Balkan û dawîya xeyala ewropî

Projeyeke bînçikandî
Translator

Xirwatistan, dê di 1ê tîrmeha 2013ê de bibe endama bîst û heşt ya Yekîtîya Ewropî. Dengdaran, di 22yê çileya paşîn de beşdarbûna welatê xwe ya Yekîtîyê pejirand. Herçend dengên "erê" li dor % 67ê bin jî, beşdarîya kêm (%43yê dengên tomarkirî) a dengdanê rêjeya wê kêmtir dike. Di rastîyê de, xirwat bêşewq û heyecan xwe amade dikin ku beşdarî Yekîtîyê bibin. Perspektîfa ewropî, li hemî welatên herêmê gelek ji hêza xwe ya rakêşanê wenda kir.

Xirwatistan dike bikeve Yekîtîyeke Ewropî ya wiha ku krîza herî girîng a dîroka xwe dijî, Ewropayeke ku tevî makyaja xwe ya demokrasîyê jî neolîberal û bêhed burokratîkbûyî ye, Mate Kapovic bi hêrs dibêje. Ev zimannasê xort ê ku têza xwe li Zanîngeha Zagrebê diqedîne, dibe yek ji berdevkên herî bibandor ê rikeberîya çep a li dijî entegrasyona Xirwatistanê ya bi Yekîtîya Ewropî re.

Ji dema ku Xirvatistan ketiye nav pêvajoya dirêj a endambûnê, yanî ji bêhtirî deh salan û vir ve, piranîya rexneyan ji derdorên neteweperest hatin. Wan gilîyê rîskên wendakirina serwerîya xwe û mecbûrîyeta hevkarîya bi hiqûqa navneteweyî re, ku dê bibe sedemê girtin û darizandina "qehreman"ên şerê serxwebûnê kir – bêyî ku em derdorên herî mihafezekar ên Dêra Katolik ji bîr bikin, ku li dijî Ewropayeke ku bixwaze mafê zarok ji ber xwe birinê, yan jî meşrûkirina zewaca nêremoyan li ser wan "ferz bike". Ji bo rastê nijadperest, Xirwatistan dê bi guhastina "girêdana" kevin a bi Belgradê ve bi "serdestîyeke" nû ya Brukselê re tiştekî bi dest nexe. Bandora van bîr û bawerîyan her dimîne; hîn jî bi bîr tînin ku çawa Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya kevin (TPIY), di nîsana 2011ê de, bîst û çar sal cezayê hefsê daye generalê kevin Ante Gotovinayî. Lê, pêşketina rexneyekî çepgiran yê li ser întegrebûna bi Yekîtîya Ewropî re siyaseteke nû ya van salên dawîyê ye.

Weke li welatên din ên Balkanan, li Xirwatistanê jî, rikeberîya li dijî "Ewropaya lîberal" mirov dikare bêje ku ceribandina tevgereke nû ya çep a radîkal e, ku xwe bi dirêjîya xwepêşandanên 2010-2011ê bi awayekî eşkere nîşan da. Wê demê her êvar, bi hezaran kes li kolanên bajarên mezin ên xirwatî dimeşîyan û gendelîya rast ê mihafezekar ê ku hîn li ser desthilatê ye jî, weke "dîktatorîya sermîyanî" protesto dikir. Bangên nerazîbûna xwe dîyarkirinê li ser torên civatî yên weke Facebook an Twitterê belav dibûn, ev tevger her cûre avasazî û hîyerarşîyê red dike. Li Zagrebê, kortêj navendên partîyên serekî li dora xwe kom dikin –çi rast û çi jî çep– û her wiha jî sendîka û sazîyên sereke jî. Xwepêşanderên ku di ber navenda Delegasyona Komisyona Ewropî re derbas dibûn, alaya ewropî dişewitandin. "Îhtimaleke pir zeîf e ku Xirwatistan pêşengîya tevgera cîhanî ya "nerazîbûn”ê bike, lê em yên pêşî ne ku me ev yek pêk anî", Kapovic dibêje û di bin simbêlan re dikene.

Nifşên nû û kevin di nav çepê de

"Zanîn ne malekî kirîn û frotinê ye". Ev ji du salan bêtir e, ev şîar li ser dîwarê pêş ê fakulteya fîlozofîyê ya Zagrebê hatiye nexişandin, ku bûye navenda serekî ya tevgereke xwendekaran a ku daxwazên wê yên radîkal weke lekeyên rûnî yên li ser caw li nav welêt belav dibin, sînorên Xirwatistanê derbas dikin û xwe digihênin komarên din ên Yugoslavyaya kevin. "Em dixwazin ku xwendina bilind ji bo herkesî belaş be, yek ji berdevkên vê tevgerê dibêje. Hikûmetê dixwest heqê xwe qeydkirinê li ser me ferz bike. Bi saya seferberbûna xwe, em biserketin ku rê li ber giştîkirina vî heqî bigirin. Xwendekar bi tenê divê ji bo sala sêyê û çarê heq bidin. Sala yekê, duduyê û pêncê her belaş maye. Ev lihevkirina hinekî jî seyr, rasterast ji alîyê entegrasyona ewropî ya hatiye îlan kirin ve tê tehdîd kirin, ji ber ku ew digel protokola Bolonyayê ya ku xwendina bilind li hemî welatên Yekîtîyê hevaheng dike, li hev nake... Ji bo me, qebûlkirina qaîdeyên ewropî bi xwe re pêşketinekê nayne, lê berevajî wê mafekî bingehîn dixe bin xetera ji navê birinê." Di payiza 2011ê de, vî xortê ku bi tercîhkirina "Erasmusa Têkoşînan" şûna sîstema heyî ya Erasmusê (pevguherînên xwendekaran ) ku Komîsyona Ewropî pêş dibîne, li Belgradê gelek wext derbas kir, ku tevgereke xwendekaran wek ya wan lê pêk hatibû.

Hin hilbijêrên mihafezekar ên çep ên xirwatî bi çavekî baş li wan seferberîyên nû nanêrin. Miljenko Turniski, ji Buroya Demokrasîya Herêmî ya Osijekê, ku dikeve rojhilatê welêt, bi rê ve dibe. Rêxistina wî xwe pir daye hevkarîyên ser sînorê Macaristanê û her wiha jî yê Sirbistan û Bosna-Herseka cîran. Bajarê Osijekê yê ku ji alî hêzên sirbî ve hatibû dagîr kirin, ji şerên di destpêka salên 1990ê de gelek zirar dîbû. Turniski bixwe jî seferber bûye û gilîyê "tevlîhevîya" ku dora tevgerên nû yên protestokirinê pêçane dike: "Ew çi alternatîfan ji bo entegrasyona ewropî pêşniyaz dikin?". Ji bo wî entegrasyona li Ewropayê tê maneya normalkirina têkîlîyên hêrêmî û yekane bersiva li hember bêdengbûneke neteweperestî ku rasta xirwat hê jî meyildara wê ye.
Bi bilindkirineke birûmetî nîşandana Macaristana li ser nexşeya Ewropayê ya li paşîya buroya wî ya li ser dîwêr, ew jidil qebûl dike ku rewş li gelek welatên Yekîtîyê "ne baş e", lê dîsa jî bawerîya wî pê heye ku "nirxên ewropî", bi taybetî jî yên ku Konseya Ewropayê wad dike, derfeta pêşxistina civateke sîvîl û demokrasîyeke rastîn li Xirwatistanê û herêmê dide.

Belbî sedema nelihevkirina rexneyan ev e ku rexne ji aliyê rexnegirên ji nifşên cuda ne, tên kirin. Ji xeynî çend îstisnayên wiha, weke Nîkola Vîskovîc, profesorê rûmetê yê Fakulteya Hiqûqê ya Zagrebê û rexnegirê "emperyalîzm" û "milîtarîzm"a Yekîtîyê ye (1), piranîya rexneyên ji hêla çep ve tên, yên rewşenbîrên weke Kapovîcê ku herî zêde qederê sih salî ne. Ev nifş ne yê Yugoslavyaya kevin-, lê yê piştî wê ye: Wî çi bigire Federasyona Sosyalîst a kevin nas nekiriye û her çend ku ew carinan vê Dewleta wendabûyî îdealîze bike jî, ew komarên wêris di çarçoveyeke normal de dibîne û wiha qebûl dike. Ji ber ku di şerên salên 1990ê de seferber nebûye, ew her wiha jî piştî neteweperweran tê. Bi vî awayî, argumanê entegrasyona ewropî weke wasiteya li pey xwe hiştina nakokîyên di navbera welatên Balkanan de zêde tesîrê lê nake, lê têkilîyên bi komarên din re ji bo wî bûne tiştekî xwezayî.

Tevî ku hîn çend sal di ser re derbas nebûne, ku li hemî welatên Balkanên rojava, minaqeşeyên siyasî weke ku bi şerekî di navbera hêzên neteweperwer û tevgerên demokratîk de ku "alîgirên ewropî" bûn, tê rave kirin. Encama yekê ya vî tiştî jî ew e ku hemî xeterên din, bi taybetî jî yên girêdayî pirsên civatî, yan jî aborî û taybetîkirinê ne, derbasî plana duyê dikir.

Bi îhtimaleke mezin li Sirbistanê ev rikeberîya di navbera neteweperestîyê û entegrasyona ewropî de ye, ya ku herî hatiye dramatîze kirin. Ji dema hilweşîyana rejima Slobodan Mîlosevîc bi vir de, di çirîya pêşîn a 2000ê de, Partîya Demokrat (DS) ya serok Borîs Tadîc dev ji bikaranîna şantajeke exlaqî ya rast li hemberî Yekîtîya Ewropî bernedaye. Wî ji bo ku di lehê tevgerên "alîgirên ewropî" yên Sirbistanê de jestan bike rêkxistina xwe çêkir, da ku welat bi tehdîda "vegereke nijadperestiya weke salên 1990ê" re rû bi rû nemîne, her wiha jî dest dide ku ji rê derketin û gendelîya ku çîna birêveber a sirbî dikurisîne, serpûş bike.

Vê zivistanê dîwarên bajaran ji nû ve bi afîşên bi şîara "Em Yekîtîya Ewropî naxwazin!" ên Partîya Radîkal a Sirbî (SRS) ve hatine xemilandin. Heke ev partî hertim nêrîna entegrebûnê red bike jî, ji bo Partîya Pêşverû ya Sirbî (SNS) êdî perspektîfeke wiha ne di rojevê de ye. Di dawîya 2008ê de, cudabûneke mezin kete nav piranîya kadroyên SRSê û bi tenê çend kesên sadiq ên xeta dijewropî ya ku ji alî serokê dîrokî yê radîkalan, Vojislav Seselj ve, ji hucreya wî ya hefsa navneteweyî ya Scheveningenê dihate dîkte kirin, man. Tomislav Nikolic, birêveberê rêkxistina nû, bi rastî jî alîgirê entegrasyonê bû. Dîplomatên rojavayî yên li Belgradê jî wê gavê bi vê kedîbûna rastê tûj ê sirbî kêfxweş bûn û paşeroja îdeolojîk a Nikolic bi ya Gianfranco Fini yê îtalî re muqayese dikin û li ber piyên "alîgirê ewropî" yê nû xalîya sor radixin.

Ev heyranîya ji bo Ewropayê ne bi tenê ji bo kadroyên siyasî, her wiha jî ji bo derdorên aborî derbas dibe. Piştî hilbijartinên sirbî yên bihara 2008ê, tu piranîyeke zelal derneket holê. Bi gotûbêjkirina hikûmeteke "dilxwaza Ewropayê" li dora maseyên dewlemend ên Odeya Karsazên Belgradê, alîgirên olîgarşîyê di vê navberê de ji vê geremolê sûd wergirtin. Ji bo van karsazên dewlemend ên weke Mîroslav Mîskovîc, ku serekê împeretorîyeke herêmî ya belavkirinê ye, întegrasyona Sirbistanê ya bi Ewropayê re dê bi rastî jî derfeta "normalîzekirina" gencîneyeke ku destpêka wê digihê çalakîyên kirêt ên salên şerî û ambargoya navneteweyî, her wiha bi hêsanî rê li ber bazareke mezintir jî, veke.

Vê lihevkirina nû ya li ser dilxwazîya ewropî li tu derên din bi qandî li Bosna-Hersekê deng venedaye. Li Sarayevoyê, bi henek, hin dibêjin ku "di salên 1990ê de, hemî partîyên ku şer birêvedibirin xwe weke demokrat nîşan didan; ji wê wextê ve, van heman partîyên ku desthilat bi berdewamî xistine destên xwe û hemî pêşketina welatî bloke kirine, hemî ji xwe re dibêjin ku dilxwazên Ewropayê ne".

Yek ji partîzanên herî bi kelecan ê integrasyonê ji xeynî Mîlorad Dodik, serokê Komara Srpska, "Pêkhata Sirbî" ya Bosna-Hersekê –welatê di teorîyê de yekbûyî, lê li gor sînorên ku di 1995ê de, di dema lihevkirinên aştîyê yên Daytonê de hatine danîn, her parvekirî, pê ve ne kesekî din e. (2) Tevî ku îlana wê ya di 8ê çileya paşîn a 1992yê de, derhal bûbû sedemê îlankirina şerî ku dê piştî bi çend mehan welat li ber xwe bibira, Komara Srpska di destpêka çileya paşîn de, bi şahşahayeke mezin bîst salîya xwe pîroz kir. Dodik ji fersenda heya sûd wergirt û dest nîşan kir ku "pêşeroja Komara Srpska di nav Yekîtîya Ewropî de ye". (3) Birêveberên sirbî yên Bosnayê, li hember dewleta navendî, daxwaza bihêzkirineke tecrûbeyên "pêkhatên" ku Bosna-Hersekê pêk tînin, kir. Ji ber ew êdî bawer dikin ku ev guherankarî dikare di çarçoveyeke ewropî de pir bi hêsanî pêk bê. Ew bi dilxwazî û hinek bi qurnazî weha dikin, weke ku li hember stratejîyên siyasî yên Yekîtiyê ya ku dixwaze dewleta navendî ya Bosna-Hersekê bi hêztir bike, matmayî mabin.

Kosovo, parêzgeheke ku skandal lê kom dibin

Li Kosovaya ku ji 1999ê bi vir de, di bin parastina navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî de ye û ji 2008ê bi vir de jî, ji serxwebûneke "bikontrol" a Yekîtîya Ewropî îstifade dike –ku hertim ji alîyê Sirbistanê (4) ve tê red kirin û li dinyayê bi tenê ji alîyê nod û sê dewletan ve hatiye nasîn –êdî rexneyên tûj tên bihîstin.

"Ev deh sal in, ku Kosova bûye qada ceribandinên polîtîkayên ewropî. Lê çi encam ji vê yekê derket? Aborîyeke têkçûyî, civateke ji gendelîyê kangrenbûyî, çîneke siyasî ya bêberpirsîyar" Arber Zaimi bi kerb dibêje. Zaimiyê bi eslê xwe arnawid, yek ji birêveberê serekî yê tevgera Mjaft "êdî bes e" ye, ku gendelîya çîna siyasî ya arnawidî eşkere dike. Wî di 2008ê de, ev tevger bi cî hişt, ji ber ku wî bawer dikir "kiryara RNH [rêxistinên ne hikûmî] ji bo çereserîya pirsan têrê nake, ji ber ku ew bêyî li sedemên wan bipirse, gilîyê encamên wan dike". Di encamê de ew çû Kosovayê, da ku li wê jî koordînasyona komîsyonên berpirs ên amadekirina bernameya tevgera Vetevendosja! ("Mafê çarenûsî!")yê bike. Bi piştrastkirina berpirsîyarîya xwe ya "şoreşgerî", ew bû yek ji sitûnên tora panarnawidî ya RROSHê, ku rêkxistinên siyasî û komeleyên hemî herêma arnawidbûyî ya Balkanan anîn ba hev.

Ji dema avakirina xwe ya di destpêka salên 2000ê de, Vetevendosja ji bona jinavbirina her cûre awayên parastina navneteweyî ya li ser Kosovayê û yekîtîya neteweyî ya arnawidî, li ser navê mafên gelan ên çarenûsî têdikoşe. Tevgera, ku nîşanên wê yên fikrî divê ji neteweperestîya klasîk bêtir li nav çepê tûndrew ê marksîst-lenînîst "enwerîst" (5) bên dîtin, cara yekê beşdarî hilbijartinên çileya pêşîn a 2010ê bû û li gor encamên fermî % 12.2yê dengan bi dest xist –di rewşeke balkêş a sextekarîyên mezin de, ku Vetevendosja jî miheqeq yek ji qurbanîyên wê yên serekî bû.

"Bijarteyên siyasî yên hemî welatên Balkanan meşrûbûna xwe ji civata navneteweyî werdigirin. Ew destûra hevahengîya demokrasîyê, hevdemîyê û bibandorîyê dide, Zaimî vedibêje. Ew bi kurtayî, ji xitabekê pê ve ne tiştekî din e ku bi tenê zanebûna vegotina wê bi awayekî rast û di wexta wê de têrê dike". Ji bo wî, pîvanên "birêvbirina baş" li Brukselê ewinde hatine mezin kirin ku ji xapandinê pê ve ne tiştekî din in: "Yekîtîya Ewropî îdia dike ku li dijî gendelîyê têdikoşe, lê di rastîyê de ew ji li riyên gîhiştina bazarê ji bo şirketên xwe yên halîhazir, an jî yên ku ew dixwaze bi berjewendîyên xwe re bibanîne pê ve li tiştekî din nagere". Rast e ku berdewamîya parastina navneteweyî ya Kosovayê bû sedemê derxistina holê ya skandalên bêjimar ên gendelîyê, ku di nav wan de karmendên vatinîyên navneteweyî –ku bi îddaya fêrkirina pratîka "birêveberîya baş" ji bo Kosovayê hatibûn– jî hebûn û bi roleke aktîv rabûn. (6)

Riya Vetevendosja bi lihevkirina ewro-atlantîkê ya ku bandora wê li ser çîna siyasî ya arnawidî ya Kosovayê re heye, ji hev diqete. Her çend ku tevger li hemberî entegrebûna bi Ewropayê re bê helwêst e jî, ew bawer dike ku ev yek ji bo Kosovayê ne armanceke serekî ya rastî ye û divê ew bêtir giranîya xwe bide ser pêşxistina aborîya xwe û demokrasîyeke rastîn. "Gelê me, weke hemî gelên din ên herêmê, ji alîyê van xwedêgravî "dostên” navneteweyî ve biçûk hatiye dîtin, ku ew her gav li riyên empozekirina modela pêşketina xwe digerin, Zaimi nerazîbûna xwe tîne zimên. Di nav van "qezencen civatî” yên meşûr de qey bi tenê yên xirab tunene, lê nerewa ye ku mirov bixwaze vê çarçoveya emrîwaqî li ser Kosovayê ferz bike. Qanûn û Destûra welatekî nikare ji derve de li ser wî bê ferz kirin. Ew berhemên pêşketina civatekê ne. Demokrasîyeke ku li ser mirov bê ferz kirin, dê ji demokrasîyeke sexte û şiklî pê ve ne tiştekî din be".

Rayên giştî bi tirseke mezin rewşa Yewnanistanê dişopînin

Ji ber ku qada manevrayê ya birêvebirên hilbijartî yên welatî –serokwezîr Haşim Taçî jî di nav de– xwiya ye heta niha tu carî ewinde teng nebûye, bandora "berevanên" Kosovayê ewçend xurt e û hîn bi ser de jî ya amerîkîyan heye, ev vegotin bêrawestan û hîn bêtir di nav civatê de deng vedide. Biserneketina partîya Fryma e Re ("Bayê nû") di hilbijartinên çileya paşîn a 2010ê de bû îfadeya geşbûna van devjengîyên siyasî. Vê partîyê dixwest "çina siyasî nû bike", lê bêtir jî "nirx û qaideyên ewropî" li Kosovayê biparêze. Bi kadroyên ciwan ên jîr ku bi piranî ji nav diaspora kosovayî li derveyî welat perwerde bûyî, Fryma e Re ji alîkarîya eşkere û piştgirîya balyozxaneyên rojavayî îstifade dikir; lê dengên wê yên kêm derfeta ku piyê xwe bavêje nav Parlamentoyê jî nedayê.

Di tîrmeha 1999ê de, piştî dawîlêhatina şerê Kosovayê bi çend hefteyan, Robin Cook, ku wê demê wezîrê karê dervê yê birîtanî bû, xetera piştî şerî, hîn wê demê dest nîşan kir û got: "Balkanan nebalkanîze bikin". Îdeolojîya li paş vê nêrînê êdî tu şikê di serê mirov de nahêle. Mana gotinê ew e, ku herêm ji "kûvîtîya" xwe, ji meyla xwe ya şidetê ya ji bav û bapîran de bê pak kirin, ku ji bo di encamê de mirov bikaribe berê wê bide qencî û pakîyên "şaristanîyeta ewropî", bi gotineke din nirxên siyasî yên rojavayî. (7) Tevî vê jî ev nêrîn ji alîyê birêveberên balkanî bixwe ve, bikêmanî ji alîyê yên herî "rojavayî" ve hate pejirandin ku di nav wan de serokê sirbî Tadicê ku di nîsana bihurî de, li Enstîtuya Lêkolînên Bilind ên Berevanîya Neteweyî (IHEDN) ya Parîsê, konferansek da û heman armanca "nebalkanîzekirina Balkanan" da pêş xwe. (8)

Dîsa, heke mebest nêzîhevkirina çand û karên siyasî yên welatên herêmê yên bi awayekî fermî ji alîyê Yekîtîyê ve hatine teşwîq kirin be jî, biserneketina "Ewropayîkirina" Balkanan misoger e. Li her du welatên ku "civata navneteweyî" –û bitaybetî jî YEyê– bêtir berpirsîyarî girtine, ango li Bosna-Hersek û Kosovayê, pratîka giştîbûyî ya gendelîyê û birêveberîya nebaş bêtir bala mirovî dikşîne. (9)

Heta li Kosovayê, bi raya giştî re jî ew heyranîya ku hîn berîya çend salan ji bo Ewropayê hebû, nemaye, lê rêkxistinên civata sîvîl bixwe êdî her ku diçe bêtir di dilê hevwelatîyan de ciyê xwe çêdikin. Çi li Kosovayê, yan jî li Bosna-Hersekê bin, ev rêkxistinên ku bi awayekî berfireh –weke li hemî welatên herêmê – ji alîyê fon û bernameyên ewropî ve tên fînanse kirin, bixwe jî ferqa di navbera gotin û kirinên misyonên ewropî de dîsa jî baş rexne dikin.

Ji zîrveya ewropî ya li Selanîkê ku di hezîrana 2003yê de çêbû û bi vir de, hemî welatên Balkanên rojava bi awayekî fermî endamên "muhtemel"in, ku wê rojekê, beşdarî YEyê bibin, eger ew hindik be jî "nexşeriya" sal bi sal ji alîyê Komisyona Ewropî ve nû dibe, taqîb bikin, Yekitî jî pêşketina wan li gor "Pîvanên Kopenhagê" dinirxîne. Ev pîvanên ku dema zîrweya li paytextê Danimarkayê, di 1993yê de, hatibûn dest nîşan kirin, bi awayekî giştî pêkanîna "sazîyên berdewam ên ku dewleta hiqûqî, mafên mirovî, rêzgirtina hindikayîyan û parastina mafên wan misoger bikin", her wiha jî "aborîyeke bazarê ya ku bikaribe bijî, pêk bînin" li ser endaman ferz dike.

Vegera dewseke "derdora bindest" ?

Di Ewropayeke ku bi krîzê diheje de, hevwelatîyên Balkanên rojava bi tenê dikarin li ser hêza tesîra van pîvanan û li ser rastîya "nirxên ewropî" pirsan ji xwe bikin. Rayên giștî bi tirs bûyerên ku li Yewnanistanê pêk tên, taqîb kirin, tevî ku wan demeke dirêj întegrebûna bi Ewropayê re weke ketina "klûbeke dewlemendan" û misogerîya îstiqrara aborî didît. Her bi vî awayî, ji her ku YEyê, di 2007ê de, welatên weke Bulgaristan an Romanya, ku tim di bin bandora gendelîyeke bi hêz de ne, entegre kirine, șik û guman her bê rawestan pir dibin û xwiya ye ku ew jî nikare li hemberî pirbûna nijadperestên Macaristanê tev bigere. (10)

Raya giștî her ku diçe bi șûn de vedikișe. Li Sirbistanê, li gor anketên hevwext, nîvîyê hindik ê hevwelatîyan bi tenê hîn jê piștgirîya nêrîna entegrekirinê dike û ev rêjeya beșdarbûnê bê rawestan ji hev belav dibe. Lê bijarteyên siyasî bi awayekî berfireh her weke alîgirên Ewropayê dimînin.

Ev lihevkirin ji alîyekî ve jî rê li ber gotûbêjeke rastîn digire. "Di mentiqê ewropî de, êdî ne mimkun e ku mirov awayê civata ku dixwaze tê de bijî, modêlên aborî û civatî yên ku hêvî dike minaqeșe bike. Pirsa bi tenê ya ku vekirî dimîne ew e ku mirov bizanibe aya birêvebirên me xwendekarên baș, an ne baș in, û gelo dikarin çareserî û modêlên li Brukselê hatine dest nîșan kirin, rast tedbîq bikin an na, Zaimi îsyan dike û dibêje. Ne ku bi tenê her alternatif ne mimkun e, lê minaqeșeya siyasî bixwe dev jê berdide ku wateyeke wê hebe. Ew xwe bi gotûbêjeke teknîk a li ser awayê herî baș ê tedbîqkirina pîvanên binavûdeng ên YEyê xulase dike, ku ne mimkun e mirov li hember derkeve".

Mislav Zitko, aborînasekî ciwan ê xirwatî ye, ew balê dikșîne ser ku li Ewropaya ku ew bixwe sînorên xwe dîyar dike, welatên Balkanan ji pozîsyoneke "derdora bindest" -"weke ya ku berê di bin hukmê Împeretorîya Osmanî, yan jî yê komunîzmê de bû" pê ve tiștekî din nikare bixwaze, Zaimi bi kurtî dibêje:.

"Erêya bi șermokî" ku Xirwatistanê, di 22yê çileya pașîn de, pê entegrekirina welatê xwe ya bi Yekîtîyê re qebûl kir, ji alîyê birêveberên ewropî û her wiha jî ji alîyê desthilatên welatên din ên herêmê ku șika wan û "na"yekê hebû ve, bikêfxweșî hate pêșwazî kirin. Tevî vê jî, beșdarîya Xirvatistanê ya bi salan hatiye soz dayin, bêyî ku mirov li ser ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke firehbûnê bikeve bahsê, dê piștî demekê pêk bê. Bersiva "westiyana ji ber firehbûnê" ya Ewropaya ku di nav krîzekê de ye, bêhêvîmaneke li welatên endam bû.

Ev jî tê maneya ku divê êdî projeya ewropî ji nû ve bê tarîf kirin.

Çavkanî

Jean-Arnault Dérens:
Gerînendeyê giștî yê Courrier des Balkans (http://balkans.courriers.info). Berhema wî ya dawîn: Voyage au pays des Gorani (Balkans, début du XXIe siècle) / Gerîyanek li Welatê Goranîyan (Balkan, di Destpêka Sedsala XXIê de), bi Laurent Geslin re, Parîs, Cartouche, 2010.

  1. Jelena Simac, "Croatie: "Bienvenue dans l’Europe bureaucratique, impérialiste et néolibérale / Xirwatistan: Bi xêr bê nav Ewropaya Burokratîk, Emperyalîst û Neoliberal”", Le Courrier des Balkans, 13yê çileya paşîn a 2011ê
  2. "La Bosnie-Herzégovine étouffe dans le carcan de Dayton/ Bosna-Hersek di Xeleka Dayton de Difetise" bixwîne, Le Monde diplomatique, îlona 2008ê
  3. Interview au quotidien Danas/Hevpeyvînên di rojnameya Danasê de, Belgrad, 8ê çileya paşîn a 2012yê
  4. "Prodiges et vertiges de la diplomatie serbe/ Mûcîze û Sergêjîyên Dîplomasîya Sirbî" bixwîne, Le Monde diplomatique, îlona 2010ê
  5. Ji navê birêveberê komunîst ê arnawid Enwer Xoce (1908-1985) ku sadiqê xeteke stalînîst bû
  6. Serbeze Haxhiaj, "Au temps béni de la colonie: le Kosovo et ses protecteurs internationaux /Di Dema Pîroz a Kolonîyê de: Kosova û Berevanên Wê yên Navneteweyî " bixwîne, Le Courrier des Balkans, 14ê çileya pêşîn a 2011ê
  7. Maria Todorova, Les Balkans imaginaires/Balkanên Xeyalî, bixwîne, wergera ji îngilîzî ya fransî Rachel Boyssou, Editions de l’EHESS, Paris, 2010
  8. Dominique Thierry, "Boris Tadić plaide à Paris pour la "débalkanisation des Balkans” /Borîs Tadîç li Parîsê "Nebalkanîzekirina Balkanan” diparêze", Le Courrier des Balkans, 7ê nîsana 2011ê
  9. Bedrudin Brljavac, "Europeanisation process of Bosnia and Herzegovina: responsibility of the European Union?/Pêvajoya Entegrekirina Bosna û Hersekê bi Ewropayê re: Berpirsîyarîya Yekîtîya Ewropayê?", Balkanologie, vol.XIII, 1-2, çileya pêşîn 2011, http://balkanologie.revues.org.
  10. G. M. Tamas, "Hongrie, laboratoire d’une nouvelle droite/Macaristan, Laboratuara Rastekî Nû" bixwîne, Le Monde diplomatique, sibata 2012ê

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr