Belengazîya kurdan

Birînên vekirî yên Rojhilatê Nêzîk
Translator

Gelek sahneyên xwîndar yên serhildanê, artêşa îsraîlî li gel peymanên Osloyê dikeve herêmên otonom, endamên hikûmeta filistînî di bin zexta polîsan de, bi dehan kesên mirî: Ji Întifada û vir de Quds, Xeze û ”Cisjourdanie” tu caran tevlihevîyeke evqas mezin nedîtibû. Ji ber serhişkîya hikûmeta Netanyahû, aştîya hesas ku sê sal berê bi destgirtina Îtzak Rabîn û Yasser Arafat de hatibû îmze kirin û Îsraîl û cîranên wan yên ereb li hev dianî, li ber têkçûnê ye. Ev rewş talûkeyeke gelek mezin li hember pergala ku amerîkîyan piştî Şerê kendavê li dar xistibû, pêk tîne. Li alîyê din artêşa Enqerê li Kurdistana Tirkiyeyê operasyonên bêhempa dikin û krîza nû ya Kurdistana Îraqê, ji Bexdayê re bû rewşeke serkeftî. Bi xêra hevkarîya hikûmeta Seddam û Partîya Demokrat a Kurdistanê, ya birêz Mesûd Barzanî, leşkerên Seddam car din li bakurê Iraqê bi cî bûn. Her wek bedbextewarîya filistînîyan, ya ji bo kurdan berdewam e.

Mudaxeleya 31ê meha tebaxa bihurî, ya artêşa Iraqê li hember Hewlêrê, dibe îşareta balkêş ya têkçûneke xemgîn ya tecrûba otonomîya xweser û rêveberîya kurdan û herweha siyaseta amerîkî li gel kurdên Iraqê. Ev dîmenên ku kezebê dişewitînin, yên şefê kurd Mesûd Barzanî, ku gazî hawarê ji qesasê gelê xwe dike, li alîyê din muxalifê wî birêz Celal Talabanî bi Îranê re hevkarîyê dike, ev Îrana ku di herêmê de ji bo Washingtonê wek dijmin tê hesab kirin, ev bûyer di demeke wusa de ku alîkarê wezareta derve ya amerîkî, Robert Pelletreau li navçeyê ji bo li hevhatinan beşdar bû, vê rewşê du fîyasko bi hev re amade dikir.

Ev bûyer di dema kampanya hilbijartinên amerîkî de pêk hatin, dagîrkirina bakurê Iraqê amerîkî aciz kirin û bi avêtina çil mîsîlan li ser herêmên leşkerî yên başûrê Iraqê bersiv dan, herweha navçeyên qedexe yên ji artêşa hewayî ya Seddam re firehtir kirin ji paralela 32yê derxistin paralela 33yê. Li gel van tedbîran jî rewş nehat guhertin. Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku ji Bexdayê alîkarî digirt, di nav hefteyekê de hemû hêzên Yekîtîya Niştimanî Kurdistan (YNK) ya birêz Celal Talabanî ji meqerên wan yên Hewlêr û Silêmanîyê derxistin û bi vî awayî kontrola hemû "herêmên parastî" girt bin destê xwe. Kongreya Neteweyî ya Iraqê ku ji alîyê Washingtonê ve, li hember Seddam ji tevgerên cuda û sempatîzanên rojava pêk hatibû, hatibû damezirandin, bi carek de bi vê sedemê parçe bû. Di vê gavê de, Pentagonê bi lez û bez 2.500 kesên ku ji bo di warên cuda yên leşkerî û sîvîl de xebitîbûn, bi rêya Tirkîyeyê şandin Amerîkayê.

Di vê rewşa nû ya şanîdana hêzan de, Washington bi taybetmendî îzole ye. Herweha hevalbendên wan yên herêmê, Tirkîye û Erebistana Suûdîyê jî hevkarîyê qebûl nakin û di heman demê de, Fransa û Rûsya faalîyetên Amerîkayê rexne dikin. Hevbendîya ku di şerê Kendavê de, ji bo ku Kuweytê azad bike, belav bûye û bi temamî kişîyaye ser aksa anglo-sakson, ji alîyê din, xwedîyê Bexdayê dide şanî dan ku ew hîn jî li meydanê ye û hinekan xwest wî zû veşêrin, lê ew bi ordîya xwe her dîyar e û wext ji bo wî kar dike.

Ji bo ku du mîlyon kurdên ku ji êrişên Seddam revîyabûn û penaberî sînorên Îran û Tirkîyeyê bibûn, biparêzin, bi pêşengîya Fransa û alîkarîya Amerîka û Ingilîstanê ji alîyê Hevbendîyê ve, di nîsana 1991ê de "herêmên parastî" yên bakûrê Iraqê hatibûn tesbît kirin. Ev herêm, ji alîyê welatên Rojava ve li ser paralela 36ê bi tedbîrên hewayî dihatin parastin û bi xêra van derfetan, kurdên koçber û penaber karibûn vegerin malên xwe.

Lê mixabin ku ev operasyona humanîst, bi projeyên polîtîk nehat domandin, ku fersendên aborî û fînansî bidin penaberên qezezade, da ku bikaribin sîstemeke aborî û xweserî li dar xin û welatê xwe hêdi hêdî ji nû ve ava bikin. Ji ber ku diktatorê Iraqê 4.500 gund û bi qasî bîst bajaran bi temamî ji holê rakiribûn û herweha navçeyên çandinîyê û mêrgên heywanan hatibûn texrîb kirin. Hêzên Hevbend, ji alîkî ve, li ser zextên Tirkîyeyê ku tehamûla wê bi serkeftin û rêxistinîya tu kurdan tuneye, herweha yên dervayî sînorê xwe jî, ji alîyê din ji ber tirsa rexneyên welatên ereb, ku ji parçebûna Iraqê ditirsin, Hêzên Hevbend, çar mîlyon kurd di van "herêmên parastî" de, ku heft caran ji Libnanê mezintir e, bi tenê, terkî qedera xwe kirin.

Kurdên Iraqê, ku ji şerekî sî salî xelas bûne, di vê herêmê de tenê bi serê xwe mane, herêmên ku tu rêya deryayê ku wan bi dinyayê ve girê de tuneye, her çar alîyên wan bi dewletên dijraber ve dorlêgirtî ye, di bin ambargoya navneteweyî ya li hember Iraqê de ku destûra tu ekîpmanên teknîkî û fersendê nade ku projeyên pêşketinê pêk bên. Ev îzolekirin, tenêhîştin, ku di oktobera 1991ê de hatibû pêk anîn, û bi blokeya hundurîn rewş hîn girantir dibe, Bexdayê hemû memûrên xwe ji herêmên kurdan paşde kişandine û benzîn û mazot û hemû berhemên petrolê ji bo vê herêmê qedexe kiriye.

Herweha, dema artêşa Iraqê ji Kurdistanê vekişîya, bi xwe re dîska sîstema - navendî ya telefona bajarê Dihokê bar kir, bir. Ji bo ku bikaribin sîstema telefonê bi cîh bikin, hinek Rêxistinên Dervayî Hikûmetan (OGN) yên fransî bi mehan ji bo vî karî xebitîn û bihayê wê tenê 20 000 frank bû, ji ber ambargoyê ev xebat bi ser nediket. Herweha, berpirsîyarên Neteweyên Yekgirtî jî, nehîştin ku rafînereke biçûk jî li Kurdistanê bê ava kirin, halbûkî gelek bîrên petrolê amade bûn ji bo bên bi kar anin û dê bi hêsanî ihtiyaca enerjîya Kurdistanê bihata temîn kirin, bihayê wê jî ne ji çara yekê ku Neteweyên Yekgirtî dide Iraqê ji bo kirîna petrolê, bi ser de jî bi fiyeta dolarê ve bihayê wê gelek bilindtir dibe. Ji sed dolarên ku Neteweyên Yekgirtî dide Bexdayê, bi tenê çar dolar digihîje herêmên kurdan.

Di van şertan de, bi alîkarîya NGO yên Rojava, kurdan piranîya gundên xwe ji nû ve ava kirin, ji nû ve dest bi xebatên çandî kirin, dibistanên xwe ji nû ve vekirin, herweha sê universîteyan jî dest bi faalîyetên xwe kir. Bi civîna sala1988ê, heşt partîyên polîtîk di Enîyekê de gihaştin hev û li ser şertên hilbijartinê li hev kirin, bi vê babetê hilbijartinên azad di gulana 1992yê de li dar ketin û di dewama wê de Parlamento û Hikûmeta Herêmî hate damezirandin. PDK di hilbijartinê de, ji % 45,2yê dengan girt û ji 100 kursîyan 51 cih (kursî) bi dest xistin. YNKê jî 49 kursî bi dest xistin. PDK ya Barzanî ji kursîyên xwe yek da YNKê, bi vî awayî her du partîyên bingehîn yên welat bi wekhevî kursîyên Parlamentoyê li hev par kirin. Birêz Talabanî, piştî hilbijartinê spasîya gelê kurd dikir "yekîtîya gelê kurd " pîroz dikir, û son dixwar ku careke din tu caran dê kurd şerê birakujîyê nekin. Şeş rêxistinên din yên ku baraja ji % 5 derbas nekirin, nikaribûn nûnerên xwe bişînin meclisê.

Ji ber tirsa zextên welatên cîran, Parlamentoya Kurdan, beyanek da ku: Parlamentoya Kurdistanê tereftara federalîzma di nav sînorên yekîtîya Iraqê de ye. Tê zanîn ku yê nekêfxweş (1), hikûmeta tirk ji bo ku bikaribe "şerê xwe yê qirêjî" ya li hember gerîlayên kurd li ser erda xwe bidomîne, bi eşkere gelek caran sînorên xwe derbas kir û derbasî alîyê din yê Kurdistana Iraqê bû, da ku bikaribe kampên PKKê ji holê rake. Halbûkî hîn ji oktobera 1992yê û vir de, peşmergeyên kurdan ji bo tu sedeman ji mudaxeleya ordîya tirk re nehêlin, gerîlayên PKK ji herêmê derxistibûn.

Li gel hemû xebatên ku ji du salan û vir de hatin meşandin, tu welatên Rojava alîkarîya rêveberîya nû ya kurdan nekir. Tirkîye her qaweta xwe bi kar tîne û li gel 35 000 hezar leşkerên xwe, di 20ê adara 1995ê de, sînor derbas kir û "Herêmên Parastî" vegirt û di nav meh û nîvekê de, kuştin û xerakirina gundan dewam kir.

Ji ber bê îmkanîyan, rêveberîya taze ya kurdan, nikaribû hêzên ewlekarîyê û polîsên otonom bi cîh bînin, herweha nikaribûn maaşên memûrên xwe jî bidin da ku xizmetên herî bingehîn bi cîh bînin. Pêşmergeyên partîyan bi tecrûbeyên dema pêşmergetîyê, derbasî hêzên ewlekarîyê bûn. Li hember zêdebûna sûcên cûre cûre, welatekî ku di bin nîrê xizanîyê de, bêkarîyek ku ji nîvê hêza gel ya aktif zêdetir dide ber xwe, li hember grupên çekdar ên îslamîst ku bi perê Îranê tên xwedî kirin û hewqas jî li hember provokatorên ku ji Bexda û ji welatên cîran derbas dibin, hêzên pêşmergeyên her du partîyan hêzên xwe kirin yek û hêjmarên xwe gelek zêde kirin û bûn "liqên leşkerî" ji bo parlamentoyeke ku tu otorîteyeka wê ya rastîn li ser wan tuneye. Rastî ew e ku ev, hêzên leşkerî bi otorîteya birêz Barzanî û Talabanî ve girêdayî ne

Ev tişt hemû bi hikûmetê ve ne girêdayî ye: "Dewletên cîran û yên Rojava nexwest hikûmeta me nas bikin, bi kurtî xwe îfade dikin, ger fonksîyonên me fermî bûna kesî em qebûl nedikirin û nas nedikirin. Van mantiq û ededên berê wusa dikir ku her partî hemû alîkarîyên ku ji derve dihatin dikişandin ber bi xwe ve.

Bi ser de, Amerîka ku ji gulana 1991ê û vir de, bi dîrektîfeke dizî, lê bi destûra serokkomar biryar dabû ku rejîma Seddam ji dengeyê bixin û destabîlîze bikin, ji bo vê yekê jî amade bûn ku alîkarîya muxalefeta Iraqê û ya kurdan bikin, bi ihtimaleke mezin her du serokên kurdan jî. Ji sed mîlyonên ku ji alî CIAyê ve dabeşi Kongreya Neteweyî ya Iraqê ku baza wê li Londonê ye û herweha "Neteweyên Yekgirtî " ku baza wê jî li Amanê ye, para xwe stendibûn. (2) Ev program, ku %10ê ji angajmana Amerîkayê ye, da ku bikaribe rejîma Seddam aciz bike û ji hêz bixe, bi xwe re hinek nerehetîyên din jî peyda kirin, heta ku Tirkîyeyê dest pê kir, bêyî tu sedeman ji avakirina artêşeke kurdan bitirse.

Di civateke parçebûyî, texrîbkirî û bi ser de ji sî salan û vir de ye, ji bin nîrê diktatorîyekê derdikeve, bê guman ji kultura lihevkirin û hacetên navçînî mahrûm dimîne, ji ber vê yekê jî, mesela hêzên mîlîsan, dikare gelek caran bi hêsanî ber bi şerê hundurî û birakujîyê ve here. Ev rewş, dema ku hukmê birêveberî û îdarî ji îmkanên ku bikaribe pewistîyan temîn bike û çareyekê ji xizanîyê re peyda bike, mahrûm be, hîn hêsantir e, ji ber ku di qata gel de, bawerî tê şikandin û îtîbar namîne. Tê gotin têkçûn bê xwedî ye, sêwî ye, ji ber wê jî; her du partî jî berpirsîyarîya kêmasîyên rewşê qebûl nakin û xeletîyan davêjin ser hev û du. Hevdu bi dizîya peran û bi destxistina îmtîyazan sûcdar dikin. Dubendîyên kevin bi halekî nexweşî ji nû ve dest pê dikin.

Di dewama şerê 1994ê de, serokên her du partîyan jî sond xwarin ku bivirên şer veşêrin û xeletîyên ku peyda bibûn, li paş xwe bihêlin û lêborîn xwestin. Meclis cardin ji nû ve civîya, her du serokên dijraber yên her du partîyan ji gel û ji Parlamentoyê lêborîn xwest, ji ber ku nikaribûn şerê birakujîyê bidin sekinandin. Paşîyê delegasyonên her du partîyan jî hatin Parîsê, bi alîkarîya Koşka Elysée, bi nepenî bi qasî hefteyekê li ser pirsgirêk û nakokîyên xwe niqaş kirin û şêwirîn. Lihevkirinên ku hatin îmze kirin dan zanîn ku dê hêzên mîlîs werin belav kirin, di şûna wan de dê hêzên polîs yên otonom di bin otorîteya hikûmetê de bên damezirandin.

Tirkîye, çawa ku ji vê bûyerê agahdar bû, hêç bû û derhal, rasterast tofaneke dîplomatîk û çapemenîyê li hember talûkeya avakirina Dewleteke Kurdî ya dahatûyê derxist. Ji bo Ankarayê aciz nekin, Amerîka û dewletên Hevbend, ev lihevhatin û peymanên girîng destek nekirin, ev destek dikaribû biba asteng li hember şerên sîvîl û birakujîyê. Di hevdîtineke me de, ku bi Serokkomar François Mitterand re, di 19ê îlona 1994ê de li Qesra Elysée pêkhatibû, Mitterand bi şêweyekî tahlane weha digot: "Tirk dibêjin ku kurdên Iraqê dixwazin dewletekê ava bikin, Amerîka jî, naxwaze dilê tirkan bişkîne, nîyeta kurdan ji bo min di cîhê xwe de ye û rewa ye, lê belê di vê rewşê de, ne hevalbendên min, ne jî hikûmeta min dê min taqîp nekin. Ew hîn jî tesewir nakin ku rewş dê çawa birize".

Ev rizîn bû ku di meha 12ê ya 1994ê de şer ji nû ve dest pê kir, YNK ya Talabanî êrişî Hewlêrê ku paytexta hikûmet û Parlamentoya kurdan e, kir û hemû dezgehên ku hatibûn ava kirin li gel Parlamentoyê felc kirin. Di behara 1995ê de, ji ber xerabûna rewşê, wezareta karê derve ya amerîkî berpirsîyarek xwe şand da ku bikaribe di navbeyna her du fraksîyonên kurdan de navçîtîyê bike, wezîfe bi agirbestê di meha tebaxê de li bajarê Drogheda li Irlandayê qediya. Peymanê da qebûl kirin ku hêzên YNK divê ji Hewlêrê xwe vekişin û komisyoneke otonom bikaribe karên gumrikê yên sînorên Tirkîye û Îranê ku ji alîyê PDK ve dihate kontrol kirin, bimeşîne û "maf û baca gumrikê" bi rê ve bibe. Ji bo ev yek pêk were, pewist bû ku monîtorên ku bihayê wan sê mîlyon dolaran derbas nedikir, bihayekî bê qîmet, fîyetê sê fuzeyên Cruis!, bihata dayîn. Li gel wê jî Washingtonê ev alîkarî neda ser milê xwe, ji ber vê yekê jî serokên kurdan bi vê navbendîyê bawer nedikirin û cidî nedigirtin. Di heman wextê de, Îran jî ku di vê herêma stratejîk de, bi Amerîkayê re qayîşê dikişîne, bi eşkere da dîyar kirin ku ew jî amade ye ku navbendîyê bike û bi vî awayî li gel Sûrîyê bikaribe "aştîya ku Amerîka" li dar xistibû, têk bibe.

"Barzanîland" li hember "Talabanîland"

Ji ber şerê çekdarî û taybetmendîyên herêmî, Kurdistana Iraqê bû du beş, li alîyekî bakurê Kurdistanê, ku ji başûrê Hewlêrê dest pê dike û seranser ber bi sînorên Tirkîyê ve dikişe. Li alîyê din "Talabanîland" ji Hewlêrê dest pê dike û li sînorê Îranê diqede. Di vir de coxrafyayê roleke mezin lîst û hevalbendî li gor wê şekil girtin. Vê rewşa nexweş wisa dikir ku serokên kurdan bêtir xwe wek şefên fraksîyonên xwe didîtin û derdên wan bi tenê dor û dera wan bû.

Mesûd Barzanî demekê xwest ku bi Tirkîyê re hevkarîyê çêke, derdê mezin wê demê ew bû ku bikaribe enerjîya bajaran garantî bike, lê ji ber bilindkirina bihayên bê sînor ev hevkarî hat birîn, lê Tirkîyeyê vê carê ji wan xwest ku li hember enerjîyê şerê PKK bikin. Di vê gavê de, bi Bexdayê re jî têkilîyên "bazirganî"yê dest pê kirin, ji bo elektrîk û gaza ku ji Bexdayê bihata, divê hesab bi dolaran bihata dayîn. Kurdan êdî bawerîya xwe bi sozên amerîkîyan nedianîn, li gel dijminatîya wan li hember Seddam, dîsa jî bawer dikirin ku dê Seddam li ser hikum bihêlin û ji bo berjewendîyên xwe wek sala 1975ê (3) dikarin wan dîsa bikin qurban. Birêz Barzanî, bi Bexdayê re dest bi "dîyalogên siyasî" kiribû û di paşîya meha tebaxê de ji bo vê "dîyalogê" dê weha bigota: " Ev dîyalog", "jesteke bêhêvîtîyê bû", "banga hawarekê bû li hember êrişên hêzên YNKê di bin desteka Iranê de."

Ger gotin were ser birêz Talabanî, ew jî tam di destpêka koçberîya ji reva mirinê de, di sala 1991ê de, li hember kamerayên televîzyonan bi ramîsanên xwe ev dîyalog ji berê ve pêkanî bû. Wî jî digot: "ev dîyalog ji bêçareyî bû, divê gel nan û xwarin bi dest xista û derîyek ji dinya derva re vebûya". Bê gûman ev derîyê dinya derve, derîyê Îranê bû û bi şert û şirûtên Tehranê bûn. Bi vî awayî ji dervayî pesndayîna bilind ya Ayetullah Xumeynî û komara îslamîst, herweha navçeyên xwe jî, ji hêzên leşkerî yên ordîya El Bedr (muxalefeta şiî ya îraqî) û pasdarên şoreşa Îranê re vekir. Vê yekê jî têr nekir: Di dawîya meha tîrmehê de, hêzeke ji 3 000 pasdaran pêkhatî û di bin qumandarîya Sahrarûdî de ketin Kurdistana Iraqê, ev şexs yek ji qesasên serokê gelê kurd yê Iranê Ebdurehman Qasimlo bû. (4)

Piştî ku li Silêmanîyê bi cîh bûn, pasdar di cîhê xwe de nesekinîn, çûn sed kilometre wirdetir li Koy-Sancakê li ser axa di bin kontrola birêz Talabanî de, kampên kurdên Îranê bombe kirin. Birêz Barzanî, meşa wan li ser axa xwe qedexe kir, Sahrarûdî ew tehdît kir û soza "cezayekî nimûneyî" ji bo wî da.

Du hefte bi şûn ve, di 17 tebexa 96ê de, artêşa Îranê ji dûr ve bi topan agir reşand ser navçeyên Çoman û Hacî Umranê, li ser rêya stratejîk Hamilton, li alîyê din, YNK ji çend cepheyan ve êrişên xwe didomandin. Li gel şaşmayîna Amerîkayê agirbest şikestibû, li gel ku alîkarê wezareta karên dervê Robert Pelletreau, ev agirbest bi cîh anîbû, ji bo ku her du serokên kurd rêya maqûlîyê bigrin. Birêz Barzanî digot ku ew ji alîyê hêzên YNKê û pasdarên Îranê ve dorgirtî ye û ji ber vê jî berê ji amerîkîyan alîkarî xwest, li gel bersîva neyînî di 22 meha tebaxê de, li hember dagîrkirina Îranê û hevkara wê YNKê, ji Seddam Husên alîkarî xwest.
Şerê birakujîyê ku li Kurdistana Iraqê, ji gulana 94ê vir de dem dem berdewam bû, ji du hezaran zêdetir kes hatibûn kuştin, vê carê li ser olçekek hîn mezintir û xedartir dê bidomîya, vî şerî di demeke muwaqet de bi serkeftina PDKê domand, bi xêra hevkarîya bi Bexdyê re, di demeke nêz de her sê navçeyên Kurdistana otonom ketin bin destên KDPê. Îran nehat hawara birêz Talabanî, bi fikra ku hêvî dikir bi temamî bişkê da ku hemû şertên xwe pê bide qebûl kirin.

Ji ber hêza xwe ku ji serkeftinê bi dest xistibû, birêz Barzanî hewl da ku xeletîyan û texrîbatan tamîr bike; ji bo vê jî soz da ku ber bi dawîya 96ê hilbijartinên parlamentoyê li dar xe, di vê gavê de, efûya tevayî ji bo hemû kesên ku beşdarî şerê birakujîyê bibûn beyan kir. Herweha ji bo birêz Celal Talabanî jî, hemû partîyên ku çekên xwe danîyana, azad bûn ku beşdarî hilbijartina bibana û li hember Bexdayê serxwebûna xwe jî dîyar kir. Li gel hevkarîyek demek kurt û ji bo operasyonek taybetî, li gel Bexdayê, Barzanî da xuya kirin helwêst ew e ku di nav Iraqê de, hevkarîyeke federal pêk bê. Bi vê sedemê jî, ji serokkomarê Amerîkayê Clinton re nameyek nivisand û xwest ku hêzên amerîkî û yên hevbendîyê, wan li hember êrişên Bexdayê biparêzin. Ji bo vê jî garantîyên nivîskî dixwest û herweha ji bo ku bikaribin otonomîya xwe li hember Bexdayê biparêzin, çekên giran hêvî dikirin. Vê carê Washingtonê bersiv da û birêz Robert Pelletreau derhal şand herêmê da ku bikaribe 18ê meha îlona 96ê, li Tirkîyê wî qebûl bike.

Wekî din li Enqereyê, birêz Barzanî da xuya kirin ku, dê ewlekarîya rêya petrolê (oléoduc) garantî bike û li gel wî hemû bazar û bazirganîya ku ji sînorên wî derbas dibin, biparêze û wekî din jî parastineke mezin ji hindikayîya tirkmen re garantî bike. Li hember vê jî "ez ji Amerîka, dewletên hevbendîyê û ji Tirkîyê dixwazim ku dewleta me ya federal binasin".

Di vê gavê de, ji bo şanî bidin ku pêvajo bi halekî normal dimeşe, Parlamento li Hewlêrê civîya, di civînê de şêst û neh mebûs amade bûn, destûr dan birêz Roj Nûrî Şaweys (PDK) ku bêrê cîgirê serokwezîr bû, da ku kabîneya nûh ava bike ku heta nuha ji alîyê endamekî YNKê ve dihate meşandin. Delegasyonek jî çû Îranê da ku li gel birêz Talabanî biaxifin ku ji nû ve şerê çekdarî nedomîne û vegere Kurdistanê. Lê wisa dîyar e ku ev înîsîyatîf dê bi dijwarî bikaribin kurdên Iraqê iqna bikin, bawerî û hêvîyan ji bo rojên dehatû bidin wan.

Di nav sîh salên şer de, pênc salên nedîyar de, gelê kurd wisa dîyar e hemû hêvî û bawerîyên xwe li hember serokên kurdan winda kirine û herweha li hember Dewletên Rojava jî. Ev gel li hêvîya hêzekê ye ku bikaribe ji wan re xwarin û aşîtîyê bîne, di hêvîya xewneke ji bo azadîyê ku bidestxistina wê gelek dijwar e. Bedbextîya, xemgînîya kurdan, welê dîyar e dê hê berdewam be.

Çavkanî

  1. Kendal Nezan, "Dernier quart d'heure pour l'armée turque" (Çaryeka dawîn ji bo artêşa tirkan) , et Jean-François Perouse, "Terre brûlée au Kurdistan" (Axa şewitandî li Kurdistanê), di nav "Conflits fin de siècle" (Konflîktên dawîya sedsalê), Manière de voir , no 29, Sibat 1996
  2. Cf. The Washington Post , 16-09-1996
  3. Di 6ê Gulana 1975ê de, di navbeyna Iraq û Îranê de, li Cezayîrê hate îmze kirin, ji alîyê DYA ve dihat destek kirin, bi lihevhatinê pirsgirêka hidûdên di navbeyna her du welatan de çareser dibû û hemû şêwe alîkarîya Iranê ji serhildana kurdan re dihate sekinandin, bi vê bûyerê serhildana kurdên Iraqê di nav çend hefteyan de têk çû
  4. Sektreterê giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê li Îranê, Dr. Ebdurehman Qasimlo, di 13ê tebaxa 1989ê de li Vîyanayê (Awistirya) ji alîyê ajanên rejîma Îranê ve hate kuştin

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin