Bûrqa; axaftinên vala

Translator

Diyar e fransiyên ku hejmara minareyên li Swîsre’yê û jinên bi “bûrqa” yên li Fransa’yê (sê sed û şêst û heft kes) dizanin, ji yên dizanin ku xezîneya dewletê piştî stendina biryareka “teknîkî” ji alî desthilata tenfîzî ve 20 milyar euro wendakiriye zêde ne. Bi rastî, beriya hejdeh mehan, li cihê ku hikûmeta Fransa’yê alîkariya ji bo bankayên li ber îflasê têxe ber şertê beşdariya bi sermiyanên wan yên ku dikarîbûn piştre bên firotin bi qazenceke girîng, wê deynek bi şertên ku, van bankeyan bawer nedikir, da wan.

Bîst milyar euro qezenc gihîşt peredarên bankeyan, hewatekê qasî kêmketina budce ya ewlekariya civakî ya sala borî ye (22 milyar euro), û dike çil car tevahiya hatina aborî ya salane ku dewlet pêktîne, dema ku ew ji du karmendên dibin xanenîşîn, cihê yekî tenê tijî dike.
Hatina li ser xwe ya Eniya Neteweyî di hilbijartinan de û bi awayekî giştî ya rastgirên ekstremîst li Ewrûpa’yê ne dûr in ji vê belawelakirina bala raya giştî di nav tekstê gengeşiyên erzan ku dikutin û pûşikê babetên girîngtir de ku dibêjin ew pir zehmet in ji ‘evdên xwedê’ re.

Birêz Nicolas Sarkozy’yê fiyaskoya hilbijartinên herêmî li dû wî ne, wê dest bi “reforma mutaqaîdan” bike. Ji ber girîngiya encamên civakî û samanî, ji niha ve em dizanin ku hikûmeta Fransa dixwaze xelkê bi “gotûbêja li ser bûrka yê’’ mijûl bike.

Helwest li hember vê manevreyê, esse ne bi awayê ku dide xwuyan herwekî parastina semboleke taristaniyê ye. Ji xwe, çênabê fêmînîstên - mêr û jin- ku li dijî bûrkayê derdikevin, bi rasîsmê bên gunehbarkirin. Lê çawe mirov, rastgirek ku hema li herderê qedera xwe bi ya dêran, patriyarkê û bi nirxên olî ve girêdaye û ku ji nişkave bi xwe hesiya ye ku dilxwazê layikbûnê, fêmînizmê û ramana azad e, wek pêkenokekê nebîne? Ji bo rastgiran jî, Îslam mûcîzeyan pêktîne!

Di sala 1988’an de, birêz George H.W. Bush şûna Ronald Reagan girt. Piştî kampanyayeka ji demegojiyeke balkêş ku têde daxwaza krîmînalîzekirina sotana alaya stêrkirî kiribû. -Salê, ji carekê heta heft caran ev tişt çêdibe-… Bi wêrekiya ku em dikarin xeyal bikin, ji sedî 90’ê parlementerên amerîkî tedbîrek çewsaneyi bi vê wateyê standin, lê dadgeha bilind ew neyinkir. Di wê demê de bi xwe, yek ji hetîketiyên herî mezin di dîroka aborî ya Dewletên Yekgirtî yên Amarîka’yê, ya bankeyên danîna pereyan ku Kongre’yê ew ji hukmê rêbazan azad kirine û dûre hatin talankirin ji hêla hîlebazên piştgirtî, ji hêla hilbijêrên ku kampanyayên wan van hîlebazan fînanse kiribûn. Di sala 1988’an de, bêje hema tu kesî pêjin ji xwe ne anîbûn li ser xetera xapandineka wiha, tevî ku ji berê ve dihat zanîn. Pir tevlîhev bû, û dûre parastina alê mêjiyê herkesî dagirtibû.
Hetîketiya bankeyên danîna pereyan 500 milyar dolar li ser bacderên amarîkî kirin. Emê di nêzîk de bizanin ka bi rastî çi li pişt “bûrka” yê heye û ka bihayê wê li ser me çiye? Ger hesabekî pir zelal ji hêla Rêveberiya Navendî ya Saloxdariya Hundirîn (DCRI) bê kirin!

Wergera ji fransî:
Şergo Omar

Çavkanî
  1. Ger hesabekî pir zelal ji hêla Rêveberiya
    Navendî ya Saloxdariya Hundirîn
    (DCRI) bê kirin!