Destûra nû û pirsa kurdî

Di çarçoveya gengeşîyên siyasî de
Translator

Da ku mirov birêveçûna gengeşeyên li ser destûra nû yên li Tirkîyeyê, ku ev salek e berdewam in, resm bike ev gotin têrê dikin: ''Pir xeberdan, hindik karkirin.'' Dê di cih de be heger ku mirov bibêje ku siyaseta Tirkîyeyê sala çûyî weha derbas kir ku her tişt li ser destûra nû hatin gotin, lê tiştek nehat kirin. Du sedemên sereke yên vê yekê hene. Sedema yekem ev e: Nepenî ye ku ka hin aktorên siyasî yên sereke, ku dê teşe bidana destûra nû, destûreke nû dixwazin, yan na. Nîşane ne gelek in ku him CHP, him jî MHP destûreke nû dixwazin. Weha xuya dike ku herdu partî jî di şûna destûreke nû de, ku li gor pêşnîyarên AKP û BDPê were guhertin, dixwazin destûra heyî bimîne. Sedema duyem ku ka çima li ser destûra nû ewqas gengeşî tên kirin, lê dîsa gav nayên avêtin jî tahayulên aktorên siyasî yên sereke ne. Tiştê ku tê dîtin ew e ku di navbera tahayulên wan aktoran de, ku dê teşe bidin pêvajoya çêkirina destûra nû, an ku AKP, CHP û BDPê de cudatîyên gelek mezin hene û nîyeta van sê aktoran jî qet nîne ku van cudahîyan ji holê rakin. Daxwazên wan her sê aktoran, ên di warê destûra nû de, gelek kêm li hev dikin û dîyar e ku ew dê xwe nebetilînin ku wan lihevnekirinan çareser bikin.

Destûra nû ku AKP dixwaze, weha dîyar e ku lawazkirina wesayeta burokratîk, ku di referandûma 2010ê de dest pê kiribû, pêş de bibe, hikûmetê li hember burokrasî û parlamentoyê serbest û bandorker bike û navendperestîyê di wê astê de sist bike, ku bikaribe tengezarîya meseleya kurdî vemirîne. Bi gotineke din, AKP destûra nû ji alîyekî ve ji bo wê yekê dixwaze ku Tirkîyeyê ji çavdêrîya burokrasî û bi qismî ji ya parlamentoyê derxe û hikûmeteke 'azadkirî' sîstema nîv-serokî pêk bîne, ji alîyê din de jî ji bo wê yekê dixwaze meseleya kurdî hinekî be jî aş bike. Lê belê CHP li dij vê fikra hikûmeta bandorker a AKPê derdikeve û destûreke weha dixwaze ku wesayeta burokrasîyê bi dirûveke din be jî vejîne. Dê di cih de be ku were gotin ku CHP di şûna zordestîyeke bi piştgirîya dengdaran de, ku AKP dixwaze, zordestîyeke bi piştgirîya burokrasîyê dixwaze. Ji alîyê din de jî, tevî ku fikrên AKP û CHPê yên ji nû ve sazkirina têkilîya navbera siyaset û burokrasîyê qet bi hev nakin jî, fikrên wan ên sebaret bi çareserîya kurdî gelek bi hev dikin. Herdu partî jî li ser esasê Şertê Xweserîya Birêveberîyên Herêmî yên Ewropayê sistkirina navendperestîyê wekî reçeteya destûrî ya meseleya kurdî pêşkêş dikin.

