Bûyerên Gezîyê û aştîya bi kurdan re

Di dawîya gulana 2013an de, Tirkîye bi bûyerên ku li Meydana Taksîmê rû dan û ji nişka ve li seranserê welat belav bûn ket rojeva tevahîya dinyayê. Daxwaza hikûmetê ya li Parka Gezîyê ku li meydana Taksîmê cih digire avakirina leşkergeh û navendeka kirîn û firotanê, bû sedemê destpêka nerazîbûneka giştî. Gava ku di bin parastina polîsan de karê çinîna darên parkê dest pê kir, koma ku ji serê demekê ve bû li Gezîyê kon wergitibû xwe avêt ber daran û nehişt ku dar werin jêkirin. Demekê bi şûn de parlamenterê BDPyê Sirrî Sureya Onder û parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu jî gihîştibûn hawara protestokaran. Îcar gava ku polîs bi hişkî bi ser gelê li herêmê civîyayî ve çû, bi zêdebarî gaza rondikrêj (gaza bîberê) xebitandin û bi lêdanê gelek kes birîndar kirin, bûyer tavilê li seranserê welat belav bûn.

 

Gelo çi pê hat ku ev bûyer ji nişka ve li her derê welat belav bûn û piştgirîyeka mezin standin? Ma hêzeka rêxistî li pişt van karan bû an ku hikûmeta AKPyê di rêvebirina bûyeran de kêm mabû? Bi ya min du şaşî, ya rast du tiştên bingehîn ji mezinbûn û belavbûna van bûyeran re bûn sedem. Ev herdu şaşîtî, du xeletîyên mezin ên AKPyê bûn.  Desthilatîya AKPyê ya ku ji serê deh salan ve li kar bû, di demeka kurt de li pey hev du şaşîyên stratejîk kirin:

 

1) Pira nû ya bi navê Pira Yavuz Sultan Selîm ku ew dê li ser Tengava Stenbolê bê avakirin.

 

2) Daxwaza çêkirina Leşkergeha Topkar li Taksîmê.

 

Carekê pira nû, bi navê Yavuz Sultan Selîm binavkirin, bawermendên elewî  pir êşand û di nav wan de bû sedemê nerazîbûneka xurt. Çunku Yavuz di nav elewîyan de wekî berpirsyarê tevkujîya elewîyan, wekî dijmin û kuştoxek bawermendên elewî tê zanîn û naskirin. Bi ser de navê pirê cara yekem ji alî Serokkomar Abdullah Gul ve hatibû eşkerekirin, ku ew bi xwe jî şaşîtîyeka mezin bû. Çunku Serokkomar, herwekî ji navê wî jî xuya ye nûnertîya tevahîya gel dike; çi kurd, çi tirk, çi sunî û çi elewî, serokkomarê hemûyan e, loma divê bêtir bi hesasîyet tev bigere. Belê ne desthilatîya sîyasî û ne jî Serokkomar, çi bi zanebûn an çi bi nezanî be, bala xwe nedabûn vê yekê.

 

Bêguman şaşîtîya duyem, daxwaza li Taksîmê çêkirina leşkergehê bû. Leşkergeha Topkar ya ku di dawîya sedsala 18an de (1780) hatibû çêkirin, di sala 1909an de, bi  bûyerên  ku pişt re wekî Serhildana 31ê Adarê hatin binavkirin di dîrokê de cih stand. Di 12ê nîsana 1909an de, gava ku leşkerên leşkergehê yên ku dildar û alîgirên Sultan Ebduhemîd bûn, serî li ber serbaz û fermandarên xwe rakirin, hinek ji wan kuştin û hinan jî dîl girtin, rejîma Îttihad û Tereqîyê bi wan re neçû serî.  Li ser vê yekê hêzên Îttihadê ji Selanîkê Artêşa Tevgerî anîn û bi vî awayî serhildan dî 23-24ê nîsanê de hat têkbirin, di 27ê nîsanê de Sultan Ebdulhamîd ji ser text  hat daxistin û di şûna wî de Muhemed Reşadê V. li ser text rûnişt. Piştî vê yekê Partîya Îttihadê Sultan Ebdulhamîd koçî Selanîkê kir.  Leşkergeha ku cara paşî di sala 1940an de bi tevahî hatibû xerakirin, ji bo bawermendên misilman û hezkirên Ebdulhemîd xwedan maneyeka sembolîk bû. Bi çêkirina vê leşkergehê AKPyê dixwest ku mesaja dawîanîna hişmendîya Îttihad û Tereqîyê bide. Mesaj ji bo alîgirên AKPyê rast û bi mane be jî, rewşa dawî ya Taksîmê rê nedida vê yekê. Bi kêmanî ev leşkergeh nikaribû li Taksîmê bihata çêkirin, çunku li Taksîmê, dera ku tenê çend darên şîn lê mabûn û meriv dikaribû hilma xwe lê bistanda Parka Gezîyê bû. Loma ne tenê kesên hawirdorparêz, hema bêje herkes, heta gelek jî mensûbên AKPyê bi birîna darên li Taksîmê razî nebûn.

 

 

Sedemê zûka li seranserê welat belavbûna bûyerên Taksîmê, di sîyaseteka şaş û çewt de pêkutana erdê ya AKPyê, ya rast helwesta serokwezîr bû. Serokwezîr bi tu awayî nexwest ku ji kirta xwe were xwarê û pêvajo baş bi rê ve nebir. Bi ser de ji bo ku bûyeran biçûk û wekî tiştên ku hergav pêk tên nîşan bide, ji bo çar rojan çû gera Afrîka Bakur. Dema ku ew li derve bû, herçiqas helwesta cîgirê wî ya li hember protestokaran nerm bû jî, herkesî dizanibû ku ew dê gotina dawî ji devê Serokwezîr derkeve. Belê piştî vegera ji derve jî Erdogan nerm nebû û heta bi helwesta xwe ya nelihevkar bûyer hîn bêtir gijgijandin. Eger di destpêka bûyeran de, hîn di rojên pêşî de hikûmetê daxwaza xeranekirina parkê bibihîsta û bi şûn de gav biavêta, hingê bûyer wekî aşîtê wisa mezin nedibûn û dikaribû pêşî lê bihata girtin. Belê serokwezîr, bi şûn de gavavêtinê wekî têkçûn hesiband û di sîyaseta xwe ya şaş de pê kuta erdê. Ewî çiqas kir rik û nexwest ku kesî bibihîze, şaşîtî ewqas bi lez û bez mezin bû û zivirî pirseka navneteweyî. Bi gotina kin, kêmahî û şaşîtîyên desthilatîyê, pirseka hawirdorî zivart krîzeka îdeolojîk û daxwaza jiserkaranîna xwarê ya hikûmetê. Bûyerên Gezîyê ji nêzik ve bala medyaya navneteweyî jî kişandin û bi saetan ji Taksîmê weşanên zindî hatin kirin. Gelek kesî bûyerên Taksîmê bi yên meydana Tiananmen a Çînê û Tahrîr a Misirê re rû bi rû kir. Gelo bi rastî jî ev bûyer bi awayê ku dihat gotin wisa dişibîyan hev? Ma divîyabû ku hikûmetê îstifa bikira?

Taksîm û Tahrîr

 

Bêguman banga wan yek be jî, yên ku li Tahrîrê dicivîyan û yên ku li Taksîmê hatibûn ser hev ji hevûdin  gelek cuda bûn. Carekê yên ku li Tahrîrê dicivîyan, xwe dîtibûn û nedîtibûn di bin nîrê rejîmeka otorîter û zilimkar de bûn, ji sih salan zêdetir bû ku tenê rûyê Husnu Mubarek didîtin, tu car sihûd û fersenda wan ya ku hikûmetekê bi rêya hilbijartinan ava bikin çênebûbû. Belê Tirkîye, bi kêmanî salên dawî di pirsa demokrasîyê de pêşveçûnek bi dest xistibû. Hikûmeta Erdogan, di hersê hilbijartinên dawî de jî, hercar dengên xwe zêde kiribûn û bi rêjeyeka hîn mezintir hatibû ser kar. Bi ser de aborî gelek pêş ve çûbû, Hatinîya Navwelatî ya Nesafî derketibû pênc qatan, deynên welat ên ji IMFyê re nemabûn, turîzm, hem bi awayek çenddarî (quantîty, nicelik) û hem jî bi awayekî çêbarî (quality- nitelik)   gelek pêş ve çûbû, karê sermîyangirêdanî (investment- yatirim) li seranserê welat belav dibû û êdî sermîyangirêdarên xerîb jî bawerî bi Tirkîyeyê dianîn. Bi ser de, Tirkîyeyê pêvajoya çareserkirina pirsa Kurdistanê li dar xistibû. Loma meydanên Tahrîr û Taksîmî, bi awayê çenddarî bikaribin bên rûbirûkirin jî, bi awayê çêbarî nikarin bên rûbirûkirin (Di dema ku ev nivîs dihat nivîs de, vê carê Meydana Tahrîrê bi protestoyeka neçêbar rejîma leşkerî anî ser kar, belê di vê nivîsê de mebesta me Tahrîra azadîxwaz bû).

Xweşmêrên bûyerên Gezîyê

 

Bi helwesata parastina hawirdorê hatina ser hev û li ber birîna daran bêdeng nemayin karekî pîroz bû û dilê hemû kesî xweş dikir. Bes ev bûyera hawirdorparêzîyê di nav çend rojan de tavilê ji armanca xwe hat qetandin û zivirî  helwesta hilweşandina hikûmetê. Du- sê rojên pêşî ne tê de, yên ku pêşkêşîya bûyeran dikir hêzên ergenekonparêz, neteweperset û nîjadperest bûn. Ji alên wan, ji marşên wan, ji sloganên wan û ji posterên M. Kemal ên ku hildigirtin kifş dibû ku tu derdekî wan yê demokrasîyê û parastina hawirdor û jîngehê tunebû. Ew bi manevrayeka baş, zûka li bûyereka bêrî xwedî derketibûn û ji bo aramanca xwe kiribûn mertal. Derdê wan yê bingehîn hilweşandina rejîma AKPyê û jinûveavakirina sîstema kemalîst bû. Çunku dijmin û dijberên AKPyê baş pê dizanibûn ku ew nikarin bi rêya sindoqê û hilbijartinan wê ji ser kar bînin xwarê  û cardin desthilatîyê bi dest bixin. Bi kurtî şer û pevçûn li ser serwerîya welat bû û di navbera AKPyê û Kemalîstan de pêk dihat. Kemalîstên ku ji serê çend salan ve ye desthilatîya xwe winda kiribûn, bi saya bûyerên Gezîyê cardin dixwestin werin ser kar. Ji ber ku wan, bi taybetî ji alî AKPyê ve lidarxistina pêvajoya aştîyê ji bo xwe mirin dizanîn û li benda fersendeka weha bûn.

 

Bûyerên Gezîyê tavilê rojeva aştîyê di bin sîya xwe de hiştin û kirin ku nema êdî kes qala pêvajoya aştîyê bike. Li seranserê welat belavbûn û li devreyî welat olandana bûyeran, pêvajoya aştîyê ji rojevê derxist. Çend rojên pêşî kurd jî hatin vê leyistikê, belê pişt re zûka hişyar bûn û fêm kirin ku nîyet ne birîna çend daran e, xistina AKPyê û rawestandina pêvajoya aştîyê ye. Çunku yên ku xwedêgravî ji bo birîna çend daran tevê dinyayê rakiribûn ser lingan, tu car ji bo şewitandina daristanên Kurdistanê dengê xwe dernexistibûn. Ne şewitandina daristanan û ne jî kuştina bi hezaran merivî, bi kêmanî heta wê rojê ji bo wan nebûbû derd û mesele.

Gezî û komployên navneteweyî

 

Desthilatîya AKPyê, hema bêje ji serî ve bûyerên Gezîyê wekî senaryoyek ku li derve hatibe nivîsîn, wekî komployeka navneteweyî bi nav kir. Gelo bi rastî jî bûyer ji derve ve dihatin rêvebirin û tilîya dijminên Tirkîyeyê di vî karî de hebû? Bi taybetî weşanên CNNê û nêzîkahîya ku medya dinyayê ji Taksîmê re nîşan dida, kir ku AKP tiştên weha bîne zîman. Carekê eger ev bûyer ne li Taksîmê, li kudera Tirkîyeyê jî pêk bihatana wê evqas bala kesî nekişandana. Çunku Taksîm pencereya global ya Tirkîyeyê ye. Hema bêje hemû sefaretxaneyên bîyanîyan û navendên medayaya cîhanê li der û dora Taksîmê ne. Li tevahîya Stenbolê, dera ku herî zêde otel û herî zêde turîst lê hene Taksîm e. Her kuçe û kolana Taksîmê, bi pirrengî û pirdengîya xwe li dinyayê vedibe. Taksîm rûyê Tirkîyeyê yê li dinyayê zivirandî, Ewrûpaya Tirkîyeyê ye.

 

Bi ya min, di golobalîzebûna bûyerên Gezîyê de rewşa taybet ya Taksîmê roleka mezin leyist. Loma eger cih ne Taksîm bûya, wê ev bûyer evqas bi lez û bez neketana rojeva dinyayê. Ji hêla din ve, ez ne bawer im ku komployeka navneteweyî jî hebe; belê bûyerên Taksîmê fersendeka baş dan destê dilnexwazên Tirkîyeyê. Çunku Tirkîyeyê demekê berê ji bo çareserkirina pirsa kurdî pêvajoyek li dar xistibû û eger di vî karê ha da bi ser biketa, ew dê zêde xurt bibûya û wekî aktoreka global di qada navneteweyî de cih bistanda. Vê yeka ha, bibê nebê gelek dewletên ku Tirkîyeyê li hember xwe reqîb didît acis dikir û eger ji destê wan bihata wan dê pêşî li ber Tirkîyeyê bigirta. Helbet Tirkîye ji serê çend salan ve ye di pirsa Sûrîyeyê de jî alî ye û gelek kirinên wê ji alî Îran, Sûrîye û heta Iraqê ve jî bi dijminatî tên hesibandin. Tê zanîn ku, eger ji destê van dewletan bê, ew dê jî bixwazin ku Tirkîyeyê tevlihev bikin; belê niha ji ber ku bi pirsên xwe yên hundir ve mijûl in,  ne hêsan e ku bikaribin vê demê karekî weha li Tirkîyeyê bidin destpêkirin. Ya rast di pirsa komployê de, herçiqas bi nav neke jî çavê Tirkîyeyê bi zêdehî li Ewropa, Amerîka û Îsraîlê ye. Belê dinya alem dizane ku îro ji bo navendên weha, desthilatîya AKPyê bi her awayî ji rêveberîya partîyên wekî CHPyê sed qat çêtir e. Bêguman li van deran jî welatên ku ji serketina aborîya Tirkîyeyê didexisin hene, belê rasterast  wan li pişt komployeka weha nîşandan ne li cih e.

 

Îcar birîna daran, qedexeyên li ser vexwarinên alkolî û tengkirina warê jîyana sekuler bi ewrûpîyan jî ne xweş e. Heta hin helwest û beyanên serokwezîr ên ku rejîmên totalîter bibîr tînin, ne tenê hemwelatîyên Tirkîyeyê, ewropîyan jî aciz dikin.  Belê ev nayê wê maneyê ku ew dê rabin û ji bo ku dawî li desthilatîya AKPyê bînin, komployeka weha li dar bixin. Loma teorîyên komploya navneteweyî bi ya min, ne rast in û pûç in.

Gezî û aştîya bi kurdan re

 

Mixabin ku bûyerên Gezîyê xesareka mezin dan pêvajoya aştîyê. Di dema ku dê merheleya aştîyê bihata peyivîn û gengeşekirin de bûyerên Gezîyê rojeva sîyasî ya Tirkîyeyê dagir kirin. Hema bêje ji serê du mehan ve ye Tirkîye bi vê yekê re mijûl e. Xebat û kirinên Heyeta Aqilmendan di bin sîya bûyerên Gezîyê de man û di nav raya giştî de nehatin peyivîn. Bi ser de, eger rûdanên Gezîyê hikûmatê bihejînin û meşrûîyeta Serokwezîr Erdogan bikin pirs, bêguman ew dê bi tu awayî êdî nikaribe karê pêvajoya aştîyê pêş ve bibe. Loma divê kurd, heta ji dest tê, di vê yekê de hay ji xwe hebin, hişyar bin û siberoja xwe ji dek û dolaban re, ji birîna çend daran re nekin qurban û nehêlin. Rastî ev e ku îro li Tirkîyeyê, tu hêzeka sîyasî ya ku ew dê ji AKPê re bibe alternatîf û bi ser de pirsa kurdî çareser bike tune. Bi ketin an xistina AKPê re, alternatîfa herî berbiçav partîya nasyonalîst CHP ye, ango desthilatîya leşkerî ye.

 

Divê kurd baş bizanin, kesê ku cara pêşî li Tirkîyeyê ji bo çareserkirina  pirsê destê xwe dîrêjî wan kirîye û di vê yekê de îrade nîşan daye Serokwezîr Erdogan e. Dîsa yê ku bi Kurdistana Başûr re têkilî danîye, dev ji dijminatîya wan berdaye û ji desthilatîya gelê kurd re hurmet nîşan daye, AKP û Erdogan e. Îro eger kurdan li başûrê Kurdistanê  mûcîzeyek pêk anîbe û tenê  di nav deh salan de welatê xwe bi kêmanî bi qasî deh salan ji gelek welatên ereban pêşvetir biribin, di vê yekê de rola dostanîya hikûmeta AKPyê ne hindik e. Dîsa divê tucar kurd ji bîr nekin, bi ketin an çûyina Erdogan re, yên ku piştî wî werin ser kar, bi kêmanî heta ku neh- deh salên din ew dê şerê kurdan nekin, xwînê nerêjin û warê kurdan wêran nekin, ew dê ji tirsa nîjadperestên tirk newêribin destê xwe dirêjî kurdan bikin. Mixabin rastîya Tirkîyeyê weha ye, çunku nîjadperstî, wekî nexweşîneka civatî sed sal e ku  pêsîra vî miletî bernade. Sebra kurdan ya şerkirinê hebe jî, sebra ziman ya berxwedanê nemaye. Loma divê kurd, bi feraset û şehrezayî rêya aştîyê fireh bikin.

 

 

* Sîyasetzan, Unîversîteya Mûş Alparslanê.