Brezîlya xeyala Bolîvarê dike ya xwe

Ber bi avakirina blokeka başûr-amerîkî ve
Translator
Pêkanîna yekîtîya duwanzdeh welatên Amerîkaya Başûr ji bo ku xwe ji serdestîya amerîkî xilas bikin: Li Brezîlyayê û li deverên din jî, herkes yan jî hema bibêje herkes piştgirîya projeya întegrasyonê dike. Lê belê dibe ku seferberîyeka bi vî rengî ya patron, sendîka, tevgerên civakî û memûrên payebilind tîne cem hev, rê li ber hegemonyayeka nû ya herêmî veke.

Ya esil ew e ku her tişt van zilaman li dijî hev radike. João Paulo Rodrigues ji ciwanîya xwe ve di Tevgera kesên ne xwedî erd (TBE) ya brezîlyayî de mîlîtanîyê dike. Rubens Barbosa ji 1994ê heta 2004ê  sefîrê welatê xwe li Londonê û pişt re jî li Washingtonê bû, ew defterên xwe yên navnîşanan pêşkêşî şirketan dike. Yê yekem di xanîyekî piçûk yê ne li ber çavan li taxeke qelebalix a São Paoloyê civan da me. Ne afîş, ne alên sor, bi tenê zengileke bê nav a derî. Zilamê din kabîneya xwe li ser rêya luks a Brigadeiro Faria Lima vekir, li wir meriv dengê helîkopteran dibihîze yên ku birêveberên şirketan ku eceleya wan heye ji banê avahîyeke bilind dibin ser banê avahîyeke din.

 

Dema em çûn serdana birêveberê TBEyê, ew ji civîneke perwerdeya mîlîtanî derdiket. Herçî kevne dîplomat e, dema telefona wî lê da "jê hat ku kêlîyekê ji me xilas bibe", wisa xuya dibû ku du mişterîyên wî dixwestin agahîyê li ser rêyên ketina îhaleyên hikûmetê bi dest bixin – mêvanê meraqdar jî ji xwe dipirse gelo van mişterîyan dixwest berîya herkesî bibin xwedî agahî. Bê guman herdû zilam kêm dişibin hev. Lê belê carinan dibe ku di axaftinên xwe de heman tiştî bibêjin. Dema Rodrigues behsa projeya sîyasî ya tevgera xwe dike, projeya "hilweşandina neolîberalîzmê ku fêdeyê li sîstemeke aborî ya zêdetir hevkarîyê pêk tîne bike", ew rewşeke lezgîn tesbît dike: întegrasyona herêmî. Herçî sefîr Barbosa ye, ew xeyal dike ku welatê wî "cografyaya wî veguherîne rastîyeke sîyasî". Li gorî wî Amerîkaya Latîn "hewşa li pişt malê" ya Brezîlyayê ye, qada xwezayî ku şirketên Brezîlyayî têde mezin dibin". (1)  Dema bi me re diaxive destên xwe digerîne ser qutîyeke piçûk a resmê kûçikên kaşkaşokan dikşînin, ew jî behsa mijareke herî li pêş dike: "parastna berjewendîyên me" û xurtkirina pêvajoya întegrasyona herêmî. Ji serdema xeyala yekitîyê ya Libertador Simón Bolívar (1783-1830) ve, gelek înîsîyatîfan hewl da ku piştgirîya hevkarîya welatên latîno-amerîkî  bikin, ji  bo întegrebûna wan di çarçoveyeke ferehtir ya sînorên li gorî berjewendîyan diguherin: di sedsala 19ê de armanca wan serxwebûn bû, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem armanca wan bipêşxistina pişesazîya herêmî bû (vê nivîsê bixwîne), di salên 1990î de armanc çûyîna li pey doktrîna neolîberal bû.

 

Tevî ku îro jî xeyaleke bi vî rengî dikare wan nêzî hev bike, Rodrigues û Barbosa wê timî her şewazê hevkarîya sîyasî red bikin. Ew ê di vê mijarê de bêguman rastîyê bibêjin. Armando Boito Júnior, profesorê zanistên sîyasî li zanîngeha dewletê Campinasê (Unicamp) rave dike ku mijar "taybetîya pêvajoya întegrasyonê ya Brezîlyaya îro pêşnîyaz dike" ye. Ev proje ji alîyê wan hêzan ve tê rêvebirin ku li dijî hev in û xwedî armancên li hev nakin in. Lê heta niha wisa xuya ye ku berjewendîyên herkesî li hev dikin, heta wisa xuya ye ku wekhev in.

Serhildana patronan li dijî bazara pevguherîna serbest

 

Ji bo destpêkê serhildana li dijî dana pey dûvê Amerîkayê bû. Lê di salên 1990î de wisa xuya ye ku vê fikrê elît qaneh kirine. Serokdewlet Fernando Henrique Cardoso (1995-2002) her tiştê di destê xwe de ji bo welatê xwe dide kirin da ku xeyala Washingtonê pêk bîne: xeyala qadeke dêw a bazara pevguherîna serbest a Amerîkayan (ALCA, navê spanî û portugalî) ku ji Alaskayê heta bi Erdê Agirî biçe. Lê zêde kelecana wê ya lîberal çîna pîşesazîyê ya bûrjûvazîyê aciz dike. Sîyasetên wê yên vekirina bazara brezîlyayî welêt di bin hejmara îtxalatan de difetisîne û dibe sedema îflaskirina (yan jî kirîna) bi sedan şirketan. Pêvajoyeke nedewletîkirinê ya têra xwe wêrek e ku bala kovareke gelekî lîberal a bi navê Vejayê (2) bikşîne ser xwe. Kovar digihêje vê encamê: "Dîroka kapîtalîzmê kêm caran şahidî li guhertineke birêveberîyê ya ewqasî kûr di nava demeke ewqasî kin de kir." (3) Di wê demê de ku sektora fînansî bi pêş dikeve, federasyona endamên pîşesazîyê yên dewletê, São Paoloyê (FIESP) xwe digire. Di 2002ê de, ew lekolîneke di mijara têsîra ALCAyê li ser aborîya Brezîlyayê pêk tîne. Lêkolîn tişta ku "gelek xwedîyên şirketan jê ditirsin" piştrast dike: lihevkirineke ji bo bicihkirina bazareke pevguherîna serbest a li qada parzemînê, wê ji bo aborîya Brezîlyayê bibe sedema "zêdetir rîskan û ne ya avantajan". (4)  Di hilbijartinên serokdewletîyê yên di heman salê pêkhatî de endamên pîşesazîyê piştgirîya kevne karkerê sektora metalê ê bi navê Luiz Inácio Lula da Silva kirin, ew ji dema hatina wî ya li qesra Planaltoyê ve hewl dide mizakereyên bi Washingtonê re xira bike.

 

Di 2005ê de, dema xwepêşandêran mirina ALCAyê pîroz dikir, Federasyona endamên pîşesazîyê yên dewletê São Paolo-yê (FIESP) dengê xwe nake. Wê ya ku dixwest bike, kiribû. Dûrî sînorên Brezîlyayê, alternatîva bazara azad a pevguhertinê ji xwe re li jîyaneke nû digerîya. Nexasim di çarçoveya Yekbûna Pasîfîkê ya di hezîrana 2012ê de ji alîyê Şîlî, Peru, Kolombîya û Meksîkayê ve hatî mohrkirin. Valter Pomar, niha birêveberê tevgera bi navê helwesta çepgir meyleke di nava Partîya Karkeran de ye, difikre ku Washington li pişt van bûyeran e: "Bê guman wisa ye." Tevahîya welatên behs kirî ji zû de lihevkirinên ji bo bazareke azad a pevguherînê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re mohr kiribûn. Lê belê li salonên Brezîlyayê û li Borsaya São Paulo yê krîza bi navê "ya 2008ê" dilê kelecana lîberal xweş kir. Edî divê meriv berê xwe bide kevne serokdewlet Cardoso ê ku hê tesîrker e, yan jî divê meriv ji bankeyeke mezin ya weke Hongkong & Shanghai Banking Corporation (HSBC)yê bixwaze ku dengê helbestvanekî (yê bazarê) bilind bikin da ku meriv pesindana xeyala nêzîkbûna Meksîka û Washingtonê bibihîze: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hinekî dişibin rojê û Meksîka dişibe gerstêrkeke li dora roja navendî digere." Di 2009ê de, gelê meksîkî 6.7 puanên Hilbêrîna Hundir ya Nesafî di berdêla vê yekê de ji dest da – vê kêmbûnê bala herkesî kişand, ya di nava tevgera Cardoso bi navê Partîya Sosyal Demokrat a Brezîlyayî de jî. Li gorî Rodrigues, "mumkin e meriv plana  şewazên din ên întegrasyonê amade bike. Weke plana Tevgera Kesên Bê Erd doza wê bi rêya YBGEyê dike – Yekîtîya Bolîvarî ji  bo Gelên Amerîkaya Me ya ku Venezuelayê pişta wê digire û Brezîlya ti carî nebû endamê wê.  Sazîyeke ku xwe zêdetir disipêre hevkarîyê li şûna ku xwe bisipêre reqabetê, ew li pey sosyalîzmeke sedsala 21ê diçe". Rodrigues lê mikur tê ku "bi tenê hindikayîyeke piçûk li Brezîlyayê xwedîyê vê fikrê ye. Tevî helwestên  çend kesên pêşverû yên çepa radîkal ku difikirin eger Partîya Karkeran ‘xîyanet’ nekiriba sosîyalîzm wê sibê pêk bihata, li vir gelekî kêm pişta şoreşa ji  bo veguherîneke radîkal a civakê tê girtin." Roja berîya wê, xwendekarên Şîlîyê nêzîkî du sed hezar kes ên daketin kolanên Santiagoyê seferber kirin: "Cara dawîyê ku me li Brezîlyayê tiştekî bi vî rengî pêk anîbû ji bo karnavalê  bû!"

Ji Brezîlyayê heta bi Berlînê yek pirs bi tenê tê kirin

 

Lewra pêwîst e Tevgera Kesên bê Erd rêyên sîyasî ku wê projeyê bi modela întegrasyona hegemonîk a welêt ve girêbide kifş bike û divê di heman demê de sûdê ji nakokîyên di vê modelê de heyî werbigire. Rodrigues dev li ken îdîa dike ku "nakokî gelek in" û hêmanên komeke heteroklît pêk tînin yeko yeko bi nav dike: "Hikûmet û hevkarên wê, hin sektorên pîşesazîyê, şirketên pirneteweyî, memûrên payebilind  û beşên mezin ên çîna karker, nexasim li navendên mezin ên sendîkayî de." Bi kurtasî, versîyoneke modern a lihevkirina "fordîst" e ku di xizmeta projeyeke jeopolîtîk ya herêmî de ye.

 

Yekem hêmanê vê kokteylê ev e: gerîna li xweserîyê. Kevne sekreterê giştî yê Wezareta Karên Derve ku piştre bû wezîrê karên stratejîk ê serokdewlet Lula da Silva (2003-2010), Samuel Pinheiro Guimarães yek ji entelektuelên brezîlyayî yên herî navdar e. Belkî ev sedema wezîfedarkirina wî ya di 2009ê de, tevî nivîsandina plana Brezîlya 2022yê ye. Ev plan armancên stratejîk ên welêt heta ku du sed salîya serxwebûna wê were pîroz kirin dîyar dike. Dîplomatê 75 salî, piştî vî emrî êdî gotinên vala bikar naîne û wisa bi gotinên xwe de diçe: "Li gorî we çi berjewendîyên Fransa yan jî Almanyayê hene ku welatekî weke Maltayê tevlî nava qada xwe bikin? Hîç! Yekane sedem ew e ku Malta welatekî serbixwe ye û lewra xwedî mafê dengdanê ye di nava sazîyên navneteweyî de." Di demekê de ku li cîhanê blokên mezin ava dibin, "divê Brezîlya jî weke yên din bike" û herêma "xwe" ava bike. Amerîkaya "Latîn" nikare bibe endamê vê herêma heyî, lewra Meksîka û Amerîkaya Navîn "weke Washingtonê dengê xwe didin"; ew ê bibe herêma Başûr a ku pêwîst e bibe "Xeta navendî ya stratejîya me ku li gorî wê her şêwazê serîtewandina li hemberî berjewendîyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê redkirin."

Vekirina derîyê

herêma Pasîfîkê

 

Weke Pomar, tevgerên herî peşverû yên memûrtîya bilind a brezîlyayî li dijî-împeryalîzmê ne. Li gorî wî dibe ku dînamîkeke sûdê werdigre ji retorîka helwesta li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bêyî ku girêdayî bawerîya sîyasî ya kesên ew dan destpêkirin be, bibe sedema guhertina civakî:  "Li Amerîkaya Latîn tevahîya pêvajoyên avakirina bereyeke sosyalîst rastî du astengan hatin: hêza bûrjûwazîya hundir û ya Qesra Spî. Rast e ku întegrasyona Brezîlya doza wê dike îhtîmala midaxeleyên welatên din tune nake, lê belê ew  têsîra wê kêm dike û destûrê dide dînamîkên hundir bi awayekî zêdetir serbixwe di rêya pêşketina xwe de  bidomînin." Alîgirtinên hişk ên Yekîtîya Neteweyên Başûr- Amerîkî (Unasur) – ya di 2008ê de hatî avakirin – bi vî rengî tesîr ji  bo kêmkirina hêvîyên darbekarên Bolîvya û Ekuwadorê di 2008ê û 2010ê de kirin. (5) Di dema ku mixalefeta venezuelayî û Washington hilbijartina Nicolas Maduroyê di nîsana 2013ê de dixistin ber lêpirsînê, tevgerê piştgirîya mîrasgirê Hugo Chávez kir. Pinheiro Guimarães  wisa îdîa dike: "Berê pirsgirêkên  wisa di nava Rêxistina Dewletên Amerîkî [RDE] de dihatin çereser kirin. Yanî meriv dikare bibêje ku li Qesra Spî dihatin çareserkirin." Wezîrê Karê Derve John Kerry dibe ku hinekî aciz bûyî, wan rojan îdîa kir ku  Amerîkaya Latîn bi rastî jî "hewşeke pişt malê" bû, lê li gorî wî ew hewşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. (6)

Li gorî stratejîya Pomar, di navbera du rutbeyên eyloyê împerîyalîst de, bi tenê têkbirina astenga duyem ma: bûrjûvazîya hundir. Di vê mijarê de ew wisa difikire ku bêguman divê ev pevçûn ji  demeke din re were hiştin. Welatên herêmê ku ji ber dewlemendîyên di bin erdên wan de xwedî îmtîyaz in û êdî xwedî kapasîteya ji nû ve bidestxistina kontrola çavkanîyên xwe yên xwezayî, zehmetîyê dikşînin ku aborîyên xwe pirrengî bikin û makîneyên xwe yê hilberînê xurt bikin.  Lewra di dema pêkanîna kampanyaya hilbijartinên serokdewletîyê de li Venezuelayê, Maduro gilîyê welatê xwe dikir û wisa digot: "Welatê me xwedî bûrjûwazîyeke neteweyî ya bi rastî nîne. Sektorên ji  bo çalakvanîya aborî dixebitin gelekî girêdayî sermayeya amerîkî ne" û helwesta wan ya rantgir xisleta wan e. Lewra Maduro "bang" li tevahîya hêzên dikarin alîkarîya welêt bikin da ku "gava bingehîn ya aborîyeke hilberîner biavêjin" (7) dikir. Wî herwiha bang li "sektora taybet a neteweyî" jî dikir û bêguman  xwedî hêvîya ku wê dengê xwe ji alîyê Brezîlyayê were bihîstin bû: endamên pişesazîya brezîlyayî bi bêhtir "peşverûbûnê" navdar in.

 

Lewra dema Lula da Silva li Brezîlyayê bû desthilatdar hevgirtina di navbera Partîya Karker, navendên mezin ên sendîkayî û patronên pîşesazîyê de bi paş neket, berevajîya vê ev hevgirtin ji nû ve pêk hat, bi rêya nûjenkirina adeta "peşxistinperez" ya dewleta brezîlyayî. Di çarçoveyeke navneteweyî de ku bêkêrîya birêveberan a ku ji bilî kûrkirina reformên lîberal bersiveke din nadin krîza lîberalîzmê xisleta wê dîyar dike, derketina holê ya bernameyeke armanca wê bipêşxistina bazara hundir bi rêya jiholêrakirina bêkarîyê, bilindkirina mûçeyan, bernameyên civakî û ji nû ve xurtkirineke hilberandinê (ev ê zirarê li spekulasyonê bike) bi îhtîmaleke mezin yekê ji tercîhên herî şoreşger ên ku dinya me vê kêlîyê nas dike pêk tîne...

 

Helbet li vir em behsa gelek milîtanên çepgir ên ku çalak dibin nakin. Kevneserokê Navenda Yekane ya Karkeran (CUT) û hostekarê hevgirtina "neo-bipêşketinparêz" ji me re fikra xwe weha rave dike: "Ez hîna jî wisa difikrim ku divê meriv ji bo ku bigihêje sosyalîzmê têbikoşe. Lê belê, ez ne ji wan kesan im ku difikrin sosyalîzm wê yekşema bê piştî nimêja êvarê pêk were. Nexêr, ez dixwazim tiştan biguherim, belê bawerîya min heye bi çarçoveya ez têde dixebitim. Di qada herêmî de ya ku em hewl didin bikin, ew e ku em dev ji neolîberalîzmê berdin, bêyî ku em bawer bikin em niha xwedîyê wê hêzê ne ku dawîyê li kapîtalîzmê bînin. Em hewl didin versîyoneke herêmî û ne ya neteweyî bi pêş bixin û destek bikin. Ango kapîtalîzmeke ku pêdivîyên welatên din ên Amerîkaya Başûr jî li ber çavan digire."

 

Gelo pêdivîya Karakasê bi metroyekê heye? Hingê ew ê karibe pişta xwe bi şirketa brazîlî Odebrecht û fînansmana bi avantaj a Brezîlyayê rast bike. Li Venezuellayê zad û qût kêm e? Pîşesazên brezîlî wê ji xwe re bikin erk ku van pêdivîyên Venezuelayê dabîn bikin: ew ji niha ve hema hema tevahîya mirîşkên ku cîranê wan ên bakur serf dike dabîn dikin. Bazirganîya di navbera herdu dewletan de ji dema ku Chávez sala 1999ê bû desthilatdar û vir ve heşt caran ji berê zêdetir bû. Ji FIESPê Carlos Cavalcanti yê ku têlên wî yên deng oktavekê bilindtir dibin da ku gotina xwe binxêz bike ji me re rave dike: "Ji bo me Amerîkaya Başûr bazara herî girîng a cîhanê pêk tîne. Em lê hîna  jî beramberî berhemên çînî dikarin reqabetê bikin û ev herêmek e ku em dikarin piranîyeke mezin a berhemên hilberandî bifiroşinê." Ev % 83yê îxracatên ber bi Amerîkaya Latîn û % 5ê yên ber bi Çînê ve pêk tîne. Wekî din di çarçoveyeke aborî ya hêdî dibe ya giştî de îxracatên berheman ber bi cîranên nêz ve sala 2002yê 7.5 milyar dolar bûn, sala 2010ê gihiştin 35 milyar dolaran. Cavalcanti careke din destê xwe di ser porên xwe re bir û bi awayekî razî got: "Welatên herêmê sîyasetên zêdekirina hatinîya xelkê xwe dane ber xwe. Ji bo me ev bazarên mezin dibin in." Ti kesî îdîa nekiribû ku dij-împeryalîzm û bazarên baş li hev nakin: di belgeyeke 2012ê de FIESPyê pêvajoya întegrasyonê ya Amerîkaya Başûr weke "qutbûneke" di dîroka "pênc sedsalan" de bi nav kir ew dîroka "bindestbûna berjewendîyên me yên neteweyî beramberî hêzên dinyayê yên serdest" mohra xwe lê dayî. (8)

 

Lê belê herî zêde di qada binesazîyê de daxwazên bipêşketina pîşesazîya herêmî, xurtkirina xweserîya jeopolîtîk  û berferehbûna sermayeya brezîlî bi ahengeke mezin dimeşin. UNASURê 30ê çirîya paşîna 2012ê çavkanîyên xwezayî weke "tewereyeke dînamîk di stratejîya întegrasyon û yekîtîyê ya welatên [xwe]" nas kirin. Vî mentiqî bi xwe berîya vê yekê bi demeke kurt "dewama xebata IIRSAyê" (9) rewa kiribû. IIRSA? Înîsîyatîfa ji bo Întegrasyona Binesazîya Heremî ya Amerîkaya Başûr, rêzek tewereyên mezin ên rêyên bejahî, yên hesinî û yên çeman ên ku wê vê beşa parzemînê ji rojhilat heta bi rojava, ji bakur heta bi başûr derbas bikin. Ev xewna sala 2000î ya Cardoso weke qonaxeke li ser rêya ber bi bazara mezin a "serbest" ya Amerîkayan sêwirandî bû, vê projeyê Chávez razî nekiribû. Sala 2006ê di civîneke serokdewletên herêmê de, serokdewletê rehmetkirî yê Venezuelayê "mentiqa wê ya neo-kolonîyal" rexne dikir.  Piranîya kesên me hevdîtin bi wan re kir bi yek dengî îdîa dikin ku ji kokên neolîberal ên IIRSAyê heta bi sozên UNASURê "gelek tişt guherîn".  María Emma Mejía, sekretera (kolombîyayî) UNASURê di navbera gulana 2011 û gulana 2012ê de  soz dide ku armanc êdî ne avakirina "aborîyeke yekane" ya Başûr Amerîkî ye, lê belê xebitandinê ji  bo "pêşketina hundir" û ji  bo "îstiqrara sîyaseta hawirdorê ye, ango armanc avakirina binesazîyan e ku "weke rêbazeke  tevlîkirina civakî" tên dîtin. (10)

 

Li vê herêmê pêdîvîya bi binesazîyê gelekî mezin e. Ji bo kêmkirina rexneyên parastvanên hawîrdorê, alîkarê serokdewletê bolîvîyayî Alvaro García Linera soz da ku sûdwergirtina ji çavkanîyên xwezayî wê bike ku  welat bibe xwedî pîşesazî. Lê belê dibe ku rewşa lawaz ya materyalên teknolojîk ên neteweyî wî bikin derwînek. Weke Perûyê, divê Venezuela jî xwedî ekîpmanên nû yên tevgerên benderan yan jî rêyan be. Li Brezîlyayê, di navbera 1992 û2012ê de, hilberîna dexlî bi nêzîkî % 220 zêde bû lê belê tevgerên birin û anînê hîç bi pêş nektin. Encam: di nîsana dawî de, rêya BR364, ku meriv dibe termînalên rêyên hesînî yên bendera Santosê ya li kevîya Atlantîkê, ji sed kîlometreyan zêdetir hatibû girtin. Ev jî bû sedema derengmayîneke 60 rojan ya îxracata berhemên hilberandî. Li alîyekî seferên Barbosa tesbît dike ku "derîyên alîyê Pasîfîkê ji bazirganîya berhemên me yên çandinîyê re vekirîbûn." û bi bîr dixe ku welat bi awayekî xwezayî ne xwedîyê derfeta ketina nava Pasîfîkê ye "jixwe, îro Ҫîn yekem hevkarê me yê bazirganî ye". Divê bê hesibandin ku herwiha çavên şirketên brezîlyayî li ser erdên li derveyî sînorên welêt in. 

Dema ku hevgirtina

herêmî cîhguhertina

şirketan hêsan dike

 

IIRSAyê ku di çarçoveya bawerîya bi lîberalîzmê de hat avakirin, bazaran û Bankeya Navamerîkî ya Bipêşketinê (BNB) bi fînansekirina karên wê wezîfedar dikir. Weke ku eskerê arjantînî Eduardo Eurnekian lê mikur tê, ev stratejî bi bin ket. Ew wisa rave dike: "Ez hîç bawer nakim ku wê xwedîyên şirketan barê danîna têkîlîyên  bi hev yê welatan bigrin ser milê xwe." Di vê mijarê de qedandina karên IIRSAyê berpirsîyarîya "dewletan bi xwe ye, ne ya sektora taybet e". (11)

 

Ev yek hat fêmkirin. Ȇdî wê întegrasyona fîzîkî ya herêmê xwe bisipêre gelek fînansmanên dewletî. Lê Brezîlya xwedî bankeya bipêşketinê ya herî dewlemend ya cîhanê ye: Bankeya Bipêşketina Aborî û  Civakî (BPAC). Di 2010ê de dema ku Bankeya Navamerîkî ya Bipêşketinê (BNB) 15 mîlyar dolar bi deyn dabûn û Bankeya Cîhanî 40 mîlyar dolar bi deyn dabûn,  BPACyê zêdetir ji sed mîlyar dolarî deyn dan. Detayeke divê behsa wê were gotin: li gorî statuya bankeyê ew bi tenê dikare şirketên brezîlyayî fînanse bike. Ev derfeteke pir mezin e ji  bo Odebrecht, Camargo Corrêa hwd., ev "şampîyonên neteweyî"  ew şirket in ku welat hewl dide piştgirîya wan bike. Di buroyên van şirketên pirneteweyî yên sektora avahîsazîyê de, bêguman biryara UNASURê ya pêkanîna yekem Ajandaya Herî li Pêş ya Pererazandinê (AHPP) ya di çirîya paşîn a 2011ê de hat dayîn, bi çepikan hat pêşwazîkirin. Ev ajanda avakirina 1500 kîlometre xeta lûleyên gazê, avakirina  3490 kîlometre rêyên çeman, avakirina 5142 kîlometre rêya bejahîyê û ya 9739 kîlometre rêyên hesinî pêş dibîne.  Ev pererazandineke zêdetir ji 21 mîlyar dolaran e ji  bo projeyên herî li pêş pêk tîne, û bi tevahî pererazandineke bi qasî 116 mîlyar dolaran pêk tîne. Li welatên cîran, rewş tevlîhevtir e. Di 22yê nîsana 2013ê de, di yekem civîna rêxistina "Dewletên ku şirketên pirneteweyî zirar li wan kirin", Bolîvîya, Kuba, Ekwador, Nîkaraguwa, Komara Domînîkî, Saint-Vincent-et-les-Grenadines û Venezuela hêza aborî ya "hin şirketan"  yên ku gef li desthilatdarîya "hin dewletan" dixwarin, şermezar kirin. Tevî ku hevok ne zelal e jî herkesî bala xwe da heman tiştê.

 

Entelektuelê uruguwayî Raúl Zibechi dibêje, meriv dikare întegrasyona ji alîyê Brezîlya ve tê pêşnîyazkirin weke rêbazekeke navgînîyê bibîne:  sermayeyeke ji "Bakur" tê wê cihê xwe bide sermayeyeke din ya li "Başûr" bicihbûyî. Îngilîz yekem milet in ku rêyên hesînî ji  bo îxracata madenê ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve avakirin û avakirina rêya Cochabamba-Santa Cruz dixwestin (…). Niha Brezîlya korîdorên xwe yên întegrasyonê bi pêş dixe". (12) 

 

Pinheiro Guimarães

rewşê bi rengekî din dibîne. Li gorî wî pirsgirêk berî hertiştî cografîk e: "Li Amerîkaya Başûr, Brezîlya nîvê erdê  parzemînê pêk tîne, nîvê hejmara xelkê pêk tîne û nîvê dewlemendîyên bi awayekî salane tên hilberandin pêk tîne. Di 2011ê de Hilberîna Hundir ya Nesafî (HHN) ya welêt pênc caran ji ya Arjantînê bêhtir bû, ku duyem welatê dewlemend yê herêmê ye. HHNya Brezîlyayê sed caran ji ya Bolîvyayê zêdetir bû." Ȗ hin paytextên welatên Amerîkaya Başûr ji demeke pir kin ve baca li ser hatinîyê distînin. Yên xwedî têra xwe çavkanî nînin da ku pêşxistina welêt bidin destpêkirin, ne bi tenê ew in. Lewra divê "alîkarî" bi wan re were kirin. Mêhtin yan jî hevkarî? Wisa xuya ye ku alternatîf li gel hev tên meşandin, di qada herêmî û di nava desthilatdarîyeke brezîlyayî de ya ku dixwaze sendîka û patron "ji nû ve li hev bikin". Heta kengî?

 

Di 1ê nîsana bihurî de, Pinheiro Guimarães nimûneyeke hevkarîya herêmî dida: "Di serdema desthilatdarîya Lula de, tiştekî nedîtî pêk hat: fînansmaneke brezîlîyayî kir ku xeteke elektrîkê ya şida zêde di navbera fîrmayeke hîdrolelektrîkê ya paraguwayî de li Itaipuyê û bajarê Asunciónê were avakirin" (13), bi vî rengî dawî hat anîn li qutbûnên elektrîkê ya ku paytexta welatê cîran mexdur dikir.  Du rojan piştre, patronên São Paulo encamên din ji vê bûyerê derdixistin: "Qaşo sektorên pişesazîya neteweyî yên hejmareke bilind ya karkeran dixebitînin, weke sektora tekstîlê yan jî ya dirûtinê, wê kapasîteya wan a reqabetê li hemberî reqîbê wan ên asyayî di bazara hundir a brezîlîyayî de xurt bikin, eger ew cihê beşekê ji fîrmayên xwe yên hilberînê biguherin û bibin Paraguayê". Li wir "lêçûnên mûçeyan % 35 kêmtir in". (14)

 

 

(1) Peyamên ji  serokdewletê Fernando Henrique Cardoso re şandî, 21ê çileya 2000î (arşîvên Barbosayê).

 

(2) Carla Luciana Silva, " ‘Veja’, le magazine qui compte au Brésil / " ‘Veja’, kovara ku li Brezîlîya weke girîng tê hesibandin", Le Monde diplomatique, kanûna 2012ê.

 

(3) Ji alîyê Geisa Maria Rocha di "Neo-dependency in Brazil / Girêdayîbûna-neo li Brezîliayê" de ji ber hatî girtin, New Left Review, hejmar 16, London, tîrmeh-tebaxa 2002ê.

 

(4) "Estudo da FIESP mostra que Alca é mais risco que oportunidade", Valor Econômico, São Paolo, 26ê tîrmeha 2002ê.

 

(5) Hernando Calvo Ospina, "Petit précis de déstabilisation en Bolivie / Detayeke piçûk ya bêîstîqrarîya li Bolîvîyayê", Le Monde diplomatique, hezîrana 2010ê û Maurice Lemoine, "Etat d’exception en Equateur / Dewleta îstîsnayî li Ekuwadorê", La valise diplomatique, 1ê çiriya pêşîn a 2010ê, www.monde-diplomatique.fr

 

(6) "US protests against Bolivia’s decision to expel USAID / Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, biryara Bolîvîyayê ya derxistina USAIDê protesto dike", BBC News, London, 1ê gulana 2013ê.

 

(7) "Maduro no volante / Maduro nafire", Folha de S. Paulo, 7ê nîsana 2013ê.

(8) "8 eixos de integração da infraestrutura da América do Sul", FIESP, São Paulo, 24 nîsana  2012ê.

 

(9) Bernameya kar a 2012ê ya Konseya Amerîkaya Başûr ji  bo binesazî û ji  bo plana UNASURê (Cosiplan).

(10) "8 eixos de integração da infraestrutura da América do Sul", jêdera li jor navbirî.

(11) "Integração depende de governos, afirma bilionário", Valor Econômico, 19, 20 û 21ê nîsana 2013ê.

(12) Raúl Zibechi, Brasil potencia, Desde Abajo, Bogotá, 2012.

(13) Hevdîtin bi Valéria Nader û Gabriel Brito, 1ê nîsana 2013ê, www.correiocidadania.com.br

(14) "FIESP mostra vantagens de se levar indústrias ao Paraguai", Valor Econômico, 3yê nîsana 2013ê.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya