Çi ji ber sînorên welatên afrîkî ma?

Li bakurê Malîyê şer, li Sûdanê parçebûn...
Translator
Li Ouagadougouyê (Burkina Faso) ku lê navbêynkarîyeka navneteweyî tê organîzekirin, berdevkê serhildêran Bilal Aga Şerîf di 16ê çirîya paşîn de da zanîn ku ew “alîgirê hevdîtinê û peydakirina çareserîyeka mayînde ye di vê pirsgirêka di navbera Malî û Azawadê de”. Neteweyên Yekbûyî bi xwe li alîyê xwe destwerdaneka eskerî guftûgo dikin. Parçebûna di pratîkê de ya Malîyê nazikbûna sînorên afrîkî ku ji dawîhatina li şerê sar û vir ve marke ye, nîşan dide

Bûyera eşkerenebûyî ya teqîna li fabrîkaya çekan a Yarmoukê di 23yê çirîya paşîn de li nêzîkî Xartûmê, hê jî dibe sedema alozîyan di navbera Sûdan, welatên cîran û rêxistinên navneteweyî de. Li gor navenda lêkolînan ya swîsrî bi navê Small Arms Survey, avahîyên jihevdeketî yên fîrmayê, ku çekên sivik lê dihatin hilberandin, di heman demê de bi kêrî depokirina çekên ji Çînê îtxalkirî dihatin. (1) Beyî ku karibe vê yekê îsbat bike, Xartûm li hemberî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY), Ȋsraîlê gunehbar dike bi sabotekirin û heta bi bombebarandina ser fabrîqeya çekan de. Tê fikirkirin ku ev fîrma beşdarî kirîn û firotina wan çekan e ku dişînin Xezze û Ȋranê.

Sûdan welatekî erdên wê 1.9 mîlyon kîlometre kare fireh e û li Rojhilatê welêt serhiladana Darfûrê diqewime. (2) Bi ser de jî, ji tîrmeha 2011an ve, beşek ji erdên Sûdanê yên li başûrê welêt jê qut bûn. Piştî şerekî navxweyî ya bi dehan salan, yên dixwestin ji Sûdanê qut bibin gihîştin serxwebûnê û navê Sûdana Başûr li xwe kirin. Tevî ku gelek lihevkirinên li ser eşkerekirina xeta sînoran û belavkirina çavkanîyan hatin mohrkirin, herdu welatan hê jî aşîtî pêk neanî ne, û dûrî vê rêyê ne. (3)

Rewşa Sûdanê, ku pevçûn lê diqewimin û ji alîyê tevgerên ji bo parastina hêza navendî ve gef lê tên xwarin, li parzemîna reş ne îstîsnayeka îzolebûyî ye. Tevî ku alozîyên li Sahelê diqewîmin tevahîya bala dîplomasîyê û ya çapemenîyê dikşîne ser xwe, li herêmên din yên Afrîkayê bûyerên bi heman rengî rûdidin: daxwazên xweserîxwaz, serhildanên çekdarî, nehatina ji destê desthilatdarîyan ku ewlekarîyê misoger bikin, kirîn û firotina navneteweyî ya çek û cebilxaneyê, şaşîyên birêveberîya welatên xerîb, pêşbazîya kontrolkirina çavkanîyên xwezayî, hwd. Dewletên ku lawaz dibin êdî nikarin "herêmên grî" kontrol bikin. Ev herêm li dûrî paytextan in û pir caran rêveberîya wan di destê sûcdaran de ye. Bi vî rengî, di navbera Nîjer û Nîjeryayê de erdekî bi sîh yan jî çil kîlometre dirêj heye ku Niamey û Lagos nikarin kontrol bikin. Carinan sînorên di dema kolonîyan de dîyarkirî êdî di rastîyê de tunene, lewra hejmara koçberan, rêwîyan û bazirganan yên van sînoran nas nakin, pir bilind e.

Dewleteka de facto ya ku eşîr wê bi rê ve dibin

Bi hejmareka bilind a mirinan, a penaber û ya ji rêderketinên bêdawî, Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) dibe sembola van bûyerên ku têsîrên xirab li derdorê dikin. Bi heman rengî, meriv dikare bibîne ku Somalî ji hev dikeve: beşeka erdê wê, Somalîland, gihîşt şiklekî îstîqrarê ku di bin desthilatdarîya elîteka herêmê ya li Ȋngilistanê perwerdebûyî de ye. Li alîyê din, li başûrê Mogadîşû, li Puntlandê dewletek heye ku ji alîyê welatên din ve nehatiye qebûlkirin û lê eşîrên debara xwe bi rêya talanê dikin, bi rê ve dibin, hene. Li Afrîkaya Rojava, piranîya welatan di nav aşîtîyê de bijîn jî, sedemên krîzên belavbûyî lê gelek in û îhtîmalên rûdana beîstîqrarîyê rewşa van krîzên belavbûyî girantir dike: Li herêmeka Senagalê a li ser sînorê bi Gambî û bi Gîne Bîsawê re ye ya bi navê Kasamansê, çalakîyên bi şidet yên ji bo xweserîyê (suîkast, revandin) timî diqewimin; li deltaya Nîjerê, komên çekdarî bacê li ser şirketan ferz dikin û karê avahîyên petrolî yên Nîjeryayê sabote dikin. Ev yek têsîr li Kamerûn, Togo, û Benînê dike; li welatên Yekitîya Ҫemê Manoyê (YҪM) (ango li Peravên Îvorî, Lîberya û Sierra Leonê), hê şopa şerên dawî pêkhatî dimînin. (4) Herçî herêma Saharo-sahelî ye, ew qada çalakîyên tevgerên sûc û krîmînel, ya komên îslamîst û ya daxwazên tuaregan e, ew jî di pratîkê de dibin sedema parçebûna Malîyê. (5) Wisa xuya ye ku beşa başûr a parzemînê, ku giranîya Afrîkaya Başûr lê heye, li derveyî vê meyla jihevdeketina welatan dimîne.

Wisa xuya ye ku prensîba destnedana sînoran, ya di sala 1963yan de di peymana Rêxistina Yekitîya Afrîkî (RYA) de hatî nivîsîn, bi rastî tê binpêkirin. Di gulana 1963yan de, ango ji mêj ve, serxwebûna Erîtreya ku ji Etyopyayê qut bû, ev prensîp bin pê kir. Lê belê, welatên nû afirandî li gor sînorên di dema kolonîyan de dîyarkirî avabûn, ango di çarçoveyekê de ku dema bihurî, di qada navteweyî de hat qebûlkirin, ava bûn. Lê meriv dikare çi bibêje der barê qutbûna Sûdana Başûr de, ku hema piştî serxwebûnê ji alîyê "civaka navneteweyî" ve hat naskirin, gelo wê ev bûyer amade kiribû? Belê rast e, soza xweserîya vê herêmê di dema serxwebûnê de, di 1956an de, di çarçoveya dewleteka federal de hatibû dayîn. Lê belê Xartûm tu cara ev soza xwe bi cih neanî û bû sedema serhildaneka çekdar ku tevahîya du şerên navxweyî domand.(6)

Di wan deman de ku zext li ser sînoran zêdetir dibe, divê meriv çi bersivê bide yên serxwebûna Sahelê dixwazin? Di daxuyanîyeka 17ê sibata 2012an de, serokdewletên Civaka Dewletên Afrîkaya Rojava (Cedeao) bi awayekî cidî girêdayîbûna xwe bi desthilatdarîya Malîya kontrola bakur ji dest dayî ve dan zanîn. Lê piranîya wan (Nîjerya, Peravên Îvorîyê (7), hwd.) bi krîzên li ber teqînê yan jî bi krîzên destpêkirî re rû bi rû ne. Ev krîz ji sînorên welatên xwe dibihurin û otoriteya wan dixin ber lêpirsînê.

"Sîstemên pevçûnê" li Afrîkaya Rojava, Rojhilat û Navîn bi rastî bi cih bûn. Li gor siyasetnas Michel Luntumbue (8), piranîya van navendên alozîyê "li ser xetên sînoran pêk tên, dînamîkên wan yên hundirîn bi piranî dibin sedema belavbûn, an jî mezinbûna krîzan". Bûyerên bi vî rengî li Ewropaya Navîn û Rojhilat jî qewimîbûn (cihêbûna Komara Çek û Slovakyayê, parçebûna Yugoslavyayê), lê belê li Afrîka ev tişt di çarçoveya taybet a Dewletên Afrîkî yên lawazbûyî de pêk tên, yan jî di çarçoveya dewletên ji ber ku nikarîbûn bipêşketina welêt misoger bikin ketine nav pêvajoyeka jihevdeketinê de diqewimin. Projeyên neteweyî ji bo bipêşketinê yên elîtên serbixwe bi derbên otorîtarîzm û bi bertîlxwarîyê betal bûn. Birêveberîya rêxistinên aborî yên navneteweyî piştgirîya lawazbûna desthilatdarîya dewletan dike, heta ku dewlet bibin wekî zarokan.

Li parzemîna reş, şideta newekhevîyên civakî nîqaşên nasnameyî/netewe-perestî bi gewde dike. Ew wekî yekane rêya bilindbûnê di nav civakê de tê hesibandin: dema xort wekî endamên "civakeka" olî, çandî yan jî etnîk xwedî dozeka taybet tên hesiban, hesta aîdîyetê bi wan re çêdibe û çekan hildigrin da ku mafê xwe û yê miletê xwe bixwazin, ev yek jî zirarê li mafên welêt bi giştî dike. Li alîyê din, her diçe zêdetir ciwan ji nehatina ser rêya baş a mezinên xwe gilî dikin, yên ku bi desthilatdarîyê ve zeliqî ne û pirî caran berjewendîyên gel ji bîr dikin. Li gor Luntumbue, di nav wan civakan de ku di demokrasîyên baş de bicihnebûyî ne, qutbûna eşkere ya lihevkirina civakî di navbera herdu nifşan de, "çandeka xweranegirtinê" bi gewde dike. Wekî nimûne, komên çekdarî yên deltaya Nigerê, endamên tîpîk ên ciwanîyeka bêhêvîmayî û çavbirçî ne ji bo ku ji bereketa petrolê para xwe bistînin. Daxwaza xweserîyê ya herêma cîran Bakaasî, li Kamerûnê, tê maneya liberrabûna rewabûna dewletek jê naye bixapîne û bide bawerkirin ku dewlemendîyên welêt bi gel re parve dike.

Ev pevçûn, ku sedemên wan heq in, pir caran ji ber bûyereka li derveyî welêt qewimî derdikevin holê. Bi vî rengî mudaxaleya Rojava li Lîbyayê di bihara 2011an de, kir ku çekên şerî yên ji cebilxaneya general Muemer Qedafî belav bibin û herwiha piştgirîya paraşûtvanên franko-brîtanî kir. Ev çek birin herêmeka ku jixwe lê helwêsta cîhada îslamê belav dibû, di wê demê de agirê şerên di navbera paytextan (Bamako û Niamey) û serhildêrên tuaregî de gur dibû di bin sîya bertîlxwarî û zexta zorê de. Li alîyekî din jî em pê dizanin ku şîrketên mezin ên pirneteweyî şerên bi vî rengî bi kar tînin, heta wan bi rê ve dibin da ku dest biavêjin dewlemendîyên kanan. (9)

Wê demê, parzemîn dikeve nav xelekeka bêdawî ya şidetê, lewra pir caran Dewlet neçar dimînin ji bo çareserkirina krîzên wan ditirsînin, alîkarîyê ji derve bixwazin. Bi vî rengî ew dibin sedema piştrastkirina sûcê li wan tê barkirin, yê bêkerbûn û nerewatîyê. Bi ser de jî, hin çavdêr ji encamên ne li rê, yên mudaxaleya rêxistinên mafê merivan ditirsin: li gor siyasetnasê kamerûnî Achille Mbembe, ew dibin sedema tevlîhevbûna stûnên desthilatdarîya dewletê, lewra herêmên parastî "di pratîkê de vediguherin herêmên derveyî sînorên welêt". (10)

Ji xeynî şerên ji bo erd ên di navbera dewletan de diqewimin, ji salên 1990î û vir ve hejmara şerên navxweyî qat bi qat zêde dibe. Ev şerên navxweyî bi rengê siyaseî-etnîk in û li derveyî sînorên welêt jî tesîrê dikin (Lîberya, Sierra Leone, Peravên Îvorî, Malî, hwd.). Tevî ku globalbûna aborî û fînansî beşek ji planên jeopolîtîk ji nû ve dîyar dikir jî, bi dawîkirina şerê sar ê di navbera herdu blokan de, destûr da dawxazên kevn dengê xwe hildin. Pêkanîna sûcên pirneteweyî wekî kirînûfirotina çekan, ya narkotîkan yan jî ya însanan dibe sedema bêîstîqrarkirina dewletan. Gîneya Bîsaw, ku fêrî darbeyan bûye, bû derîyekî vekirî ji bo hatina kokaîna ji Amerîkaya Başûr û ji bo eroîna ji Efganistanê. Van narkotîkan ji wir dişînin Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Tevî vê yekê vê herêmê şahidî li pêlên koçberîyê jî kirin, yên armanca wan karkirina di sektorên cotkarî û masîgirîyê de (Burkina Faso, Ghana, Benîn, Gîne-Konakrî, hwd.). Li gor Fona Neteweyên Yekbûyî ji bo Zarokan (Unicef), wisa tê fikirîn ku du sed hezar zarok li Afrîkaya Rojava û li Komara Demokratîk a Kongoyê mexdûrên vê danûstandinê ne. (11)

"Krîza nasnameyê"

Gelek kom û tevger gazinan ji kombûna şideta rewa ya dewletê dikin, hevgirtinên li gor berjewendîyên xwe yên demkin pêk tînin û sînorên qulqulî jî ne xema wan in. Bi vî rengî, li Bakurê Malîyê El-Qaîde, li Mexreba îslamî (AQMI) Ansar el-Dîne, li Afrîka Rojava Tevgera Yekitîya Cîhadê (TYC) û komên koçber ên tuareg, ku xwedî daxwazên kevin in, hevkarîyê dikin ji bo ku li dijî otorîteya Bamako têbikoşin. Lê ew di heman demê de girêdayî bazirganên narkotîkê ne, ku pere û alîkarîyê didin wan û bi wan re didin û distînin. Hevkarîyên bi vî rengî bi lez pêk tên û bi lez betal dibin. Xetên sînor ji alîyê aktorên herêmî ve tên dîyarkirin û li şûna wan behsa herêmên cîran û "walatên cîran" tê kirin. Carinan dewletê hewl da bersiva tehlûkeya jihevdeketinê bide û reformên ji bo parastina sazîyên xwe pêk anî, wekî desantralkirina li Malîyê, yan jî wekî pêkanîna federasyonekê li Nîjerîyayê. Lê meylên xirabker hê têsîrê dikin. Di vê çarçoveyê de kevne-serokdewletê Malîyê Alpha Oumar Konaré difikire ku ev reform ji bo pêvajoya heyî  çareserî ne: bi saya wan "rêya aştîyê xuya dike, ango ya demokrasîyê, ya bipêşketinê », lewra "wexta sînor mijara şer in, yan jî wexta îtîraz li wan tên kirin, di çarçoveyekê de ku tirsa ji cîrên yekane tişta hevpar e ya meriv parve dike hingê aştî nikare pêk were». (12)

Li gor dîroknasê ji Peravên Îvorîyê Pierre Kipré, Afrîka di "krîzeka nasnameyî" de ye ku kokên xwe berdide nav dîroka kevin. Li gor fikra wî eger rast be ku sînorên ji alîyê hêzên kolonyal ve çêkirî bin di dema konferansa Berlînê ya salên 1884-1885an de û eger rast be ku rastîyên civakî û merivî li ber çavên xwe negirtibin, ev kêmasîyeka civakê bixwe ye. Li gor wî sedema alozîyan ev e: "beşdarnebûna hêzên siyasî yên Afrîkî di avakirina cografyaya herêmê de, û nehesibandina tevnên civakî wekî parçeyekî girîng ê desthilatdarîyê". (13) Têkoşîna li dijî kolonîyalîzmê sînorên ku xelkê Ewropî di dawîya sedsala bîstan de dîyarkiribûn, nexistin ber lêpirsînê. Bi heman rengî, dewletên serbixwe ku bi bicihkirina otorîteya xwe ya nû ve mijûl bûn, bêdudilî şerê hev kirin. Bi ser de jî, rejîmên yekpartî ên ku carinan encama wan têkoşînên eskerî bûn yên ku rêbazên otorîter bi kar dianîn, wisa îdîa dikirin ku ew dê daxwazên cihê yên gelan tune bikin ji bo bipêşketina "neteweyî" misoger bikin.

Dîyarkirina xetên sînor ên hişk ne adeteka Afrîkî ye. Li gor adetê, hevdîtîna gel, parvekirin, danûstandin çêtir e. Konaré behsa "sînorên  diguherin" dike ku têsîra wan wekî ya "xalên girêdanê" ye. "Xizimparêzî" û henekên ku bi wan sînoran tên kirin, adetek e ku tevî van bûyeran jî hê zindî ye. Serbixwebûna dewletan di salên 1960î de hat bidestxistin, hingê gel herêm û sînorên siyasî yên berîya heştî salan ji alîyê Berlînê ve hatî dîyarkirin, fêm nekiribû.

Gelo divê meriv li "kontr-kongreya Berlinê" bifikire? Sala 1994an nivîskarê nîjeryayî Wole Soyinka wisa digot: "divê em rûnin, bi pergal û rastekê sînorên neteweyên afrîkî ji nû ve xêz bikin ." (14) Di demeka nêzîktir de, berîya serdana xwe ya herêmê ya sala 2009an bi çend hefteyan, Nicolas Sarkozy ji bo Komara Demokratîk a Kongoyê wisa peşnîyaz kir: "rojeka wê bêguman dîyalogek pêk were, yekê ku ne bi sedema konjonkturê be, ew ê bibe dîyalogeka binesazîyê ku bersiva vê pirsê bide: di wê herêma cîhanê de meriv çawa wargehekê parve dike, dewlemendîyan parve dike û qebûl dike ku qanûneka cografyayê heye, ku welat kêm caran navnîşana xwe lê diguherin û çawa fêm dike ku divê meriv fêrî jîyana bi hev re, li cem hev bibe?" (15) Danezaneka bi vî rengî bû sedema fikaran li ser herêma Golên Mezin, ku lê tirsa li vegera sînorên "kevin" heye. Lê ji xeynî şewazê şîyarker ê serokdewletê fransî, ev fikra wî dibe sedema gumanan di mejîyê gelek entelektuel û birêveberên afrîkî de. Siyasetnasê Kenyayî Alî Mazruî wisa dinivîse  "Di sedsala li pêşîya me de, şiklê heyî yê dewletên afrîkî wê biguhere. Yek tişt dikare pêk were: yan serxwebûna etnîk wê bibe sedema avakirina dewletên piçûktir, wekî parçebûna Erître û Etyopyayê; yan jî wê entegrasyona herêmî bibe sedema yekitîyên siyasî û aborî yên ferehtir.» (16)

Wisa xuya ye ku rêveberên afrîkî yên ketine nav pêşbazîyekê da ku ji zemên bi leztir bibin, alternatîfa duyem bijartine. Wê sînor werin parastin, lê wê sazîyên herêmî çarçoveyeka aştîxwaz bi cih bikin. Sala 2002yan, Rêxistina Yekitîya Afrîkî bû Yekîtîya Afrîkî. Binesazîya wê xurtir e û xwedî maqamekî biryardayînê yê daîmî û xwedî Konseyeka ji bo Aştî û Ewlekarîyê ye. Ew biryara rêzeka cezakirinan da, ji bo Nîjerya, Peravên Diranê Fîlê û Malîyê ku bûn bizina gunehên wê: cemidandina beşdarîya wan ya di Yekîtîyê de, ambargo, cemidandina milkên fînansî, hwd. Li alîyekî din jî, hin înîsîyatîfên din jî kirin dest xwe, wekî plana çalakvanîyê li dijî narkotîkê û ya tedbîrên li dijî sûcdarîyê. Herçî Civaka Dewletên Afrîkaya Rojava ye, wê hevgirtina -panzdeh dewletên endamên wê ne-, di mijarên bijartî de xurt kir: narkotîk, çek, firotina koçberan. (17) Divê ev rêxistin bibe ya ku destwerdana bê ya li Bakurê Malîyê bi rê ve dibe, eger Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî destûrê bide.

Li gor aborînas Mamadou Lamine Diallo, ferz e ku meriv dev ji "stratejîyên bersivdanê" berde; (18) û herwiha divê dev ji fikrên bi tenê ewlekarîyê li ber çavên xwe digirin jî were berdan, ew bi tenê dikarin beşeka armancê bi dest bixin. Pirsgirêk ji nû ve dîtîna şiklên rewatîyê yên desthilatdarîyê ye ku xwe dispêrin rastîyên civakên afrîkî, lewra sedema jihevdeketina dewletan dûrbûna wan ji gel e.

Konaré îdîa dike "Li şûna ku li cem gel bimeşin, ew hewl didin li şûna afrîkîyan tevbigerin, ev tê maneya ku divê dev ji mentiqê biryardana ji bo herkesî berdin, em bibêjin divê xwe nêzîkî mentiqekî desthilatdarîyê yê hevpar bikin, ber bi mentiqekî her diçe kêmtir mijara şermezarkirinê ye û kêmtir tê şermezar kirin ve: mentiqekî desthilatdarîyeka bihevre ku bi fêdetir e ji monopolên xerîb ên dixwazin hin welatên afrîkî xwe bi pêş ve bixin, û bibin xwedî pîşesazîyê. Li gor wan hin welatên din yên afrîkî jî wê neçar bimînin bi tenê bibin bazareka ji rêzê, yan jî wê bi tenê bibin hilberînerên madeyên xav." (19) Bê guman rêya herî baş a xwe bipêşxistina parzemînê rêya xurtkirina sazîyên birêkûpêkkirinê yên herêmî ye. Divê ev xurtkirin xwe bispêre "civakên bingehîn" ên ku her roj kapasîteya xwe ya aş kirina alozîyên li gelek herêmên tampon ên Afrîkayê îspat dikin

 

(1) Small Arms Survey, daxuyanî, Cenevre, 25ê çirîya pêşîna 2012an.

(2) Hovîtîya tepisandinê ya ku pêk tîne dibe sedema biryardana girtina serokdewlet Omar El-Beşîr ji alîyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) ve.

(3) Gotara li jêr bixwîne: Jean-Baptiste Gallopin, "Amer divorce des deux Soudans" (Ji hev veqetîna tal a her du Sûdanan), Le Monde diplomatique, hezîrana 2012an

(4) Armanca Yekîtîya Çemê Manoyê ku di 1973yan de hat damezrandin, xurtkirina danûstandinên bazirganîyê ye.

(5) Gotara li jêr bixwîne: Jacques Delcroze, "Effondrement du rêve démocratique au Mali" (Ji demokrasîyê bêhêvîbûna li Malîyê), Le Monde diplomatique, îlona 2012an.

(6)Ji 1955an heta 1972yan û pişt re ji 1983yan heta 2005an.

(7) Gotara li jêr bixwîne: Fanny Pigeaud, "Guerre pour le cacao dans l’Ouest ivoirien" (Şerê ji bo kakaoyê li Rojavayê Peravên Îvorî, Le Monde diplomatique, îlona 2012yan.

(8) Michel Luntumbue, "Groupes armés, conflits et gouvernance en Afrique de l’Ouest: une grille de lecture" (Komên çekdar, şer, birêveberîya desthilatdarîyê li Afrîkaya Rojava: dîtinek), encama analîza Koma Lêkolîn û Ragihandinê li ser Aştî û Ewlekarîyê (KLRAE), Bruksel, 27ê çileya 2012ê.

(9) Gotara li jêr bixwîne: Colette Braeckman, Les Nouveaux Prédateurs. Politique des puissances en Afrique centrale (Dirindeyên nû. Siyaseta hêzan li Afrîkaya Navîn), Fayard, Parîs, 2003.

(10) Achille Mbembe, "Vers une nouvelle géopolitique africaine" (Ber bi jeopolîtîkeka nû ya Afrîkî ve) , di "Afriques en renaissance" (Ji nû ve jidayikbûna Afrîkayan) de , Manière de voir, hejmar 51, gulan-hezîran 2000.

(11) Rapora li jêr bixwîne: "La traite d’enfants en Afrique de l’Ouest" (Firotina zarokan li Afrîkaya Rojava), Navenda Lekolînan bi navê Innocenti ya Unicefê, Buroya herêmî ya Unicefê ji bo Afrîkaya Rojava û Navîn, nîsana 2002yan.

(12) Alpha Oumar Konaré, axaftina destpêkê, "Des frontières en Afrique du XIIe siècle au XXesiècle" (Sînor li Afrîkaya sedsala ji sedsala 12an heta bi sedsala 20î), Rexistina Neteweyên Yekbûyî ji bo Perwerde, Zanist û Ҫandê (UNESCO), Parîs, 2005.

(13) Pierre Kipré, "Frontières africaines et intégration régionale: au sujet de la crise d’identité nationale en Afrique de l’Ouest à la fin du XXe siècle" (Sînorên afrîkî û entegrasyona herêmî: li ser krîza nasnameyî li Afrîkaya Rojava di dawîya sedesala 20î de), di "Des frontières en Afrique du XIIe siècle au XXe siècle" (Sînor li Afrîka ji sedsala 12an heta bi sedsala 20î) de, li jor navbihurî.

(14) Wole Soyinka, "Blood soaked quilt of Africa", The Guardian, London, 17ê gulana 1994an.

(15) Nicolas Sarkozy, mesaja sersalê ji Sefîran re, 16ê çileya 2009an.

(16) Ali Mazrui, "The Bondage of Boundaries", (sînorê sînoran) di "The Future Surveyed:150 Economist Years" (Lêkolîn li ser siberojê: 150mîn Salên Ekonomîst) , hejmara taybet ya The Economistê, London, 11ê îlona 1993yan.

(17) Binêre li nivîsa "Restructuration de la Cedeao" (Ji nû ve birêkûpêkkirina Civaka Dewletên Afrîkaya Rojava) li ser www.ecowas.int

(18) Mamadou Lamine Diallo, "L’Afrique dans la nouvelle géopolitique mondiale" (Afrîka di jeopolîtîkaya nû ya cîhanê de), Fondation Gabriel Péri, Pantin, 24ê çileya 2008an.

(19) "Sînorên li Afrîkayê...", jêdera li jor navbirî.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawiya