Dema ciwanên ereb

Berevajî hin tezan, giranîya ciwanan xwe weke agirekî zû vede yê îslamîzmê neda der.
Translator

Di van bîst salên dawîyê, wekhevîya demografîk a welatên li peravên başûr û bakur ên Derya Spî bi lezeke ji xwe kêmnekirî dewam kir. Îndeksa rêjeya zarokanînê -ku daketineke girîng nîşan dida ji bo welatên musulman (1) dide xuya kirin ku Lubnan, Tûnis, Fas, Tirkiye an jî Îran êdî kêm maye bigihîjin rêjeyên welatên ewropayî.

Ev guherîna demografîk helgirên veguherînên siyasî yên qet'î ne. Li Fasê, îndeksa zarokanînê ji sala 1975ê ve her dadikeve, heta ku di vekolîna 2009-2010ê de rêjeya zarokanînê serê jinê 2.19 derket. Li bajaran, rêje daketiye jêr sînorê nûkirina nifşan [yanî ew rêjeya zarokanînê ya pêwîst da ku li dû her nifşekî, nifşekî din ê bi heman hejmarê an jî zêdetir hebe, ku ew rêje serê jinê 2.05 e]. Herwiha ev deh sal in Tûnis jî di heman rewşê de ye.

Li rûyê demografîyê ve, raperînên li welatên ereb wek bivênevê têne pêş çavan. Pêvajoya ku ji nîvê duyem ê sedsala XVIIIê Ewropa tê de ye, va ye li seranserê dinyayê belav bû; jixwe nedibû ku Derya Spî nekeve ber vê pêvajoyê, ji ber ku ev çar deh sal in di heman veguherînên demografîk, kulturî û antropolojîk re derbas dibe. Cîhana ereb jî îstîsna nîne di vê meydanê de: Boçûneke binyadgerî jî bêguman dê bûba xetayeke mezin, lewre dê bi rêya teheyyûlkirin an jî îcadkirina homo arabicus an jî homo islamicusekî, ku ji esl û cinsê xwe ve dij bi pêşketinê ye.

Mesîhîyên Lubnanî ne tê de –ku xêr û bêra projeyên mîsyoneran dîtin û ji sedsala XIXê ve îstifade ji zankoyên xwe kirin–, beşek ji cîhana ereb, piştî salên 1960ê kete qonaxa veguherînên navxweyî, ev yek bêtir bi xêra bilindbûna asta perwerdeyê û daketina rêjeya zarokanînê çêbû. Li Tûnisa Hebîb Bourguiba, vîna modernîzasyonê, di belavkirina derfeta perwerdeyê ya ji bo keç û kuran re derbas dibe.

Li Fasê jî, hukûmetên ewil ên piştî serxwebûnê jî babeta perwerdeyê ji xwe re kiribûn mijûlîyeteke pêşîne, lê belê gelek pê ve neçû, ew hewlên berbelavkirina perwerdeyê bi fikara hilweşîna hîyerarşîyên siyasî hatine rawestandin –ji ber vê hindê ye derengmana Fasê di warê xwendewarîyê de, bi taybetî li ba keçan û li deverên gundewar.

Digel giştîkirina perwerdeyê, hewlên kontrolkirina rêjeya zarokanînê bi rê ketin û herwiha bikaranîna derfetên kontrasepsîyonê [kontrasepsîyon: Rêbazên ku li dijî ducanîmanê têne bi kar anîn] berbelav bûn. Daketina adanîya zarokanînê li hindek welatên erebî ewqas bihêz bû ku nirxên edetî yên babsalar di bingeha xwe de hejîyan û derbeke mezin xwarin. Munaqeşekirin û lêpirsîna li ser têgeha pater familias [bi latînî: Bavê malbatê, anku malxwê malê], di heman demê de li ser hemû "bavên gelan" bû, –her wekî li Tûnis û li Misirê aşkera bû. Herwiha divê çavek jî li endogamîyê be, anku bertengî û hişkîya cemaeta malbatî/binemalî ku dibe sebebê di nav xwe de mana endaman û qet’îyeta sazîyên binemalî. Civaka ku bergehê xwe dide derve û bi cîhana derve re têkilîyan berqirar dike, bêguman munasibtir e ji bo serhildana li dijî rêveberîyeke zordar. Lewma, giştîbûna xwendinê û daketina rêjeya zarokanînê dikarin, bi awayekî nerastewxo, bibin sedema bîrewerbûnê û raperînan bidin dest pê kirin.

Cezayir
Serê jinê bi 8 zarokan, zarokanîna li Cezayîrê di dema serxwebûnê de, fenomeneke herî bihêz a cîhana ereb bû. Heke em wê bidin ber cîrana wê, li Cezayirê derbasbûna demografîk pir dereng dest pê kir –ev taybetmendîyeke ku pir ne deyndara siyaseta hikûmetê ya alîgira zarokanînê ye, ku bi tesîra aborîyeke rantê çi bigire bitemamî derfeta debirandina nifûsê "ji dergûşê heta bi gorê" dide. Di du dehsalên dawîn de, rêjeya zarokanînê helîya û daket rêjeya Tûnis û Fasê. Lê, ji 2000ê bi vir de, ew di nav tevgereke guherîna berevajî ya welatên cîran de ye û ji nû ve dest pê kiriye, bi pêş dikeve. Derbaskirina krîzê û kêmbûna şideta siyasî alîkarîya bilindbûna jimara zewacan dike (Li hemberî 280 000an di 2005ê de, 341 000 zewac di 2009ê de hatin pîroz kirin).

Lîbya
Bi nifûsa xwe ya kêm û rantxwer, Libyayê derbasbûneke demografîk weke ya welatên berhênerên petrolê li Kendavê jîya. Demeke dirêj, siyaseta wê ya fermî ya alîgira zarokanînê, bi parvekirineke merdane a dahata wê ya petrolê re ser bi ser çû. Lê di pey kontirşoka petrolê re, paşê jî ambargoya navneteweyî, rêjeya zarokanînê kêm bû û li gor Neteweyên Yekbûyî, di 2010ê de, serê jinê bû 2.4 zarok.

Misir
Îstiqrara wê ya demografîk bi bêîstiqrarîya wê ya siyasî ya îro re li hev nake. Tevî himbizbûneke pir a ji ber sedema ku bitenê ji % 4 heta 5ê erda wê bi kêrî rûniştinê tê, nifûsa wê bi tempoyeke salê ji % 2yê her bi berdewamî zêde dibe. Weke li her derê û cîyên din jî wiha ye, zarokanîna wê ya bihêz kêm nabe. Ew her li dora serê jinê 3.25 zarok dimîne, ku ji rêjeya Fas û Tûnisê % 50 bêtir e…

Urdin
Tevî pêşketineke pir mezin a di warê perwerde, xwendin û nivîsandine de jî, welêt dîsa jî nîsbeteke bilind a zarokanînê (serê jine ji 3.5 zarokan bêtir) parastîye û ev deh sal in ku wê ev ast stabilîze kiriye. Ev yek ji ber silsileya bavîtîyeke herheyî û pêdivîya misogerkirina zarokekî kur tê –berevajîya welatên Mexribê, li wê gelek cot ji vê mecbûrîyetê miaf in. Dijberîyên mezhebî, herêmî yan jî li ser esil (Filistînî yan Transurdinîyê), alîkarîya berdewamîya zarokanîneke bihêz dikin.

Libnan
Bi kêmanî serê jinê bi 1.69 zarokan, Libnan li herêmê dîmeneke îstisnayî nîşan dide. Ji dawîlêhatina şerê sîvîl û bi vir ve (1976-1990), rikeberîyên demografîk ên di navbera salên 1960 û 1970yê de hatine çavdêrî kirin, niha wenda bûne. Tevî ku mistewa wan ne wekhev e jî, heman helwêst êdî di nav komên cihê yên mezhebî de, ji maronîyan heta bi şiîyan, ji ortodoksên dêra rûm an katolîk bigre heta bi sunî û durzîyan tê çavdêrî kirin.

Tirkiye
Welat êdî ketiye rêza binya asta xwe nûkirina nifşan (serê jinê bi 2.09 zarok). Bi gotineke din, tevî hebûna desthilatdarîya hikûmeteke îslamîst û berevana zarokanînê –weke ya Necmettin Erbakan (1996-1997) –, malbat bi awayekî azad biryara jimara zarokên xwe didin û ew bixwe jê re limîtekê diyar dikin. Dîmeneke din a vê bûyera ku mirov şaş û mat dihêle, Îran e, ku tevî rejima wê ya îslamîst, zarokanîn lê hîn berjêrtir dadikeve (serê jinê 1.83 zarok).

Israîl-Filistîn
Surprîza mezin: Zarokanîna nifûsa cihû ya Îsraîlê berdewam, sal bi sal zêdetir dibe (serê jinê 3 zarok), tevî ku ya filistînîyên axa dagîrkirî, Şerîaya Rojava (Rojhilata Qudsê jî di nav de) û heta li Xezayê, ku di dema Întifadaya yekem de dighêje rekoreke navneteweyî, kêm dibe. Di rewşa îro de, em dibînin ku jimara zarokan serê jinê ji 3.6ê zêdetir e (li gor Buroya Serjimarê ya Amerîkî, ev jimar li Şerîaya Rojava 3.1 û li Xezayê jî 4.71 e). Li cem erebên îsraîlî, zarokanîn ji 3.4 zarokan dike dakeve mistewayê yahûdîyên îsraîlî.

Wergera ji fransî: Yakûb Karademir

Raperîna li dijî bav, redkirina dîktator

Tesîra van hilweşînan di çarçoveya malbatî de di du beran de xwe nîşan dide. Kêmîya zarokan dihêle ku dêûbav zêdetir guhdarên tenduristîya zarokên xwe bin, wan baştir xwedan bikin, xwendineke bi asteke bilindtir û bo demeke dirêjtir ji wan re dabîn bikin. Herwiha, li malbatên biçûk –modêla ku malbata ereb niha ber bi wê ve diçe–, têkilîyên dayik-bav û dêbav-zarok jî "demokratîktir" dibin, ku bêguman rengvedana vê yekê li ser qada civakî û siyasî dê bes pozîtîf be. Kêşe hingê dertên gava ku zarokekî perwerdebûyî û bavekî nexwende yê hilgirê desthelata mutleq (mîrata cemaetên babsalar) di malekê de dijîn. Hingê pêkvejîyan "zehmet " dibe. Ev kêşeyên malbatî di risteke gelek berfirehtir de têne dîtin û ev yeke dikare –qet nebe qismî– têgihiştina derhatina diyardeyên îslamger hêsan bike.

Perwerdekirina berbelav a kuran, paşê ya keçan, şiûr hişyar kirin, hetta belkî bû hêvênê "çavvekirina" dinyayê. Xulase sekûlerbûna civakê bileztir kir. Ciwanên derçûyên zankoyê li pêş hemûyan ketine nav raperînan. Lê belê, ji Fasê heta Urdinê, xwepêşander ji her du zayendan in û ji hemû nifş û temenan in: Ev raperîn, ku di cewherê xwe de de sekûler in, îmtiyaz û pavanê ciwanan nîne.

Samuel Huntington, di teorîya xwe ya "şoka medenîyetan" de, wisa pêş didît ku di nav nufûsê de zêdebûna rêjeya ciwanan dê bibe hoyekî bêîstiqrarkirina cîhanê û herwiha berbelavbûna îslamgerîyê: Vê yekê dê kêşeyên civakî, şer û terorîzm zêdetir bikirana. (2) Hindek siyasetnasên ku di vê gomê de digêzirin, di navbera neslê ciwan û meyla tûndûtîjîyê de, ketine dû peydakirin û çespandina têkilîyeke sebeb-encamê. Qusûra yekem a vî mentiqî ew e ku daneyeke demî wek rastîyeke gerdûnî dibîne û wê dispêre hoyên dînî û hoyên medenîyetê. Ev "pêla ciwanan", ku ji heyama adanîya bihêz a zarokanînê ya salên berî 1980yê xuliqiye û daketineke qet’î ya rêjeya mirinê, ji Fasê heta Endonezyayê parçeyeke bingehî ya mentalîteya hevbeş a hemû gelên ereb an jî musulman e.

Digel vê hindê, daneyên demografîk îşaretê bi cihêrengîyeke xurt a rewş û çarçoveyan dikin. Bi taybetî, nîşan didin ku nexasim "pêla ciwan" demkurt e. Heke em bidine dû paradîgmaya Huntington, piştî tundûtîjîya siyasî ya ciwanan divê di wextekî kurt de "mehiyan/heliyan"a vî nifşî bê û di encamê de civak binermije. Diyar e li Fasê, li Cezayîr û hetta li Erebistana Suûdîyê, ev pêl ji salên 2000ê ve derbas bûye. Li Lubnana serkêş, rêjeya cemawerê ciwan ê nufûsa wê, di nîveka şerê navxweyî de, anku sala 1985ê, di asta xwe ya herî bilind de bû. Li Tirkiyeyê ew sal 1995 bû û li Misir û Sûriyeyê 2005 bû. Ji bilî Yemen (ku li wê derê pêvajo hêj nû dest pê dike) û li Filistînê (ku li wê derê bizor sala 2020ê pêk tê), serdestîya demografîk a ciwanan dê di nav sê dehsalan de bi yekcarî bi dawî be û bi vî rengî, bigihe asta welatên ewropayî.

Çavkanî

Youssef Courbage:
Birêveberê lêkolînê li Înstîtuya Neteweyî ya Lêkolînên Demografîk, Parîs. Tevî Emmanuel Todd, nivîsakarê ceribandina bi navê Le Rendez-vous des civiliatsions (Hevdîtina şaristaniyan), Seuil, Parîs, 2007.

  1. Her wekî bi qelemê rojnamevan Oriana Fallaci, La rage et l’orgueil [Hers û Xurûr], Paris, Plon, 2002
  2. Samuel P. Huntington, Le Choc des civilisations [Şoka Şaristanîyan], Odile Jacob, Paris, 2000 [1996]

Wergera ji fransî:
Ergîn Opengîn