Avakirina nû ya bingehîn, reklam serbest e

Bifikirin ku dinya êdî ji aliyê alavên bazirganîyê û bihayê wan ve neyê birêvebirin. Hingê, tu sedemên girîng wê nemînin ku rojnamegerek bixwaze ku nivîsên wî hê jî li ser kaxezan bên çapkirin, û bi dû re, bi qemyonan ber bi belavkarên çapemenîyê ve bên veguheztin, an jî bi rêya posteyê ve ji aboneyan re bên şandin. Bi xêra înternetê, derfeteke weha wê bi destê wî bikeve ku agahî û nirxandinên xwe bi xwendevanên seranserê cîhanê par ve bike; di nava kêlîkekê de bigihîje armanca xwe, bêyî ku tu mesref lê biçe û bikare li gora daxwaza xwe deng, dîmen û referansan jî lê zêde bike.

Lê belê, ji hêlekê ve jî, eger weha bike, ew ê bibe sedema kêmkirina refleksîyona ku bi awayên xwendinê, yên fikirînê û yên vegirtinê ve girêdayî ye ku ev awa li ser ekranekê û li ser rûpelekê ne weke hevdu ne. (1) Ji hêleke din ve, heta ku bihuşta belaşîyê xwe negihîne seranserê civatê, mirov nikare hesabê modela aborî jî neke ku ji ber teknolojîyên nû di rewşeke xeternak de ye. Tew gava ku ji bo nuha ji bêndereke çavkanîyên hatinîyên paşerojê ya ku bi motoreke lêgerînê ve tê û pê ve tu çareyên din jî di dest de nebin - ev motora lêgerînê jî şîrketeke taybetî ye, di borsayê de ye û hema hema di rewşa monopolekê de ye. (2) Ev Google’a zîrek ku xebatên xelkê nîşan dide, herweha mezintirîn para kara van xebatan jî werdigire.

Bazara naveroka medyayî her sal ji % 30 zêdetir dibe: Hejmara televizyonên ewrûpî di nava deh salan de sê qat zêde bûye û hejmara kovaran di nava bîst û pênc salan e bûye çar qat. Gellekî xwezayî ye ku tîraja her weşanekê kêmtir bale dikişîne.(3) Lê belê, ji xwe, beşê ku xelk ji butçeya xwe bidin çapemenîyê kêmtir dibe û berê wê butçeyê diçe axavtinên bi telefonên destan re, diçe televizyonên bi pereyan û diçe înternetê. Bi vî awayî, li Fransayê, malbateke normal rojê ji 50 qirûşê Euroyan kêmtir dide kirrîna rojnameyekê. Ew bêtir yên erzan tercîh dike û tew belaş be, xêra Xwedê ye.(4) Rewşeke weha pirsgirêka hebûnê ya rojnamegerên profesyonel jî zelaltir dike, lewre maaşê van rojnamegeran bi qedera şîrketa wan ve girêdayî ye. Ji ber ku tîraja rojnameyan û hatinîyên wan yên ji reklaman bi hev re dikevin. Weke mînak, hatinîyên Le Monde’ê yên ji reklaman berî niha bi çend salan di navbera ji % 60 û ji % 70’ê kara wê de bû; Îro tu hemûyan bide ser hev nake ji % 25 jî.

Rojnameyan pêşîyê da pey xewna ku weşana naveroka wan ya bê mesref li înternetê wê hejmara muşterîyên wan zêde bike û ew ê jî bikarin bi xêra wê hejmarê, mesrefa xwe ji reklaman derxin. Paşê, hatin ser hişê xwe: Înternet li ser wan bûn gêrîk, lê tu kar ji wan nehat kirin. Her cara ku rojnameyek muşterîyekî an jî aboneyekî çapa xwe ya kaxezî wenda dike, reklamîst şertê peydakirina deh înternetan datînin ber wan ku bikarin butçeya reklaman wergirin. Divê bê zanîn ku kara îlaneke fînansî ya rûpeleke Les Echos’yê ji kara hemû hejmarên wê yên ku li firoşgehan tên firotin bêtir e. Raporeke van demên dawîn ya li ser rewşa medyaya Amerîka mercên ku medya tê de ye baş eşkere dike: Rojname divê rêyeke weha peyda bikin ku “berî ku dahata wan yên ji kaxezê bi temamî kêm bibe, bi wê rêyê bikarin zêdebûna muşterîyên li ser înternetê veguhezînin pereyan û têra xwe karê jê bikin ku bikarin li ser lingan bimînin.” (5)

Ji aliyê kara wan ve, ji bo rojnameyan tiştekî ku bi qasî kêmbûyina dahatên ji reklaman giran be tuneye (li Amerîkayê, di dewra duyem ya 2009’an de, li gora sala borî, ji % 29 kêm bûye). Ji ber ku êdî derfetên xurttir û erzantir yên gihiştina muşterîyan di destê wan de heye (mina înternet, telefonên destan û “bicîhkirina berhemên xwe” ya li ser fîlmên aksîyon û rêzefîlman), reklamîst weke berê guh nadin çapemenîya nivîskî ya ku xwendevanên wê êdî pîr dibin. Lê belê, îroj bi xwe jî, reklam hê jî bi giştî ji % 43.8’ê dahatên kovar û rojnameyên fransî ye, li hember ji % 32.6’ê hatinîyên wan yên ku ji firotinê û ji % 23.6’ê hatinîyê wan yên ku ji abonetîyan tê. (Çavkanî: Grafîka jêrê her weha xweserîya Le Monde diplomatique’ê ya di vî warî de jî nîşan dide…).

Telqîna hin kovar û rojnameyan ji zû ve hatiye xwendin; Qedera hinekên din jî nêzîk bûye. Li Amerîkayê panzdeh hezar rojnameger sala borî ji kar hatine derxistin û ji van bêtir kesan jî qebûl kiriye ku maaşê wan kêmtir bibe. Ji bo ku li ser lingan bimîne, New Yok Times’ê bi faîzeke ji % 14’an pere ji Carlos Slim deyn kir ku dewlemendtirîn kesê Meksîkayê ye. Gellek bajarên mezin (Detroit, Seatle, San Francisco…) hindik maye ku rojnameyên xwe yên mezin yên herêmê ji dest bidin; ji cerga ku Chistian Science Monitor’a navdar dev ji çapa xwe
ya kaxezî berdaye, weşana wê ya înternetê jî têk çûye. Ji aliyê din ve, çapemenîya Spanya ji sî hezar kesên ku di vî warî de dixebitin du hezar çarsed kes di nava salekê de ji kar derxistine.

Piştî ku hejmara karkeran daxistin û hejmara rûpelan jî kêm kirin, xwedîyên rojnameyan hêvî dikin ku bi zêdekirina bihayê rojnameyê ve barê kêmanîya firotinê sivik bikin, lê belê, bihakirin tim belavkirin û kirrîna wê jî kêmtir dike. Ji bo niha, yên ku ber bi vê tofanê neketine, ne bi tenê Asya û welatên ereb in.

Ma mirov çawa dikare karên rojnamegerîyeke biha fînanse bike (lêkolînên dûr û dirêj, hevpeyvînên li derveyî welêt, xwendin û pejirandina tekstan ya ji hêla edîtoran ve, sererastkirina wan) gava ku çavkanîyên heyî wenda bibin? Bersiva yekem: Dev ji fînansekirinê berde. Hingê, di cih de çember digerre: Çapemenî qels dibe, para qelsîya rojnamegerîyê jî di vê de heye, û ev qelsî hêvîya rojnameyên rojnamegerîyê jî kêm dike. Û wan mecbûr dike ku serî zêdetir li ber dahatên ku servîsa marketîngê peyda kirine bitewînin: Meseleya gotarên kirt, mijarên ku “civak jê hez dike”, sernivîsên belloq ji bo bûyerên berradayî, gotinên xwendevanan, mijarên “nêzîkî xelkê”.

Gellek teknîk hene ku mirov ji ber kêmbûna firotina rojnameyekê neêşe û bi awayekî di ser re firotina wê zêdetir bike. Ev teknîk pirr biha ne, lê wateyeke wan ya fînansî jî heye; eger mirov bikare bi xêra reklamîstên ku gava ku çav li hejmara muşterîyan dikevin av bi ser devê wan dikeve “xwendevanên” nû bike pere.

Eger mirov bihayê abonetîyan piçekî kêm bike û hin diyarîyan jî di ber re bide, mirov ji kovareke bêvilbilind re kirasekî jîndar peyda dike. Roja 25’ê çileya paşîna 2002’an, heftenameya Le Point’ê haydar dikir: “Em nakevin pêşbazîya abonetîyê ya ku bi salan e ku beşekî kovaran bi dest xistiye û sînor nehiştiye û hey diyarîyan dide xwendevanan.” Di van demên dawîn de, Le Point’ê li ser abonetîyeke deh hejmaran ya ku 15 Euroyan dike, mekîneyeke hesaban ya pirrhêl an jî saetek diyarî dida. (6)

Rêyeke din ya qurbankirina naverokê ya ji bo biserketinê ew e ku mirov rojnameya xwe diyarî şîrketên balafiran bike, bide muşterîyên marketên luks, bide hotelên mezin, li parkîngên dewlemendan û xwendekarên dibistanên mezin belav bike. Ev yek wê belavkirina wê ya di nava xwendevanên xwedî derfet de bilind bike ku ev xwendevan armanca reklamîstan ya sereke ne. (7) Pêşkêşkirina formulên endustrîya çapemenîyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên wê yên aborî, bi awayekî din, wê derfetê dide ku mirov taybetmendîya vê mehnameyê jî bibîne. Taybetmendîya wê ew e ku li seranserê cîhanê belav dibe û heftê û sê çapên wê yên navnetewî hene. Yanî, Le Monde diplomatique nakeve bin nîrê reklamîstan û ew ji welatê ku navenda wê lê ye zêdetir, bala xwe dide welatine din.

Birêvebirê Le Figaro’yê yê niha, gava ku hê cigirê serokê TF1’a mezintirîn televizyona Ewrûpayê bû, dijberê wê digot: “Em ê cihê ku em didin mijarên navnetewî li gora wê diyar bikin bê ka fransî çiqasî bala xwe didin wan. Di vî warî de, her ku kanalên kabloyî û yên satellitê zêde bibin, rojevên girîng yên polîtîkaya navnetewî wê bibin mijara kanalên tematîk”. (8) Roja 30’ê Tebaxa 2009’an, nûçeyên saet 20’an li gora vê fermanê hatin pêşkêşkirin: Hilbijartinên Japonya piştî hivdeh deqîqeyan bûn nûçe û bi tenê bîst sanîyeyeyan behsa wan bû. Pêşkêşvana wan behsa vê “bûyera girîng” kir bê ku tu dîmen an jî nirxandin lê zêde bibin. Têkçûna partîya konservator ya piştî pêncî salên desthilatdarîyê, ji ber wê ye ku piştî nûçeya mirina şeş gerrokan a li çiyayê Savoie ket nûçeyan. Ev bûyer, bûbû yekem mijara nûçeyan.

“Her êvar, di televizyonê de, zilamekî rût ku neçar maye derdikeve û digirî”. Ev formul kapîtalîzma çavdêrîyê û civata wê ya temaşevanîyê têra xwe baş şirove dike. (9) Piştî nirxandineke weşana êvarî ya şeş kanalên fransî yên sereke (TF1, France 2, France 3, Arte, Canal+ û M6), Enstîtuya Netewî ya Radyo û Televizyonan (iNA) lê warqilî ku “bûyerên rojane roj bi roj zêdetir dibin, sala 1999’an şessed û sîh mijarên weha hebûn, lê sala 2008’an hejmara wan bûye hezar û hefsed û deh. Mirov dibêje qey armanca edîtorên televizyonan ew e ku dramên şexsî di ser dramên giştî re bigirin”. (10)

Medyaya nivîskî jî ji zû ve ye ku ewqasî guh nade rojeva navnetewî. Ew bawer dike ku sebeba her tiştî -û ya ku wan tev li hev jî dike- globalîzm e. Lê belê ji 2002’an heta 2006’an hejmara hevkarên rojnameyên Amerîka yên li welatên din ji % 30 kêm bû. (11) Ev “gundê global” bi tenê li ber xwe dinere. Lê belê, kanalên kabloyê û satelit hene? Cigirê birêvebirê nûçeyên TF1’ê berî niha ji deh salan zêdetir weha rê bi ber xelkê dixist: “Hûn nûçeyên li ser venezûelayê dixwazin? Li televîzyona venezûelayê binerin. Li ser Sûdanê? Li kanalên Afrîkayê binerin. (12)” Hêjayî gotinê ye ku tu hevkarên TF1’ê yên daîmî ne li Afrîkayê û ne jî Amerîkaya Latîn hene.

Bê guman, eger îroj bûya, wî yê bigota: “biçin ser înternetê!” Lewra teknolojîyên komînîkasyonê yên nû delîleke bêhempa daye destê konetîya redaksîyonan û tiralîya entellektuelîyê. Ji ber ku înternet heye, medyayên giştî êdî dikarin bêî dudilîyê buroyên xwe yên hevkarîyê yên li derveyî welêt bigirin û cihê mijarên din kêm bikin û bêtir cih bidin mirina Michael Jackson, “qedera Marina’ya biçûk ya dilêş”, bûrka, fantazîyên evînî yên valery Giscard d’Estaing û zayina Rachida Dati’yê. (13) Gava ku li Srî Lankayê dewlet xwe tûj bike, rojnameger wê berê xwendevanên xwe yên ku bala wan dikişîne bi tenê bidin malpera Times of India… Ma gelo bi xêra înternetê em her yek ji Arîsto zanetir nebûne, ji ber ku em bi rêya telefonên xwe yên destan dikarin bikevin arşîva numerîk ya “pirtûkxaneya navnetewî”?

Me fêm kiriye ku di nava vî şerrê xaçperest yê rojname û televîzyonan de, yê me, em di nava munafiqan de ne. Eger em bi awayekî din bibêjin, cihê şerrê me li deverine din e.

Çavkanî
  1. Bixwîne: Cédric Biagini û Guillaume Carnino, “Le livre dans le tourbillon numérique”, Le Monde diplomatique, Îlon 2009; û Nicholas Carr, “What the internet is doing to our brains. is Google making us stupid?”, The Atlantic Monthly, Washington, DC, Tîrmeh 2008.
  2. Tîrmeha 2009’an, ji % 67,5’ê lêgerrînên înternotan yên li seranserê cîhanê bi rêya Google ve hatiye kirin. Yahoo ya duyem e û bi tenê ji % 7.8 wergirtiye. (Les Echos, Paris, 2 îlon 2009)
  3. Etats généraux de la presse écrite, Livre vert, 8 çileya paşîn 2009, r. 37, www.ladocumentationfrancaise.fr
  4. Di eslê xwe de marqeyên mezin fînansmana van rojnameyan dikin û heqê wê jî bi buhakirina bazarê ve dîsa ji pişta muşterîyan derdixin.
  5. Pew Project for Excellence in Journalism, “The state of the news media 2009”, www.stateofthemedia.org
  6. Challenges makîneyek hesaban û du saetan dide kesên ku bi bihayeke erzan abonetîya salekê bistînin.
  7. Êdî yên ku herî zêde berê xwe didin vê rêyê ne kovar in, lê belê rojname ne. Di nava wan de, sala 2007’an, çar rojnameyan ji % 20’ê tîraja xwe bi awayî difiroşt: La Tribune (29,56 %); Le Figaro (24,8 %); Les Echos (24,4 %); Libération (22,22 %).
  8. Hevpeyvîn li gel Etienne Mougeotte, Le Figaro,Paris, 15 Çirîya Pêşîn 2003.
  9. Collectif Retort, Des images et des bombes. Politique du spectacle et néolibéralisme militaire, Les Prairies ordinaires, Paris, 2008.
  10. “Le baromètre thématique des journaux télévisés”, INA Stat, n° 13, Bry-sur- Marne, hezîran 2009.
  11. Paul Starr, “Goodbye to the age of newspapers”, The New Republic, Washington, DC, 4 adar 2009. Herweha “Un journalisme de racolage”, Le Monde diplomatique, Tebax 1998.
  12. Jean-Pierre Pernaut, Télérama, Paris, 9 Çileya Pêşîn 1998.
  13. Roja 10 Çileya Paşîn a 2009’an, digel ku hê li Gazayê şer dewam dikir û îstatîstîkên aborî bi lezeke ecêb xerabtir dibûn û Ewrûpa jî ji ber pirsgirêka gaza di navbera Rûsya û Ukraynayê de ketibû xema peydakirina gazê, rojnameya fransî Libération’ê pêwîst dîtibû ku di rûpela xwe ya yekem de bi dosyayekê û edîtoryalekê ku Laurent Joffrin’ê birêvebirê wê bi xwe jî tev lê bûbûyê behs bikiraya ku Mme Dati ya ku wê demê hê wezîra fransî ya adaletê bû bi tenê pênc rojan piştî zayina xwe vegerîyabû ser karê xwe .