Pirsgirêka kurdî kevirê bingehîn yê nivîsandina destûreke nû ye

Tiştên ku di derbarê tahayulên AKP, CHP û MHPê de li jorê hatin gotin, nîşan didin ku: Destûreke nû ya pêkan, ku di encama lihevkirina van sê partîyan de derkeve, yan nabe destûreke nû, yan jî di warê çareserkirina meseleya kurdî de, nikare ji rakirina navendperestîyê pêvetir tu guhertineke berbiçav bîne. Helwêstên wan nîşan dide ku heger AKP û MHP li hev bikin jî ji vê yekê destûreke nû derkeve ku ne nû ye. Di warê pêşnîyara nîv-serokî ya hikûmeteke bandorker de jî dixuye ku CHP tu caran piştigirîyê nade, lewma CHP û AKP dikarin bi tenê li ser nebûna navendperestîyê bi lawazî li hev bikin. Ev yek aşkere dike ku heger di navbera AKP û siyaseta kurdî de lihevkirinek peyda nebe, pêkan e ku destûreke nû, ya ne nû were çêkirin ku tê de guhertineke berfireh nebe ku bikaribe meseleya kurdî çareser bike. Di navbera daxwazên siyaseta kurdî yên li ser guhertina destûrê û lihevkirineke navbera AKP û CHPê de kendalek heye, lewma dîyar e ku destûrek ku ji alîyê siyaseta kurdî ve neyê erê kirin, dê bi kêrî çareserîya meseleya kurdî neyê. Ev yek jî di siyaseta Tirkîyeyê de dê rê li tengazerîyeke mezin veke: Dibe ku siyaseta Tirkîyeyê ketibe wê rêyê ku destûreke weha çêbike ku nikare wê meseleyê çareser bike ku mohra xwe li dîroka Komarê xistiye. Bi tenê bi guhdayîna pêşnîyarên siyaseta kurdî yên ji bo destûra nû dikarin ji vê rêyê derkevin.

Destûra Nû: Kurd doza çi dikin?

Di warê destûra nû de bendewarîyên BDPyê, ku di zemîna partîyên siyasî de nûnera rast a siyaseta kurd e, aşkere ne. Ew pêşnîyarên guhertinê, ku di van demên dawîyê de alîyên derveyî BDPê jî piştgirîyê didin, dikarin li jêr sê serenavan werin kom kirin: Hevwelatîbûn, perwerdeya bi kurdî, xweserî (birêvebirina xwe bi xwe)

Di meseleya hevwelatîyê de tiştên ku kurd dixwazin aşkere ne. Siyaseta kurdî dixwaze ku hevwelatîbûna Komara Tirkîyeyê nebe xwedî naverokeke etnîk, olî û çandî. Di şûna hevwelatîyekê, ku çarçoveya wê bi kodên çandî hatîye dîyar kirin, tarîfeke huqûqî û siyasî pêşnîyar dikin.

Divê were pejirandin ku, herçend nayê qebûl kirin û gelek dij-îdîa tên kirin jî, hevwelatîbûna Komara Tirkîyeyê tu caran nebû kategorîyeke huqûqî-siyasî. Di her serê destûran de, ku piştî Komarê hatine çêkirin, hevwelatîbûn bi naverokeke çandî hat dagirtin. Hevwelatîbûna Tirkîyeyê hertim bi tirkbûn û sunnî-musulman bûn re di heman wateyê de hat bi kar anîn. Bûyîna hevwelatîyekî îdeal ê Komarê, dihat wateya axaftina bi tirkî û musulmanekî sunnî (yê 'nûjen') bûnê. Ev yek nîşan dide ku Komarê ji wan kesan re ku bi tirkî napeyivin, an ku ne tirk in, tirkbûn û ji wan kesan re jî ne sunnî-musulman bûn, sunnîbûn pêşnîyar kirin. Bi vî awayî, hevwelatîbûna Tirkîyeyê ne li ser esasekî yeksanîperwer, lê li ser esasê pişavtinê rabû. Niştecihên welêt dikarîn bi tenê qasî tirkbûn û sunnîbûna xwe bibin hevwe-latîyên yeksan. Ev yek jî nîşan dide ku feraseta hevwelatîyê ya Komarê berîya hertiştî pişavkar bû. Niştecihên ne-tirk û ne-musulman ên welêt an ku kurd, çerkez, laz, elewî û hwd. dikarîn encax bi tirkbûn û sunnîbûnê bibin hevwelatîyên maqûl û yeksan ên Komarê.

Feraseta hevwelatîyê ya Komarê ne tenê pişavkar, lê belê herweha cudager jî bû. Komarê bi tenê ew kes vexwandin tirkbûn û sunnîbûnê. Ne-musulmanên welêt li derveyî vê vexwendinê hatin hiştin. Ji wan nehat xwestin ku ew bibin tirk û musulman jî. An ku hevwelatîbûna ne-musulmanan her tim li ser kaxizê ma. Di vê çarçoveyê de ne pişavtin, lê belê cudagerî bû para hevwelatîyên ne-musulman û ew di piştî Komarê de hertim tûşî cudagerîyeke kambax bûn. Ew di burokrasîyê de nehatin îstîhdam kirin, milkên wan hatin desteser kirin û herweha bi pogromê re rû bi rû man.

Ev serpêhatî nîşan dide ku di destûrên 1924, 1961 ê 1982ê di yekê de jî hevwelatî di çarçoveya huquqî-polîtîk de nehat dîtin. Pêşnîyara siyaseta kurdî jî guhertina vê feraseta hevwelatîbûna bi naveroka çandî ya bi naverokeke huqûqî ye. Lewma siyaseta kurdî daxwaz dike ku gotinên wekî tirk, tirkîtî, hevwelatîyên tirk û hwd. ku di destûrê de gelek caran derbas dibin, werin rakirin û destûr ne ji mafên tirkan, lê belê ji mafên hevwelatîyan behs bike. An ku siyaseta kurdî dixwaze ku destûra nû nebe destûra tirkan, lê belê destûra hevwelatîyan.

CHP, MHP û AKP li ser pirsa hevwelatîyê

MHP bi awayekî bêtawîz, CHP jî bi awayekî şermokî li dij vê pêşnîyara hevwelatîbûnê ya siyaseta kurdî derdikevin. MHP israr dike ku di destûrê de tirk û yên tirkbûyî bibin xwedî îmtîyazan, CHP jî di şiroveyên klasîk de israr dike û dibêje feraseta hevwelatîyê ku di destûrê de ye, ne pişavker, ne jî cudager e û dibêje divê di şûna hevwelatîyeke huqûqî tirkbûneke huqûqî di destûrê de bimîne. Li gor MHPê yeksanîya huqûqî bi tenê mafê tirkan û tirkbûyîyan e. CHP jî îddîa dike wateyeke etnîk, an jî çandî ya tirkbûnê nîne û tirkbûn û hevwelatîbûn divê wekî hev bimînin.

Tevî dijderketinên MHP û CHPê weha xuya dike ku AKP li dij nûkirina feraseta hevwelatîbûnê dernakeve. AKP naxwaze ku ji têgiha neteweya tirk berde, lê belê qebûl dike ku di destûra nû de feraseteke weha ya hevwelatîyê hebe, ku ji naverokeke etnîkî û olî were safî kirin. AKP, ji MHP û CHPê cudatir pêşnîyar dike ku hevwelatîbûn wekî nasnameyekê bila were nas kirin. Ev yek nîşan dide ku dê di warê ji nû ve tarîfkirina hevwelatîyê de navbera AKP û siyaseta kurdî de nêzîkbûnek çêbibe.

Daxwaza siyaseta kurdî a di çarçoveya gotûbêjên li ser destûra nû de jî statuya kurdan e. Madeya 42. a destûra niha qedexe dike ku kurdî di perwerdehîyê de were bi kar anîn. Lê belê siyaseta kurdî daxwaz dike ku kurdî him bibe zimanê perwerdeyê, him jî bibe zimanê fermî yê herêmî. Siyaseta kurdî wê bawerîyê derdibire ku heger weha nebe kurdî dê nikaribe derbasî nifşên dahatî bibe. Siyaseta kurdî li dij wê yekê dernakeve ku tirkî wekî tenha zimanê fermî yê dewletê bimîne, lê belê kurdî divê ne bi tenê ji dibistana seretayî heta zanîngehê were bi kar anîn, lê herweha wekî zimanê fermî yê wan herêman were nas kirin, ku kurd lê piranî ne.

Statuya zimanê kurdî di destûra nû de

Li hember van daxwazên zimanî yên siyaseta kurdî, MHP bikaranîna zimanê kurdî ya wekî zimanê perwerdeyê li alîyekî, naxwaze ku ew di dibistanan de jî were hîn kirin. MHP îdîa dike ku heger ev daxwazên siyaseta kurdî werin qebûl kirin, welat dê parçe bibe. CHP û AKP jî li hember daxwazên zimanê perwerdeyê û zimanê fermî yê herêmî yên siyaseta kurdî lîberalbûneke nû pêşnîyar dikin, ku kurdî bi tenê di dibistanan de were hîn kirin. Her du partî jî naxwazin ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê, yan jî zimanê fermî yê herêmî. Heger daxwazên zimanê perwerdeyê û zimanê fermî yên siyaseta kurdî neyên nas kirin û bi rastî jî kurdî nema bikaribe derbasî nifşên dahatî bibe, wê demê ev encam derdikeve holê: AKP û CHP dixwazin wê siyaseta pişavtinê, ku Komar ev heştê sal in hewlê dide bi darê zorê bisepîne, di maweyeke dirêj de bêyî ku darê zorê hebe, bisepîne.

Sêyem daxwaza mezin a siyaseta kurdî jî xweserî ye. Ev demek e ku siyaseta kurdî di bin navê xweserîya demokratîk de daxwaz dike ku mafê kurdan ê birêvebirina xwe bi xwe were nas kirin. Ev yek car caran vediguhere pêşnîyareke konfederasyoneke xwedî hêz, asayîş û rêxistina dîplomasîyê jî xuya ye ku pêşnîyara xweserîya demokratîk a siyaseta kurdî di asta herêmî de ye û ji bilî ewlekarî, dîplomasî û darayîyê di qadên din de qanûndanêrî û birêveberî di destê herêmê de be. Heger zimanê neasayî, ku siyaseta kurdî carina bi kar tîne, li alîyekî were hiştin, dikare were gotin ku ev daxwaz bingeha esasê Kurdistaneke xweser pêk tîne. Aşkere ye ku siyaseta kurdî dixwaze ku hevwelatîyên kurd bi destê parlamentoyeke herêmî, Kurdistanê bi rê ve bibin.

Daxwaza herî radîkal a siyaseta kurdî, ku di çarçoveya destûra nû de pêşnîyar dike, ev e. Ji bilî kurdan tu aktoreke siyaseta Tirkîyeyê bi germî nêzî vê daxwazê nabe. MHP bilêvkirina pêşnîyareke weha, xeternak dibîne. CHP û AKP dibêjin qîma xwe bi birêvebirineke dûrî xweserîyê bînin. Her du partî jî di esasê de dixwazin bêyî ku wesayeta birêveberîya navendî ya li ser birêveberîyên herêmî were rakirin, herêman hêzdartir bikin. Herdu partî piştgirîyê dikin ku hin faalîyetên îcrakirinê derbasî birêveberîyên herêmî bibin, lê destûra wan a qanûndanînê nebe. Şertê Xweserîya Birêveberîyên Herêmî ya Ewropayê him ji bo CHP û him jî ji bo AKPyê di rêya herêmîbûyînê de çarçoveya destûra nû pêk tîne.

Îhtîmalên destûra nû

Him daxwazên siyaseta kurdî û him jî helwêstên aktorên sereke yên li hember van daxwazan nîşan didin ku îhtîmal gelek qels e ku di van rojan de siyaseta Tirkîyeyê destûreke nû çêbike, ku bikaribe ji daxwazên siyaseta kurdî re bibe bersiv. Helwêstên her çar aktoran aqûbeta maceraya pêkan a guhertina destûrê weha nîşan dide.

Di vî halî de dem dê nîşan bide gelo siyaseta Tirkîyeyê dê bikaribe îhtîmaleke pêncem derxe yan na.

Çavkanî

  1. AKP û MHP dikarin destûrekê çêbikin, ku statukoya heyî biparêze, lê belê bi demokratbûneke qismî hêza burokrasîyê hinekî teng bike. Ev yek tê wateya destûreke nû ya ne-nû. Lê belê ji ber ku Tirkîye dê destûra nû gotûbêj bike, ev yek îhtîmaleke hêzdar e
  2. AKP û CHP dikarin destûreke nû çêbikin, ku nehêle kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî, lê hinekî din serbest be û şaredarî werin hêzdar kirin. Lê belê him ji ber ku CHP piştgirî nedayîna AKPê, di her mijarekê de ji xwe re kiriye siyaset û him jî CHP tu caran piştgirîyê nede guhertineke lawazkirina wesayeta burokrasîyê, ku AKP dixwaze bike, ev îhtîmala duyem qels e
  3. AKP û siyaseta kurdî di warê nermkirina daxwazên siyaseta kurdî û berfirehtir kirina pêşnîyarên AKPê de li hev bikin, dikarin destûreke nû çêbikin. Lê belê weha xuya dike ku ne niyeta siyaseta kurdî ya lihevkirineke digel AKPyê heye, ne jî niyeta AKPyê heye ku cudahîyên navbera xwe û siyaseta kurdî ji holê rake. Ev îhtîmala sêyem jî qels e
  4. Di rewşeke weha de îhtîmaleke çarem jî ev e: Meclisa niha nikare destûreke nû çêbike. Herçend ev yek ji bo niha wekî îhtîmala herî hêzdar xuya dike jî, him fişara meseleya kurdî, ku her ku diçe zêde dibe, him jî daxwaza AKPyê ya ji bo lawaz- kirina wesayeta burokrasîyê vê îhtîmalê jî qels dike

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya