Di çarçoveyê de bicihkirina cîhadê li bakurê Qefqasyayê

Bombeyên Bostonê
Translator

Çend rojan berîya bombekirinên 15ê nîsanê li Bostonê yên ku bûn sedema mirina sê kesan û birîndarbûna bêhtirî 200 kesî ku gelek ji wan bi giranî birîndar bûn, nûçeyeka xemgînker gihişte min ku digot hevalê min Moshe Gammer rehmet kirîye. Gammer profesorekî dîrokê bû li Zanîngeha Tel-Avivê. Ew û Marie Bennigsen Broxup ya ku bi xwe jî berîya wî bi çend mehan rehmet kiribû, di nava zanyarên pêşî de bûn ku li dîrok, civat û çanda bakurê Qefqasyayê lê dikola. Ya rastî ez wisa bawer dikim ku ew yek ji çendek zanyaran bû ku dîroka Qefqasyaya Bakur parastin.

 

Min tweetek şand ya ku min pê xemgînîya xwe ya bi mirina Gammer yê min şexsî jî nas dikir, derdibirî. Tweeta min bi tenê yek carê ji nû ve hat tweetkirin, ji alîyê nivîskara brîtanî Vanora Bennett ve ku bi xwe pirtûkeka pir balkêş li ser Çeçenistanê ya bi navê Gurê Digirî weşandîye. (1) Pirtûk rewşa Çeçenistana di dema şerên ji 1994an heta 1999an de rohnî dike, wê ew şer wekî rojnamevanekê dişopandin.

 

Çend rojan piştre Çeçenistan li ser Twitterê trendingek bû. Sedema trendingê ango mijara herî zêde li ser malpera mîkro-blogê tê nîqaşkirin ew bû ku gumanliserên sereke yên bombekirinên Bostonê birayên ji malbata Tamerlan yên di warê etnîk de çeçen bûn – yek ji wan di şerê bi polîsan re 18ê nîsanê hat kuştin û Dxahar Tsarnaev bi xwe piştî ku hefteyekê li nexweşxaneyê hat dermankirin hate girtin.

 

Gammer gelek gotar û pirtûk nivîsandin li ser bakurê Qefqasyayê û Çeçenistanê. Pirtûka wî ya dawî The Lone Wolf and the Bear: Three Centuries of Chechen Defiance—A History (2) behsa dîroka têkoşîna çeçenan li dijî bipêşketina cîranê wan yê mezin Rûsyayê dike. Gammer di vê pirtûkê de tiştê jêre veguherîna tevgera îro ya serxwebûnê ya çeçenan ya ku piştî jihevdeketina Yekîtîya Sovyetê dema Çeçenistanê xwe ji neteweperestîyê dûr kir û slogana bêhtir dînî qebûl kir, dest pê kir nîqaş dike. Ev pirtûk li ser lîsteya daxwaza pirtûkan ya Tamerlan Tsarnaev ya Amazonê hat dîtin.

 

Ev mijara vê veguherînê hîna jî zelûl e di piranîya nûçedanên çapemenîyê yên bombekirinên Bostonê de, lê belê wisa dîyar e ku her du birayên malbata Tsarnaev wekî gurên bi tena serê xwe tevdigerîyan. Gurê bi tena serê xwe xwedîyê maneyeka din e li gor gurê çeçen (Borz bi zimanê çeçenî), yê ku nîşaneka neteweyî ye ku li ser ala serxwebûnê ya çeçenan hatîye bicihkirin û beşeka girîng ya sirûda serxwebûnê ya çeçenan pêk tîne.

Gurekî bi tena serê

xwe yan Borzek?

Li alîyê din "gurê bi tena serê xwe" di lêkolînên li ser terorîzmê de îşaret bi ferdên armancên terorîst bi serê xwe dane ber xwe dike, "yan sedemên şexsî wan ber bi vê yekê ve diajon yan jî bawerîya wan ya ku dibêje ew beşek ji komeka îdeolojîk in." (3) Tîpên terorîzma gurê bi tena serê xwe diguhere her weha motîvasyonên wan yên îdeolojîk jî.

 

Jeffrey Simon di pirtûka xwe ya dawî de li ser vê fenomenê bûyerên ku kirdeyên wan gurên bi tena serê xwe ne yên tevahîya dîroka Amerîkayê derdixe pêş, hin ji wan heta bi destpêka sedsala bîstan jî diçin. (4) Li Norwêcê norwêcîyê sîyaseta rasta radîkal Anders Breivik mînakeka eşkere ya vî rengê terorîzmê nîşan da dema ku sala 2011an 77 kes kuştin. 

 

Gurên bi tena serê xwe yên ku îlhama xwe ji cîhadîzma selefî yan jî îdeolojîya el-Qaîdeyê girtin gelek caran derketin holê, nexasim jî li welatên Rojava. Cîhadperest misilmanên ciwan vedixwînin ku êrişên bi vî rengî bi navê al-Jihad al-Fardi (cîhada ferdî) pêk bînin. Cîhadperest didin ser şopa gotinên kevne-lîderê el-Qaîdeyê yê kuştî Usema bin Ladîn: "Li ser kuştina amerîkîyan bi kesî neşêwirin."

 

Li gor rayedarên DYAyê birayê piçûk Dzhokahr ji wezîfedarên FBIyê re gotîye ku ew jî û birayê wî yê jê mezintir Tamerlan jî di bin tesîra waezên li ser înternetê yên Anwar el-Awlakî de mane. (5) Ev jî piştrast dike ku herdu jî gurên bi tena serê xwe bûn, lê ne yên çeçen yên ku Gammer û Benneth behsa wan dikin.

 

Bi ser de jî tevî raporên nehatin piştrastkirin yên ku dibêjin Tamerlan bi serhildêrên li bakurê Qefqasyayê re civîyaye dema ku sala 2012an çû herêmê, weha dîyar e ku radîkalbûna wî ne di çarçoveya cîhadîzma qefqasî de pêk hatîye.

Şerê Çeçenistanê

 

Herikîna cîhadîstan li Çeçenistanê rastî destpêka şerê yekem yê çeçen yê sala 1995an tê, di dema vî şerî de şervanên ereb dest pê kirin ji Efxanistan û Tacikistanê berê xwe dan Çeçenistanê. Piştî bidawîbûna şerê li Efxanistanê di encama şikestina Sovyetan de cîhadîst li şerekî nû yê cîhadî digerîyan. Di nav wan de siûdîyê bi navê Xettab yê navdar (a.k.a. Samir Saleh Abdullah Al-Suwailem) jî hinek ji wan li Tacikistanê bûn û di dema şerê navxweyî yê 1992-1994an de destek didan îslamîyan.

 

Bi her halî, di dema şerê yekem yê Çeçenistanê de cîhadîstan tevgereka cihê ava nekir. Li şûna wê, van cîhadîstan ala neteweyî qebûl kir, ev ala jî di kontrola serokdewlet Dzhokar Dudayev de bû yê ku yekem lîderê serbixwe yê Çeçenistanê bû piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetan. Piştî ku di şerê pêşî yê Çeçenistanê de artêşa rûs şikest, wan peymaneka aştîyê mohr kir sala 1997an ya ku serokdewletê hingê yê Rûsyayê Boris Yeltsin wekî "lihevkirineka aştîyê ya dîrokî, ya ku li dîrokeka 400 salî [ya şerê di navbera Rûsya û Çeçenistanê de] dawî anî" terîf dikir.

 

Fuzeyeka bi lazerê ji bo kuştina Dudayev sala 1996an hat bikaranîn dema ku wî telefoneka satelîtê bi kar dianî ji bo ku bi melikê Fasê Hesenê II. re bipeyive. Hesenê II. navbeynkarek bû ji bo herdu alîyan. Aslan Maskhadov wekî serokdewletê nû yê Çeçenistanê hat hilbijartin bi hilbijartineka demokratîk ya bi piştgirîya navneteweyî. Bi her halî Rûsyayê erkên dikevin ser milên xwe yên ji bo fînansekirina ji nû ve avakirina Çeçenistanê pêk neanîn. Maskhadov yê ku wekî Dudayev zilamekî esker û neteweperestekî sekuler bû, di şerê Çeçenistanê de timî ji çareserîyeka sîyasî bawer dikir. Lê belê sîyasetên Rûsyayê zext lê kirin û derfet afirandin ji bo cîhadîstan da ku li nava Çeçenistanê xurt bibin.

 

Cîhadîstên baş fînansekirî, alîkarîya îslamîstên xwecihî kirin, darîçavbûna xwe li Çeçenistanê berfireh kirin bi kişandina ciwanan ya ber bi tevgerê ve hem li Çeçenistanê û hem jî li komarên cîran, dadgehên şerîetê ava kirin, civat îslamî kirin û ya ji vê jî girîngtir baregehên perwerdeya eskerî vekirin yên ku şervanên nû yên erebên ji welatên cihê ber bi xwe ve kişandin. Di navbera 1997 û 1999an de hejmara cîhadîstên ji welatên cihê yên erebî dihatin zêde bû û % 45ê şervanên ereb çûn Çeçenistanê, di dema şerê yekem de bi tenê % 30ê wan çûbû Çeçenistanê. Hevgirtina di navbera cîhadîst û neteweperestên xeta hişk yên çeçen de ya ku ji alîyê mezinê şer yê navdar Şamil Basayev ve dihat birêvebirin xwe disipart pevguhertineka ku bi kêrî herdu alîyan dihat, lê belê ev yek ji bo ji nû ve dagirkirina Çeçenistanê ya sala 1999an bi rola katalîzatorekê rabû dema ku vê hevgirtinê hewl da alîkarîyê bide îslamîstên li komara cîran Daxistanê di wexta ku hêzên rûs hewl didan damezrandina dewleteka îslamî asteng bikin.

 

Şerê duyem yê çeçenan di çalakîyên cîhadîst yên li bakurê Qefqasyayê qonaxeka nû da destpêkirin. Xelkê welêt hez ji sîyasetên îslamîkirinê yên cîhadîst li Çeçenistanê nedikir û girtîbûna destan ya ji bo fînansekirina komên çekdarî ya piştî êrişên îlona 2001ê û Rûsyaya hevsarê wê di destê efserê KGByê yê berê Vladimir Putin de operasyona xwe ya hovane ya li Çeçenistanê wekî "şerekî li dijî terorê" dan nasîn û vê jî kir ku binpêkirina mafê însanan li Çeçenistanê bi awayekî global kêmtir darîçav be.

Ji çar paran pareka xelkê Çeçenistanê di herdu şeran de yan hatin kuştin yan jî ji cih û warên xwe hatin rakirin, piştî 2003yan şervanên ereban dest pê kir û ji Çeçenistanê veqetîyan. Hinan ji wan berê xwe da Iraqa ku lê meydana şerekî nû yê cîhadî ava bûbû. Rûsyayê heta bi Maskhadovê nerm jî 8ê adara 2005an kuşt û hikûmeteka alîgirê Rûsyayê bi cih kir, pê jî tevgera neteweyî lawaz kir.

Xwecihkirina Cîhadê

 

Piştî ku serhildana çeçen sala 2007an li komarên cîran belav bû, avakirina Emîratên Îslamî ya Qefqasyayê (EÎQ) îdeolojîyeka berçavtir ji bo komên çekdar yên bakurê Qefqasyayê yên ku  Daxistan, Înguşetya, Kabirdîn-Balkar jî di navê de li komarên cîran çalak bûn, derxist holê. Gazinên herêmî yên xwecihan, sîyasetên Kremlînê jî di navê de, di nava xelkê bakurê Qefqasyayê de bi roleka sereke rabû di motîvekirina nifşekî nû yê serhildêrên qefqasî, ev jî rave dike ka ji bo çi ew neketin nava cîhada global û tevahîya êrişên terorîstî li dijî Rûsyayê bûn. Êrişa întîharî ya Balefirgeha Domodedove ya kanûna paşîn a 2010ê û êrişkarên întîharî yên jin yên ku adara 2010an êriş birin ser metroya Moskovayê jî di navê de EÎQyê berpirsîyarîya gelek êrişên li nava Rûsyayê girte ser milê xwe. Bi her halî, EÎQyê tevahîya pêwendîyên bi êrişên bombeyî yên Bostonê red kirin.

 

Du bûyerên sereke yên cîhadîst li bakurê Qefqasyayê hatin dîtin. Berê cîhadîstên bakurê Qefqasyayê girêdayî îdeologên ji derve bûn, herêmê niha îdeologên xwe yên xwecihî yên wekî Said Buryatsky, Anzor Astemirov, Abu Dujanah û hwd. derxistin holê. Tevî ku cîhadîstekî ne çeçen jî li herêmê navdar bû û materyalên cîhadîst yên global wergerandin rûsî ku zimanê yekem yê gelek miletên qefqasî ye. Rûpelên nivîsan ji EÎQyê re li ser forûmên înternetê hatin veqetandin. Bi her halî cîhadîstên bakurê Qefqasyayê dijminatîya xwe ya li dijî Rûsyayê sînordar kirin.

Encam

 

Herdu birayên malbata Tsarnaev dîyar e ji welatê bavê xwe bêhtir dildarê welatê dayika xwe Daxistanê bûn ku berîya demeka kurt dest pê kir wekî stargeha cîhadîzma bakurê Qefqasyayê bi roleka girîng rabe, bi tenê di nava sala 2010an de 300 bûyerên terorîst lê hatin tesbîtkirin. Bi her halî, birayên ji malbata Tsarnaev tu caran bombeyên Bostonê bi dozeka li herêmê ve girênedan.

 

Dîrokzanê çeçen Mairbek Vatchagev bi awayekî rast dipirse: "Ji bo çi Tamerlan Tsarnaev doza bidawîkirina xwînrijandina li Daxistanê nekir û li şûna wê elaqedar bû bi tiştê li Efxanistan û Iraqê qewimî re?" (6) Bersiv dibe ku ew be ku radîkalbûna wan ne elaqedarî bakurê Qefqasyayê be.

 

Para bêhtir sedema tevgera cîhadîstên li bakurê Qefqasyayê xwe disipêre gazinên herêmî – asta bilind ya xizanîyê, bêkarî, bertîlxwarin, binpêkirina mafê insanan û hegemonyaya rayedarên rûs. Ji ber vê yekê jî êrişên wan her li dijî Rûsyayê bûn. Ji ber van faktoran û di çarçoveya bipêşketina cîhadîzmê li bakurê Qefqasyayê de kirinên birayên malbata Tsarnaev bi çarçoveya cîhadîzma li herêmê re li hev nake. Dibe ku ew gurên bi tena serê xwe bin, lê ne yên çeçen in.

 

* Murad Batal Al Shishani analîstekî li Londonê ye ku li ser komên îslamî, Rojhilatê Navîn û Qefqasyaya Bakur pispor e.

(1) Vanora Bennett, Crying Wolf: The Return of War to Chechnya /Gurê Digirî: Vegera Şerî li Çeçenistanê, London 1998.

 

(2) Moshe Gammer, The Lone Wolf and the Bear: Three Centuries of Chechen Defiance - A History / Gurê bi Tena Serê Xwe û Hirç: Sê Sed Salên Sernetewandina Çeçenan - Dîrokek, C Hurst & Co Publishers Ltd, 2005.

 

(3) Raffaello Pantucci, A Typology of Lone Wolves: Preliminary Analysis of Lone Islamist Terrorists / Tîpolojîyeka Gurên bi Tena Serê Xwe: analîzên destpêkê yên terorîstên bi tena serê xwe yên îslamîst, the International Centre for the Study of Radicalisation and Political Violence (ICSR) -King’s College (London), adara 2011ê.

 

(4) Jeffrey Simon, Lone Wolf Terrorism: Understanding the Growing Threat / Terorîzma Gurên bi Tena Serê Xwe: Fêmkirina tehlûkeya mezin dibe, Prometheus Books, 2013.

 

(5) Binêre li Daniel Klaidman, Exclusive: The Awlaki/Tsarnaev Connection / Eksklusîf: Pêwendîya Awlakî-Tsarnaev, 26ê nîsana 2013an. http://www.thedailybeast.com/articles/2013/04/26/the-awlaki-connection.html. Awlaki waizekî li Amerîkayê ji dayikbûyî ye ku di êrişeka balefirên bêpîlot ên DYAyê de li Yemenê îlona 2011an hat kuştin; ew alimekî dînî yê karîzmatîk bû ku axaftinên wî yên bi îngilîzîyeka baş yên ku li ser malperên cîhadîst bi awayekî fireh dihatin belavkirin gelek gurên bi tena serê xwe yên li Rojava ber bi xwe ve dikişandin.

 

(6) Mairbek Vatchagaev, Why Tamerlan Tsarnaev Is Outside of Chechen Mentality / Çima Tamerlan Tsarnaev li derveyî mentalîteye çeçen e, Eurasia Daily Monitor (Jamestown Foundation), 2yê gulana 2013an, berg 10, hejmar 83.

Wergera ji ingilîzî: Luqman Guldivê