyê.