Desthilatdariya banqeyan

Translator

Qeşmeriya spekulatorên piyasa ya aborî dijberiya civakî şiyar dike û ev jî cesaret dide hukumetan da ku mesafe bixe navbera xwe û piyasa ya aboriyê. Roja 20’ê Gulan’ê Serok Barack Obama banqekarên ku li hemberî projeya wî ya ji bo birêkûpêkirina Wall Street derketin, weke “lobîstên xêrnexwaz” îlan kir. Gelo kesên ku çekan îmze dikin wê heta kengê zagonên dewletan jî binivisînin.

Roja 10’ê Gulan’ê 2010’an, ji ber temînat û enjeksiyoneke nû ya di buhayê 750 milyarî de, ku ket pîyasaya spekulasyonê, xwediyên şîrketên mezin herî kêm ji % 23,89 kara xwe bilind kirin. Heman roj, serokê Fransa’yê Nicolas Sarkozy da xuya kirin ku ji ber fikarên disiplîna malî wê alîkariya awerte ya ji bo malbatên hewcedar ku di buhayê 150 eworo da ye, berdewam neke. Bi vî awayî, di aboriyê de kirîza ku li ser kirîzê derdikeve baweriyeke wisa derdixe holê ku desthilatdariya polîtîk mîna ku li gorî rewşa moralên hîsedaran tevgere. Carnan demokrasî mirovan neçar dihêle. Siyasetmedarên hilbijartî bang li gel dikin ku dengê xwe bidin partiyên ku “piyasa” ji ber ewlekariya xwe, wan derdixe pêş.

Ji ber şik û gumananên xapandinê, êdî daxuyanî û hewldanên ji bo başiya gel, hêdê hêdî îtîbara xwe wenda dikin. Çend nûmûne: Li Amerîka’yê, M. Barack Obama bi armanca ku tedbîrên xwe yên aborî mafdar nîşan bide, Goldman Sachs bi dijwarî rexne kir. Li hember vê yekê, derdorên Komargerên amerîkî listeya karsazên ku di dema hilbijartinên serokatiyê yên 2008’an de alîkariya aborî dane Obama û hevalên wî eşkere kir: “Demokrat 4.5 milyon dolar. Komarger 1.5 milyon dolar. Siyasetmedar ji aliyek ve li hemberî endusriya aborî tedbiran digirin, ji aliyê din ve, jî bi milyonan pereyê ku Wall Street dişîne ser hesabê wan qebûl dikin.”

Li Brîtanya, bi bahaneya parastina butçeya malbatên xizan, dema ku buhayê bîrayê hat rojevê, muhafazakar li hember derketin. Derdorên partiya karker di wê baweriyê de ne ku kêmkirina buhayê bîrayê tenê bi kêrî supermarketan tê û xwediyên wan wê jê feyde bibîne. Mijara kêmkirina buhayê bîrayê li hemberî cîwanan weke alav û malzeme hat bi karanîn. Ji ber ku cîwanên ku ji vê rewşê gelek kêfxweşin, dixwazin ku buhayê bîrayê ji avê jî erzantir bibe.
Li Fransa jî dema ku Nicola Sarkozy li ser kanalên televizyonên dewletê weşana hercure reklaman da rawestandin, herkes difikirî ku wê ji vê rewşê herî zêde rêvebirên kanalên taybetî ku di heman demê de dostên Sarkozy ne, kesên weke Vincent Bolloré, Martin Bouygues û hwd.. feyde bibînin û rewşeke wisa derkeve holê ku ev kes êdî ji bo parvekirina xenîmetên reklamê nekevin nava pêşpirikê.

Di cîhana siyasî de, ev şik û gumanên bi vî rengî ne tenê îro, herwiha di demên dîrokî de jî hatine ziman. Carnan, bûyerek wisa diqewume ku di şûna ku weke sikandal were dîtin de, tenê bi gotineke kilîşe jê re çaresrî tê dîtin “ev tişt ne îro, ji berê ve heye.”
Bê guman di sala 1887’an de, kurê serokê wê demê yê Fransa’yê Jules Grévy, ji rewşa dê û bavê xwe yê li Elysée fayde girt û dest bi bazirganiya karê dekorasyonê kir. Di destpêka sedsala borî de, tê zanîn ku Standard Oil gelek waliyên Amerîka’ya Yekgirtî bi bertîl xwedî kir.

Mijareke din jî heye, ew jî diktatoriya aboriyê ye. Ji sala 1924’an û vir ve, sîstema “hilbijartina rojane ya xwediyên bonoyan” hebû. Kesên ku perê xwe bi deyn didan dewletê. Navê wî yê din “diwarê ji pereyan” bû. Di nava demê re, qanûnên li ser siyaset û aboriyê hatin guherandin. Rola sermayê ya li ser jiyana siyasî bi rêkûpêk bû. Heta li Amerika’ya Yekgirtî: di serdema “pêşketina yekemîn” de, (1880-1920) heta sikandala Watergate (1974), pir buyerên ku tevliheviya aborî û siyasî nîşan didin derketin holê. Li Fransa’yê roja piştî azadiya netewî, “diwarê ji pereyan” cîhana aborî di bin çavan de hat girtin. Di encamê de, biwêja “ev tişt naguhere, ji berê ve heye” herçend were gotin jî, ev mantalîte jî diakre biguhere.

Guherîn, dîsa guherîn… lê guherîna berovajî. Ji 30’ê Çileya 1976’an vir ve, Dadgeha bilind ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê gelek qanûnên girîng ku bandora pere ya li ser siyasetê bi sînor dikirin,di şûna erêkirinê de, betal kir.

Dadger weke sedemê betalkirinê çi derdixin pêş? “Azadiya xwe îfadekirinê û ya fikir û raman divê girêdayî kapasiteya aborî ya ferdekî nebe. Mafê herkesî heye ku karibe li pêşberî civakê nêrînên xwe eşker bike.” Bi gotineke din, xerc û mesref dibe fermî û xweîfadekirina wekhevî difetisîne… Çileya borî, qanûnên li ser mijarê ewqas hatin berfirehkirin ku destûr dida firmeyan daku karibin di pêşpirika hilbijartinan de çiqas dikarin li hemberî siyasetmedarek berendam têbikoşin. Ji aliyê din ve, endamên partiya komunîst ya soviyetan heryek ji wan bûn desthilatdarên endustriel, patronên çînî di nava partiya komunîste de kijan cihê bixwazin dikarin bi dest bixin, li Ewropa’yê rêvebir, wezîr û parlementer destpêkirine, bi amerîkawarî di “sektora taybetî” de cîh digirin. Rêberên olî yên Îran’ê û eskerên pakistanî ji xwe, ji ber pêşxistina karên aborî tev serxweş bûne . Bertilxurî, bûye weke sîstem û jiyana polîtîk ya cihanê ji rê derxistiye.

TURNE

Di bahara 1996’an de, piştî dewra yekem serok William Clinton ji bo careke din were hilbijartin, ji nû ve ket nava kampanyaya hilbijartinan. Jê re pere diviya. Ji bo karibe piştgiriyeke aborî bi destbixe, fikrek hat bîra wî: Karsazên herî merd û dest vekirî yên endamên partiya wî hatin vexwendin ji bo şeveke xwe li qesra sipî derbas bikin. Weke mînak “di odeya Lincoln” de. Ji bo mirov karibe şevek xwe yan jî xewa xwe bi “hukumdarê mezin yê azadker re” re par ve bike, pêdivî ne bi dayîn û girtina borsayê hebû ne jî fantaziyen din dihat ferz kirin, tenê tiştek pir hêsan dihat xwestin. Karibe bi serokê Amerika’ya Yekgirtî re li Qesra Sipî ‘fincanek qahwe” vexwe. Finansorên herî mezin yên fona partiya demokrat dest pê kirin kom bi kom bi rêvebirên partiyê re hevdêtin pêkanîn. Berdevikê serok Clinton, M. Lanny Davis da xuya kirin ku ew bi van hevdîtinan dixwazin karsazên endamên partiyê di derbarê “pirsgirêkên endustriel de agahdar bikin .” Her merasimek “fincanek qahwa kar ” ya li Qesra Sispî dikare bi milyaran dolar ziyan bide aboriya cîhanê, deynên dewletan bilind bike û dikare bibe sedem ku bi milyonan kes ji karên xwe werin avêtin.
Roja 13 Gulan 1996’an çend rêvebirên bijarte yên banqeyên herî mezin yên amerîkî li Qesra Sipî ji aliyê endamên rêvebir ve hatin pêşwazî kirin û civîna wan tam nod (90) deqe berdewam kir. Di civînê de li herdu kêlekên serok Clinton, wezîrê aboriyê M. Robert Rubin, alîkarê wî yê ji karên pere berpirsiyar M. John Hawke û berpirsiyarê karê banqeyan M. Eugene Ludwig cîh girtin. Hwerwiha xezîneya partiya demokrat M. Marvin Rosen jî di civînê de amade bû. Li gorî berdevik M. Ludwig, “banqekaran di civînê de mevzuatên pêşerojê guftûgo kirine, herwiha xwestine ku bi sererast kirina qanûnan çeper û dîwarên di navbera banqe û saziyên din yên aborî de ji holê werin rakirin .”

Piştî kirîza aborî û qezaya borsayê ya sala 1929’an New Deal li ser banqeyan ferz kiribû ku li hember îflazên muhtemel butçeyek girîng weke garantiya muşteriyên xwe daynin aliyekî. Vê yekê jî karê banqeyan dixist zehmetiyê. Qanûnên li ser vê mijarê ku di sala 1933’an de ji aliyê serok Franklin Roosevelt ve hatin îmze kirin heta sala 1996’an dihat pêkanîan. (qanûna Glass Steagall) Banqekarên ku ji vê rewşê ne razî bûn hêviya xwe bi “ekonomiya nû” ve girê dabûn. Yek ji armancên “fîncanek qahwa kar” ew bû ku vê astengiyê bînin bîra rêvebirên dewleta amerîkî hem jî di demeke wisa de ku ev rêvebir, ji bo careke din werin hilbijartin pêdivaya wan bi alîkariya aborî ya banqeyan heye.

Çend hefte piştî hevdîtina li Qesra Sipî, raporên fermî diyar kirin ku wezîrê aboriyê wê mevzûatek nû ya aborî bişîne pêşberî Kongrê ku tê de “zagonên di derbarê banqeyan de ku berî 60 salan hatine derxistin, nûkirina wan wê were guftûgo kirin. Ev jî tê wê wateyê ku êdî banqe bi hêsanî dikarin xebatên xwe yên aborî berfirehtir bikin û dikarin li gorî dilê xwe bikevin nav karên sîgorte û karên piyasayê .” Ji xwe berdewama pêvajoyê ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Di sala 1999’an de sê sal piştî ji nûve hilbijartina serok Clînton, qanûna Glass Steagall hat betal kirin, bi giranî bi xêra xezîneya wî ya ji bo tekoşîna hilbijartinan . Ev guherîn bû sedem ku di piyasa salên 2000’an de, xerc û mesrefeke ji normalê zêdetir were kirin, (weke kirediya zêde ya hîpotek û razandinên cihêreng yên aborî û hwd.) ev rewş herwiha di encamê de bû yek ji sedemên kirîza aborî ya sala 2008’an.

Ya rastî, civînên “fîncanek qahwa kar ” ya sala 1996’an (weke vê civînê, di heman salê de û li heman cihê herî kêm sedûsê (103) caran pêk hatin ) tenê gotina teralên alîgirê berjewedniyên fînansê piştrast kir. Ji ber ku piraniya Kongreya ku zagona Glass Steagall betal kirin ji komargeran pêk dihat Parlementerên komarger yên xwedî îdeolojiya lîberal jî ji aliyê banqeyan ve bi dolar hatin avdan. Di ser wan de pere hatin reşandin. Rêvebiriya desthilardariya Cilînton, ger civînên “fîncanek qahwa kar ” pêk bihata yan nehata jî nikaribû zêde li hember daxwazên Wall Street li berxwe bida. Ji xwe wezîrê wî yê aboriyê M. Rubin berî niha ji Goldman Sachs re serokatî kiribû. Di kirîza aborî ya îlona 2008’an de jî M. Henry Paulson xezîna amerîkî bi rêve dibir. M. Paulson piştî ku Bear Stearns û Merryl Lynch – herdu raqîbên Goldman Sachs – ji mirinê re rû bi rû hîşt, piştgirî da American Insurance Group (AIG), ku topavêtina wî ziyaneke cidî da finansorê wî yê herî mezin… Goldman Sachs.

Ji ber kîjan sedeman gel û miletek ku piraniya wî ji dewlemandan pêk nayê dikare qebûl bike ku wekilên wî daxwazên cihana endustriel, parazvanên aboriyê û yên banqeyan bîne cîh. Cîhana polîtîk li hemberî hêza ekonomîk di şûna ku meşrûtiyeta demokrasiyê ferz bike, tekiliyên xwe bi pêşdixe. Çima dema mirovên dewlemend bi xwe tên hilbijartin, di destpêkê de rêyekê dibînin ku sermaya xwe qat bi qat mezintir bikin? Tê îdîa kirin ku ji bo razandinên aborî bi têra xwe pêkwerin, ji bo sermaye tenê di derekî de kom nebe, divê derdorên piyasayê werin kêfxweş kirin û di mijara bacê de zor li wan neyê kirin. lewma berjewendiyên dewletê carnan neçare ji berjewendiyên ferdî û ji çîna bijarte re xizmetê bike ?

Ev pirsên li jor rewşa Îtalya’yê tîne bîra mirovan. Li vî welatî, yek ji mirovên herî dewlemend yên cîhanê, ti partiyek polîtîk ku karibe bandora xwe lê bike nedît, lewma bi armanca parastina berjewendiyên xwe partiya xwe ya arzî ava kir: Forza Italia, Roja 23’ê Kanûn’a 2009’an rojnameya La Repubblica lîsteyek dirêj weşand ku tê de ji sala 1994’an virve cîh dide guherîna hîjdeh (18) zagonên ku împaratoriya bazirganî ya M. Silvio Berlusconi berfireh dike. Bi xêra van guherînan Berlusconî karî xwe ji zehmetiyên dadgerî jî rizgar bike. Ji aliyê din ve, wezîrê edaletê yê Costa Rica, M. Francisco Dall’Anase ji niha ve ji bo xeterek pêşerokê di nava hawarê de ye. Li gorî wî dewlet ne tenê di xizmeta berjwediyên banqeyan de ye, ewê herwiha bikeve xizmeta komên kirîmînel yên mêrkuj jî: “Komên bazirganên madeyên narkotîkê wê bikevin nava partiyên polîtîk, piştgirî bidin kampanyayên hilbijartinan û du re jî kontrola welêt bi dest bixin ”

Di rastiyê de ev hewldana La Reppublica piştre çi bandor li çarenûsa hilbijartinên li Îtalya kir. Rastgirên vî welatî çiqas hatin deşîfre kirin ? Li gorî encama hilbijartinên dawî yên herêmê rastgiran ti zirar nedîtine. Her tişt çawa ku hatiye plan kirin di çarçoveya berjewendiyên wan de yek bi yek pêk tê. Çi îcab dike mirov xwe biqehirîne ? Ji xwe siyasetmedar hewl didin dilê olîgarşiya nû kêfxweş bikin yan jî hewl didin li lutkeya pîramîda aborî li cem wan cihê xwe çêbikin? Berendamê serokatiyê yê komargerên amerîkî John McCain tespîteke di cîh de kikribû “mirovên xizan nikarin piştgirya aborî bidin siyasetê” Dûre ew bi xwe jî bû dilxwazê (lobbyist) endustriya aborî.

M. Clinton piştî ku ji ser textê Qesra Sipî daket, tenê di nava mehekî de ewqas pere qezenc kir ku bi qasî tevahiya qezenca wî ya pêncî û sê salên borî bû. Goldman Sachs tenê ji bo çar axaftinan 650 000 dolar pêşkêşî wî kir. Konferansek wî ya li Fransa’yê jê re 250 000 dolar anî. Saziya ku pere dayê Citigroup bû. Sala dawî ya li ser desthilatdariyê malbata Clînton hatina xwe ya salekî weke 357 000 dolar îlan kiribû. Di navbera salên 2001 û 2007’an wê bi tevahî 109 milyon dolar bi destxist. Tekiliyên wî yên di dema politikayê de, pişt re weke pere lê vegeriyan.

Lê belê “pantouflage” (mirovek payebilind yê dewletê dema ji şîrketeke taybetî re kar bike) nayê wê wateyê ku neçare heta dawiya jiyana xwe weke endamê olîgarşiyê bimîne. Li gorî rewşê şîrketên tayebetî, saziyên aborî, rêxistinên derveyê hukumetan ONG carnan ji dewletê bêtir bûn xwedî hukum û bûn cihê hegomanyaya entelektuel. Li Fransa’yê prestîja aborî gelek xwendevanên dibistanên bilind yên weke Dibistanan Netewî ya Dewletê (ENA), dibistana normal ya bilind û ya Polytechnique berbi xwe ve kişandin. Serok wezîrê berê Alain Juppé jî demekî mukur hatibû ku ew bi xwe jî ketiye nava hestek wisa: “Em tev ketin bin bandora wê cîhana bi pere. Bifikirn, ew cîwanên ku dihatin London’ê li pêşberî makîneyan di çend deqeyan de bi milyonan dolar ji derekî transferê derekî dikirin, di mehekî de bi milyonan euro bi destdixistin. Herkes heyran dima! […] Ez nikarim bibêjim ku di serê min de jî derbas nebû ku ez jî bikevin nava cîhana wan. Min di dilê xwe de, got eger min jî vî karî bikira îro nediketim vî halî .”

Li Fransa’yê, wezîrê berê yê bazirganiyê M. Yves Galland bu rêvebirê saziya balafirê ya Boeing France. Jina wezîrê berê yê ekonomî û endustriyê M. Hervé Gaymard, xanim Clara Gaymard, piştî karmendiya xwe ya li Bercy û wezîfeya xwe ya weke delege ya di bazirganiya navnetewî de, bû seroka giştî ya saziya elektrikê ya Fransa’yê. Xanim Christine Albanel ku sê salan wezîra çand û ragihandinê bû, ji nîsana 2010’an û vir ve serokatiya Telekoma Fransa’yê dike.

Bi qasî nîvê senatorên berê yên amerîkî weke lobbyist karên xwe berdewam dikin. Piraniya wan di xizmeta saziyên tazbetî de ne ku tekiliya wan di dema siyasetê de çêbû. Ev rewş ji bo 283 endamên rêvebirya Clinton û 310 endamên rêvebiriya Bush jî derbas dibe. Li Amerîka ya Yekgritî cîroya salane ya karê lobbying (parastina berjewendiyên derdorên aborî) digêhêje 8 milyar dolarî. Hêjmareke mezin e, lê kara wê kêm e! Weke mînak, di sala 2003’an de rêjeya kara ku ji ber xebata derve hatiye bi destxisitn, ya Citigroup, JP. Morgan Chase, Morgan Stanley û Merril Lynch ji % 35 heta ji % 5,25 kêm bûye. Fatura lobbying: 8 500 000 dolar. Kara ku ji bo bacê hatiye nîşandan: 2 milyar dolar. Navê zagona mijara gotinê: “qanûna ji bo afirandina cihê kar ya amerîkî ”… M. Alain Minc şêwirmendê berê yê M. Sarkozy dibêje “di civakên nûjen de, berjewendî û butça dewletê ne tenê di saziyên dewletê de herwiha di şîrketên taybetî de jî dikare were bi karanîn. .

Cazîbeya cîhana aborî û (diyariyên wan) siyasetmedarên çepgiran jî berbi xwe ve kişand. Sekreterê Partiya Sosyalîst ya Fransa’yê M. François Hollande di sala 2006’an de da xuya kirin ku “serdema ku çepkir hatin ser wezîfê di sala 1981’an de, burjuvaziya bilind ji nû ve derket holê, […] Yê ku ji kapîtalîzmê re serkêş û rêberên nû pêşkêş kirin, saziyên dewletê bû. […] Kesên ku di asteya xizmeta gel de dest bi kariyera xwe kiribûn, di nava demê re derketin asteya dewlemendên nû û zimanekî wisa bi kardianîn ku mina ferman bidin siyasetmedarên ku di dema xwe de ew anîbûn ser wezîfê .

Ji vir û pê ve emê jî banqeyan û borsayê biparêzin!. Ji ber ku jinika bî ya bê mêr perê xwe radizîne van saziyan, karker ji bo di ser maeşê xwe re butçeyek bi dest bixe, û herwiha ji bo pêşeroja xwe misoger bike, hiseyan dikire. Di sala En 2004’an de, serokê berê George W. Bush di kampanya ji nûve hilbijartinê de piştgirtî da “vê çîna civakî ku bi vî armancê pere dirazîne” Rojnameya Wall Street Journal dinivisîne ku: “hilbijêrt çiqas hise bikirin ewqas piştgirtî didin siyaseta aboriya serbest ku ew jî ji aliyê komargeran ve tê parastin. [...] ji % 58’ê amerikiyan ya bi awayeke direk yan jî endirekt pere xwe razandine piyasaya aboriyê. Ev rêje berî şeş salan ji % 44 bû. Di civakê de kesên bi awayeke dîrek perê xwe razandine, ji kesên hêsantir dikarin xwe weke komarger îlan bikin. ” Em fêmdikin ka ji bo çi M. Bush tim xeyal dikir, teqawutê jî arzî bike.

Ekonomist û aborîzan Frédéric Lordon meha borî da xuya kirin ku “her desthilatdarî ku ev bîst salin ji derdorên aborî re serî ditewînin, heta ku li hemberî xwe tevgereke hişk ku neyê tolerekirin nebînin, li hember vê derdorê dernakevin.” Tedbîrên ku dewletên weke Almanya, Fransa, Amerika’ya Yekgirtî û yên welatên G-20’an li hemberî derew û spekulasyanan digirin, wê nîşanê me bidin ka pîyasa aborî wê heta kengê rojane bi rûmeta dewletan bilezîye. Hêrs û nerazîbûna civakî ya ku dikare rûyê veşartî yê banqeyan derbixe holê, dibe ku cesaret bide desthilatdariyên westiyayî yên ku ji hale xwe kerixîne daku êdî destûr nedin ku ji aliyê piyasayê ve weke xizmetkar werin bi karanîn û rûmeta ku ji xwe kêm maye biparêzin.

Wergera ji fransî
Bedran DERE

Çavkanî
  1. Bixwîne “L’argent” (pere), “L’empire économique des pasdarans” (împaratoriya abori ya pasdaran), û “Mainmise des militaires sur les richesses du Pakistan” (desteserkirina dewlemendiyên Pakistan’ê ya ji aliyê leşkeran ve) Le Monde diplomatique, çile 2009, Sibat 2010 û Çile 2008.
  2. Cf. “Guess Who’s Coming for Coffee?”, The Washington Post, Washington, 3 Sibat 1997.
  3. Ibid.
  4. Ibid.
  5. Bixwîne Thomas Ferguson, “Le trésor de guerre du président Clinton” (xezîneya şer ya Serok Clinton ) Le Monde diplomatique, 1996.
  6. Hat nivîsandin ji aliyê London Review of Books, Londres, 25 Sibat 2010.
  7. Bername “Parlons Net”, France Info, 27 Adar 2009.
  8. Dan Eggen, “Lobbying pays”, The Washington Post, 12 Nîsan 2009
  9. France Inter, 14 avril 2010.
  10. François Hollande, Devoirs de vérité, Stock, Paris, 2006, pp. 159-161.
  11. Claudia Deane et Dan Balz, “‘Investor Class’ Gains Political Clout”, The Wall Street Journal Europe, 28 octobre 2003.
  12. “Les blogs du Diplo”, 7 mai 2010, http://blog.mondediplo.net/2010-05-07-Crise-la-croisee-des-chemins