Çalakîyên Parka Gezîyê

Erdogan dê rêyeka çawa bişopîne?
Translator

Hin kesên ku li dijî çêkirina AVM (navenda dan û standinê) ya li Parka Gezîyê ya Stenbolê çalakî li dar dixistin di 31 gulanê de bi êrişeka hovane ya polîsan re rû bi rû man. Li dû êrişa hovane ya polîsan, geşepêdaneka ku nedihat hêvîkirin qewimî: çalakîyên "Bila Gezî Parkî nebe AVM!" bi hefteyan ji alîyê hinek  mixalif û dijberan ve dihat çêkirin, lê li dû êrişê, bi hezaran kesên ku heta wê rojê bi bûyerê re ne têkildar bûn, bi carekê de ber bi Meydana Taksîmê û Parka Gezîyê ve meşîyan. Polîsên çend saet berê bi hovane êrişê xwepêşandêran dikirin, bêyî ku alav û erebeyên xwe bigirin ji meydanê û parkê revîyan. Meydan û park ket destê xwepêşandêran,  erebeyên polîsan hatin  qulibandin û şewitandin.

 

Bûyerên ku li Parka Gezîyê rû dan tenê bi Taksîmê heta bi Stenbolê re sînordar neman. Xwepêşandanên protestoyê li gelek bajarên welat rû dan û bi rojan berdewam kir. Li bajarên wekî Stenbol,  Enqere, Îzmîr, Adana, Dersîm,  Hatay û li gelek cihên din dijber (mixalif) carna civîyan û xwepêşandan li dar xistin û carnan jî bi polîsan re şer kirin. Di pêvajoya xwepêşandanan de bi sedan kes birîndar bûn û 4 kesan bi çek an jî bi bombeyên gazê ku ji alîyê polîsan ve dihat avêtin jîyana xwe ji dest dan.

 

Serokwezîr Erdogan di  destpêkê de guhê xwe ji daxwazên xwepêşandêran re ker kir, lê dema  xwepêşandan ket pêvajoyeka berdewamîyê  ji alîyekî ve îdîa kir ku li paşxana van xwepêşandanan derdorên fînansê yên ku dixwazin hikûmetê  daxînin heye, ji alîyê din ve jî bi nûnerên xwepêşandêran re hevdîtin li dar xistin û ji helwesta xwe ya destpêkê paşve gav avêt û daxûyand ku ji bo biryara çêkirin an jî çênekirina AVMyê ya li Parka Gezîyê dê niştecîyên li Stenbolê dijîn bi referandûmê biryar bidin.

 

Li dijraberî paşve gavavêtina Erdogan xwepêşandêran biryar dan ku dê Parka Gezîyê terk nekin û xwepêşandanan li her alîyê welat berdewam kir. Li ser vê yekê Erdogan biryara du xwepêşandanên girseyî yên mezin wergirt. Erdogan bi van xwepêşandanên li Enqere û Stenbolê  ji alîyekî ve piştgirîya xwe ya girseyî dest nişan kir, ji alîyê din ve jî bi hêza xwe ya girseyî mixalif û dijberên xwe tehdit kirin. Li dû xwepêşandanên Erdogan polîs di serî de xwepêşandana Parka Gezîyê, êrişê hemû çalakîyên dijberan kir û bi awayekî hovane xwepêşandan belav kirin.

 

Yên ku li Parka Gezîyê bûn kî bûn?

 

 

Çend saet li dû bidestxistana park û meydanê ya ji alîyê xwepêşandanan ez gihîştim Taksîmê. Dema ez gihîştim meydanê tiştê ku ez ewil pêre rû bi rû mam bîneka dijwar ya bombeyên gazê bû.  Bîna bombeyên gazê ya ku polîsan berî bi saetan bi kar anîbûn hîn jî bitesîr bû. Dimenên ku min li meydanan didît, dest nişan dikirin ku li vê dere bûyerên diqewimin ji yên berê cudatir in.

 

Wekî tê zanîn Meydana Taksîmê bi bûyera 1ê gulana 1977an ku ji xwepêşandêran 34 kes bi pelixandinê hatibûn qetilkirin, bi bîr tê. Ji ber sedema bûyera 1977an  ji bo hêzên çepgir girîngîya sembolîk ya Meydana Taksîmê  mezin e.  Dema Taksîm tê gotin cihê ku çepgirên tirk xwepêşandanên mezin li dar dixin an jî ji sedema destûrnedana ji bo xwepêşandanan cihê ku bi polîsan re şer rû dide, tê bira meriv. Lê bi her awayî Meydana Taksîmê bi dirûşme, îmaj û çalakîyên çepgiran tê fikirîn.  Halbûkî dema ez gihîştim Meydana Taksîmê tiştê ku min dît ev bû: Çep li wir bû, çepgir li wir bûn, dirûşmeyên çepgiran yên tê zanîn bilind dibûn û îmajên wan yên tê zanîn jî li wir bûn, lê çep jî û çepgir jî serdestê meydanê nebûn.

 

Li meydanê li gel çepgiran û heta ji wan jî zêdetir xortên ku qet beşdarî xwepêşandanên polîtîk nebûbûn, xwendevanên lîse û zanîngehan, jin û mêrên ciwan, alîgirên tîmên futbolê, alîgirên CHPyê û radîkalên neteweperest û wd. hebûn.

Û yên li meydanê tunebûn jî hebûn:  li Taksîmê kurdên  ku hertim di xwepêşandanên bi vî rengî de li pêş bûn, an tûnebûn  an jî gelek kêm bûn. Li meydana Taksîmê berê jî alîgirên tîmên futbolê bi armanca pîrozkirina şampîyonîya tîmên xwe civîyabûn û çalakî li dar xistibûn, lê yekem car di xwepêşandaneka polîtîk de grubên li derveyî polîtîkayê ewqas bi aktîf li meydanê bûn.  Ev grubên ku ne çepgir bûn, bi tenê ne li meydanê bûn, nasnameyên xwe jî li ser çalakîyên meydanê bi tesîr kiribûn. Li meydanê dirûşmeyên çepgir  û neteweperestan yên tên zanîn jî bilind dibûn, lê yên herî bi tesîr dirûşme û sirûdên aligirên tîmên futbolê bûn. Dirûşme û sembolên ku li her derê meydanê hatibûn nivîsîn, berê di tu xwepêşandanên polîtîk yên li meydana Taksîmê de nehatibû dîtin. Li gel nivîsên mîzahî û hîcwê heta sixêfan tiştên seyr hatibûn nivîsîn.  Ev dîmen û kompozîsyona meydanê ya berê nehatibû ditîn  her çiqas bû sedema meraqkirinan jî, lê demek bi şûn de sedema bûyeran hat fêm kirin. Dirûşmeya ku hemû xwepêşandêran bi hev re û bi dengên bilind bi lêv dikir dirûşmeya "Tayyîb îstifa" bû. Tiştê ku ewqas der û dorên rengîn anîbû cem hev ji bername û pêşnîyareka pozîtîf zêdetir, li dij derketina terza siyaset û têgiha ku di kesanîya Erdogan de wekî sombol dihat qebûlkirin bû.

 

Li dû xwepêşandana mezin ya li Meydana Taksîmê, çalakîyên protestoyê li navçeyên din yên Stenbolê û li bajarên din jî berdewam kirin. Lê xwepêşandanên li derveyî Taksîmê rû dan, gelek kêm atmosfer û hewaya çalakîyên li Meydana Taksîmê dubare kirin. Li cihên wekî Kadıköy bi piranî dirûşmeyên kemalîst-neteweperest derketin pêş. Li Beşîktaşê grubên alîgirên tîmên fûtbolê bi tesîr bûn û li Dolmabahçeyê grubekî bi navê Yekitîya Ciwanî yê Tirkîyeyê bi polîsên ku ofîsa serokwezir diparastin re şer kirin, li Kizilaya Enqereyê hêzên çepgir yên xwendakarên zanîngehan derketin pêş. Li Îzmîrê bi gelemperî neteweperest bi tesîr bûn. Kurdistana Tirkîyê jî "tevli bûyeran nebû".

 

Çima?

 

Analîza yekem ya di derheqê van bûyerên ku hemû derê Tirkîyeyê dorpêç kiribû ji derdorên hikûmetê û mihefezekaran hat bilêvkirin û sedema van bûyerên diqewimin wekî  veguherîna zagona bingehîn ya ku dê di 2014an de bê çêkirin, hilbijartina serokkomar û pêkanîna tesîreka neyênî li ser merheleya pêvajoya çareserkirina kêşeya kurdî hat destnîşankirin. Li gor vê analîzê, bûyerên ku diqewimîn aktorên  neteweyî û navneteweyî bi armanca tasfîyekirina Serokwezîr Erdogan bi listîkê xistibûn rojevê. Bûyer ji bilî vê dezgehê bêtir tiştek din nebû.

 

Li miqabilî vê analîzê gelek nivîskar û zanyar jî îdîa dikin ku vê bûyerê  jixweber rû daye û sedema yekem nerazîbûna ji sîyaseta Erdogan ya otoriter e û tu tesîra CHP û MHPyê di rûdana bûyeran de tuneye.

 

Mimkin nayê dîtin ku meriv bawer bike ku bûyerên li Parka Gezîyê dest pê kirin û li dû êrişa polîsan bi beşdarvanên nû her çû mezin bûn berhema komployê ye. Helbet kesên ku dixwazin Erdogan û hikûmeta AKPyê bi rêyên derveyî hilbijartinan ji desthilatîyê bi dûr xînin jî beşdarî van bûyeran bûne, lê ev yeka dest nîşan nake ku hemû bûyeran di encama vê komployê de rû dane. Beravajî hem kompozîsyona xwepêşandêran, hem awayên çalakîyan û hem jî daxwazên wan dest nîşan dike ku em bi lidijderketina ji dil, rastîn ku naverokeka wê ya sosyolojîk jî heye re rû bi rû ne.

Xwepêşandêrên Taksîmê bi piranî ji ciwanên ku ji sîyasetê dûr in, kesên ku rewşa wan ya aborîyê baş in û profesyonelên ku debara xwe bi ked û hunera xwe bi dest dixin,  pêk dihat. Ev kompozîsyon jî dest nişan dike ku zemîneka bingehîn ya sosyolojîk ya bûyeran heye. Belkî civateka diyarker ya ji çînên navîn ji alîyê hejmar ve piranî nebûn, lê tesîra wan li ser bûyeran dîyarker bû.

 

Dema meriv li daxwazên girseya ku îklîma sîyasî û civatî ya Meydana Taksîmê pêk dianîn jî dinêre, vê naveroka sosyolojîk dibîne. Xwepşandêr her çiqas dirûşmeya "Tayyîb îstîfa" biqîrin jî, bi awayekî berbiçav bajarekî hîn baştir lê bê jîyin, sîyaseta pejirandin û tehamûlkirina ji cudahîyên civatî re û hikûmet û polîsê ku bi awayekî hovane êrişê her çalakdirûşme û xwepêşandanê nekin, dixwestin.

 

Di eslê xwe de tiştên ku di van 4-5 salên dawî de hatine jîyin, metodên hikimkirinê ya hikûmeta AKPyê, zêdetir jî ya Erdoganî têrî fêmkirina rastîya daxwazên xwepêşandêran dike. Di  hilbijartina 2007an û hilbijartina veguherîna zagona bingehîn ya 2010an  de, li dû serkeftinên li dijî rejîma wesayetê hat bidestxistin, AKP, her ku çû sîyaseteka ku raste rast li dijî terza jîyanê xist rojevê. Hewldanên ji bo qedexekirina kurtajê, ragihandinên ji daxwaza pêkanîna nifşeka dîndar û ya dawî jî sînordarkirina firotina vexwarinên bi alkol ûwd. dest nîşan kirin ku serokwezîr dixwaze bi destê dewletê qadên jîyanê yên civatî û çandî ji nû ve dîzayin bike. Xwepêşandanên ku bi rojan e  li her derên Tirkîyêyê belav bûne jî vê rastîyê dest nîşan dike: Belkî jî vê siyasetê li Tirkîyeyê gelek kes eciz kiribûn.

 

Sedemeka din ya ewqas bitesirbûna xwepêşandanan terza sîyasetkirina Serokwezir Erdogan e. Serokwezir ji 2007an vir ve, li hemberî tu kesî xwe hewcedarî hesabdayinê nabîne û bi têgiha "piranî û hêz li gel min e, çi bixwazim ez dê  bikim" welat bi rê ve dibe. Di pêvajoya vê sîyasetê de bûyerên wekî Roboskî qewimî û problemên sîyaseta li dijî Sûrîyeyê derketin holê. Reaksîyonên otorîter ya li dijî rexneyên bûyera Roboskî û sîyaseta Sûrîyeyê derxist holê ku li Tirkîyeyê êdî AKP û Serokwezir Erdogan ji bo hin beşên civatê nayên tehemûlkirin.

Bi kurtasî, xwepêşandanên Meydana Taksîmê û Parka Gezîyê vê yekê didin nîşandan: Li Tirkîyeyê gelek kes dewletaka  zêdetir bi tolerans, xweşbîn û zêde midelexeyê jîyana civatî û çandî neke dixwaze; li Tirkîyeyê gelek kes êdî ji metoda midaxelekar ya hikimkirinê eciz bûne û êdî li dijî vê metoda midexelekar bê deng namînin.

 

Encam

 

Li gor min pirsa herî girîng ya rojane ev e: Ji vê şûn de dê çi bibe? Van bûyerên ku du hefteyan her derên Tirkîyeyê dorpêç kirin dê li ser sîyaseta Tirkîyeyê tesîreka çawa bike? Ev bûyerên ku diqewimin dê li ser hilbijartinên 2014an û hilbijartinên serokdewletîyê û pêvajoya çareserîyê bi çi awayî tesîr bike?

 

Di nêrîna ewil de tiştên ku dê biqewimin dibe ku ev bin: AKP û Serokwezîr Erdogan dê komployê têk bibin û bikaribin dawî li xwepêşandanan bînin û bi vî awayî dê di hilbijartinên 2014an  û  hibijartinên serokdewletîyê de û di pêvajoya çareserkirinê de kontrola di destê xwe de bidomînin. Meriv dikare bifikire ku AKP li dijî xwepêşandanan ne tenê bi piştgirîya girseya AKPyê, bi piştgirîya BDPyî û alîgirên Partîya Saadetê heta li hin deran piştgirîya MHPyîyan jî bigire û di hilbijartinên 2014an de serkeftinê bi dest bixe. Lê li gor qeneata min tiştê di nav du hefteyan de hat ditîn  ji serkeftineka sexte wêdetir tiştek nîne.

 

Ev du hefteyên li paş ma dest nîşan kir ku yên ku ji şêweya hikimkirina AKPyê û serokwezîr kêfxweş nînin hem ne hindik in, hem jî ji beşên cuda yên civatê pêk tên. Xwepêşandanan dest nîşan kir ku civata Tirkîyeyê li gor sîyaseta fermandar  û midexelekar ya AKPyê xwedîyê sosyolojîyeke pêşketî ye. Dîsa van xwepêşandanan nîşan dan ku AKP çiqas dikare bibe zorker.  Ne dijwar e ku meriv texmîn bike ev êrişên hovane ya li dijî xwepêşandêran, di mejîyê civatî ya Tirkîyeyê de hat kolandin.

 

Bûyer her çiqas îro wekî kêm bûne xuya dikin jî ji ber sedemên jêrîn dê ji bo dubarekirina xwepêşandanan fersendan derxîne holê; hem pirbûna kêfnexweşan, hem jî hebûna bûyerên hilbijartinên herêmî û serokdewletîyê di 2014an de dê tansîyona sîyasetê bilind bike. Ev jî tê vê wateyê: sala pêşîya me AKP dê her tim bi tansîyoneka sîyasî re rû bi rû bimîne.

 

Ger bibe ku Erdogan bixwaze bi hêrsdarîya xwe ya du hefteyên derbasbûyî  vê kêşeyê çareser bike dê ev du îhtîmal derkevin holê: Sîyaseta Erdogan ya şidetê ji alîyê girseyên Partîya Saadetê, MHP û BBPyîyan bê tesdîqkirin û bi piştgirîya girseyeka mezin hêzên mixalif û sekuler di bin kontrolê de bên girtin. Lê du problemên girîng yên vê îhtîmalê hene. Ya yekem, dibe ku pêkhatina koalîsyoneka nijadperest ya bi vî awayî pêvajoya çareserîyê ya Erdogan daye destpêkirin bixe xeterê. Bedêla kontrolkirina hêzên sekuler, ji sedema kîmyaya koalîsyona nû dê di warê çareserkirina kêşeya kurdî de ji pêvajoya çareserkirinê dûr ketin bibe. Ya duyem YDA û YE dê ji sîyaseta zorkerî ya bi vî rengî kêfxweş nebin. Ev dê kredîya ku di destpêka desthilatîya Erdogan de hatibû dayîn û her diçe kêmtir dibe dê qelstir bike.

 

Di rewşeke alozî ya mihtemel de ger Erdogan sîyaseta xwe ya şidetê bidomîne îhtîmala duyem jî ev e: Dibe ku di nav  grûp û girseyên ku piştgirîyê didin Erdogan de dê fikra "berpirsîyarê rewşa alozîyê Erdogan û sîyaseta wî ya şidetê ye"  derkeve û bi hêz be. Ev yeka jî dê bibe sedema belavbûna koalîsyona mezin ya li bin sîwana AKPyê.  Di vê rewşê de hesabê Erdogan ya serokdewletîyê jî, pêvajoya çareserîyê jî dê bikeve xeterê.

 

Ji bo ev herdu îhtîmal bê çêj in,  Erdogan dê bikeve dû îhtîmaleka sêyem: Ev sîyeseta nobran û şidetê ya çend salên dawîn gav bi gav bê nermkirin û ji bo rê li ber dubarebûna kêfnexweşîya heyî bê girtin ji nû ve nasnameya serok û partîyeka demokratik jîndar bikin. Gavên wekî têgiha hevwelatîyên sekular ya "şêweya jîyana me di xeterê de ye" qelskirin, mafên bingehîn yên hevwelatîyên elewî naskirin û bilezkirina pêvajoya çareserîyê, avêtin. Ev gavên girîng dê bibin bingeha sîyaseta demokratîk û reformîst.

 

Ev a sêyem wekî alternatîfa herî bi mantiq ya li pêşîya Erdogan xuya dike. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku dîroka sîyasetê bi mînakên wekî alternatîfên bimantiqî gelek caran nehatine şopandin jî tijî ye.

 

* Zanîngeha İstanbul Şehir, beşê sosyolojîyê.

 

 

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran