Di kêşeya kurdî de stratejîya nû

Translator

Piştî hilbijartinên giştî yên 12ê hezîrana 2011ê, di warê çareserîya pirsgirêka kurdî de li Tirkîyeyê hewayekî hêvîdar serdest bû. Xelk bi hejmareke bilind di hilbijartinan de beşdar bûbû. 95 dersedê vîna gel di parlamentoyê de hat temsîl kirin. BDP jî, ku bi namzedên serbixwe ketibû hilbijartinan, 36 wekîl derxistibûn û ew gihaştibû wê hêzê ku bikaribe di parlamentoyê de grûpa xwe ava bike.

Ji alîyê din de jî hevdîtinên di navbera PKK û hikûmetê de jî berdewam dikirin. Raya giştî ya Tirkîyeyê nerazîbûnek nîşanî van hevdîtinan neda, berevajî wê bawerîyeke serdest peyda bû û dihate digot da ku pirsgirêkê çareser bike hikûmet dikare bi herkesî re rûne. Raya giştî ya kurdî jî ji van hevdîtînan razî bû; ji bilî PKK/BDPyê hemû koman ji mêj ve piştgirî didan muzakereyan da ku PKK were bê çek kirin. Öcalan jî digot ku ji bo kurdan yek ji mezintirîn peymanên aştîyê dike were mohr kirin û lê zêde dikir ku "êdî hewcedarî bi şerê gelêrî yê şoreşger nema".

Lê belê di meha tîrmehê de ev atmosfera erênî belav bû, nema. Digel ku li Farqînê di encama lêkdanekê de gelek leşker hatin kuştin û di heman rojê de Kongreya Civaka Demokratîk ''xweserîya demokratîk'' ragihand, maseya hevdîtinan hilweşîya. Ji ber hilweşîna masê PKKê hikûmet, hikûmetê jî PKK berpirsîyar girt. PKKê îdîa dikir ku Öcalan plana aştîyê ya hikûmetê qebûl nekiriye û hikûmetê serî li taktîkên aliqandinê dide. Çavkanîyên nêzî hikûmetê jî dîyar dikir ku PKK li herêmê desthilatdarîyeke mutlaq dixwaze û xwe li alternatîfên din girtiye.

Dawîlêhatina hevdîtinan û hişkbûna siyasetê

Piştî ku dawî li hevdîtinan hat, her du alîyan siyaseteke hişk dan ber xwe. PKKê berê xwe da şerê gelêrî yê şoreşê, ku baskê baz ê tê de piştgirî didayê. Lê belê, ev tercîheke xelet bû û ji nirxandineke rêkûpêk a veguherîna civakî ya gelê kurd dûr bû. Ji ber ku piranîyeke berbiçav a kurdan êdî şer nedixwest; lewma siyasetên PKKê, ku şidet pêşnîyar dikir, têk çûn. Jixwe paşê jî hin rêveberên PKKê li xwe mukir hatin û wan ev xeletî bi van gotinan dîyar kir: ''Me şerê gelêrî yê şoreşger ragihand, lê belê baskê wê yê gelêrî qels ma.''

Hikûmetê jî dest bi sepandina siya-seteke du alî kir. Ji alîyekî ve da ku PKKê di warê leşkerî de têk bibe, lez da operasyonên xwe. Wezîrê Navxweyî Şahin, eynî bi zimanê hevkarên xwe yên ji salên 1990ê peyivî û got: ''Heta ku li ser çîyayan tu terorîst nemînin, operasyon dê berdewam bikin.'' Wî digot ''Me ji millet ferman wergirtiye'' û lê zêde dikir: ''Em dê koka vê rêxistina xebîs biqelihînin. Tu kes bila ranebe û nexwaze ku ev kes siyasetê bikin.'' An ku mebest ew bû ku PKK bi operasyonên leşkerî were tune kirin.

Ji alîyê din de jî hikûmetê dixwest ku bi operasyonên KCKê qada siyasetê bixwe bin fişarê û BDPê têk bibe. Her bi vê mebestê hema bêje hemû rêxistinên bajaran ên BDPê hatin destgîr kirin û bi awayekî fiîlî BDP hat wê merheleyê ku êdî nedikarî bixebite.

Ev siyaseta ku bala xwe dida ji holê rakirina PKKê ya ji çîyan û li deştan jî dengê sîvîlan bibire, ji alîyê hin stratejîstan ve, ku aqil didan hikûmetê bi awayekî har dihat piştgirî kirin. Li gor wan, heger ji vê siyasetê tawîz neyê dayîn, wê demê heta biharê PKK dê biqedîyaya.

Lê belê, tiştê ku dihat çaverê kirin pêk nehat. Ev siyaseta hikûmetê -eynî wekî siyaseta şerê gelêrî yê şoreşger ê PKKê têk çû.
Ji ber ku vê siyasetê hawîrdoreke taybet a siyasî ya li dijî azadîyan ava dikir. Di vê hawîrdorê de, qedexeperwer û dijberên mafan derketin pêş. Bi her operasyonê re, ku dihat li dar xistin, hêzên ewlekarîyê sortir dibûn û li hember gel helwesteke hişktir nîşan dida. Rêgirtina li hember maf û azadîyan kêm dibû, hesasîyeta parastina kesên bêguneh ji holê radibû.

Dîyar bû ku ev siyaset nikare were meşandin û ew dê li derekê li dîwêr bixe. Jixwe, tabloya ku piştî komkujîya li Qilabanê û qedexekirina pîrozbahîyên Newrozê derket holê, belgeya îflaskirina vê siyasetê bû. Li seranserî Tirkîyeyê dengên dijberî hikûmetê berz bûn û şideta rexneyan jî zêdetir dibû. Li herêmê jî, her roj ku diçû êdî zehmettir dibû ku hikûmet were parastin. Wê siyasetê, ku hikûmetê digot dê alîkarîya wê bike ku pêş keve, pêşîya hikûmetê dixitimand.

Stratejîya nû

Her li ser vê xalê, di çapemenîya tirkî de hin nûçe derketin ku hikûmet xwe amade dike da ku di meseleya kurdî de planeke nû bide ber xwe. Rayedarek, ku li ser navê hikûmetê digel nûnerên Enqereyê yên çar rojnameyan (Taraf, Milliyet, Habertürk, Yeni Şafak) hevdîtin pêk anî, li raya giştî aşkere kir ku hikûmet ji bo çareserîya meseleya kurdî stratejîyek nû disepîne.

Dema weşandina nûçeyê girîng bû. Ji ber ku helwêsta tund a hikûmetê, ku him di warê siyseta kurdî û him jî di dema Newrozê de nîşan dabû, tûşî rexneyan dibû. Du mebestên parvekirina stratejîyê ya digel raya giştî hebûn: Ya yekem, sedemên mafdar (?) ên destûrnedayîna pîrozbahîyên Newrozê dê ji gel re bihatana vegotin û dê hewl bihataya dayîn ku ev siyaset meşrû bibe. Ya duyem jî, bi dengekî ji asta jêrtir nîyeta ''muzakereya digel siyasetê'' bihataya dîyar kirin û bersiva wan rexneyên vê dawîyê, ku gelek kes pê re hevbîr e û dibêje ''hikûmetê xwe radestî perspektîfa ewlekarîyê kir'', bihata dan.

Bingehên stratejîyê

Bi qasî ku em ji wan zanyarîyan ku rojnameger radigihînin, agahdar dibin rayedarên hikûmetê pêşîyê tespîtên xwe yên sebaret bi wê merheleyê, ku di meseleya kurdî de hatîye gihîştin, par ve kirine û li dû wê xetên sereke yên vê stratejîya nû, ku li ser esasên van tesbîtan hatîye ava kirin, vegotîye. Sê tesbîtên hikûmetê hene:

A yekem, ên ku ev stratejî amade kiriye di wê bawerîyê de ne ku tiştên ku di warê pirsa kurdî de divîyabû bihatana kirin, di rêjeyeke bilind de hatine bi cih anîn. Ew dîyar dikin ku divê kurd qîma xwe bi wan tiştên ku hikûmetê kirine, bînin. Ew dibêjin anîna daxwazên wêdetir a rojevê ne xwedî mebesteke azadîxwaz e, lê berevajî wê dê rê li parçebûn û jihevketinê veke.

A duyem, li gor xwedîyên stratejîyê ji bo çareserkirina meseleya kurdî hevdîtinên digel PKKê rîskeke gelek mezin e. Ev yek di raya giştî ya tirkî de dibe sedeme înfîalê û li ''meseleya kurdî'', ''meseleya tirkî'' jî zêde dike. Meseleya tirkî jî, ji meseleya kurdî zêdetir xwedî potansîyeleke hilberîna encamên xerapkertir û girantir e.

A sêyem, baskê hikûmetê, weha ferz dike ku ew kurdên ku piştgirîya wan nakin ji ber tirsa PKKê, destekê didin wê. Wekî ku Alper Görmüş dest nîşan dike, hikûmet li ser esasê vê ferzkirinê vî hesabî dike: ''Heger hêza PKKê heta wê asta nizim were daxistin, ku êdî nikaribe kurdan bitirsîne, kurd dê ji vê yekê kêfxweş bin û dê piştgirîyê bidin planên çareserîyê yên hikûmetê.''

Xeletîya tesbîtan

Di wê bawerîyê de me ku ev her sê tesbît jî xelet in. Jixwe, him di warê taybetî ya meseleya kurdî de û him jî bi gelemperî li Tirkîyeyê ji bo demokratîkbûnê hîna rêyeke dirêj maye. Perwerdehîya bi zimanê dayîkê, temsîlîyeta siyasî, azadîya partîyên siyasî, xwe-birêvebirin, hevwelatibûn, azadîya xwe derbirînê û hwd. di gelek mijaran de gelek astengîyên qanûnî û destûrî hene. Îro tu kurdek nikare perwerdehîya bi zimanê dayîkê bide zarokê xwe. Du kesên ku di heman dozê de tên darizandin, yê ereb dikare parastina xwe bi zimanê xwe yê dayîkê bike, lê yê kurd dema doza parastina bi zimanê dayîkê dike, dadgehên tirk rê nadin. Girtîgeh bi wan kesan, ku doza daxwazên siyasî yên kurdan dikin, tije dibin. Dema ku rewş weha be û rabin ji kurdan re bibêjin ku ''Me her tişt kiriye, hûn êdî doza çi li me dikin? Êdî çaverêyî tiştên din nebin'' eyb dikin.

Argumana ku dibêje ''pirsgrêka tirk dê derkeve'' gelek balkêş e. Wan bi gotinên ''Bi vekirina filan tiştî niha jî pirsgirêka tirkî dernexin serê me'' hikûmet dianîn ser rê. Lê belê tiştên ku di pêvajoya paşê de hat jîyîn, piştrast kir ku li cem xelkê ev arguman ne muteber e. Wekî mînak AKPyê yek ji mezintirên mîtên siyaseta tirk, ku digot ''nabe ku digel terorîstan were rûniştin'', hilweşand. Wê digel Öcalan û Qendîlê hevdîtin pêk anîn. Xelk jî li hember wan nerazîbûnek nîşan neda. Berevajî wê helwêstek weha nîşan da ku dikare weha were şirove kirin: ''Tu hema pirsgirêkê çareser bike, bi kê re rûdinî rûne''. AKPyê her demek ku lez da demokratîkbûnê, wê demê bi awayekî mafdar ji xelkê piştgirîyeke mezin wergirt. Xelk li hember tu pêngavekê ku azadî û demokrasî hêzdartir dikirin û di çareserîya pirsgirêkan de tevkarî dikir, nebû asteng, lê piştgirî da wan. Lê belê herçend rastîyeke weha heye jî hikûmet xwe dispêre vê argumanê, ku berê li dij wê dihat bi kar anîn û li ser wê argumanê siyasetê dike. Ev yek jî rewşeke xemgîn e.

PKK û Kurd

Ew helwêstên ku têkilîya navbera PKK û kurdan li ser ''tirsê'' re fêm dikin rastîyê nîşan nadin. Ewên ku li ser navê dewletê siyasetê pêk tînin, divê -berîya hertiştî- bibînin ku kurd dîlên PKKê nînin. Kurd, hevdilên PKKê jî tê de, ne komek in ku her siyaseteke PKKê bê pirs û nirxandin rasterast qebûl dikin. Dema ku PKK xeletîyekê bike -wekî mînak li dij vîna gel siyasetên xwîndar ên wekî ''şerê gelêrî yê şoreşger'', ku di vê serdema me de ne xwedî tu cihan e, bimeşîne- xelk nerazîbûnê li hember PKKê nîşan dide, piştgirîya ku didiyê paş de dikişîne. An ku girseyeke kurdî, ku ji ber tirs û xof aqil berdabe û hişê PKKê di bêrîka xwe de digerîne, nîne.

Dibe ku kêfa deshilatdar û alîgiran neçe û dibe nexwazin qebûl bikin, lê belê yên ku piştgirîya PKKê dikin ne ji ber ku jê ditirsin piştgirî didinê. Ew ji ber ku difikirin ku heger PKKê nebûya dewleta tirk dê –wekî kurd- mafê jîyanê nedaya kurdan, li cem PKKê radiwestin. Ev yek jî meşrûbûneke hêzdar a sosyolojîk dide PKKê.

Ev meşrûbûna sosyolojîk encax dikare bi siyaseteke dualî were kêm kirin. Ji alîyekî ve divê bernameyeke demokratîbûnê, ku mafên kurdan -bê şik û guman, bê qeyd û şert- dide wan ji alîyê din de jî bernameyeke bêçekkirinê, ku bihêle PKKyî vegerin jîyana normal, werin meşandin. Heger di şûna wê de hûn projeyekê deynin, ku mebesta wê kuştina PKKyîyan be, ji encamê de hûn bêhtir avê dikişînin wî aşî, ku PKKê hêzdartir dike.

Kevirên bingehîn ên stratejîyê

Fikret Bila deh bendên ku ji vê stratejîya nuh tên pêşbînî kirin, weha rêz dike (Milliyet, 22.03.2012):

1-Di warê çareserîya pirsa kurdî de ji bilî kanala siyasî ehemîyet û bawerî bi tu kanalên din nayê dan,
tu kanalên din nayên bi kar anîn

2- Ne li Îmralîyê Öcalan, ne jî li Qendîlê, yan jî li Ewropayê PKK wekî muxatab were girtin, ew dê li derve werin hiştin.

3- Hevwelatîyên kurd, ku li Rojhilatê Başûr û li herêmên din dijîn, dê ji fişara PKK û KCKê werin rizgar kirin.

4- Bi vê mebestê rasterast xelk wekî muxatab were girtin û dê bi rêya siyaseta sîvîl li çareserîyê were gerîn.

5- Wekî cihê çareserîyê tu zemînekî din ê derveyî parlamentoyê nayê qebûl kirin; ew partî werin muxatab girtin ku hevsarên wan ne di destê Imrali û Qendîlê de ne, bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin û ketine Meclisê û dikarin însîyatîfa siyasî bi kar bînin.

6-PKK, her ku çalakîyên xwe yên çekdar berdewam bike, têkoşîn jî dê berdewam bike.

7- Heger careke din bi PKKê re hevdîtinek pêk were, ev yek dê bi tenê sebaret bi bêçekkirina wê be.

8- Dema ku PKK çekên xwe radestî Tirkîyeyê bike, paşê were biryardayîn ka digel wan kesan yên ku ne xwedî pirsgirêkên qanûnî ne, pêvajoyeke çawa were şopandin.

9- Di destûra nû de nasname, yan jî xweserîya kurdan dê nebe. Destûra nû li ser esasên mafên mirovan û yeksanîya hevwelatîyan a li ber qanûnê were çêkirin.

10- Birêveberîyên herêmî dê werin hêzdartir kirin, prensîpên huqûqa navneteweyî dê werin esas girtin.

Tiştekî "nû" nîne

Di wê bawerîyê de me ev stratejîya ku ji ber çend sedeman li ser zemîneke xelet hatî ava kirin, nikare bigihe encamên rast:

I – Di vê stratejîyê de rêgezek ku wekî ''nû'' were bi nav kirin nayê dîtin. ''Îmrali, Qendîl, PKKya li Ewropayê wekî muxatab nayên girtin. Kurd dê ji fişara PKK û KCKyê werin rizgar kirin. Her ku çalakîyên çekdar berdewam bin, têkoşîna li dij PKKê jî berdewam bike.'' û hwd. dîyar dikin ku meseleya kurdî di bingeha xwe de wekî pirsgirêkeke asayîşê tê dîtin. Siyasetên ku li ser van gotinan werin ava kirin, jixwe di halê hazir de tên sepandin û ji çareserîyê tu hêvîyan nadin.

II – Ev gotina "Li dij rêxistina terorîst têkoşîn, di gel baskên wê jî muzakere" ya ku pir tê dubare kirin û hêvî li ser tên girêdan, ne tiştekî nuh e. Herçend serok wezîr vê hevokê ji dema ku BDP 2007ê de ket Meclisê û vir ve bi lêv dike jî, jê encameke erênî dernaxe. Du sedemên vê yekê hene:
Ya yekê serokwezîr digel BDPê bi pozbilindî dipeyive; li gor wî BDP di warê çareserkirina pirsê de ne ew muxatab e ya ku pê re wek alîyekî wekhev danûstandin bên kirin. Pêşîyê bi gotina "dûvelankên rêxistina terorê" BDPê biçûk dixe, rûmeta wê dişkêne, paşê jî bi wan re peyivînê wekî wekî lutfekê pêşkêş dike. Ev zimanekî pir tamsar e û ji ber vî zimanî jî rê li ber dîyalogeke berhemdar venabe.

Pêş-şerteke nemumkin û nehewce

A duyem, serokwezîr hertim li bendê ye ku BDP hin pêş-şertan bi cih bîne. Ji vê partîyê dixwaze ku di navbera xwe û PKKê de mesafeyekê deyne û ji PKKê azadtir vîneke siyasî nîşan bide û gava ev şert pêk werin, muzakere dikare were kirin. Lê belê ev şert, him nemumkin û him jî ne hewce ye. Nemumkin e ji ber ku BDP digel PKKê girseyeke civakî par ve dike, doza heman îdealên siyasî dike. Lewma ne mumkin e ku BDP li dij PKKê helwêsteke nîşan bide, yan jî berê xwe jê biguherîne. Ne hewce ye, ji ber ku BDP encax bi saya têkilîya xwe ya digel PKKê dikare di meseleya kurdî de tevkarîyekê bike. Mirov nikare hêvîya bandoreke ji BDPyekê, ku têkilîya xwe ya bi PKKê re birîye, bike. Helwêsta rast ew e ku wê jêhatîbûn were nîşan dan ku ev têkîlîya BDPê ya digel PKKê di rêya çareserîyê de were bi kar anîn. Lê belê hikûmet di şûna vê yekê de hertim pêş-şertek, ku ne mumkin e û ne hewce ye, datîne pêş; ev şert jî ji destpêkê ve muxataba muzarekereyê ji holê radike. An ku hikûmet ji alîyekî ve dibêje ''em li derveyî parlamentoyê li tu çareserîyan nagerin'' ji alîyê din de jî tenha rêya siyasî, ku di parlamentoyê de ye, bêkêr dihêle.

Muxataba bêçekkirinê

III – Hevdîtîna digel BDPyê bi tena serê xwe ji bo çareserîya pirsgirêkê têrê nake. Ji ber ku yek ji xalên ku meseleya kurdî xetimandiye, bêçekkirin e. Weha dîyar e ku bêyî ku PKK were bêçek kirin derfetek nîne ku ev kêşe bi awayekî demokratîk û aştîyane were çareser kirin. Lewma, stratejîyek, ku li çareserkirina pirsgirêkê digere, dibe xwedî alîyekî bêçekkirinê jî be. Heger tê xwestin ku rêxistin were bêçek kirin, wê demê divê pêvajo û mercên bêçekkirinê digel wê rêxistinê an ku bi PKKê re werin nîqaş kirin û hevdîtinên bi vê mebestê werin li dar xistin. Bi lidervehiştina PKKê çareserîyek nikare pêk were.

Hevserokê giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş ev yek bi awayekî aşkere dîyar kir. (Taraf, 09.04.2012, Hevpeyvîna Neşe Düzel) Demîrtaş dîyar kir ku ew ji bo gotûbêjkirina maf û azadîyên gelê kurd amade ne ku di her platformê de digel hikûmetê muzakere bikin, lê belê divê hikûmet meseleya bêçekkirinê digel PKKê nîqaş bike:

"Hikûmet nikare mijarên çek û agirtbestê rasterast bi me re gotûbêjê bike. Serokwezîr bi xwe jî dizane ku di vî warî tu destûrmendîyeke me nîne. Li ser meseleya çekan em nikarin rasterast biryarekê bidin. Ew meqam dezgeh û sazîyên bi me re girêdayî nînin. Heger alîkar qebûl bikin, em dikarin di warê çekan de bi tenê qasidîyê bikin. Lê belê Serokwezîr dîsa jî dixwaze mijarên çekan bi me re gotûbêj bike. Paşê jî radibe dîbêje: 'Heger hûn di vê mijarê de xwedî destûrmendîya biryarstendinê nînin, ez dê bi we re li ser çi bipeyivim''.

Di stratejîya hikûmetê de tu hêmaneke nû tuneye û helwêsta berê ya li ser esasa ewlekarîyê di ambalajeke nû de wekî ''nû'' datîne pêşîya me. Di meseleya kurdî de feraseta ewlekarîyê tu çareserîyan nayne. Ji ber ku ev helwêst pevçûn û mirinan zêde dike, neteweperestîyê sor dike û me ji çareserîyê dûr dixîne. Tecrûbeya dora sih salan, delîlekî aşkere ye ku perspektîfa ewlekarîperest bi tenê rê li travma û êşê vedike. Hikûmeta ku hemû bala xwe dide 2014ê, wê wêrekîyê nikare nîşan bide ku siyaseteke nû biafirîne, ku di meseleya kurdî de demokratîkbûnê ji xwe re esas digire û hêvîya xwe bi siyasetên berê girê dide. Lê belê dê ev siyaset, qada demokratîk tengtir bike; pirsgirêkê kûrtir bike û dê dijwartir bike ku em bigihîjin çareserîyê.

Şiverêka mirinê û rêya jîyanê

Lê belê em çawa dikarin xwe ji vê çembera stewr rizgar bikin? Gotinên Mithat Sancar (Taraf, 28.03.2012) van rêyan nîşan dide:

"Piştî wê tecrûbeya salan, ne hewce ye ku mirov bibe kahîn da ku bikaribe bibîne ku stratejîyên ewlekarîyê rê li wêranî û janan vedikin. Di ronahîya van tecrûbeyan de divê herkes vê pirsê ji xwe bike: Heger em heta 2014ê weha berdewam bikin, li meydana tu tunel munel namînin; heger bimîne jî dê di dawîya wê de ronahîyek hebe; hebe jî gelo wekî civak taqeta me dimîne ku me bigihîne ronahîyê?

Îhtîmaleke gelek mezin e ku ev ''şiverêka" me daye ser, wê me kaş bike wê xala bêyom. Lê belê guhertina vê birêveçûnê û ketina rêyeke din ne ewqas dijwar e. Û heta hin xal, ku di ''stratejîya nû'' ya hikûmetê de cih digirin, bi rastî û ''ji dil'' werin sepandin, mimkun e ku em di demeke kurt de ji vê ''şiverêka mirinê derkevin û bikevin rêya jîyanê.''

Di ''stratejîya nû'' de giranîyeke taybet li ser gotina''rêya siyaseta sîvîl û parlamentoyê'' tê bar kirin û tê dîyar kirin ku BDP dê wekî muxatab were dîtin. Da ku ev yek hêjayî bawerkirinê be û bikêrhatî be, serê pêşî divê ''qada siyaseta sîvîl'' were hêzdar kirin. Rêya vê yekê jî, ji rakirina qedexeyan, ku siyasetê dorpêç dikin, ji rawestandina zextan û berfirehkirina azadîyan derbas dibe. Pêngava herî şênber, ku dikare di vî warî de were avêtin, serbest berdana wekîl, şaredar û siyasetmedarên din e, ku di çarçoveya operasyonên KCKê de hatine destgîr kirin.

Heger tê xwestin ku ''rêya siyaseta sîvîl û parlamentoyê'' bi kêr were, wê demê divê dev ji wê şêwazê, ku BDPê tewanbar nîşan dide û piçûk dixe, were berdan û helwêstek were pejirandin, ku siyasetmedarên kurd wekî partnerên yeksan dibîne.

Da ku ev hawîrdor were afirandin, ew yek xwedî girîngîyeke heyatî ye ku PKK agirbestekê rabigihîne û operasyonên leşkerî jî werin rawestandin. Di warê muzakere û dîyalog, danîna çekan û çareserîyê de lîstina rola ''ku tê xwestin'' a ji alîyê BDPê encax ev hemû pêk werin, dikare di zemîneke rasteqîn de were nîqaş kirin.''

Çavkanî

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya