Bêyî ku pê bawer be Ewroskeptîsîzma David Cameron

Translator

"Edî meriv ji fikra derketina ji Yekîtîya Ewropayê re rêzê digire!" Vê 23yê çileya paşîn, Nigel Farage wekî ku pir kêfxweş bû dikir. Serokê Partîya Serxwebûna Îngilistanê (UKIP: United Kingdom Independence Party) ku ji mêj ve xwe wekî mexdûrê meyla ewropaparêz ya "elîta" brîtanî terîf dikir, kêfa xwe bi axaftina David Cameron dianî. Nîyeta serokwezîrê mihafezekar "zelalkirina" helwêsta Îngilîstanê di nava Yekîtîya Ewropayê de bû, wî êdî hebûna îhtîmala qutbûna Îngilîstanê ji Brukselê îfade dikir. Ev guhertineka sîyasî ya girîng bû.

 

Pêkanîna vê axaftinê di dem û çarçoveyeka bi qasî naveroka axaftina 23yê çileya paşîn sembolîk bû, ev yek bala merivî dikşîne: bi tesadûfî behsa detayan kirin, ne adeta kevne birêveberê fîrmaya Carlton Communications Cameron e. Wî dixwest binxêz bike ku sedema cazîbeya Yekîtîya Ewropayê bi tenê bikaranîna wê wekî rêbaza lîberalbûn û globalbûna danûstandinan e (di bazareka xwedî pênc sed milyon serfkeran de), wî xwest ji navenda londonî ya kanala ragihandinê ya aborî ya amerîkî Bloombergê dengê xwe bide bihîstin, wî ev kir piştî çil salîya tevlîbûna Civaka Aborî ya Ewropî (CAE) ya Îngilîstanê.

 

Globalbûn û lîberalbûn: jixwe wisa xuya ye ku proje ji daxwazên Brukselê cihê nîne. Lê belê London serê xwe diêşîne bi projeya birêkûpêkkirina sektora bankeyî û ya yekîtîya bankeyan. Edîtorê Financial timesê John Gapper, weha fikaran ji ber vê yekê dike "piştî pêncî salên mezinbûnê yên ku destûr dan Îngilîstan bibe yekem hêza cîhanî ya fînansî" Citya Londonê nikare xwe li rekabeta paytextên din yên ewropî ragire. (1) Bi ser de jî, li gorî mihafezekaran, mafên karkerên ewropî hîn zêde tê ferzkirin di xebitandina şîrketên îngilîz de: ew dixwazin wekî îstîsna ev qanûn li ser wan ferz nebin, nexasim di mijara hejmara herî bilind ya saetên kar di hefteyekê de. Cameron yê ku analîza General De Gaule dubare dikir – wî 1963yan rave kiribû ka ew çima red dike Îngilîstan bikeve nav CAEyê (2) – ev îdîa dikir: "xisleta me ya neteweyî ya neteweyeka giravî ye, serbixwe ye, ya neteweyeka deqerû diaxive û gelekî girêdayî serdestîya neteweyeyî ye (…). Bi dîtina me, Yekîtîya Ewropayê armancek nîne, lêbelê rêbaza pêkanîna armancekê ye: dewlemendîya welêt, îstîqrar û bicihkirina azadî û demokrasîyê."

 

Piştî van gotinan, piştgirîya fikra nermtirbûn û fikra xurtkirina erkdarîya herêman dikir, ev prensîpek e ku (di kanûna 1992yan de di Civîna Bilind ya Ewropî ya li Edimburgê hatibû dîyar kirin) mafê destwerdana pêşî dide dewletên endam, di mijarên ne girêdayîyê erkên bi tenê Ewropî de û ji bo pêkanîna armancên wekî ji Ewropayê re bikêrhatî tên nirxandin. Cameron xwe wekî nûnerê piranîya brîtanîyan dihesiband, nûnerê "kesên fikaran dikin" ji marjînalbûna welatê xwe ji ber zexta entegrebûnê ya her diçe girantir dibe ya qada ewropî. Di encama axaftina xwe de Cameron behsa tunebûna hesta endambûnê ya brîtanîyan dikir. Lewre pirsîna li rewşa fikra wan, çil salan piştî referandûma 1975an (3) hema bibêje tiştekî "asayî bû". Tevî amadebûna gelek lêkolînan ji alîyê çapemenîyeka piranîya wê antî-ewropî ye (yên ku binxêz dikin ku bêhtirî % 70yê brîtanîyan doza pêkanîna referendûmekê dikin), mijarên din hene ku gelê brîtanî zêdetir "ditirsînin". Piştî ku bi bahaneya telafîkirina lihevderneketina budceyî, şefê lîstîkê [wezîrê aborîyê] George Osborne sîyasetên jixwekêmkirinê bi rêya şideteka nedîtî ferz kirin, pêwîst bû ew li xwe mikur were ku zehmetîyên giravê dikşandin her diçûn xirabtir dibûn: deynê dewletê yê ku sala 2011an % 60ê Hilberîna Hundir ya Nesafî (HHN) bû, sala 2012an gihişt % 71ê. Ne bi tenê lihevderneketina budceyî mezin dibe, lê belê mezinbûna aborî bipêşnakeve (+ 0,1 di 2012an de). Di sibatê de Londonê hersê A jî ji dest dabûn.

 

Belkî Cemeron nabîne ku welatî zêdetir serê xwe diêşînin bi zêdebûna skandalan li pey hev dayî der re, yên ku bawerîya meriv bi êlîtên sîyasî dianî lawaz dikin, li gorî hestên Cityê li hemberî gefxwarinên "parzemînê" hîs dike. Ew bê guman bawer dike ku wê pirsgirêka ewropî bibe mijara kampanyaya hilbijartinên 2015an û kêmtir behsa binketinên xwe yên aborî dike. Gelo ev manevra wê bi ser keve?

 

Serokwezîr xwe ji cîranên xwe dûr nexist, berevajîyê vê, wî çend şirîkên ewropî bi dest xistin, Almanya jî di nav van şirîkan de ye. Roja piştî Civîna Bilind ya sibata bihurî, Le Figaroyêgotareka bi sernavê "Cameron û Merkel parêzekê li Yekîtîya Ewropayê ferz dikin" (9ê sibata 2013an) weşand. Roja berîya wê, Hague li pêşîya Komîsîyona karên derve yên Odeya Komûnan îdîa dikir ku, li şûna marjînalkirina Îngilîstanê di nava Yekîtîya Ewropî de, wê danezana serokwezîrê brîtanî têsîra welêt mezintir bike. Wî di axaftina xwe de behsa gotareka ku di 24ê çileya paşîn de di rojnameya Die Welt de weşandî kir, vê gotarê banga avakirina xeteka Berlîn-Londonê di nava Yekîtîyê de dikir.

 

Li Brukselê, Angela Merkel, ku ji ber hilbijartinên li Bundestagê di îlona 2013an de dixwaze îmaja xwe ya notirvana cidî ya birêkûpêkbûna sîyaseta budceyî ya Yekîtîya Ewropî xurt bike, yekbûneka demî ya divê nebe sedema xeyalên zêde bi Cameron re pêk anî. Tevî ku rêvebera alman amade ye hin tiştan ji bo brîtanîyan ji dest bide, wezîrê wê yê karên derve Guido Westerwelle ewqasî nerm xuya nekir û got, ew dê destûra avakirina Ewropayeka li gorî daxwaza her yekî ji endaman nedin.

 

Xisleta beşa herî rastgir ya Partîya Mihafezekar dijberîya wê ya Yekîtîya Ewropî ye. Qanûna hezîrana 2011an ya şêwira bi gel re pêş didît, eger peymanên nû yên ewropî ku zêdetir parvekirina tecrûbeyê ferz bikin, werin mohrkirin û salekê piştre danezana ferzkirina amadekirina bîlançoyeka endambûnê li Yekîtîya Ewropayê ev beşa rastgir aş nekir. Lê belê projeya referendûmê kir ku beşa herî rastgir ya Partîya mihafezekar xwe ragire. Li alîyekî din jî, proje berevajî fikra Wezîrê Karên Derve William Hague bû. Wî di 24ê çirîya pêşîna 2011an de li pêşîya Odeya Komunan dabû zanîn ku: "Zêdekirina referendûmekê li nedîyarbûna îhtîmala derketina welêt ji Yekîtîya Ewropî ne biryara kesên biberpirsîyarî tevdigerin e, lewre nîvê pererazandinên bîyanî li welatê me ji wir tên û nîvê îxracatên me diçin wir." Piranîya şefên şîrket û serokê konferansa patronan (CBI), Roger Carr jî wisa dipeyivin. Jixwe wî ji rojnameya yekşemê The Observer (13ê çileya paşîna 2013an) weha behsa fikarên xwe dikir: "Derketina ji Yekîtîya Ewropî wê bibe sedema encamên xirabker li ser peydekirina kar, wê zirarê bike li têkîlîyên me yên navneteweyî û wê dewlemendîya welêt bixe tehlûkeyê."

 

Li alîyekî din jî, stratejîya Cameron îhtîmala bicihkirina koalîsîyoneka nû bi lîberal-demokratan re zêdetir nemimkin dike, li gorî wan projeya pêkanîna referandûmekê ya Cameron bi tenê rêbazek e ku dişibe ya sala 1974an Harold Wilson bi kar anî ji bo aştkirina alozîyên partîyeka ku li ser mijara ewropî parçe dibû.

 

Lê armanca birêveberê mihafezekar bêguman guhertî ye: ji destê partîya UKIP (United Kingdom Independence Party)yê standina beşeka mezin ya sermayeya wê ya retorîk. Di vî warî de meriv nikare serketina wî înkar bike. Wî ji mêj ve kir ku parlementera ewropî Marta Andreasen dev ji Farageê berde û tevlî nav refên rêxistina mihafezekar bibe.

 

Herçî alîgirên Partîya Karkeran in, rewşa wan ne baş e. Di 31ê çirîya pêşîna 2012an de, birêveberîya koma parlementeran ya Edward Miliband li endamên partîya xwe ferz kiribû ku bi pêncî parlementerên mihafezekar re bibin yek da ku li ser hikûmetê ferz bikin ku ew di civîna Konseya Ewropî ya 22yê çirîya paşîn de doza kêmkirineka budceya ewropî bike. Tevî ku pêkanîna vê guhertinê azadîya Londonê sînordar nekir jî, ew bi 307 dengan hat qebûl kirin û 294 kes jî li dijî wê deng dabûn, ev yek kapasîteya seferberkirinê ya "serhildêrên" mihafezekar di mijara ewropî de nîşan dide. Dema birêveberên alîyê Partîya Karkeran roja piştî axaftina Cameron a 23yê çileya paşîn ew bi serserîtîyê gunehbar kirin, wan zêdetir bawerî bi xwe neanî. Wan herweha alternatîfa bikaranîna referandûmê li gorî şert û mercan ji xwe re hiştin ji bo îhtîmala ji nû ve hatina wan ya ser desthilatdarîyê di 2015an de. 11ê sibatê di Odeya Komunan de, di dema ku parlemanterên mihafezekar serkeftina birêveberê xwe li Brukselê pîroz dikirin, hejmara piçûk ya parlemanterên Partîya Karkeran dengê xwe nedikir.

 

Ev serkeftineka qismî bû, lê belê bi tesîr bû. Tevî ku sala 2005an Tony Blair qebûl kiribû dawî were anîn li "bihayê erzan" (5) yê bi zehmetî ji alîyê Margaret Tacher ve hatibû bidestxistin, Cameron tu tişt ji dest neda. Di dirêjîya heft salên amadekarîya bernameyê de, Brîtanya wê salê nêzîkî 4 mîlyar euroyan bide budceya ewropî. Lê dîsa jî Brîtanîya wê bidomîne û wekî fînansora budceya ewropî biqasî 8 mîlyar euroyan safî bide. Lê belê Cameron dikare pesnê xwe bide bi têsîrkirina xwe ya li kêmkirina bi yek mîlyar euro ya pereyên ji karmendên ewropî re veqetandî. Ev mijara herî tê hez kirin ya çapemenîya mihafezekar ya brîtanî ye.

 

Li pêşîya alîgirên xwe, serokwezîr dikare xwedî li rola xwe ya sereke derkeve di guhertina dînamîka mezinbûna budceya ewropî de, lê belê ev nayê maneya ku armancên din yên Brîtanyayê li pêşîya xwe danîn wê bi hêsanî werin pêkanîn, nexasim ya xitimandina projeya yekîtîya bankeyan. Bankeya Navendî ya Ewropî (BNE) wê bêguman bibe xwedî roleka dîyarker di pêvajoya pêkanîna yekîtîya bankeyan de ku kanûna 2012an ji alîyê Konseya Karên Aborî û Fînansî (KKAF) ve hat destpêkirin û bêguman wê têsîrê li mekanîzmaya sîstema fînansî ya brîtanî bike. Di hevdîtinên zehmet yên dawî de, dengê dewleteka xwe bi awayekî nîhaî li derveyî qada pereyê yekane hişt û razî ye ji şûna xwe ya di navberê de, bêguman biqasî ku mihafezekar hêvî dikin wê di nava yekîtîyê de têsîrê neke.

 

Ev mesele bi tenê yek ji wan pirsgirêkan e ku birêveberîya mihafezekar divê çareser bike. Hin meseleyên din zêdetir dişibin nakokîyê. Wekî nimûne, meriv çawa dikare di heman demê de qada euroyê xurt bike – ya ku birêkûpêkkirineka budceyî û bankeyî ya xwedî armancên bilindtir ferz dike û serokwezîr pêkanîna vê yekê ji dil dixwaze – û bixwaze ku di warê pêkanîna mekanîzmayan de meriv zêdetir qayişokî û nerm be û vê tiştê ji bo xebitandina bazara yekane jî bixwaze? Çawa ku Andrew Geddes, analîstê kevn yê sîyaseta Ewropayê yê brîtanî îfade dike, xurtkirina qada euroyê wê bi rêya întegrasyoneka aborî ya kûrtir di nava xwe de pêk were û Îngilîstana ku "bi tenê dikare bi awayekî marjînal têsîrê li reformên lîberal yên ew bi xwe wan pêşnîyar dike, bike (6)" wê wekî çavdêrekê bimîne.

 

* Profesorê teqewîtbûyî yê Zanîngeha Sorbonne Nouvelle (Paris3). (Tevî David Fée) Wî amadekirina pirtûka li jêr bi rê ve bir: Ethique, politique et corruption au Royaume-Uni / Exlaq, sîyaset û bertîlxurî li Îngilistanê, Presses universitaires de France, Aix-en-Provence, 2013.

(1) John Gapper, "Europe takes its bite from the City / Ewropa para xwe ji Cityê distîne", Financial Times, London, 20ê sibata 2013an.

 

(2)Di Civîna çapamenîyê ya 14ê çileya paşîna 1963yan de, namzedîya Îngilîstanê bi temamî red dikir û behsa vê tiştê dikir "xislet, şikil û konjonktura Îngilîstanê gelekî cuda ne ji yên endamên parzemînê". 

 

(3) Biserketina mihafezekaran di hilbijartinên giştî yên 2015an de şertê pêkanîna referandûmê ye.

 

(4)Gotara li jêr bixwîne "Ce rapport qui accable les médias britanniques / Ev rapora ku çapemenîya brîtanî tengav dike, Le Monde diplomatique, çileya 2013an.

 

(5)Di Civîna Bilind ya li Fontainebleauyê ya 1984an de, Margaret Thatcher kêmkirineka %60 ya para welatê wê divîyabû ji bo budceya ewropî bide, bidest xistibû. Sedem telafîkirina mîqdara pereyên brîtanî di budceya ewropî de û vegerandina mîqdara fonên ji Londonê dihatin bû. Sala 2005an Anthony Blair qebûl kiribû ku ji bo serdema 2007-2013yan, 10,5 mîlyar sterlîng ji vê "erzankirinê" werin qutkirin, di berdêla vê yekê de jî wê reformeka strukturasyona budceya ewropî xwest.

 

(6)Andrew Geddes, Britain and the European Union / Brîtanya û Yekîtîya Ewropî, Basingstoke, Palgrave-Macmillan, Basingstoke, 2013

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya