Berbiska zer

Çand û Huner

Romana Omer Dilsozî ya bi navê Berbiska Zer, di Gulana 2012an de, di nava weşanên Avestayê de, di serdema fuara pirtûkan a Amedê de derket pêşberî xwendekarên kurdî. Jiber hin sedeman min heta îro derfeta xwendina vê romanê bi dest nexist. Çend roj berê, bi helkeftina mêvandarîya Omer Dilsozî ya Kulûba Xwendina Romana Kurdî ya Diyarbekirê, min derfeta xwendina vê romanê bi dest xist.

 

Nivîskar, Berbiska Zer li ser sê beşan dabeş kiriye. Ev sê beş, bi navên Lerz, Dîdar û Rastîyê hatine binavkirin. Bi rastî, meriv nikare bêje ku dabeşkirineka bi rêk û pêk hatîye holê. Jiber ku bûyerên romanê di nava hev de hatine pêşkêşkirinê.

 

Ev romana navborî, bi hevokeka nûçeya televîzyonê weha dest pê dike: "Temaşevanên hêja, îro jî çaleke tijî hestî hate dîtin…"(r.9) Nûçeya televîzyonê, li mala serlehenga romanê, Sînema parêzer, ji alîyê wê û Cemîlê parêzer î heval û hogirê wê ve tê temaşekirin. Bi gotina Cemîlî ya:"Sînem, ji kerema xwe tu dikarî dengê tvyê piçekî daxî!"(r.9), wekî ku Cemîl bixwaze Sînemê ji bandora nûçeyê bi dûrxe, lê berevajî dûrketina Sînemê ji nûçeyê, bêtir Sînem li ser nûçeyê dihizire. Cemîl nerazîbûna xwe weha dide der: "Sînem, ev çendek e, halê te, ne çi hal e, …" Bi vî awayî gengeşeyek dûr û dirêj di navbera her du parêzerên hevalê hev de, dest pê dike. Di dawîya gengeşîyê de, Sînem bi hevoka "Derî li milê rastê ye, kerem ke." bera Cemîl dide. Cemilê hevalê Sînemê piştî vê bûyerê dibe hogirê Zîna parêzer. Di vê beşê de bi awayekî berfireh li ser jêkbûn(veqetîn)ê radiweste. Di rûpelekê de bi qasî 12 caran jêkbûnê dinivîse. Meriv dikare bêje ku bi awayekî felsefî nêzîkê jêkbûnê bûye.

 

Roman bi jiyana xwerû ya gundê Sêserê ve girêdayî bûyereka kontrayî radixe ber çavan. Leşkerên komandoyî cil û bergên (şalûşapikên) şervanên kurd li xwe dikin yanî xwe dixin delqên şervanan û dixwazin bi vî awayî têkevin navbera gel û şervanan. Ev karê hanê dîsa li ser serê bêkes û stûxwaran pêk tê. Emre û Cîhan, Hakan û Sebrî tîmeka ji van kontrayan e, serokê wan jî Arda ye. Mezinê hemû tîman bînbaşî yê ku ji alîyê leşkeran ve bi navê Efe dihat nasîn bû. Kar û xebatên kirêt yên van tîman hemî  ji alîyê Emre ve têne vegotin. Emre piştî ji leşkerîyê tê, poşmanîyeka mezin dijî. Dengê wijdanê wî herdem wî tengezar dike. Tevî ku dizewice (sê caran), dike-nake dilekî rehet jiber dengê wijdanê xwe nabîne.

 

Berjen

ê nevîyê Nûhî ku evîndarê Sînemê ye, berxvanîya gundê Sêserê dike. Nivîskar, sendina berbiska zer a Sînemê ji alîyê Berjen ve weha vedibêje: "Spêde hêj zû bû. Taveke tînde û zelal hêdî hêdî daw û damenên xwe li bejn û bala  Bestanê dipêça. Şivanê pezî berî bi çend deqeyan berê kerîyê pezê xwe dabû nav gelî û sertarên çiyê, berxik hêdî hêdî ji kozê dihatine berdan. Berjen, wekî her sipêdê îro jî tûrikê xwe avêtibû milê xwe û hêdî hêdî li ber berxikên xwe ket û xwest berê wan bide çerwarê. Durê û Sînem ji bêrîyê vedigeriyan, zerika şîrî di destê Durê de, Sînem jî li pey dihat. Durêyê qet pûte pê nekir û jê raborî, Sînem gihîşt Berjenî, di bin lêva xwe re pê re bişirî, taveke germ li ser rûyê wê yê xweşik tîşk veda.

 

"Berjen, tu çawa yî?" got û hêj Berjen bersiv lê nedayî, "Qusûra dayîka min nenêre, serejin wisa ne, hela dayîka keçikekê bin hema wisa dînokî dibin, dibin şivanê ser serê wan…"

Tîneke germ li ser dilê Berjen veda, çavên wî  yên reş î zeytûnî vegeşiyan, bû pirtepirta dilê wî, çend caran gotina xwe li ser devê xwe vekarî, pişt re bi dilekî xwebawer li Sînemê vegerand, "Ne ne, xem nîn e, min ji bîr kir jî," paşt re bi awirekê ji seranpê li bejn û bala Sînemê temaşe kir, bi dû re, hêdîka destê xwe da berbiska zer a nav porê Sînemê, ew girt.

 

"Kuro, tu çi dikî dîno" got Sînemê bi kenowarî.

"Bila diyariya te be, çavstêrka Sêserê."(…)

"Lawo Bêjo, ka tuyê çi bi berbiska keçikan bikî?"

"Sînem bêhna te jê tê, çend nik min be tu dê bê bîra min… Hem porê te wisa berdayî xweşkoktir e, gulîyên xwe girênede Sînem…"(…)

"Ti dîsa berbiska min bide, ez ê biçim mektebê, dê bixim ber kezîyên xwe, te zanî…"

"Na na, bi Xwedê ez nadim, heta tu ji wî sûretên sorî qurmizî maçekê nedî…" (…)

"Ka berbiska min?"

"Ka ramûsana min!"

 

Nûh jî aşvanîya wî gundî dike. Di navbera Nûh û Gula jinebî de nêzîkahîyek dilî heye. Gulê jinebîyeka pir xweşik e, hemî xort û mêrên gund bihesret û kedera Gulê dişewitin. Lê; Gulê xwe diparêze rû nade tu kesî. Bes ji zanyarîya Nûhî hez dike. Rojekê ku behsa nêzîkahîya Sînem û Berjenî tê kirin, destana bi nav û deng ya Sînemê vedibêje. Gulê bi awayekî dilxweş bi navê konemêro banî Nûh dike. Di jiyana gundê Sêserê de zêde karekter nîn in. Ji ber vê jî meriv dibêje qey nivîskar xwestiye bi hin fîgûranan vê hêjmarê temam bike. Wekî mînak li nik karektera xurt ya Gulê û diya Sînemê Durê bi navê Zerê karekterek, bes ji bo carekê li mala Nûhî çay vexwarinê dixuye. Nûh û Berjen ji derekî nediyar hatine wî gundî, bêkes û bêxwedî ne.

 

Hêzên kontrayî bi awayekî bêtirs, bi rojê têne gund û derin.

Bi zanîn tên mala Nûhî. Li vir meriv têkiliya di navbera pirs û tirsê de dibîne. Bilbilê ku dînekî ji gundê Sêserê ye, hîs dike ku kesên di nava cil û bergên şervanan de ne, ne kesên pak in. Ji helwest û tevgerên wan bêaram dibe û dibêje ew xayîn in. Bi tevî ku Bilbil dînekî ‘eware ye, bêpîvan hêrîşên Gula jinebî dike, her dem dibêje" ma çi dibe Gulê tu carekê min bikî mêvanê sing û beran…" Li vir nivîskar dixwaze bêje ku komel di bin hinek tirsan de nikarin rastîya dilê xwe bibêjin. Di vî warî de Nûh ji Sînemê re wiha dibêje:"Keça min, Bilbil dîn e ma ne?!" Kesî deng nekir, Nûh dewam kir:"Naxêr! Bilbil dîn nîn e, ji min, te, wî û wê biaqiltir e. Belkî ji ber ku ji me biaqiltir e, lewma em jê re dibêjin dîn." Bi meraqtir lê vegerand Sînemê: 

 

"Çawa mamê Nûh?"

"Weha keça min… Heçî em in, em di vî gundî de li gorî hinek edet û kevneşopîyan dijîn.

Qebûlên me yên xweser û yên giştî hene. Bo nimûne, ji bo ku em di nava gundî de bibin xwedan gotin divê em xwe bidine pêş û ji zibarê bigire heta paletîyê, ji piştîhênanê heta reqs û govendan divê em xwe di difna her kesê re bibine derê û ew me qebûl bikin… Ma ne wisa ye?"

"Erê, lê!"

"Yanî keça min, biaqilî û bêaqilîya me jî qebûlên vî gundî diyar dikin. Xasma, ya rastîn cudatir e her tişt… Her dem gotina giştî ya rast nîn e, hindek caran, hindek kes hene di nava me de, gelekî dilzîz û paşkêş in. Şermoke ne, an jî bi çavekî cudatir li jiyanê dinêrin. Dixwazin em wan guhdarî bikin, lê edet e, çu carê civatek, komek, an jî gundek xwe danaxe piyê kesekî û bi qebûl û têgihîştina kesekî ve serê xwe naêşîne…"

"Çawa xalo?" (…)

"Yanî ez aşvan im, nevîyê min şivan e û Bilbil dîn e, kê Bilbil dîn kiriye? Ji bo çi Bilbil xwe bi dînîyê danîye û ji ber çi Bilbil wisa pişta xwe daye jiyanê û kavil li ber kavilî digere? Gelo ya rastîn, Bilbil nebî dînîtî û xemsariya me li nav çavên me bide!"

 

Li alîyê dinê, li devera rojhilatê ciyê ku dibêjinê Navzoman, tîmek gerîla heye. Ev şikeft serdestê hemû Bestan û derobera wê ye. Dema leşkerên komando tên devera Bestan Cûdî wek fermandarê koma gerîla, civînekê li dar dixe. Weha dipeyîve: "Îro ji sibê ve ye, ez bi dûrbînê liv û tevgera li Gelîyê xwarê raçav dikim." Bi awirên wekî bazan çav li Xebat kir, "Heval" got:"Ji kerema xwe re, tu nîşeyên civînê li lênûskê binivîse. Wek rapor em ê ji komîteya rajor re bişînin."(r.54) Di vê komê de du gerîlayên din bi navê Dijwar û Rizgar jî hene. Cûdî axaftina xwe weha didomîne:"Hevalno, îro ji sibê ve ye liv û tevgereke ne asayî li Gelî heye. Berê çend landrowerên leşkerî hatin, birek leşker li wê derê peya kirin." Dijwar axaftina wî dibire wiha dibêje: "Nexwe em bixêrhatinekê lê bikin" Cûdî wiha dibêje:" Neyê heyecanê heval(…) Vê carê ne wekî her carê ye. Dijmin bi plangerîyeke nû radibe. Xuya ye, konsepteke nû dixine dewrê. Vê carê li hemberî me ne hêzeke leşkerî ya wekî her tîmî heye; vê carê em bi kontrayan re rûhev in. Heta niha me gelek çalakîyên mezin li dar xistin û her carê me şikestîyên mezin dane dijmin. Ew di çeper û enîyê de, bi taktîkên şerê gerîla nikarin, ev wekî ronîya rojê aşkere û li ber çavan e. Wer xuyaye ku wan jî ev rewş nirxandiye û niha dest bi taktîkên nû yên şer kirine.

 

Bi qasî min ji dûrbînê şopand, birra leşkerên em behsa wan dikin, tîmeke taybet e û ji pêncî şêst kesî pêk tê. Xuya ye, serkêşîya wana îtîrafkar û nokerên ku ji nava me qetîyane dikin. Evana cilên gerîla li xwe kirine; xuya ye, ew ji bo raçandina hin komplo û plangerîyan hatine. Divê em planên wan têk bibin(…)"

 

Di nava koma gerîla de, çar kes hene. Dijwar ji Nisêbînê ye, Xebat ji Farqîna Amedê ye û Rizgar jî ji Bazîdê ye. Nivîskar li se r devokên hevalên Cûdî bi Cûdî hin nirxandinan dide kirin.

 

Di romanê de Gulê xwedî roleka mezin e. Hem li gundê Sêserê tim alîkarê bêkesên wekî Nûh û nevîyê wî Berjen e, hem jî bo pêwendîya di nava parêzeran û Emre de roleka mezin pêk tîne. Roman, ji hêla vegotinê ve xwedî honandineka hêja ye. Her dem di nava vebêjeran de bi peyvan girêdanekê pêk tîne:

 

1- "…Xwedêyo, ev çi hestî ne?(dibêje Sînem)

Xwedêyo bê ew hestiyên kê ne?(dest pê dike Gulê)"

2-"Ez li dû wijdanê bûm…(Gulê vegotina xwe diqedîne)

Wijdan. Ax wijdana min…(Emre dest pê dike)"

3-"Ey wijdan min agir têkvedida!...

Agirê te…(Emre vegotina xwe bi dawî tîne)

Têkve nede agirî kuro Berjen, ka wê hestîka destê xwe deyne…" ( Dibêje Nûh)

4-"Ez hem ji qisetên mela hem jî ji tolazîya şivên ditirsiyam."( Berjen dibêje) Gulê jî bi "Ez ji tolazan ditirsiyam." dest bi vegotinê dike.

5-"Ranede deriyê dilê xwe! Ranede… Raa…( bi gotina Berjen beşa "Lerzê" diqede)

"Rade rade, Zînê ka pencerê rade, sar e." (bi gotina Sînemê beşa "Dîdarê" dest pê dike.)

 

Tevî vê xweş li hev anînê car caran hinek peyv  di cih de bi kar neaniye. Wekî mînak di rûpela bîstan de, di cihê pêsîrê de guhan (bo ajelan e) bi kar anîye. Paşê di rûpela 169an de hejmara karekterên xwe li hev xistîye, weha dinivîse: "De kerem bikin", li malxweyan vegerand Emre û her şeş bi hev re ber bi dilê Tîjê ve ketin rê." Nexwestin siwar bibin, her şeş bi hev re, bi peyayî di ber birc û bedenên hezarsalî yên Tîjê re ketin nav kuçe û kolanên vî bajarê kevin… (…) "Ez (1-Emre) li bajêr bûm. Sê jin (Gulê, Sînem, Zînê) û mêrek (Cemîl) hatibûn pêşiya min; ji bilî mêrî min hersêyên dîtir dinasîn. Bi telefonê em gelek caran axivîbûn."

 

Di dawiyê de Sînem û Gulê rastî hev hatine, lê bi gotina tu ji min re nas dixuyî, wekî hev nasnakin tevdigerin. Ev helwesta wan pir realîst nîn e. Valahîyek din jî dema Sînem ji gund dere û heta dibe parêzer bi awayekî nexwerû tê veşartin.

 

Lê, di dawîya romanê de, dema ku ji çala hestîyan, di nava destê Berjen de, Sînem berbiska xwe ya zer dibîne, li xwe tê mikurê û dibêje." Herê Berjenê min, xwezî min ne ramûsanek hezar ramûsan bo te bidana." Bi rastî jî romana Omer Dilsoz hêjayê xwendina her xwendekarê kurdî ye.