Bankayên lobîst li Bruksel’ê nobedarên demokrasiyê ne!

EWRÛPA
Translator

Parlementer di ber re derbas dibin, lê plaketa li erdê, her tim li şûna xwe ye, nalive. “Pirsgirêkên mezin bi rêya civînan, gotûbêjan û bi rêya dengdanê, bi sebr û aramî û bi fedakarî dikarin werin çareserkirin.” Ev hevok di bin koka darekî de li ber deriyê Parlemento ya Ewrûpa’yê ya li Bruksel’ê li ser plaketekê hatiye kolan: “Di 6’ê Kanûn a 2001’ê de ji aliyê Seroka Parlementoya Ewrûpa’yê Nicole Fontaine ve hatiye vekirin.” Li vê derê tiştekî din heye ku bala mirovan dikişîne. Ew jî ew e ku di navbera nivîs û îmzeyê de logoyekê cih digire: “SEAP. Society of European Affairs Professionnals. Incorporating felpa. Civata lobî û profesyonelên kar û barên Ewrûpa’yê ”

Gelo mirov dikare heman tiştî li Paris’ê, li Roma’yê yan jî li Madrîd’ê bifikire? Wekî mînak; mîna ku li pêşiya parlementoya neteweyî ya li Fransa’yê, li binê Hemicycle’ê abîdeyeke (MADEF) Tevgera Şîrketên Fransî hatibe danîn? Yan jî tevgera “lobiyên ji bo nukleerê” di nava baxçeyê Luxemburg’ê de abîdeyek deyne ku pê sipasiyên xwe pêşkeşî senatoyê kiribin?

Saziya SEAP (Society of European Affairs Professionnals), di nava endamên wê de rêvebirên şîrketên wekî Unilever, Carrefour, Gaz de France, Volvo, L’Oreal, û yên Suez jî cih digirin. Hemû jî, yek ji yê din xêrxwaztir in! Bi ya malpera wê ya înternetê, navnîşana wê li –79 Boulevard Saint-Michel, Bruxelles – avahiyeke asayî ye. Li ber derî cihaza înterfonê dibêje: “Ji bo SEAP’ê pê li UNESDA bikin.” Saziya ku dikare logoya xwe deyne pêşiya Parlementoyê, navê wê hîna jî li ser qutiyeke posteyê jî nîn e! Wî xwe sipartiye cem (Union of European Beverages Associations- Yekitiya Ewrûpa’yê ya Komeleyên Vexwarinê) ku saziyên wekî Coca-Cola, Danone, Nestlé, Unilever endamên wê yên bingehîn in.

Ji saziya Association Corporate Europe Observatory (1) (Komeleya Ewrûpa’yê ya Çavdêriyê ya Şîrketan) Olivier Hoedeman dibêje: “Ev sazî di sala 1997’an hat avakirin, di wan deman de li ser birêkûpêkkirina komên xebatê (lobbyes) jî gotûbêj hebûn. Di van nîqaşan de, ew alîgirê “xweseriya saziyan” bûn. Bi ya wan, sektora pîşeya wan wê prensîb û şertên xwe, bi xwe diyar bikirana, ew ji etîk û exlaqê kar berpirsiyar bûna. An ku ji bo çarçoveya karên wan ne hewce bû ku zagon bihatana derxistin. Wan statuko parast, û di armanca xwe de jî bi serketin. Ew îro bi tu awayî, ji şert û prensibên xwe re jî tu rêzê nagirin. Berî ku bikevin vê avahiyê û ji xwe re cihekî çêbikin, wan xwe wekî “lobîst” bi nav kiribû. Ji xwe di cîhana zanîngehan de, Parlementoya Ewrûpa’yê wekî saziya herî xerab dihê nasîn. Berî her tiştî ji ber ku di parlementoyê de çavên gel tune. Li vê derê gel tune. Tu mirov tune ku bikaribe bibêje ku: "Tu mafê we nîn e hûn weha tevgerin". Parlementer di valahiyê de mane. Ji hjilbijêrên xwe dûr in. Tu desteka ku karibin pişta xwe bidinê nema ye. Li vê derê komên ‘lobbyes’an dikevin dewrê û şûna gel tijî dikin.’’

Di dema seredana me de, serokê saziya SEAP’ê M. Yves de Lespinay ne li cihê xwe bû, lê dû re têlefonî me kir û li ser mijara plaketê weha axivî: “Di amadekarî û danîna vê plaketê de ne tenê em hebûn. Her tişt bi zelalî û eşkere pêk hatin. Xanim Nicole Fontaine jî li wê derê bû. M. Hans Gert Pöttering berê ku bibe serokê Parlementoyê li wê derê amade bû.” Ev axaftin îspata berdewamiya dostaniyeke dilsoz e. Ji bo başiya her kesî: “komên ‘lobbyistes’ bûne wekilê demokrasiyê.
-Gelo ji wan hesap dihê pirsîn ka çima panoya sazgehên patronan heye, çima ya sendîkaya karkeran tune?
-Na, ji ber ku sendîka girêdayî berjewendiyên sektorekî ne. Lê yê me, em bi awayekî giştî li pey parastina pişeyekê ne.”
An ku dixwaze bibêje, sendikavanên karên hesinî, yên xebatên postexanê, yên perwerdehiyê, yên rêyên hesinî tev ji gel dûr in, li pey berjewendiyên sektorekî ne, lê belê berjewendiyên Karsaz, nêzikî yê civakê ne?
“Bandora cîhana kar a li ser Yekîti’yê li ber çavan e?
-Ez weha dibînm, ku hûn rastiyê çewt fêm dikin.”

Lê M. Jacques Delors, rastî pir baş fem kiriye. Serokê Komîsyona Ewrûpî yê sala 1993’an Delor dibêje “Rêvebirên ERT (Maseya Grover a Karsazên Ewrûpî) her tim piştgirî dan nihêrînên min.” Ji bo pêşxistina Ewrûpa’yê M. Delors bi cîhana Karsaz re bi navê Maseya Grover a Karsazên Ewrûpî hevkariyek saz kir, (European round table of industrialists, ERT), ku bi qasî 45 “rêvebirên endustrî” ji şîrketên wekî Total, Nestlé, Renault, Siemens û hwd. tê de cih digirin. Mîmarê yekane yê bazarê axaftinên xwe berdewam dike: “Tiştê ku min di sala 1984’an de kir, ew bû ku bikaribim bi hukûmetan re nuqteyên hevbeş peyda bikim û ji bo hevkariyê bi wan re bigihîjin lihevkirinekê. Ji ber ku piraniya wan, ji bilî nihêrîna bazareke mezin her fikrê red dikirin. Daxwaza cîhana Karsaz ya ji bo yekitiyê hukûmet jî anîn cem hev.” (2) Bi vî awayî ev sosyalistê me rabû, di bin navê “pêşxistina Ewrûpa’yê de” “sendikayên Ewrûpî” yan jî “gelên ewrûpî” ji nedîtî ve hat û pişta xwe bi lobiya patronan ve girê da.

Plansazî hatibû amadekirin: Di Çile ya 1985’an de, serokê Maseya Grover a Karsazên Ewrûpî ERT (û yê Philips’ê), M. Wisse Dekker, bi navê “Ewrûpa 1990: Plansaziya xebatê ” dokumanek weşand û tê de dihê pêşniyaz kirin ku li hember astengiyên bazirganî û tixûbên bacê tekoşîn were meşandin. Di Çile ya 1985’an de, M. Delors li Bruksel’ê dest bi wezîfeya xwe kir û li pêşberî Parlementoya Ewrûpa’yê nihêrîna xwe ya ji bo têkoşîna li hember astengiyên bazirganî û tuxûbên bacê anî ziman. (3) Baş bû ku PDG ji bo copyright’a (mafên telîfê) vê fikrê, hîna serî lê neda bû…

Beşa yekem ya xebatan pêk hatin, an ku pêngava pêşî bi serket, lê piştî şeş salan, ji bo destpêkirina pêngava duyemîn dîsa Maseya Grover a Karsazên Ewrûpî ERT hat bikaranîn. Jean-Marie Cavada di payîza 1991’an de, di bernameya xwe ya pedagojîk de da xuyakirin ku “Ewrûpa pir zû nameşe, ev proje gava sedsalê ye. Ev hesta giran ji aliyê pir kesan ve hatiye hîskirin, çil û pênc mezintirîn saziyên endustriyel ên Ewrûpa’yê ku xitabî aboriya sê milyon kesan temsîl dikin, îro di rewşeke alarmê de ne. Ew ji Ewrûpa’yê pir gavên nû hêvî dikin.”

Rojnamevanê ku ji tevgera hemdem a demokrat bi armanca pêşxistina tevgera gel derbasî Yekîtiyê bû, bi awayekî objektif weha dibêje: “Ev bername bi xebata çil û pênc saziyên Karsaz ên Ewrûpa’yê hat destpêkirin, ji wan sê berpirsiyar ev kes in: navê koma wan, ‘maseya Grover a Ewrûpî ye. Jérôme Monod (serokê Lyonnaise des eaux), Pehr Gyllenhammar (Serokê Volvo, çawa ku hûn dizanin, hevkarê Renault, hevkarê Mitsubishi), û Umberto Agnelli (serokê koma mezin a Fiat’ê).” Bankakarek jî tev li vê komê hatiye kirin, – bê guman ji bo ku mêzîna rewşê sererast bike: “ Bernard Esambert, serokê Bankaya la financière Rothschild.” (4)

Di destpêka salên 1990’î de bloka rojhilat hilweşiya, pey re “gefa komunîst” jî nema. Ji xwe projeya Yekîtiya Ewrûpa’yê jî li hember vê gefê pêk hatibû. Li aliyê din, hedefên ku di sala 1986’an de ji aliyê Peymana Taybetî ve hatibûn diyarkirin, tev pêk hatin: êdî dem hatibû, civîna bilind a serokdewletan a di bin navê “tevgera rizgariyê” de, di Kanûn’a 1991’î de li Maastricht’tê pêk hat. Bi vê firsendê, patron hewlê didin piyonên xwe derînin pêş. M. Jérôme Monod bernameyê îlan dike: ew wezîfeya “perwerdehiya pîşeyî” ku wekî rola xwe ya sereke dibînin, digire ser xwe. Avakirina “binesaziya ku ji seranserî Ewrûpa’yê derbas dibe” (çarçoveyê bixwînin. Pêkanîna “projeya pereyê yekgirtî, ji ber ku divê em pir zû pêş kevin, em nikarin biçin derve û her tim diwanzdeh pereyên cuda di bêrika xwe de bigerînin. Li Amerîka’yê binihêrin, dolarê wan heye, li Japonya’yê binihêrin, perê wan yê yen heye.”

Dê vê “pêngava sedsalê” de ku bi hevalbendiya Bruksel’ê pêk hat, M. Delors weha dibêje: “Min îro rapora Maseya Grover a Karsazên Ewrûpî (ERT) xwend. Rêberên Karsaz bang li hukûmetan dikin ku bi awayekî lezgîn herin pêş. Ne karê min e ku ez berevajiyê vê nihêrînê biparêzim, ji ber ku pêdivaya me bi wan heye. Yan na emê nikaribin bi ya rîtma bûyeran tevbigerin (…) Divê bang li serokên diwanzdeh welatan û hukûmetan were kirin û divê zanibin ku di dawiya salê de, randevuyeke wan a girîng heye. Ewê tev bi hev re xetên bingehîn ên Ewrûpa’ya di sala 2000’an de diyar bikin. Divê bi tu awayî ev kar dereng nemîne. Di vê çarçovê de tenê dikarim bibêjim, ji ber ku dîrok bi çar gavan pêş dikeve, divê em jî lez bikin xwe bigîhînin wê. Em di saetê de ji 602’î derbasî 100’î bûbûn, lê niha divê em di saetê de bi 140 pêşkevin.” (5)

Piştî sê mehan, pêvajoya kontratê bi dawî dibe, Ji Maastricht’ê bigire heta Amsterdam’ê, ji stratejiya Lîzbon’ê bigire heta peymana destûra bingehîn, Ewrûpa bi lezeke “saetê bi 140km” bi pêş ket. Mirovê numeroya yekemîn ê Medef’ê û serokê niha yê Business Europe ku yek ji saziyên herî girîng ê patronan e, M. Ernest-Antoine Seillière kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje: ‘’Şertên Ewrûpa’yê ji bo faydeya welatê me roleke girîng lîst, me bi xêra van projeyan welatê xwe ber bi reforman de bir.” Lê belê mirovê numeroya duyem a heman saziyê M. Denis Kessler jî dibêje: “Ewrûpa bûye wekî makîneyeke ku bêyî haya wê jê hebe Fransa diguherîne.” Çawa ku M. Alain Madelin (6) jî soz dabû ev rewş “li hemberî sosyalîzmê sîgorta jiyanê ye.” Ev rastî li ser mermer hatiye kolan. Ne tenê li pêşiya Parlementoyê, “Ewrûpayeke sosyal tu caran çênabe.” (7)
Wergera ji fransî :
Bedran Dere

Rakirina çeperên fîzîkî

Diwanzdeh hezar kîlometre çêkirina rêyên otoban: Ev projeya Komîsyona Ewrûpa’yê ya sala 1991’an bû. Da ku mirov zanibe kê, çima pêkanîna vê projeyê dixwest, pêwîst nake mirov li dûr bigere, çend hefte beriya ragihandina projeyê, bersiva vê pirsê di ekranên televizyonan de bû.

Patronê Fiat’ê Giovanni Agnelli, digot: “Rêyên Ewrûpa’yê pir teng in, eger Ewrûpa xwe nû bike, wê di nava çend salên pêş de, hêjmara wesayîtan bibe du qat.’’ (8) Di bernameya televîzyonê ya bi navê “pêngava sedsalê” de, Jean-Marie Cavada piştgirî dide nihêrîna wî û ji berhema bi navê Maseya Grover a Endustriyel ku nû hatiye weşandin, mînakekê dide: “Ji bo ku kamyonek di navbera Chicago-Houston de rêwîtiyê bike, an ku bi qasî 2000 kilometre, jê re 33 saet divê. Heman mesafe li parzemîna Ewrûpa’yê, an ku di navbera Anvers û Rome’ê de jê re du qat dem divê an ku bi qasî 57 saetan. Ev jî hemû rastiya me dide nîşandan.” Ji bo ku em karibin rewşa xwe sererast bikin, divê di destpêkê de qanûn werin hêsankirin: “bilindkirina lîmîta ajotinê, dirêjkirina dema kar, bilindkirina lîmîta giraniya bar, serbestiya xebat û ajotina dawiya heftê… Zagonên di barê barkêşiya li Ewrûpa’yê de hem pir zêde ne, hem jî pir zehmet in.”

Bersiva M. Jacques Delors dereng namîne: Bi awayekî zindî pêşniyazên xwe pêşkêş dike. “yek ji raporên destpêkê yên Maseya Grover di bin navê Missing Links (têkiliyên kêm) de hat weşandin. Bi ya raporê, eger em di nava parzemîna Ewrûpa’yê de, trafîka wesayîtan lezgîntir nekin û buhayê çûyîn û hatinê erzantir nekin, emê nikaribin ji bazara mezin a hundirîn sûdê werbigirin û kar bi dest bixin. Ji ber van sedeman, ji 1985’an vir ve em pêşniyazî Konseya Wezîran a Yekîtiyê dikin ku bernameyek ciddî û xwedî îddia ya binesaziya parzemînê amade bikin.”

Rapora “Missing Links” (ji aliyê patronê Volvo ve hat weşandin) di sala 1985’an de derket. Balkêş e ku M. Delors jî “ji 1985’an vir ve ev bernameya bi îddîa ” pêşniyaz dike. Bernameya La Marche du Siècle (pêngava sedsalê) di sala 1991’an de dest pê kir. Dîsa balkêş e ku M. Delors plana Trans Europe Network (TEN) ji sala 1991’an vir ve daye destpêkirin. Di vê plana bi navê TEN de, çêkirina 12.000 (diwanzdeh hezar) kilometre rêya otoban a ji bo kamyonên barkêşiyê cih digire...

Ev prîma asfalta bi qîr bi ya şertên peymana Maastricht’ê dihê sererastkirin û di sala 2004’an de dihê nûkirin. Di sala 1997’an de, sekreterê giştî yê ERT’ê kêfxweşiya xwe venaşêre û weha dibêje: “Niha êdî pirsgirêk maye li ser detayan. Ez bawer im di prensîb de, me li hev kiriye. Di binê derya Manche’ê de avakirina tunelê hat destpêkirin, Trenên xwedî vîtesa lezgîn niha li ber hilberînê ne. Rêya ku welatên Îskandinavya û Danîmarka’yê digihîne hev niha li ber avabûnê ye.” (9)

Ew qas diwarên bêton bi kêrî çi hatin, ew tirs û fikar ji bo çi bûn? Bi bazareke bi tenê ya yekgirtî Ewrûpa’yê çeperên bazirganî, bac û bazara pereyên cihêreng yên di navbera welatan de rakir. Niha tenê maye çeper û astengiyên fîzîkî: Heta ku birin û anîna mal hem ji aliyê dem ve hem jî, ji aliyê pere û benzîn ve buha be, çi sûda “bazara mezin a hûndurîn” heye. Ji bo “sûd û kar were bidestxistin” divê çûn û hatina rêyan were hêsankirin da ku trafîk lezgîntir be û di nava ewlekariyê de bi pêş keve: wekî mînak di bin çiyayên Alpan de, di binê Pyrénées û derya Manche’ê de tunel werin vekirin. “Di bazara Ewrûpa’yê de divê mal û xizmet karibin bi hêsanî di nava ewlekariyê de û bi erzanî bigihîjin cihê xwe.”

Di vê erdnîgariyaa vekirî û serbest de, parzemîna xwedî pir netew wê ekonomiya xwe bi pêş bixe. Karê afirandin û hilberinê ne tenê bi destê şîrketekê were berdewamkirin lê divê ev kar li her welatî bi pir kesan were kirin. Divê hilberîn ji rewşeke lokal derkeve û berfireh bibe, heta ku bigihîje “welatên ku lê heqdestê mirovan erzan e.” Di sala 1989’an de, Whirlpool li Ewrûpa’ya rojava xwedî 38 kargehan bû. Niha di Ewrûpa’ya yekgirtî de tenê deh kargeh mane. Li Îtalya, Fansa, bi taybetî jî li Almanya’yê bi hezaran kes ji kar hatin avêtin…
Bandora li ser ekolojî û hawirdorê: Di navbera 1985 û 1995’an de, gaza karbonîk a ku ji aliyê wesayitên barkêşiyê ve hat derxistin, ji sê paran parekî zêde bû. Bi ya plana nû ya sala 2004’an, Komîsyona Ewrûpa’yê guman dike ku wê heta sala 2020’an, rêjeya karên transport û barkêşiyê du qat zêde bibe. Heta sala 2030’an, bandora gaza CO2 a ku ji ber wesayîtên barkêşiyê derdikeve wê ji % 54 zêde bibe. Ji bo telafîkirina vê ziyana ekolojîk –çawa ku heman komîsyon pêşniyaz dike– divê em “ampûlên ekonomîk ên enerjiyê” bi kar bînin. Dema ku ji odê derdikevin jî wan vemirinîn…

Wergera ji fransî :
Bedran Dere

Çavkanî

*François Ruffin : Rojnamevan, ji redaktorên rojnameya Fakir, Amiens.

  1. Bixwîne Observatoire de l’Europe industrielle, Europe Inc. Comment les multinationales construisent l’Europe & l’économie mondiale, (Fira-netew çawa Ewrûpa’yê ava dikin, û ekonomiya cîhanî) Agone, Marseille, 2005.
  2. «Demain l’Europe» (Ewropa’ya sibê), Antenne 2, 7 tebax 1993.
  3. Europe Inc., op. cit., p. 61.
  4. Ew pişt re dibe Alîkarê Serokê Koma Bolloré, Şêwirmendê Çavdêriya Lagardère Group’e; rêvebirê şîrketên Saint-Gobain û Total, ew her weha dibe Endamê Koleja Komîsyona Tevgera Borsa’yê (COB) û Endamê Koleja Otorîteya Bazara Aborî (AMF).
  5. «La Marche du Siècle», (pêngava sedsalê) FR3, 18 îlon 1991.
  6. Ev her sê terîf û binavkirin ji van çavkaniyan hatin girtin: Europe 1, 27 Tebax 2003; La Tribune 4 Kanûn 2000; Le Monde, 23 Hezîran 1992.
  7. Sernivîsa berhema François Denord û Antoine Schwartz e ku ji weşanên Raisons d’agir derket. 2009.
  8. «La Marche du Siècle», (Pêngava Sedsalê) FR3, 18 Îlon 1991. Ev binavkirin ji vê bernameyê hat girtin.
  9. Cité dans Europe Inc., op. cit.