Biratîya kurd û tirk û hamaset

Siberoja pêvajoya çareserîyê
Translator

A - kêşeya bıratîyê û hamaset

 

Bihevrebûna hezar salî hamaset e?

 

Di eslê xwe de bihevrebûna kurd û tirkan ya ji hezar salî vir ve, bi daneyên tarîxî pêdandî (sabît) ye ku  ji hamasetê wêdetir rastîyeka dîrokî ye. Tirk ji sedema ku  vê mijarê zêde nizanin vê yekê bi lêv nakin, yên dizanin jî ji sedema pêvajoya înkar û redkirinê ya demdirêj bi lêv nakin yan jî helwesteka nedîtbar rave dikin. Kurd jî ji sedema ku

ev rewş ji bo wan bi erênî pêk nehatîye naxwazin bi lêv bikin. Ji ber vê yekê vegotina "hezar sal e em bi hev re ne"  heta niha ji hamasetê wê de bi kêr nehatîye.

 

Xeta ji Melazgirê heta Erziromê

 

Halbûkî kurd  li Melazgirê (Malazgirt)  di 1071ê de li dijî Artêşa Bîzansê li gel tirkan şer kirine.  Tu kes nikarê vê rastîya dîrokî înkar bike. Hem jî derîyên Anadolîyê bi vî şerî ji tirkan re vebûye û ev yeka jî bi piştgirîya kurdan bûye. 1514an de li Çaldiranê berfirehbûna Şîa ya nav Anadolîyê bi piştgirîya kurdan hat rawestandin. Ev rastî di nameya ku Yavuz Selîm ji Îdrîs-î Bidlîsî û 16 mîrên kurdan re nivîsandibû û di "îtifaqname" ya li Amasyayê hatibû îmzekirin û di "Qanûnname"yên Qanûnî Sultan Suleyman de bi awayekî vekirî tê dîtin.  Bi gotina Qanûnî bi avakirana kelehên ji kurdan  pêşî li talankirina Anadolîyê ya ji alîyê şîayan tê girtin û pêşveçûna şîayan tê rawestandin. Di serdema Mahmûdê duyem de Bedirxan Beg wekî "leşkerî Osmanî ya gule" tevî 30 hezar şervanên xwe beşdarî şerê Nîzibê dibe. Dîsa bi teşwîqkirina osmanîyan li Tîyarê êrîşî sûryanîyan dike û li ser navê misilmanîyê li gorî xwe kafiran qetil dike. Benê ku mîrîtîyên kurdan bi osmanî ve girê dide di1847an de bi hewildanên  navendkirînê ya Tanzîmatê diqete. Di serdema Tanzîmatê de dema osmanî vîdeyên navendkirinê dişidînin Bedirxan Beg serî hildide. Ev serhildana ku wekî yekem serhildana neteweyî ya kurdan tê pejirandin  ji alîyê osmanîyan ve di bin qumandarîya Hafiz Paşa de bi artêşeka ji 100 hezar leşkeran pêk tê, hate tepisandin. Ebdulhemîdê duyem dixwaze  bi "sîyaseta ummetê"  benê ku bi destpêka Tanzîmatê ve qetîya gire bide û hewil dide ku ji nû ve bi kurdan re bihevrebûnekê damezirîne.  Ne tenê bihevrebûn li gel vê yekê Alayên  Hemîdîyeyê ku bi navên wî tên binavkirin didamezirîne û li dijraberî ermenî, alewî û rûsan bi kar tîne. Her weha di serdema avakirina netewe-dewletan de pêşî li ber dewletavakirina kurdan jî digire. Bi vê metodê bi kevirekî, ne tenê du çûkan dikuje, bi kevirekî tevkuştina çûkan dike…

 

Siyaseta tekparêz ya îttihadparêzan belav kir

 

Dûre Îttihad Tereqqî tê, siyaseta wan ya monoîst tekîtîyê inyad dike, lê ev siyaset, pêkanîna tekîtîyê li hêlekî parçe dike û belav dike.  Îttihadparêzên ku hêrsa wan ji mejîyê wan bihêztir bû (Enver, Talat û Cemal Paşa) wisa difikirîn: "çawa be sîstema neteweyî ya panosmanîtîyê bi kêrî tu tiştekî nehat,  gelên ne misilman ji osmanîyan veqetîyan û neteweyên xwe damezrandin, panmisilmanîya Ebdulhemîd jî bi kêrî tiştekî nehat, gelên misilman, ereb, arnawud û boşnak jî veqetîyan; wê demê em jî dê vê kêşeyê bi pantirkîzm û tûranîzmê çareser bikin."  Û li gor van vegotinan rêyeka din şopandin. Li gorî wan yên çûbûn carekê çûbûn, tenê kurd û ermen mabûn. "Ger em çareyekê ji ermenan bibînin û bikaribin  kurdan jî bikin tirk dê mesele çareser bibe."  Sedema tehcîra ermenan, êrîşa ser Qafqasyayê, Şerê  Cîhanê yê Yekem, bobeleta Sariqamişê  pêkanîna vê "xeyala mezin" bû. Ev xeyal li ser navê li Qafqasan li şopa tûranê gerîn hem bû sebeba qetla sedhezaran û hem jî bû sedema têkçûna osmanî ya di Şerê Cîhanê yê Yekem de û parvebûna wê.

Divê armanca komarê ya niha bibe demokrasîyeka rasteqîn

 

Paşê Mustafa Kemal û hevalên wî xwedî li mîrata Cemîyeta Îttihad we Tereqqî derketin û beşa wî ya tûranîzmê avêtin hêlekê lê beşa tirkîzmê bi heman rengî pejirandin. Dîsa dema bi alîkarîya kurdan têkoşîna neteweyî  bi dawî anîn û bi ser ketin, wan jî ev sîyaset wekî îttihadparêzan bi rê ve bir. Li du damezrandina komarê, bi taybetî li du 1924an hewil dan ku  çar armancên xwe pêk bînîn. Ev armanc  ev in: 1) Tirkkirina kurdan 2) Sunîkirina elewîyan )  Bi çoyê laîkîyê terbiyekirina sunîyan û 4) Bi rêya tehcîrkirina gelên ne misilman destguhertina daneheva sermayeyê û pêkanîna "burjuwazîya tirk û misilman."

 

Hewil dan ku bi rêya asîmîlasyon, redkirin û înkarkirinê kurdan bikin tirk. Ji bo vê armancê sîstema perwerdeyê, Sazîya Zimanê Tirkan, Sazîya Dîroka Tirkan hatin bikaranîn; têgehên wekî Teorîya Zimanê Rojê, Teza Tarîxê ya Tirkan ketin rojevê, li cihê ku van tedbiran têr nekir jî serî li  metodên wekî  Teqrîrî Sukûn dan, çek hatin bikaranîn û nerazîbûnên li dijî van metodan jî bi xwînê hatin tepisandin. Serhildanên Şêx Seîd û Agirî û berxwedana Dersîmê mînakên xembar yên vê sîyasetê ne. Li du van serhildanên ku bi tevkuştin û xwînê hatin têkbirin, bi mişext û zagonên îskanê yên mecbûrî kurd hatin melisandin, di navbêra salên 1938- 1968an de dengê kurdan hat birîn, kurd bê nefes man. Hewl dan ku elewîyan  jî bi taybetî bi pêkanînên dîyanetê ya dijraberî laîkîyê  bikin sunî. Bi vê armancê elewî ji alîyê dewletê ve  hatin pelisandin û pasîfkirin û dengê wan hat birîn.

 

Çi îronî ye ku ji bo sunî jî pir zêde pêşve neçin her tim şiva laîkîyê wekî şûrê demoklesê li ser stûyên wan hatîye livandin, her kê serê xwe rakirîye li serî hatîye xistin, welat her tim bi tirsa şerîatê hatîye tirsandin û bi van metodan sunî jî di  bin çavdêrîyê de hatine girtin. Pêkanînên serencama avakirina burjuwazîya neteweyî jî berî avakirina komarê dest pê kirîye û li dû avakirina komarê jî bi metodên sîstematîk berdewam kiriye. Bikaranînên herî vekirî û aşîkar yên vê teorîya "aborîya netewî" ya CÎTê (Cemîyeta Îttihad we Tereqqî) berdêlkirina rûman ya 1922-26an, baca dewlemendîyê ya 1942yan û tevkujîya 6-7 îlonê ye.

 

Siyaseta li ser bingeha hamasetê hatîye lidarxistin û avakirina netewe dewletê welat xist vê rewşê

 

Hemû ev derd û kulên tên zanîn di bin sîwana têgehên kevneşop û nûjenparêz yên wekî  al, azan, laîkî, komar, tîrkparêzî de pêk hatin. Wekî mînak bi têgeha "tiştên ku alê dike al xwîna li ser e, ger yê ku ji bo wê dimire hebe, ew jî welat e" merivan şandin mirinê, bi dirûşmeya "tirkek bihayê cîhanê ye" nijadperestîya kiloxperest, "xwezî bi wî kesî yê ku bibêje ez tirk im" nijadperestîya antropolojîk hatîye kirin. Ji alîkî  ve teza avakirina komara nû ji osmanîtîyê bi temamî veqetîne, hat parastin û ji hêla din ve jî hinbûnîya osmanî ya ku tirk û misilman wekî "miletê serdest" dihatin pejirandan li dijî gelên ne misilman bi teza "miletê mehkûm" hat berdewamkirin.

 

Ev hemû nebaşî li Ewropa û dinyayê di pêvajoya herdu şerên cîhanê de jî hatin dîtin, lê sedema van derd û kulan têgeha netewe-dewlet e.  Lê êdî serdema netewe-dewlet derbas bû, em di serdema globalîzmê de dijîn. Hîn îro jî grup û partîyên sîyasî yên ku bi têgeh û konseptên serdema şerê sar tevdigerin hene. Hîn jî yên şopa tirkparêzî û tûranîzmê dişopînin hene. Halbûkî têgeha ku herî zêde zerar daye tirkîtîyê tûranîzm û tirkparêzî ye. Wekî mînak belovaka "Bila tirkîtî ji makezagonê dernekeve" ya ku ji alîyê 300 kesî ve hatibû îmzekirin hîn jî bi naveroka xwe, şopa tirkparêzî û tûranîzmê dihewîne. Têgeha ku gelên din nabîne an jî wan piçûk dibîne û heta welat ber bi parçebûnê ve dibe ev zîhnîyet e. Serdema neteweperestîyê êdî bihurî û li paş ma.

 

Ji bo konsensuseka nû makezagoneka nû şert

û pêwist e

 

Di makezagona mewcûd ya cuntayê de hîn jî li 56 cihan xalên nijadperest hene. Halbûkî di makezagona damezrêner ya 1921ê de tirk tunebû "gele Tirkîyeyê" hebû. Hem jî di meclîsa ku di mercên şer de hatibû avakirin û têde herkes dihate temsîlkirin de. Di ser de dem derbas bû pir tişt qewimîn. Ger bê gotin ku rabihurî bila di rabihurîyê de bîmine, divê ji bo vê yekê du tişt bên kirin. Ya yekem ji bo siberojeka baştir divê bi rabihurîyê re bê pêşberîhevbûn. Ya duyem divê paradîgma bê veguhertin. Lewre paradigmaya kevn îflas kir, bi awayekî vekirî tê dîtin ku êdî ji bo çareserkirina kêşeyên di  dema me de bi kar nayê. Ji ber vê yekê hewcedarî bi paradîgmayeka nû heye. Yekîtî û bihevrebûn ancax bi paradîgmaya nû mimkin e. Beravajî wê ger paradîgmaya kevn bê berdewamkirin dê bi xwe re parvebûn û parçebûnê  bîne. Gelo kesên ku li ser paradigmaya kevn israr dikin dixwazin 50 hezar kesên din jî bimirin?  Yên ku vê yekê dixwazin kesên karlirê ne, lewre di vî şerî de zarokên wan namirên zarokên gelê feqîr û belangaz dimirin. Heyf e, gune ye divê êdî civat van mirinan rawestîne. Ji ber vê yekê paşvevekişîna hêzên çekdar ne dawî ye, destpêk e. Ger pêvajoya aştîyê bi demokrasîyê bê pêşwazîkirin, dê bimeşe û giranbiha be. Kesên ku heta niha digotin pêvajoya şer li ber demokrasîyê asteng e, êdî tiştê ku bibêjin nemaye.

 

Ji bo vê yekê hewcedarî bi tîpek nû ya polîtîk heye

 

Divê herkes di têgiha "serkeftîyê şer tuneye, herkes di şer de wenda dike" de hev fikir be. Vî welatî jî di şer de pir tişt wenda kir, hem ji alîyê madî ve û hem jî ji alîyê êrîşan ve. Wendakarên aştîyê tenê ne, serkeftîyên aştîyê bi qasî ku nayê jimartir pir in. Ger em dibêjin êdî dema aştîyê, dema biratîyê ye, dema hembêzkirinê ye divê em naveroka vê biratîyê tije bikin û li hiqûqê biafirînin. Ger naveroka hiqûqa biratîyê bi wekhevî, azadî û dadwerîyê tije bikin, em dê bikaribin kêşeyên xwe çareser bikin. Lewre me li jorê jî dest nîşan kir ku ev hezar sal in Mezopotamya û Anadol, Ferat û Sakarya birayê hev in. Ev biratî bi dirûşmeya "bêje lêxe em lêxin, bêje bimire em bimirin" re nayê avakirin. Hele ji dewsa ku kesên vê dirûşmeyê diqîrin bên bêdengkirin, bi gotina "dê dema vê yekê jî were" ku bedêla wê ya rabihurîyê ji alîyê herkesi ve tê zanîn û hîn ji bîr neçûye. Ji ber wê yekê divê herkes bizanibe ku îro hewcedarîya welat ji sîyesetvanên ku bi armanca dengên xwe zêde bikin xwe parastine hamasetê re tuneye. Tiştê îro hewcedarîya welat pê heye ev in: sîyasetmedarên  aştîparêz û xwedîyê hîsên dirust, parêzvanên demokrasîyeka rastîn, sîyasetmedarê bi gîyana serdema nû têdigihîjin û parêzvanên maf û azadîyê.

 

 

B - RENGÊ ÇARESERÎYÊ Û FELSEFEYA AŞTÎYÊ

 

Paşvevekişîn destpêk e,

ne dawî ye

 

Murat Karayilan li Qendîlê, li pêşberî gelek kesên ji çapemanîya Tirkîyeyê û cîhanê di civîna çapemenîye de daxuyand ku dê di 8ê gulanê de hêzên çekdar paşve vekişin. Ev daxuyanî hem dilê herkesê ku alîkarên aştîyê ne rehet kir û hem jî hêvî û bendewarîya aştîyê nû kir. Lê divê li vê derê neyê gotin ku her tişt qedîyaye. Lewre çareserkirina kêşeya kurdî; tenê paşvevekişina hêzên çekdar nîne, heta bêdengbûna çekan jî nîne. Paşvevekişîna hêzên çekdar û bêdengbûna çekan tenê ji bo bi metodên demokratîk çareserkirina kêşeya kurdî gavavêtina yekem e û watedar e. Bes ku ew gav bên avêtin. Şerrawestandin ji bo bidestxistina aştîyê fersendeka girîng lê tenê bi sere xwe ne aştî ye. Ev fersend dema mafên demokratîk û azadîyê pêk werin dê watedar bin. Berevajî, tu ewlehî tuneye ku çekên îro bê deng bûne sibê dê dîsa neyên bikaranîn. Bi vê armancê ji bo kurdên li çîya û li dîasporayê ne, bi sîstema sîyasî û jîyana sivîl ve bên entegrekirin divê projeya civatî ya aştîyê bi efûyeka giştî bikeve rojevê. Ev şert e.

 

Di vê pêvajoyê de nîyeta

baş û jidilîbûn girîng e.

 

Em bihesibînin merivên li çîya û diasporayê  ku bi efûyeka giştî vegerîyan jîyana sivîl û sîyasatê. Ger xweîfadekirin û rêxistinîbûna demokratîk neyê avakirin, yên ku vedigerin dê çawa bi jîyana sîyasî ve entegre bibin. Ji bo aştîyeke mayînde divê bi rabihurîyê re hevrûbûn bê kirin û birînên ku ji sedema xeletîyên rabihurîyê pêk hatibûn, bên pêçandin. Heta birînên ji sedemên valakirina 4500 gundan, birînên ji sedema mişextkirina 3,5 milyon merivan pêk hatibûn û êşên ji sedema17 hezar cinayetên kujermeçhul pêkhatine neyên başkirin dê aştî çawa were?

 

Wê deme aşîkar e ku bi demokrasîyeka nîvco û seqet, bi qurnazîya şerqê û bi taktîkên ewiqandinê yek ji van nikare bê cih. Gava yekem ya vê pêvajoya nîyeta baş, samîmîyet, xweşbînî û empatîya du alî ye. Li dawîya gihîştina vê merheleyê, dê pejirandina civatê ya gavên din hêsantir be.

 

Divê felsefeyeka

pêvajoya aştîyê hebe.

 

Wekî felsefeya her tiştî heye, divê felsefeya pêvajoya aştîyê jî hebe. Ango ev felsefe çi ye? Carekê zanebûna vê yekê pir girîng e. Pêşveçûna pêvajoyê naşibe ajotina bisîkletê. Divê neyê rawestan. Yan jî dê valahî bi çalakîyên şidetê bê tijekirin û dê ji nû ve vegera pêvajoya aştîyê dijwartir be. Kesên ku dixwazin ev valahî pêk were û bi provakasyonan pêvajoya aştîyê sabote bikin, dê hewildanên veşartî an jî vekirî li dar bixin. Dê di nav civatê de fersenda tijekirina valahîyê ji dest nerevînin. Ji bo pêşî li ber van astengan bê girtin berdewamîya pêvajoyê ya bi îstîqrar girîng e.

 

Bawerî girîng e

 

Taybetmendîya duyem ya girîng bawerî ye ku divê di bingeha hemû têkilîyan de hebe. Lewre di bingeha hemû têkilîyan de bihevbawerbûn heye, li cihê ku bihevbawerkirin tunebe her tişt diqede.

 

Di pêvajoyê de pêkhatina bawerîyê dişibe reqsa baleyê. Ji bo pêşveçûnê divê gav beranber bên avêtin û divê gav lihevhatî bin. Ger alîyek gav bavêje û alîyê din li paş bimîne jî divê neyê rawestandin, li beranberî gaveka din jî bê avêtin. Ger wisa neyê kirin û bi helwesta raserîya gav avêtinê hewildana têkbirina alîyê din, dê ji bilî vegera serî bi kêrî tiştekî neyê. Niha hêzên çekdar paşve vekişîn, divê li beranberî vê helwestê hikûmet jî hin gavan bavêje. Ev dê gavavêtinên din jî bi hêztir û zûtir bike.

Gavên ku pêwist e divê

zûtir bên avêtin

 

Serkeftina vê pêvajoyê bi sê merheleyên ku divê li du hev pêk werin, mimkin e. Merheleya yekem pêkanîna atmosfera şerrawestandinê ye. Yê duyem gavên divê ji alîyê hikûmetê bên avêtin û sêyem di encama van gavan de çek berdan û pêvajoya entegrasyona civatî ye. Dema em ji vê hêlê ve dinêrin, tê dîtin ji sê mehan zêde ye bêdengbûna çekan û paşvevekişîna hêzên çekdar ji bo gavên ku divê ji alîyê hikûmetê ve bên avêtin atmosfereka erênî pêk anîye. Baş e, divê hikûmet kîjan gavan bavêje? Di eslê xwe de têkilîya van gavan bi çekan re jî tuneye, ji bo avakirina demokrasîya Tirkîyeyê jixwe gavên pêwist in? Çi ne ev gav?

 

Di makezagona nû de divê hevwelatîya wekhev û perwerdeya bi zimanê zikmakî di bin ewlehîya zagonê de be. Divê hemû girtîyên sîyasî û girtîyên doza KCKyê ku hejmara wan bi hezaran e, bên berdan. Ji bo vê yekê pêwist e ku di serî de di Zagona Têkoşîna li Dijî Terorê  û Zagona Cezayê ya Tirkan de veguhertin bên kirin. Veguhertina Zagona Hilbijartin û Partîyên Sîyasî ku bûye çîroka girêkorkê divê êdî bê kirin û rêveberîyên herêmî bên bihêzkirin. Gavên ku di merheleya ewil de tên bîra meriv ev in. Wekî tê dîtin ev gavên ku divê bên avêtin tenê ne ji bo kurdan, ji bo 75 mîlyon merivên li  Tirkîyeyê dijîn bikaribin di atmosfereka hîn demokratik, azad  û wekhev de bijîn pêwist in.

 

Ev wekhevî dê ji bo kurdan bi kar bê û dê kêşe çareser bibe. Lewre kêşeya kurdî kêşeya wekhevîyê ye. Kurd dibêjin "tirk xwedîyê kîjan mafan in em jî dixwazin bibin xwedîyê heman mafan." Wê demê dê mercên ji bo bi hev re û wekî bira jîyanê bê avakirin. Beravajî vê yekê axaftinên naverok vala dê bi kêrî tu tiştî neyên. Dema ev yeka bê kirin divê civat bê agahdarkirin û bi rastîyan rû bi rû bûyin şert e.

 

Şertên civatîbûna pêvajoyê

 

Ji bo civatîbûna pêvajoyê divê herkes beşdarî gengeşîyan bibe û tevlîbûna wan ya pêvajoyê mimkin be. Lewre di vê pêvajoyê de daxwazên kurdan û hesasîyetên tirkan heye. Wê demê divê kurd ji encamên pêvajoyê têrker bin, tirk jî qanî bin. Dê ev yeka çawa pêk bê, helbet heta ku ji dest tê bi tevlîkirina herdu alîyan ya pêvajoyê  dê mimkin be. Yên ku li derveyî pêvajoyê bimînin ji bilî dervemayînê dibe ku bi carekê de xwe li dijî pêvajoyê bibinin, ev jî dê rewşa herî bi xeter be.

 

Divê ev jî bê bilêvkirin: Di vê pêvajoya çareserkirinê de herkes nikare hemû daxwazên xwe bi dest bixe. Lê bi wateya gelemperî ger pêvajo serrast bimeşe û pêşve biçe dê kesê ku wenda bike tunebe, dê herkes qezenc bike, civat qezenc bike. Wekî ku di pankarta Newroza Amedê de hatibû nivîsîn "serkeftîyê şer, wendakarê aştîyê tuneye." Gotina dawî, wekî ji ezmûnên din yê cîhanê jî hatîye têgihîştin çawa ku çareserîya her kêşeyê heye, çareserîya vê kêşeyê jî heye, lewre kêşeya bê çareserî tuneye

 

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran