Kurdistan

Mexreb timî ne li ser dika dinyayê ye

Kesên serdana paytexta herêma Rojhilata Fas’ê (çend kîlometreyan dûrî Ûcda) dikin, bi rewşeke sosret û sosirmet re rûbirû dibin: Riya ber bi Cezayîr’ê ve ji aliyê maşînên kar û xebatê ve hatiye girtin, çend karmendên ewlekariyê ji xwe re digerin û aramiyeke ecêb li ser vî cihî heye ku diviyabû devereke têrederbasbûnê ya di navbera du welatên herî mezin ên Bakurê Efrîka’yê de bûya û ji ber çûnûhatina zêde ya maşîneyan xitimîbûya. Ev bêdengî ya rastî wêneyê lihevnekirina di navbera Fas û Cezayîr’ê de dide der. Ev lihevnekirin biqasî temenê nifşekî ye dewam dike.

Sînorên şêlo û şerê domdar ê di navbera ereb û kurdan de

Xirabbûna têkiliyên navbera ereb û kurdên İraq’ê tiştekî nû nîne: Koka wê diçe heta bi sozên hatî dayîn – û paşê nehatin girtin – yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û dawîlêhatina İmperatoriya Osmaniyan. Piştî dagira Amerîka’yê ya sala 2003’an daxwazên kurdan ji nû ve bihêz xwe dan der û rêveberên wan hewl dan sûdê ji lawaziya Bexda’yê bigirin. Lê belê her tişt hê dikare biguhere. Desthilatdariya navendî hêdî hêdî xwe ji nû ve ava dike, ev yek jî bi hêvî û perspektîfên firotina zêde ya petrolê xwe nîşan dide, lewra peymanên nû bi şîrketên biyanî re nû hatine mohrkirin.

Şerê bêkêr İraq’ê wêran dike admin Di., 16.03.2010 - 10:27

Çend hefte piştî destpêka êrîşa Amerîka’yê bi ser İraq’ê ve, di Adara 2003’an de bi hezaran kes çûn devê deriyê avahiya komeleya girtiyên azadkirî -vîllayeke deteserkirî ya berpirsiyarekî rejîma Saddam Husên.- Li ser dîwaran lîsteya navan hatibûn daliqandin ku li gorî rêza alfabeyê bû. Ev lîste dema ku xelkê navenda rêxistina îstîxbaratê talan dikir, bidestketibû. Mirovên bêhêvî, bi tiliyan di ser navên di lîsteyan re diçûn, bi hêviya ku fêr bibin çi bi serê xizmên wan ên ku polês ew girtî hatibû, aqûbeta wan fêr bibin.

Opozisyon di navbera statuya desthilatê û hêviyên xelkê de

Sedemê serekî yê hebûn û pêşveçûna bizava rizgarîxwaziya gelê kurd, dagirkerî û dabeşkirina Kurdistan’ê, înkarkirina hebûna gelê kurd û binpêkirina mafên kurdan e. Encama serekî ya vê yekê jî berxwedan û parastina vê bizavê ji xak û mafên kurdistaniyan re ye. Sedem û encam, yanî dagirkarî û berxwedan, mohra "opozisyon"ê liser bizava navborî çespand, û ew û hevrikê wê di navbera dû bereyan de dabeşkirin: Bereya gel û bereya dagirkerên xak û binpêkerên mafên gelê kurd (dijmin).

Di çarçoveya pêvajoya endametiyê de pirsgirêka kurd admin Di., 16.03.2010 - 10:52

Doçenta Înstîtûya Otto-Suhr a Zanista Siyasetê li Zanîngeha Azad a Berlîn’ê

Perspektîfa endametiya YE’yê û siyaseta YE’yê ya şertdanînê bandoreke êrênî li ser demokratîzekirina Tirkiye’yê kir ku nabe mirov vê yekê nebîne. Lewra hê jî divê ev motorê demokratîzekirinê li ser piyan were hiştin û bike bi pêvajoya demokratîkbûyînê re jî bi awayekî çêker bimeşe. Bi hevpariya endametiyê û raporên pêşketinê yên perîodîk ên Komîsyon’ê di destê YE’yê de amûrek heye ku pê dikare ji bo gav bi gav pêkanîna Pîvanên Kopenhag’ê zorê bike.

Bandora demokratîkker a perspektîfa endametiya YE’yê

Kurd li ser bircên Newroz’ê

Newroz belav dibe li dilê me. Tav rûyê xakê dagir dike, li dilê me hil tê. Şev li ber hîvê, li hember rûhîvan berxwenade. Tarî perçedibe, tarîstan dibiriqe. Jiyan diweje. Welatê nav dû çeman ber bi tav û hîvê ve diherike. Şêxsiwar li dilê însan hildide.
Ji roja ku cîhan afiriye ve careke din çerxa felekê berbi 21’ê Adarê ve digere. Careke din roj û şev dibin yek, careke din serma cîhê xwe dide germê, careke din tarî reşistana xwe ji rohaniyê re dihêle… Careke din Newroz silav dide me. Newroz a cîhanê pîroz be!

Rustem Agale

Di sala 1969’an de li bajarê Koy’e ji dayik bûye. Di sala 1989’an de li koleja hunerên ciwane beşa wênekêşiyê tewaw kiriye.

Di navbera salên 1989 û 2000’an de li Koy, Silêmenanî û Hewlêr’ê 12 pîşengehên taybetî vekiriye.

Di navbera salên 1993 û 1997’an de jî li welatên wek Swêd, Amerîka, Awûstûralya, Brîtanya, Awûstûrya, Îtalya, Fransa tevlî gelek pêşengehan bûye.
Di sala 2002’an de wek nûnerê Kurdistan’ê tevlî festîvala Binenalle bûye.
Rustem Agale niha li bajarê Silemanî li Galeri ya Zemwa xebatên xwe didomîne.

Mexmûr: Gelo ya li ser tê nihurandin netew e?

Tebaxa borî rojeva Tirkiyeyê bi gotina “pêşîvekirinê” kirasekî bi rengekî nû li xwe kir. Vê “pêşîvekirinê” bahsa hewldanên hikûmeta AKP’ê yên çareseriya dikir. Tevî ku bi nave “pêşîvekirina” kurd destpê kir, bi nave “pêşîvekirina demoktratîk” nav guherî û herî dawî kirasê “Projeya Yekîtiya Netewî” –hemin a tirk- li xwe kir jî, destpêka wê hêvî dida mirovan. Di nava siyaseta kurdan de bêyî ku zanibe ka gavên hikûmetê ji bo pêşîvekirinê çi ne, hema hema her aliyî destek dayê. Zêde dem nekete navberê û pêşî li vê “pêşîvekirinê” hat girtin. Ya rast ev proje di cihê xwe de bist bû û xitimî.

Aşitî: Di navbera taktîk an jî çareseriyê de!

Di çend salên dawîn de konflîkta Kurdistanê ya li nav sînorên siyasî yên Tirkiyeyê ji gelek merheleyan borî. Di demên dawîn de ev konflîkt berbi ‘pirsgirêka aştiyê’ ye ewule bûye. Belê niha di navbera tirk û kurdan de pirsgirêka aşitiyê qewimiye. Niha li cûreyeke aştiyê tê gerîn, niha li navekî digerin ku li ‘proseya aştiyê’ deynin.