Çawa Sahel veguherî bombeyeke li ber teqînê

Encameke şerê li Lîbyayê
Translator

Darbeya leşkerî ku 22yê adarê li Malîyê rêjîma "nimûneyî" ya serokkomar Amadou Toumani Touré hilweşand, li tevlihevîya herêmê zêde bû. Li Mexreba îslamî koma saharo-sahelî, ku bi serhildanên nû yên tevgera tûareg re rûbirû ye, serê xwe bi komên xwedî çek re dieşîne; yên ku xwe girêdayî El-Qaîdeyê îlan dikin.

Bêkêrbûn…jênehatîbûna têkoşîna li dijî serhildan û komên terorîst yên li Bakur … ": Leşkerên ciwan ên bi cilên kamûflajê yên ku di 22yê adarê de li Bamako desthilatdarî bi dest xist, nikarîbûn gotinên hişktir li dijî şefê xwe yê kevin bi kar bînin, serokomar û kevne-general Amadou Toumani Touré ku demeke dirêj weke "leşkerê demokrasîyê" dihat nas kirin. Di adara 1991ê de, wî di darbeya li dijî general Musa Traoré de cîh girtibû û xwe kir serokê Komîteya Muweqet ji bo rizgarkirina gel. Di encama konferanseke neteweyî de li pey hilbijartinan wî desthilatdarî dabû destê sîvîlan. Ew di sala 2002yê de ketibû nav polîtîkayê û bûbû serokkomar û diviyabû di 20ê nîsana bê de piştî hilbijartina xelefê xwe, wezîfeya xwe bi dawî bîne.

Tevî ku îdia dikir ku "nedixwest dest bavêje demokrasîyê, lê bi tenê dixwest yekitîya neteweyî û yekparebûna erdî pêk bîne", Komîteya Neteweyî ji bo Piştrastkirina Demokrasîyê û Xurtkirina Dewletê (KNPDXD) [erkên] sazî[yan] betal kirin û dawî li pêvajoya hilbijartinan anî. Tu tişt vê bawerîyê piştrast nake ku ev rejîma leşkerî ku herkes wê mehkûm dike, wê bikaribe rewşa Bakurê bêxwedî, ku sînorê wê bi Cezayîr û Nîjerê re heye li gor berjewendîyên xwe biguherîne.

Tûrîzma ku yekane çalakîya aborî ya warên Sahelê yên kêm mirov lê dimînin e, li ber nemanê ye. Tu turîst nayên serdana herêma cezayîrî-malîyî bi navê Taûdenî, nayên Aîrê li Nijerê û nayên Adrarê li Morîtanyayê (li nexşeyê binêrin). Bi ser de jî, van mehên dawîyê, vegera bi hezaran leşkeran -bi piranî tûareg in- ketina pêşbazîya çekdarbûnê û zêdebûna bazirganîya kokaînê, yan jî cixareyan, belavbûna şerekî pêk anîn ku li başûrê Cezayîrê, li bakurê Malî û Nijerê û li beşeke Morîtanyayê li hevîya teqînê bû. Maurice Freund ku acîz e "bi dîtina zarokên 15 salî yên xwedî kalaşnîkov ku bûne fermandarên Gaoyê" wisa nerazîbûna xwe nîşan dide: "Min tu caran bîr nebir ku rojekê çend qeşmerên dîn ên di bin tesîra tevlihevîyên salên 1990ê de li Cezayîr qewimî, wê bikaribin warê Saharo-sahelî veguherînin Far West [navê li Ewropayê li Wild West –Rojavayê Kovî– a amerîkî tê kirin; nota wergêr], ku wê bikaribin gelê heremê bitirsînin û serî li wan bitewînin". Organîzatorê tûrên tûrîstîk yê Point-Afrique ku wî bi xwe sala 1996ê ava kiribû, piştî rehîngirtina tûrîstên fransî di sala 2007ê de li Morîtanyayê û piştî rehîngirtina karkerên Areva li Bakurê Nîjerê di sala 2010ê de, neçar ma ji herêmê derkeve.

Serhildana "mirovên şîn" di 17ê çileyê 2012ê de bi êrişekê bi ser bajarê Menaka li Bakurê Malîyê dest pê kir, di pey re jî bi hefteyan çalakîyên serkeftî li dijî garnîzonên arteşa malîyî pêk hatin, yek ji wan standina baregeha leşkerî ya Tessalit di 11ê adarê de bû. Wisa tê bawer kirin ku Tevgera Neteweyî ji bo Azadîya Azawadê (TNAA) ku 2011ê de saz bû, xwedî bi hezaran şoreşger e ku çarsed ji wan kevne-eskerên bereya pêş ên serokê Lîbyayê Muemmer Qedafî ne. Ev tevger ji sala 2012ê û vir ve bi hevkarîya tevgera Ensar Dîn têdikoşe û girêdayîyê El-Qaîdeya Mexreba Islamî (AQMI) ye ku îdîa dike îro piranîya Bakur-rojhilatê Malîyê kontrol dike.

TNAAyê ku serhildanê tûaregan yên salên 1963, 1990 û 2006ê bi bîr tîne, doza serxwebûna sê herêmên bakur dike, Tombûktû, Gao û Kîdal, yanî ji 800 000 km2 bêhtir û % 65ê erdên welatê Malîyê (carek û nîv ji erdê Franseyê mezintir e) pêk tîne, lê belê bi tenê yek ji dehê nufûsa welêt a ku li gor texmînan biqasî çardeh mîlyon e, lê dimînin û ew jî li ser sêzdeh "xelekan" (komên civakan/şaredarîyan) belavbûyî ne. (1)

Serokê mekteba siyasî ya TNAAyê Mahmoud Ag Aghaly binê vê yekê xêz dike: "Hê di sala 1957ê de tûaregan ji fransîyan re gotibû [mêtingeran] ku wan nedixwest erdê wan bibe perçeyek ji Komara Malîyê. Û ji sîh salan û vir ve bi hikûmetê re tê axaftin û peyman tên mohr kirin, lê tu feydeya wan nîne". (2) Li gor yên ku serxwebûnê dixwazin, hikûmetê Bakurê Malîyê tenê hiştiye. Serokkomar bixwe ev yek qebûl dikir: "[Li wir] rê, navendên tenduristîyê, dibistan, bîr û avahîyên bingehîn ji bo jîyana rojane nînin. Rastî ev e ku tu tişt lê nîne. Ciwanekî ku lê dijî tu şansê wî yê zewicîn, an jî biserkeftinê tuneye, bi tenê heke erebeyekê bidize û tev li qeçaxçîyan bibin, dikarin bi ser kevin (3)... "
Cezayîr: Hem sedem
hem jî derman

Hikumeta Malîyê hezar leşker şandin Gaoyê, Kîdalê û Menaka ku pêncsed ji wan mîlîsên tûareg û erebên tev li wan bûyî ne. Lê motîvasyona wan pir kêm e –di nav efserên payebilind de jî hejmara yên ku ji eskerîyê direvin pir bilind e– û piştî rêzek biserketinên serhildêran êdî carinan teçhîzata wan kêm e û têrê nake. Di dema aşitîyê de jî tu caran ji arteşa Bamako nehat ku tevahîya neh sed kîlometroyên sînorê xwe bi Morîtanyayê re, an jî hezar û dused kîlometroyên sînorê xwe yê bi Cezayîrê re kontrol bike.

Tevî ku îhtîmal hebû ku vî şerê nû zirar bida dawîya dewra serokkomarîya wî û têsîreke xirab li hilbijartinên serokkomarîyê yên 20ê nîsanê bike jî, Touré hîn weke fîlosofan xeber dida: "Ev pêncî sal in ku pirsgirêka bakur heye. Mezinên me pê eleqedar dibûn, em pê eleqedar in û yên piştî me wê pê eleqedar bibin. Ev pirsgirêk wê di rojekê de xilas nebe". (4) Li gor wî sedema nemumkinîyeta kontrolkirina herêma saharo-sahelî ew e ku sînorên welatan ne xema serhildêr, mîlîtan, bazirgan û bazirganên narkotîkê ne, ew vê herêmê ku mezinahîya wê weke ewropayê ye ji serîyekî heta serîyê din derbas dikin.

Komîteya Fermandarîya Giştî ya Artêşê ya li ser kar e (KFGAK) ku di sala 2010ê de li Tamanrassetê hat saz kirin, ji hevkarî nekirina şênîyên Saharayê aciz e. Morîtanya ku têkîlîyên pir xurt bi berpirsîyarên perwedeya Fermandarîya Opera-sîyonên Taybet (FOT) re danîne û "hertiştî bi ewlekarîyê dixwaze; Malî pêşketineke demdirêj dixwaze, ku bi tenê ev dikare sedemên tevlîbûna di nav tevgerên tuareg de an di nav katiba’yan (komen şoreşgerî) yên AQMIyê ji holê rake.

Ji bo Barnako, Cezayîr hem sedem, hem jî dermanê pirsgirêkên ewlekarîyê ye ku elaqedarî terorîzmê ne. Koka Koma Selefî ji bo Waaz û Têkoşînê (KSWT), ku di sala 2007ê de navê xwe kir AQMI bi rastî jî Komên Îslamîst ên Xwedî Çek (KÎXÇ) yên cezayîrî ne û bi tenê îstîxbarat û hêzên ewlekarîyê yên vî welatî dikarin ji heqê wan derkevin. Li alîyekî din, tê bawer kirin ku bi 6 mîlyar euroyên budceya xwe ya bergirîyê (sîh caran ji budceya bergirîya Malîyê zêdetir e), wê paytext Cezayîr bikaribe qanûnên xwe li ser Saharayê ferz bike. Li gor serokkomar Touré herî bakurê Malîyê, ku li gor texmînan rêhîngirên AQMIyê xwe spartinê û lê veşartine, di rastîyê de parçeyekî welatê Cezayîrê ye: "Li gor min Gao,Tessalit û Kîdal wilayetên dawî yên welate we ne. Dîroka welatê we girêdayîyê vê herêmê ye". (5)

Rîska belavbûnê

Tevî ku şewata li Bakurê Malîyê tevahîya herêmê tehdît dike jî, meyla tevlihevkirina terorîzmê bi sucdarî û bi daxwaza gihandina hev a gelekî parçebûyî ancax têgihîştina bûyeran zehmetir bike. (6) Bi ser de jî ji holê rakirina albay Qedafî ku xwe weke qralê Saharayê, an Sahelê (7) didît, destûr da ku yek ji rikeberên AQMIyê kêm bibe û stoka wê ya sîlehan zêdetir bibe.

Li gorserokkomarê Nîjerê Maha-madu Isufu, serhildana tûareg "yek ji encamên krîza Lîbyayê ye". (8) Herçî TNAA ku wisa xuya ye ji Ensar Dînê veqetiyaye, ji xwe re qedexe kiriye ku bi AQMIyê re têkoşîneke hevpar bimeşîne: Kiryarên AQMIyê erdê welatê me qirêj dikin û eger bidomin jî sucê desthilatdarîya Bamako ye. Tişta em ji civaka navneteweyî re dibêjin ev e: "Serbixwebûnê bidin û wê li Malîyê dawî li AQMIyê bê". (9)

Li Fransayê ku bavê sîyasî yê adetî yê vê jêrherêmê ye, ev arguman guhdarên xwe dibîne. AQMI ji ber heman sedemên ku berîya du salan li dar bûn, ji Fransayê aciz e: Dagîrkirina leşkerî li Afganistanê, dîplomasîya hevalbenda Îsraîlê, qedexekirina sergirtina temamî li qadên gelemperîyê welêt, destdanîna ser uranyûma Nîjerê, êrişên komando ji bo serbestkirina rehînan li Nîjer û li Malîyê…

Li Bamakoyê, peşnîyarên ku wezîrê karên derve yê fransî Alain Juppé kiribûn qet baş nehatibûn nirxandin –hevdîtinên bi hemû alîyan re, TNAA jî di nav de; bicîhanîna şertên peymanên kevin; hewldana pêkanîna pêşketineke li bakûrê welêt -ev peşnîyar ji alîyê welatekî hatibû kirin ku bûbû sedema teqîna tevlihevîya li Lîbyayê, û niha piştgirîya welatê hêremê dike da ku ew "baştir xwe bi rêk xin". Îhtîmaleke mezin e ku ji alîyê Fransayê ve bilêz şermezarkirina rêjîma leşkerî ku 22ê adarê xwe bi cîh kir, û cemidandina hevkarîya navbera herdû welatan de, dîsa nayên fêm kirin.

DYA nayê xwestin

Herçî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ye ku Saharayê weke bereyeke "şerê li dijî terorîzmê" dibîne, bi hêzên xwe yên taybet û "guhên wan yên mezin [îstîxbarat; nota wergêr]" mudaxale dikin. Ew dixwazin şefên AQMIyê ji holê rakin, lê rastî astenga Cezayîrê li ber wan danî tên, Cezayîrê firîna balafirên bê pîlot yên Central Intelligence Agency (CIA), yan jî yên Us Airforceê qedexe kir. Herwiha astengeke din ku Dewletên Yekbûyî rastî wê tê nebawerî ye, ya ku piranîya welatên nêzî Saharayê hîs dikin. Tirsa wan ew e ku zêde xuyakirina rengê amerîkî li herêmê, çawa ku li Afganîstanê qewimî, wê agir gur bike.

Herêm veguherî bombeyeke li ber teqînê. Ji bo herkesî rîska belavbûna tevlihevîyê heye ku li Sahelê diqewime, yanî tehlûkeya balkanbûna Sahelê heye. Wisa tê fikirîn ku bi sedan endamên tarîqeta Boko Haram xwe spartine Nîjerê û Çadê (nîvîsa li ser vê mijarê bixwînin). Îhtîmala ku mîlîsên îslamîst şebab, yên ku li Somalîyê li dijî arteşên Kenya û Etîyopyayê têdikoşin ber bi Sahelê ve biherikin. Li Darfourê Tevgera ji bo Edalet û Wekhevîyê ya Gibril Ibrahim meyldar e ku ji nû ve çekan bi kar bîne. Li Bakurê Afrîkaya Navîn general Baba Ladde ku Bereya Gel ji bo Peşketinê bi rê ve dibe, îdia dike ku wê serokkomarê Çadê Idris Déby Itno ji text bixe û ji bo hevkarîyê bang li tûaregan, li AQMIyê û li sahrawîyên Bereya Polisario, hwd., dike.

Di heman demê de, Cezayîr, Nîjer Morîtanya û Burkîna Faso derîyên xwe li dused hezar penaberên malîyî vekirin ku ji şerên li Bakurê welat diqewimin, direvîyan. Lê belê, li gor Bernameya Zad û Qût a Cîhanê, di rewşa hêyî a hişkesalî, xela û birçîbûnê de pêdivîyia lezgîn a pênc heta heft milyon şênîyên Sahelê bi alîkarîyeke di cîh de heye.

Çavkanî

Philippe Leymarie: Rojnamevan

  1. Robin Edward Poulton, "Vers la réintégration des Touaregs au Mali (Ber bi ji nû ve întegrebûna tûaregan li Malîyê", Le Monde diplomatique, çirîya paşîn 1996
  2. Jeune Afrique, Parîs, 21ê sibata 2012ê
  3. ElWatan, paytext Cezayîr, 4ê nîsana 2009ê
  4. "Le débat africain (nîqaşa afrîkî)", Radio France Internationale, 26ê sibata 2012
  5. ElWatan, li jor navê vê jêderê dibihure
  6. Li ber bigre, Antonin Tisseron, di "Géopolitique du Sahara (jeopolîtîka Saharayê)", Hérodote, hejmar 142, Parîs, trîmestra sêyem 2011
  7. Di 1998ê de Qedafî ji xwe re Yekîtîyeke Dewletên Sahel-saharî li hev anîbû (CEN-SAD) weke Yekîtîya Afrîkîyeke duyem
  8. Le Monde, 15ê sibata 2012
  9. Jeune Afrique, li jor navê vê jêderê dibihure

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya