Bextreşiya milletekî bê dewlet

Pirsgirêka kurdî

Arşîva bîra Kurdan

Salên 1960’î, li Kurdistana başûr, bi pêşengiya Mistefa Barzaniyê ku vegeriyabû welêt ve Tevgera kurd dest bi şerrê çekdariyê kir. Hêzên Kurdan ewqasî xurt bûbûn ku herêma xwe xistibûn bin destê xwe û hukumeta Iraqê hingê mecbûr mabû ku bi wan re rûne û bazarê bike. Kurdan gellek serhildan dîtin, gellek şerr û xweşiyên ku pê re tên jî. Di siyaseta rasteqîn de îroj hatiye fahmkirin ku bi tena serê xwe mirov nikare bigihîje armancan û pêwîst e ku mirov doza xwe di qada navteweyî de bide naskirin û ji xwe re, ji bilî çiyayên Kurdistanê, dostine din jî peyda bike. Li Fransayê bi hewldanên Kamûran Bedirxan ve rojnameyên mina Le Monde’ê gellek caran behsa şerrê Kurdan dikir û digel dijayetiya Turkiyeyê jî hin pirtûk dihatin çapkirin. Van hewldanan kir ku, kêm be jî, bal bikeve ser Pirsgirêka Kurdan.

Erê, Kurd bi şerrê xwe ve hatin naskirin, lewre salên şêstî li seranserê cîhanê tevgereke azadixwaz belav bûbû ku di encamên wê de bûyerên 1968’ê pêk hatin. Vî nifşê azadixwaz yê li dijî zordariyê, bê guman di doza Kurdan de rengekî xwe jî didît. Milletekî li hember desthilatdariyên zordar dest bi şerrê çekdariyê kiribû û nifşê 68’ê di vê tevgerê de xeyalên xwe yên mezin vedihewandin. Gellek milîtanên ji vî nifşî wê demê çûn alîkariya Kurdan. Herçend, di qadên şexsî de be jî, van hewldanan bi dû re bandoreke xurt li raya giştî ya ewropî kir.

Xebatên wê demê yên ji bo nasandina doza Kurdan ne hêsan bûn. Lewre, li Ewropaya ku ji şerrekî mezin derketibû teqîneke endustriyel pêk hatibû, guherînên civakî û hişmendiyê pêk dihatin û ji ber mezinbûna bazara xwe ve xatirê Turkiyeyê li Ewropayê bilind dibû. Bandora artêşê ya li ser hukumetê jî baweriya Rojavayiyan ya ji Turkiyeyê xurttir dikir, lewre artêş, wê demê weke desthilatdariyeke xurt dihat dîtin. Peywendiyên Iraqa piştî dema melikiyê jî bi Ewropayê re baş bûn û Fransa û Brîtanyayê bi hev re sîleh difiroştin vê muşteriya ku di warê petrolê de hevkareke ne xirab bû. Îranê jî peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê re xurt kiribûn û bi vî awayî piştgiriya Kurdan ya li herêmê jî hatibû qelskirin. Ji xwe, Sûriyeyê dabû ser rêya Turkiyeyê û siyaseta xwe ya kurdî bi navê «kembera erebî» li gorî wê saz dikir. Ji bilî van bûyerên ku ji bo diplomasiya Kurdan astengiyên mezin bûn, herweha çar welatên ku Kurd lê dijiyan jî, pişta xwe dabûn hevdu, da ku agirê tevgera kurd ya azadîxwaz bihataya tefandin. Lewre, heger li deverkê agir pêketaya, wî agirî karîbû hemû welatên herêmê bidana ber xwe û her çar welatan jî bi vê yekê zanîbû. Ji ber wê ye ku serkevtiyên Kurdan yên li Iraqê yên sala 1970’ê divê li gorî vê çarçoveyê were nirxandin.

Ev nivîsa Jean-Pierre Viennot ku em di vê hejmarê de pêşkêşî we dikin jî yek ji nîşana wan hewldanên danasîna Tevgera Kurdan e. Lewre, em ji nivîsê dibînin ku rewşa Kurdan hê baş nehatibû naskirin û nivîskar hewl dide ku berî hertiştî vê rewşê bi xwendevanên xwe ve bide naskirin.

Jean-Pierre Viennot di sala 1969’an de teza xwe ya doktorayê ku li ser Tevgera Neteweyî ya Kurdan çêkiribû, bi awayekî fermî parastibû û heman salê jî li Zanîngeha ku nuha bi navê INALCO’yê tê naskirin û berê bi ser Zanîngeha Sorbonê ve bû, dest bi mamostetiya dersên dîroka Kurdistanê kiriye. Ew bi kurdologên mîna Joyce Blau û Thomas Bois re xebitiye. Di kovarên zanistî yên wê demê de gellek nivîsen wî yên li ser Kurdan jî hatine çapkirin û bi rêya lêkolînên wî ve ji bo nasandina tevgera kurdî bingehekî xurt hatiye avakirin.

Berî çapkirina vê nivîsa ku hûn ê bixwînin bi mehekê, li Iraqê, 11’ê adara 1970’ê, peymanek di nava Tevgera Kurdan û Hukumeta Iraqê de hatibû îmzekirin û li gorî vê peymanê otonomiya Kurdan ya herêmî dihat naskirin. Ev nivîs jî di çarçoveya vê peymana ku bûye cîhê hêviyê de behsa pirsgirêka Kurdan dike û rewşa Kurdên li welatên din jî bi bîr dixe.

Le Monde diplomatique kurdî, dê her meh vê arşîva Kurdan ya «diplomatîk» bigihîne xwendevanên xwe û bi rêya van nivîsên ku di Le Monde diplomatique’ê de hatine çapkirin, alîkariya fahmkirina dîroka me ya nêzîk bike.

Peymana dawîn ku di navbera Mela Mistefa Barzanî, serokê kurd yê navdar ku tev li hemû serhildanên Kurdistana Iraqê yên ji 1930’î û bi vir ve bûye, û berpirsên « Baasa rastgir » ku piştî darbeya 17’ê tîrmeha 1968’an ji nû ve hat ser desthilatdariya Bexdayê de hate îmzekirin, gelo derdikeve derveyî sînorên nexşeya dernavendîkirina (la-markaziyya) ku Bexdayê danîbû ber xwe ?

Ev peyman gelo dê bibe deriyê têgihîştina ku Kurdan ji « otonomiyê » kiriye ? Kurdan ev têgihîştina xwe di daxuyaniya 24’ê nîsana 1963’an de bi awayekî aşkere dabû zanîn ku mirov dikare wê daxuyaniyê weke çarçoveya daxwazên wan ya daîmî jî binirxîne. Li gorî agahiyên ku îroj di destê me de hene (dawiya adarê), hê gellekî zû ye ku mirov bikare bersiva pirsa jorê bide. Ew ê bibe paradokseke dîrokê ku partiya sosyalîst ya vejîna erebî (Ba’th) ku di nava Rojhilata ereb de weke mezintirîn dijmina daxwazên Kurdan û dijbera fikra neteweperweriyeke ne-ereb ya di nava welatekî ereb de tê naskirin û li ser têgihîştineke mîstîk, da ku mirov nebêje « surrealîst », ya neteweperestiya ereb hatiye avakirin û piştî 10’ê hezîrana 1963’an, li hember Kurdan dijwartirîn zulma leşkerî kiriye, îroj rabe û meşrûbûna daxwazên Kurdan yên neteweyî bipejirîne. Mîşel Aflaq’ê ku yek ji serokên Baasê yên dîrokî ye û di bazara iraqo-kurd ya Beyrûdê de roleke sereke lîstiye, çewtiyên xwe û tevgera xwe yên di vê mijarê de qebûl kirin. Mirov dixwaze hêvî bike ku xwerexneya wî ji dil be û ne nîşana lîstikeke taktîkî be ku bi armanca qezenckirina demê û xapandina raya giştî ya ereb û navneteweyî hatibe kirin.

Gelo çi heye di nava vê otonomiya ku ji aliyê berpirsên kurd ve hatiye aşkerekirin û bûye armanca sereke ya vî şerrê çekdar ku bi salan e didome û bûye cîhê ewçend hêsir û xwînê?
Xal bi xal ev hene :

1- Naskirina rastiya duneteweyîbûna Dewleta Iraqê û hebûna Kurdan ya neteweyî ya li ser axa xwe: Kurdistana Iraqê (an jî ya «başûr»), naskirineke weha ku divê bi awayekî fermî di Destûra Komara Iraqê de were nivîsandin.

2- Diyarkirina îdarî ya Kurdistana Iraqê, yanî axa ku Kurd lê pirrhejmar in û, li gorî Kurdan, ev lîwa û qeza (1) di nav de ne (2): lîwayên Silêmanî, Kerkuk û Erbîl (bi kurdî Hewlêr) – qezayên Xaneqîn ku di nava lîwaya Diayalayê de ye, qezayên Zaxo, Dihok, Amediye, Aqra, Sîncar, Şêxan û Til Afar ku di nava lîwaya Mûsilê de ne û dê di nava xwe de lîwayeke nû ava bikin ku navê wê dê bibe lîwaya Dihokê. Hersê qezayên dawîn yên Yezîdiyan in ku civata oleke kurd e û bi çewtî ji wan re dibêjin « bawerî şeytên dikin », civateke girtî ye û li gorî îslama sunnî jî qedexe ye ;

3- Hilbijartinên giştî li Kurdistanê ji bo diyarkirina parlamentoyekê, ku ji vê parlamentoyê dê lijneyeke birevebiriyê pêk were û ev jî dibe hukumeta Kurdistana otonom û desthilatdariya wê dê li ser hemû herêma kurd di warê birevebiriya karên civakî de hebe (huqûq, perwerdehî û xwendin, tendurustî, cotkarî, tûrîzm, katên civakî û hwd.), û ev jî dibe bernameyeke weha ku Dewleta Iraqê ber bi federalîzmê ve dibe ;

4- Perwedehiya zimanê kurdî ya li Kurdistanê, di hemû astên xwendinê de, û bikaranîna wî ya di hemû dezgehên birevebiriya herêmî de; bipêşxistina bê asteng ya çanda kurdî (weşan, zanîngehên herêmî, îstasyonên weşana radyoya kurdî);

5- Beşdariya Kurdan ya hemû dezgehên Dewleta navendî yên sivîl û leşkerî, ku ev beşdarî dê li gorî nifûsa Kurdan (nêzî du milyonan) ya di nava nifûsa Iraqê ya giştî de be (heft milyon) : tayinkirina Kurdekî ya ji bo dûserokatiya Komara iraqî;

6- Beşekî kara ji petrola Iraqê, li gorî nifûsa xelkê Kurdistanê, ku sê çarîkên wê petrolê ji herêma kurd (kanên Mûsil û Kerkukê) tê derxistin dê li fînansmana geşkirina Kurdistanê ya çandî, aborî û civakî were xerckirin; di nava artêşa iraqî de, beşekî kurd (feyleq) dê hebe û dê li Kurdistanê bê bicihkirin ;

7- Azadiya çalakiyan ya bê sînor ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê ku take partî ye li Kurdistanê, ligel beşê kurd yê Partiya Komunîst ya Iraqê.

Naskirina ji aliyê Bexdayê ve ya hebûna neteweyî ya xelkê kurd, ku di dema şerrî de xwe bi awayekî ciddî da naskirin û êdî ji herkesî ve aşkere ye, û herweha pejirandina daxwazên Kurdan yên di warê çandî û zimanî de ji xwe pêk hatibû, lê pirsgirêka anîna lîwaya Kerkukê (ku bîrên petrolê yên Bey Hasan û Cambûrê lê ne) ya nava herêma kurd ya otonom, ku ne bi dilê hukumetê bû, bi cudakirina qezayên ne-kurd ve hate çareserkirin. Ji aliyê din ve, di mijareke girîng de Kurdan serkevtinek bi dest xist ku ev mijar di bazarên berî vê de tim bûbû sedema têkçûyina bazarê û ev jî tê wê wateyê ku Bexdayê tawîzeke pirr mezin daye: hêza çekdar ya Berxwedana kurd (pêşmerge) dê neyê belavkirin. Ev hêz bi tenê heye ku bikare dezgehên berdewamiya dezgehên Kurdistana Iraqê bipareze, û tew gava ku mirov guherbariya siyasî ku li Iraqê bûye adet jî bihesibîne, ev mijar girîngtir dibe (hin serbazên rastgir yên tûndrew hewl dabû ku ji bo rawestandina bazaran darbeyekê bikin, lê belê demeke kurt berî peymana dîrokî ya 11’ê adara 1970’yê rê li ber wan hate girtin). Piştî demekê, artêşa serhildêrên kurd dê bibe teşkîlata polisên herêmî û sînorên iraqo-iranî bipareze. Herçî daxwazên li ser petrolê ne, diyar e ku Kurdan êdî dev ji wan berdaye.

Civakeke nû ku şerr nas kiriye

Serhildana kurdî di destpêkê de bi taybetmendiyeke kêm zêde eşîrkî bû, lê belê ji bihara 1962’an û bi şûn ve, bi tevlêbûyina Partiya Demokrat a Kurdistanê ve rengekî bi temamî neteweyî û girseyî wergirt û di nava wê de gundî û axe, rewşenbîr, bajarî û serokeşîr, leşker û serbazên kurd ku ji artêşa iraqê reviyane, hemû hatin ba hev. Ev partiya mezin ya neteweperwer ku modernîst û ji aliyê civakî ve pêşverû ye û di nava wê de meylên maksîst tim xurt bûn, 16’ê tebaxa 1946’an bi yekîtiya sê tevgerên kurd ve ava bûye : Partiya Komunîst a Kurdistana Iraqê (rojnameya Şoreş), baskê çep yê partiya kevn Hêwa (hêvî) û Komela (Komîteya serhildana Kurdistanê) ku li Kurdistana Îranê bûbû pêşeng û avakarê Komara kurdî ya Mehabadê (1946).

Derfetên qirkirinê ku hukumeta Bexdayê bi kar anîn, da ku vê serhildana xurt ya xelkê kurd biperçiqîne – bomberana gundan ya bi napalmê, bikaranîna gazên kîmyewî û asîda sulfurîk ya li dijî xelkê sivîl, şewitandina zadî û talankirina pezî- xurttirîn sedem bûn ji bo belavbûyin û bihêzbûyina hişmendiyeke neteweyî.

Mela Mistefa Barzanî kesayetiyeke bi hêz û ecêb bandorkir bû, neteweperwerekî bawerkirî û xurt bû, lê belê di warê civakî de muhafizekar bû, surguniya wî ya li Rûsyayê bandoreke politîk ya zêde li ser wî nehiştibû, qumandarekî leşkerî yê bêhempa bû, tecrubeyeke wî ya bîst û pênc salan ya şerrê gerîllayî hebû, di warê politîkayê de pragmatîk bû lê belê hay ji asta xwe ya zanînê jî hebû û kêmaniyên xwe qebûl dikir, bi temamî bi civaka kurdî û adetên wê yên kevn ve girêdayî bû û van taybetmendiyên wî derfet dayê ku dijayetiyên cihêreng yên di navbera beşên civakê yên cur be cur de (gundî û axe) nebin pirsgirêk û cudahiyên politîk yên di nava endamên modernîst ku ji entelîjensiyaya bajaran dihat û endamên civaka kurdî ya kevn ku ber bi nemanê ve diçû (serokeşîr) kêm bibin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), digel ku piştgiriya reformeke zeviyan dike û xwe weke tevgereke «şoreşger û demokratîk û pêşverû ku mafên karkir, gundî, karmend, sinhetkar û rewşenbîrên şoreşger yên Kurdistana Iraqê  diparêze» (xala 2.) dide naskirin, dîsa jî di dema azadiya neteweyî de, ji bo xatirê «eniya neteweyî ya yekgirtî» statukoya civakî parast, da ku peywendiyên wî yên bi «serokeşîrên welatperwer» û axeyên piçûk re ji dest neçin: bi tenê, dest danîn ser zeviyên Kurdên ku bi dewletê re dixebitîn û ew li gundiyan belav kirin û gundiyan jî baca xwe rasterast dida lijneya birevebiriya şoreşê. Qeyrana navxweyî ya mezin ya havina 1964’an nehat çareserkirin, lewre yên ku wê demê xwe li gorî rexneyeke çepgir ya birevebiriya barzanîst dida nasandin (Celal Talabanî – Îbrahîm Ahmed) bi dû re ketin nava wê xeletiya mezin ku xwe nêzîkî hukumetê kirin û hetta li dijî serhildana kurdî ya bi pêşengiya Barzanî jî bi artêşê re ketin nava hevkariyeke temamî ku îroj zehmet e ku mirov bibêje ku ev şoreşgerên qahweyan yên ku li Bexdayê di nava rehetiyekê de û di bin parastina polîsên iraqî de dijîn, beşdarî tevgera neteweyî bûbin.

Otonomiyeke de facto li herêmên Kurdistana Iraqê yên azadkirî hate bicîhkirin: birevebira sivîl ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve li hemû gundan hate danîn. PDK weke yek ji organîzetirîn û xurttirîn partiyên Rojhilata Navîn tê naskirin (bîst û pênc hezar endam). Dibistan hatin damezirandin û pirtûkên perwerdehiyê yên bi kurdî ji bo wan hatin çapkirin. Dermanxaneyên sivik û çapxaneya ji bo rojnameya Partiyê (Xebat) hatin danîn û îstasyoneke radyoyê ya qaçax (Dengê Kurdistana Iraqê) hate vekirin ku heta li gundên herî piçûk yên Kurdistana Turkiyeyê û Îranê jî dihat guhdarîkirin û hukumeta Bexdayê çi dikir jî nikarîbû ew hilweşandaya, lê belê, hemû bangên wê yên ji bo civata derve bê bersiv diman.

Navenda birevebiriyê (hijdeh endam in ku duwanzdeh ji PDK’yê ne), ji aliyê lijneya şoreşa Kurdistana Iraqê (şêst û sê endam) ve tê hilbijartin ku ev lijne jî dibe weke parlamentoya Kurdan û di nava wê de Suryanî (Xristiyanên keldanî û nestoriyên ku ji zimanê aramî tên) jî bi awayekî çalak tev li tevgerê dibin. Navenda birevebiriyê dibe kakila şoreşê û bi Barzanî re di nava peywendiyeke xurt û daîmî de ye. Barzanî serokê PDK’yê yê rûmetê ye û herweha serokê Lijneya fermandariya Şoreşê ye jî, Mihemed Habîb Kerîm him sekreterê partiyê yê giştî ye û him jî sekreterê navenda birevebiriyê ye, lê vê dawiyê Mahmûd Alî Osman ketiye şûna wî. Mahmûd Alî Osman jî piştî Barzanî di şoreşê de navê duyem e.

Herçî artêşa serhildêrên kurd e, îroj hijdeh hezar partîzanên wê hene (pêşmerge) ku di nava deh beşan de (Hêz) hatine dabeşkirin. Di destê wan de deh misîlen ji bo parastina li dijî balafiran hene, nêzî bîst topên wan yên giran hene û cebilxaneyên wan yên xurt hene ku % 90’ê wan ji artêşa Iraqê bi şerr hatine bidestxistin. Ji nava vî şerrê dirêj û xwînrij ku fedakarî û êş û azarên bê hesab û trajediyên mirovahiyê nas kirine, mirovekî kurd yê nû peyda bû ku axlaqekî wî yê şoreşgeriyê heye ku bi fedakarî û zehmetî û mêrxasiyeke bawerkirî ya di nava rewşên dijwar de hatiye ceribandin, bi sebir, bi realîzmeke xweşbîn, bi welatperweriyeke paqij ku dûrî xirabiyên nasyonalîzma ereb e û li ser daxwazên girseyî û bi enternasyonalîzmeke xurt ve hatiye sazkirin.

Soreşa kurdî li Iraqê nîqaşeke mezin anî nava hêzên siyasî yên ereb, çepa iraqî û bi taybetî jî partiya komunîst bi awayekî aşkere piştgiriya otonomiya Kurdistana Iraqê dikir û herweha mafê Kurdan yê serxwebûnê û avakirina Dewleta xwe ya Kurdistana mezin, teva ya Turkiye û ya Îranê jî nas dikir. Wê bi dîroka xwe ve nîşan daye ku ew li dijî hukumetên dîktatoryal û leşkerî ye û ne li dijî milletan e, iraqî û ereb e û di nava wê de gellek milîtanên ereb hene ku bi pirranî maksîst in û ji ber zulmê reviyane hene û li çiyayên Kurdistanê (hêza Kemal) li dijî hukumeta xwe rahiştine çekan û şerr dikin. Ber bi dawiya sala 1967’an, çiya bi baskê çep û şoreşger yê partiya komunîst ve tije bûn û ev hêza ku li dijî rastgirên reformîst bû li gundên Ereban û herêmên dijwar yên başûrê Iraqê peyda bû. Başûrê Iraqê ji berê ve bûye dergûşa nerazîbûneke civakî ya tûnd (serhildana koleyên reş ya Xariciyan li Iraqê, sala 868’an).

Eniya şerrê girseyî, organîzasyona berxwedana çekdar ku ji birevebiriya navendî tê, bang li xelkê kiribû ku serî hilde û bi şoreşa Kurdistana Iraqê re eniyeke hevbeş ya şerrê çekdar ava bike, lê belê çiyayên wê ji aliyê artêşa Iraqê ve zû bi xwînê hatin paqijkirin, lewre tevger bi awayekî baş nehatibû amadekirin û gundiyan giliyê gerîllayan dikir. Vê tevgerê di warê çekdarî de piştgirî ji Kurdan stendibû û Azîz Al-Hacê berpirsê tevgerê jî bi îşkenceyan ev yek li xwe mikur hat û neçar ma ku li ser televizyona Bexdayê fikrên xwe yên berê red bike.

Van demên dawiyê, ji ber zulma li dijî Kurdan gellek serhildanan li Iraqê rû dabû. Ya herî giring 3’yê tîrmeha 1963’yan li qampa Raşîd, nêzîkî Bexdayê dest pê kiribû. Hukumetê weha bersiv dayê: «Em li vê bûyera trajîk ku li qampa Raşîd ya leşkerî pêk hat difikirin. Leşkerên ku hê nuh ji Basrayê hatibûn wira diviya bi şev bi qemyonan biçûna bakur. Saet duyê şevê qemyon amade bûn, lê belê leşkeran nedixwast siwar bibin. Wan pişta xwe da hevdu û li dijî qumandaran rahiştin sîlehan. Berpirsên ku hayê wan jê çêbû, ferman da tankan ku êrîşî wan bike : bi sedan kes mirin. Roja din daxuyaniyeke fermî dida zanîn ku li Raşidê rê li ber ‘komployeke komunîst’ hatiye girtin û endamên wê ji aliyê ‘hêzên welatperwer’ ve di nava nîv saetê de hatine kuştin!» (ji qelema Nazem Safir, kovara cezwît Etudes ya adara 1964’an).

Helwêsta Îranê ya nû

Heta 1964’an ku Qahîre û Bexda nêzîkî hev bûbûn, hersê welatên sereke ku Kurdistan di nava xwe de par ve kirine, yanî Turkiyeya ku şeş milyon Kurd lê dijîn, Îrana ku çar milyon Kurd lê dijîn û Iraqa ku du milyon Kurd lê dijîn di nava xwe de peywendiyên xurt danîn, bi taybetî jî bi beşdariya hevpar ya paktên leşkerî ve (pakta Saadabadê ya 1937’an, bi dû re jî, pakta Bexdayê ya 1955’an), ku hin ji xalên bingehê wan paktan li ser tevdîrên li dijî çalakiyên tevgera kurd ya neteweperwer bû.

Li Îranê, pirsgirêka kurdî tu carî weke li Turkiye û Iraqê nebû mijara pêkutiyên xwînrij. Li Turkiyeyê, di serhildana Şêx Seîd (1925), serhildana Agiriyê (1930) û serhildana Dêrsimê (1937) de çil hezar Kurd hatin kuştin. Lê belê, avakirina Komara kurd ya Mehabadê ku li Kurdistan Îranê, çileya paşîna 1946’an pêk hat, rast e ku di konjonktureke siyasî ya gellekî baş de pêk hatibû (têkçûyina desthilatdariya navendî, ketina hêzên rûs ya bakurê Îranê û ketina hêzên brîtanî ya başûrê wê ku ev hemû di çarçoveya çalakiya hevpeymaniyê de pêk hatin), û ev komar, li gorî Komara demokratîk ya turk ya Azerbeycanê (paytexa wê Tebrîz bû) ku di heman demê de ava bûbû û bi ser siyaseta komunîst ve bû, li ser bingehekî neteweperwer hatibû avakirin û ev jî nîşaneke zelal e ji bo ku mirov bibêje ku hêzeke netweperweriya kurd ya daîmî li Îranê heye.

William Eagleton ku nivîskarê pirtûkeke li ser Komara Mehabadê ye (3) û demekê li Tebrîzê jî maye û vê mijarê baş nas dike, weha dinivîse : «Ya rast ew e ku fikra ku agirê neteweperweriya kurdî di navbera 1943 û 1945’an de li Îranê geş kir, îroj hê jî li Mehabadê û deverên Kurdistanê yên din heye» (r. 126). Di dema seferekê de ku min havîna 1966’an li Kurdistana Îranê kir, min bi xwe jî dît bê ev agahî çiqas rast e û min fahm kir ku Mehabadê dev ji hêviya xwe bernedaye û dixwaze ji nû ve bibe navendeke çalak ya tevgera kurd.

Vê komara piçûk, digel temenê xwe yê kurt jî (hema hema salek), berhemeke ecêb pêk anî, bi taybetî jî di warê çandî de : vekirina dibistanan, çapkirina pirtûkên dersan û kovaran bi zimanê kurdî. Lê belê Stalîn weke ya Azerbeycanê, dev ji piştgiriya vê komarê jî berda, lewre wî dixwast li berdêla vekişîna hêzên sovyetî (gulana 1946’an) peymaneke avakirina şîrkete dualî îrano-rûs bi dest bixe ku li ser petrola bakurê Îranê bixebite. Hingê ev komar jî bi awayekî trajîk bi dawî bû û serokê wê Qazî Mihemed û herweha gellek mezinên Kurdan roja 31’ê adara 1947’ê hatin bidarvekirin. Ji hêla din ve, piştî vegirtina Mehabadê (çileya paşîna 1946’an) artêşa Îranî jî pirtûkên kurdî yên ku dezgeha perwerdehiya Komarê çap kiribûn, hemû şewitandin.

Heger mirov bibêje ku li gorî welatên din, peywendiyên kurdo-îranî aram in û sedemên vê yekê di nêzîkahiya wan ya etnîkî û zimanî de bigere, kes dê pê qane nebe, lewre nêzîkahiya etno-zimanî nayê wateya nasnameya neteweyî. Em di wê baweriyê de ne ku çiqas çewt be ku mirov mehû milletên silav weke neteweyekê bihesibîne, ewqasî çewt e ku mirov hemû milletên îranî weke neteweyekê bihesîne ! Belkî mirov dikare sedema vê yekê di bisernetina Farisan ya «şoreşa destûrê» ya 1907-1911’ê de bigerre ku ev şoreş bi armanc û awayê xwe ve gellekî dişibiya şoreşa neteweyî ya Mistefa Kemal (modernî, laîkî, navendîkirina Dewletê, şerrê li dijî desthilatdariyên biyanî û gendeliya navxweyî). Bi îdeolojiyeke neteweperest ya faris, weke neteweperestiya etnîkî ya Turkiyeyê ku ji dewra Mistefa Kemal ve heye û neteweperestiya ereb ya Iraqê, bi tenê ev şoreş dikare, li gorî pêvajoya klasîk ya sedem-encamên diyalektîk, bibe sedema helwêsteke Kurdan ya neteweperest.

Sedem çi be jî, ji bo Tehranê, pirsgi-rêka Kurdan ya neteweyî nikare li Îranê hebe. Hasan Arfa’yê ku weke generalekî tev li gellek operasyonên leşkerî yên li dijî Kurdên Îranê bûye û herweha nivîskarê pirtûkeke li ser pirsgirêka kurdî ye (4) têgihiştina fermî xweş aşkere dike û weha dinivîse: «Îranî Kurdan weke kurd qebûl dikin, lê belê Kurd ji malbateke nijada îranî tên û ev malbat dibe şaxê vê nijadê yê kurd, dibe beşekî Îranê; ji xwe, Îran împeretoriyeke pirrnijadî ya weha ye ku li ser dîrokê, li ser adetan û li ser girêdana bi Şahî ve hatiye avakirin. Ji ber wê, ji bo Îraniyan, pirsgirêka kurdî tuneye» (r. 159-160).

Ji hêla xwe ve, general Teymûr Baxtiyar ku kevneberpirsê polîsê siyasî yê îranî (Savak) ye, roja 26’ê tîrmeha 1958’an ji New York Timesê re weha gotibû : « Li derveyî Îranê, li kuderê bin jî, Kurd li herderê weke Îraniyan tên naskirin û zimanê wan jî farisî ye. Em pê bawer in ku ew peywendiyên ku wan bi xaka wan ve girê didin ji bîr nakin».

JI ber dijayetiyên xwe yên bi Iraqê û welatên ereb yên din re ku her ku diçû tûndtir dibûn (naskirina Îsraîlê ya ji hêla Tehranê ve ; beşdariya Îranê ya li pakta Sentoyê, xwedîderketina Îranê ya li giravên Bahreynê û yên Erebistanê ; rikberiya sînorî ya li ser Şat-al Erebê), Îranê êdî şoreşa Kurdan ya li Iraqê ji xwe re weke xetere nedidît û ji 1964’an û bi şûn ve, nema tev li çalakiyên li dijî wê dibû û tew êdî, ji bo propagandaya panîranîst û anti-ereb, piştgiriya şoreşê jî dikir ; lewre, birevebiriya barzanîst, ji ber sedemên taktîkî yên malûm, nedixwast berî bidestxistina otonomiya Kurdistana Iraqê behsa pirsgirêka kurd ya li Îranê bikiraya.

Ji ber van sedeman, serhildana kurdî ya li Iraqê demeke dirêj ji vê «bêterefiya dostane» ya Îranê îstifade kir. Li gorî vê bêterefiyê, sînorê iraqo-îranî ji nû ve vebû (li hêla Iraqê sînor di destê Kurdan de bû) û bi xêra wê birîndar derbas dibûn, sîlehên ku Kurdên Îranê dişandin dihatin, alîkariya tendurustiyê digihîşt Kurdistana Iraqê û herweha rojnameger û rayedarên kurd tê re diçûn û dihatin. Lê belê, fraksiyoneke muhafizekar a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji birevebiriya barzanîst ya Kurdistana Iraqê veqetiya û sibata 1965’an, li ser sînorê iraqo-îranî kongreyeke cuda li dar xist. Vî baskê şoreşger «reformîzma parlamenter» ya partiya Tûdeh (partiya komunîst ya îranî ya prosovyetîk) şermezar kir û şerrê çekdarî dast destpêkirin: «Take rêya rast ya ji bo azadiya neteweyî şoreşa çekdar ya li dijî kolonyalîzmê û berhemên wê ne, û ev şoreş divê li ser îdeolojiyeke civakî ya nuh bê avakirin ku bikare dawiyê li xizanî, li bêdadî û li zulmê bîne» (encamnameya kongreya duyem. Çavkanî: Eric Rouleau, «Daxwazên şoreşger li Îranê», Le Monde diplomatique, sibat 1966).

Hêzeke gerîllayî ya weha ku fraksiyona PDK’ya Iraqê ya antîbarzanîst ya ku bi hukumeta Bexdayê re dixebite jî piştgiriya wê dike, di navbera 1967-1968’an de li Kurdistana Îranê dest bi çalakiyên xwe kir. Îroj bi dehan milîtanên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di girtîgehê de ne û gellek birevebirên wan yên naskirî jî bi sîlehan hatine kuştin, mîna Mela Awara, Îsmaîl Şerîfzade û Silêman Ahmed Mueynî.

Ber bi diyarkirina qedera xwe
û ya Kurdistana Mezin ve

Li Kurdistana Turkiyeyê, ji dema Mistefa Kemal ve, zulmeke çandî û zimanî bi awayekî gellekî tûnd û bêrehm li ser Kurdan tê meşandin : qedexeya hemû celeb weşanên bi zimanê kurdî (alfabeya kurdî bi xwe jî bi qaçaxî belav dibe), redkirina hebûna Kurdan ya neteweyî, ku bi awayekî fermî ji wan re dibêjin «Turkên çiyayî». Qanûneke fermî (n° 6/7635) roja 14’ê sibata 1967’an di rojnameya fermî ya Komara turk de hate belavkirin û got ku «bi çi awayî be jî (weşan, dîsk û qeyd), hemû alavên ku bi zimanê kurdî ji welatên derve bên û li Turkiyeyê belav bibin qedexe ne». Daxuyaniya ecêb ya general Gursel hê jî di bîra herkesî de ye: «heger ev Turkên çiyayî (yanî kurd) yên ku nayên ser rêyê rehet rûnenin, artêş dê gund û bajarên wan bide ber bombeyan. Dê goleke xwînê ya weha pêk were ku ew û welatê xwe dê di nav de bifetisin» (ji Dagens Nyheter’a Stockholmê, çiriya paşîn 1960).

Hingê, naskirina otonomiya Kurdistana Iraqê ya ji hêla Bexdayê ve desthilatdariyên Tehran û Anqereyê ditirsîne, lewre ew ditirsin ku bandor li hişmendiya Kurdên welatên wan jî bibe û Kurdistanê Iraqê, weke sala 1959’an ku «dewra çep» ya şoreşa iraqî bû, bibe binkeyeke piştgiriyê ji bo tevgera neteweperwer ya kurd ya li Turkiye û Îranê, û bi vî awayî, bibe cihê kêfxweşiya hemû Kurdên Rojhilata Nêzîk. Rojnameyên turk dan zanîn ku serdana Anqereyê ya wezîrê iraqî yê karên navxweyî, Saleh Mehdî Ammeş, ku hema berî agirbesta Kurdistan Iraqê pêk hat, bi armanceke nihênî bûye ku piştgiriya Anqereyê ya leşkerî wergire, da ku heger bazar bi ser nekevin, koka tevgera Kurdan ya Iraqê paqij bikin. Divê mirov bi bîr bixe ku xala 23’an ya rêbaza Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê weha dibêje: «Em, li parçeyên Kurdistanê yên din, di rêya azadiyê û bidestxistina mafên xwe yên neteweyî de, piştgiriya doza milletê kurd ya rewa dikin».

Weha diyar dibe ku tevgera kurd di bernameya xwe de berê xwe dide hemû statukoya axî û civakî ya li Rojhilata Nêzîk, lewre doza kurd Dewletên iraqî, îranî û turk ber bi qeyraneke sazûmaniyê û federalîzmê ve diajo. Ev tevger hevkariyê bi hêzên van hersê welatan yên muxalif re dike û li dijî sînorên çêkirî ye ku ev sînor bûne sedema parçekirina Kurdistanê û bermahiyên siyaseta rojavayî ne, eynî wekî tevgera neteweperwer ya ereb ku li dijî balkanîzekirina Rojhilata ereb e. Tevgera kurd herweha armancine civakî yên dijwar jî danîne ber xwe, bi taybetî derbarê zeviyan de, ku heta nuha encamên baş nedane û dikarin, di dema bicihkirina dezgehên otonom ya li Kurdistana Iraqê de, navkokiyên civakî yên vê tevgerê derxin holê.

Çavkanî

Jean-Pierre Viennot:
Xwediyê tezeke doktorayê ye ku li Zanîngeha Sorbonê li ser mijara Pirsgirêka kurdî çêkiriye û roja 9’ê çileya pêşîna 1969’an bi awayekî fermî parastiye.

  1. Di sîstema Iraqê ya îdarî de lîwa, qeza û nahiye hene ku ya herî mezin lîwa ye
  2. Nota wergêr : Liwa û qeza di orjînala nivîsê de jî li gorî bilêvkirina wan a erebî hatine nivîsandin. Tên wateyên «herêm» û «bajar» Di nava Kurdên başûrî de peyva «lîwa» weke « parêzgeh » hatiye wergerandin. Di sîstema Iraqê ya îdarî de, navê herêmê ji navê serbajarê wê tê, weke parêzgeha Hewlêrê, parêzgeha Kerkukê û hwd
  3. The Kurdish Republic of 1946 (Komara kurd ya 1946’an), Oxford University Press. Londres, 1963. Zimanê kurdî, weke farisî, osetî, belûcî, tacikî, paştûya ku zimanê Afganistanê yê fermî ye û li herêma Paştûnistanê jî (li Pakistanê ye) tê axavtin, dikeve nava koma «zimanên îranî». Lê belê, weke ku zimannas dibêjin, mirov nikare wî weke zaravayeke farisî bipejirîne, digel ku helwêsta Îranê ya fermî dixwaze wî weha bide naskirin
  4. The Kurds-an historical and political study (Kurd – lêkolîneke dîrokî û siyasî), Oxford University Press, Londres, 1966

Wergera ji fransî:
Îbrahîm Seydo Aydogan