Di laboratuwara ekolo-bûrjûwaziyê de

Hûrkolînek der barê Keskên Alman de
Translator

Partiya keskên alman demeke dirêj weke ku dixwaze, dûrî parlementoyan, bi awayekî din siyasetê bike, xwe nîşan da. Mîrasgirên protestoyên salên 1960ê, keskên alman li dijî nukleerê têkoşiyan û formên nû yên jiyana kolektîf ceribandin. Rêveberên wan ên ku di hilbijartinan de encamên baş bi destxistin û jê cesaret wergirtin, hewl didin ekolojî, aborî û lîstika dezgehî li hev bînin. Li Hambourgê ev lihevanîn encamên ku mirov pê şaş dibin, derdixe holê.

Taxa herî vekêş a Hamburgê di heman demê de ya herî ekolojîk e jî. Ev yek qet li ber çavan nakeve dema ku mirov li ber lingên Birca Marco Polo, birca şazdeh qatî ya xwedî xemleke  mîmarîya avant-gardîst a ku qatên nanê tostê yên bi şiklekî ne rast li ser hev hatine danîn tîne bîra mirov. Li vê bircê her daîreyeke normal bi buhayê 3.7 mîlyon ewroyan tê firotin. Evîna cîranê wê Unîlîve ya ji bo xwezayê jî li ber çavan zêde xuya nake. Wê biryargeha xwe ya nû berî çendekê li vir vekir. Bi 25 hezar metre kare erdê ku daye ber xwe, ev avahîya cîhanî ya mezin, ya berhemên kozmetîk û çandina berhemên xwarinê di heman demê de dibe nimûneya herî girîng a ku ampûlên wê herî hindik elektrîkê serf dikin. Wezîfedarê li ber dergehê bircê, bi quretî dibêje: "Tevahîya avahîyê seranser li gor pîvanên rêzgirtin û parastina jîngehê hatiye lêkirin". Dergevan bi tilîya xwe ya şehadetê banê qirase yê ji camê jî nîşan dide û bi serbilindî vê îzahê dike: Hola qata zemînê bi "pergala herî pêşketî û dawî ya wergirtina germahîyê" hatiye bi serûber kirin.

Birca Marco Polo û navenda Unilever bûne xeml û xişrên sereke yên Hafen City, taxa nû ya karsazên Hambourga ku li kevîyên Elbeyê, ji bo buro û lojmanên luks ên li ser avahîyên bi prîketên sor ên Speicherstadt a berê, bi qasî 155 hektar cih veqetandiye. Ev cure avahîya rengbakurî ya Dubaî ku tê plan kirin heta sala 2025ê biqede, wê cih bide îstîhdama çil hezar kesan û dozde hezar rûniştevanên, ji qewlê amadekarên projeyê, yên ji "tebeqeyên civakî yên afirîner tên". Elbphilarmonie, odîtoryuma bi îtîbar ya ku bajar bi qasî 251 milyon ewro lê xerc dike, wê bibe wargeha çandî ya karsazîyê. Li vir vînc hê jî di nav liv û tevgerê de ne, lê belê hinekî dûrtir li nav gelek avahîyên din ên temambûyî, ji niha ve gelek kes li eywanan xwarina taylandî tahm dikin û li "barên herî luks" şerabên alelade vedixwin.

Lê belê divê hayê mirov ji pêşhukman hebe: Ev dera ku ji alîyê bankevanan û ‘golden boy’an ve, eynî mîna Docklanda Londonê, di nav hewldana bidestxistina kevîbenderan de hatiye qeyd kirin, nayê maneya ku "projeya herî bajarîvanî ya ewropî" ye ku li dijî prensîpên pêşketina dewambar in Berevajî, ew bi vî awayî serkeftina pêşketina dewambar di pratîkê de pêk tîne. Harald Müller bi coş wiha dibêje: "Şofaja geotermîk, alavên avasazîyê yên kêmtir hewayê gemarî dikin, qadên hêşîn, pêyarê û rêyên ji bo bisîklêtan, bi van hemû taymetendîyên xwe ve ew bi rastî jî di warê pêşketina dewambarîyê de taxeke nimûne ye". Ev endezyarê 53 salî yê bi coş ê ku li HafenCityê dixebite, dema ku li pêşîya wî sênîyek masîyên rînga hene û vê xwarinê ji spesîyalîteya din a restorantê pîlava Arborio ya bi kuvarkên Perîgortê "kêmxemltir lê îştahvekertir" dinirxîne, xwe nagire û wiha dewam dike: "Ji 1997ê ve min her tim dengê xwe daye keskan". Müller dibêje Kesk bavîtîya vê projeyê nakin, lê belê "wan pir bi dilsozî destek dayê" û "bêyî wan, tax wê bi ti awayî nebûya xwedî vî rengûrûyê ekolojîk".

Hamburg, "paytextê ewropî yê jîngehê yê sala 2011ê", bi rastî jî bajarekî pirî jîngehparêz e. Keskan du caran li vî bajarî di rêveberîya karûbarên şaredarîyê de cih girtin: ji 1997ê heta 2001ê bi desteka sosyal-demokratên SPDyê, dûre ji 2008ê heta 2010ê li tenişta kevneparêzên CDUyê. Bîlançoya aksîyona wan di dema rêveberîya wan a bajêr de, li tu derê bi qasî HafenCity serkeftî nebûbû. Keskên ku xwestin navên li rêyên gelemperî tên dayîn li gor wekhevîya jin û mêran bin, navên sikak û kolanan jî li gor vê têgehê guherandin. Sekretera giştî ya Keskên Hamburgê Katharina Fegebank bi coş taxê wiha rave dike: "Bêguman, ev taxek ji bo derdorên zêde halxweş e, lê belê avahîyên wê pir nûjen in, ez vê yekê ji bo îmaja bajêr weke tiştekî muhteşem dibînim". Parlementera Meclîsa Federal a serdema 2002-2008ê, hevala wê Anja Hajduk jî pê re hemfikir e ku ev "bêhtir serkeftinek e, herçend her tişt zêde buha be jî. Dema em di nav hukûmetê de bûn, ji bo me pir girîng bû ku em ji garantîya ku tax wê ji bo hemû rûniştivanên bajêr vekirî be piştrast bin, da ku ew bikaribin li nav bigerin. Ji bo Birca Unilever, mesela, me wisa kir ku qata wê ya zemînê ji herkesî re vekirî be".

"Sentezeke doktrîna şerê tîrêjavêj û ya Meşa Dirêj"

Kompleksa qirase ya avahîya mîlyoneran, lê belê "şîrîn" û ji alîyê enerjîyê ve bi teserûf: Gelo li vir mirov dikare bibe şahidê pêş-destkefteke "şoreşa" ekolojîk ya ku niha li keskên ku weke glokeke ronahîyê di 2010ê de xwe li ser lingan girtin, alîyê xwe yê jîngehparêz geş dikin, li Almanyayê berbelav dibe? Edîtoryalîst ji niha ve giranîya xwe didin ser nirxandinên li ser hîpoteza serokwezîrekî kesk ji bo hilbijartinên 2013ê (malikê bixwînin). Divê bê gotin ku bilindbûna hêza Keskan di van mehên dawîyê de gihîşte lûtkeyekê. Li gor henekekê bûye mode ji alîyê kesên ji keskan dihesidin "sentezeke şerê brûskî û ya Meşa Dirêj" mijara gotinê ye. Pêşî, tevahiya sala 2010an gelek sondaj/anket hatin pêkanîn ku tesîr li hev kirin û bi vê yekê rêjeya dengê keskên li Berlînê yên ku di kanûna 2009ê de % 19 bû, di cotmeha 2010ê de gihand % 30ê. Çapemenî li hemberî "mûcîzeya kesk" dikeve nav coş û heyecanê (Der Spiegel): "Keskên ji hemû deman bêhtir populer bûne ". (Die Zeit), "Partîya refahê" (Stern), "Kesk ji niha ve ji bo xwe xeyala bidestxistina serokwezîrîyê dikin" (Die Welt)… Kesk ji balkêşîyeke wisa destekkirî sûdê werdigirin û bi lez û bez dikevin nav qadeke ji alîyê FDPyê vala hiştî. FDP mûcîzeya berê ya jîyana siyasî ya alman bû. Lê piştî ku wezîrê demkin ê parastinê yê hukûmeta Merkel, Karl Theodor ku kesayetê siyasî ya herî li pêş yê FDPê bû, ji ber karên ne li rê îstîfa kiribû, ev qad vala hiştibû.

Dûre "mucîzeya kesk" dikeve sindoqên hilbijartinê. 27ê adarê, jîngehparêz li Baden-Wurttembergê, welatê herî dewlemend û qelebalix ê Almanyayê, ku bi kevneşopîya xwe hertim di destê kevneparêzan de bû, % 24.2yê dengan bi dest dixin. Bi du qat zêdekirina dengên xwe yên hilbijartinên dawîyê (di 2006ê de11.7 %), ew piştî CDUyê dibin duyemîn hêza siyasî, dan pêşiya hevalbendên xwe yên SDPyê û bûne hemanên sereke yên koalisyoneke ku êdî ne "sor û kesk", lê belê ji niha û şûn ve "kesk û sor" e.
Cara yekemîn di dîroka almanî de, jîngehparêzek serokatîya herêmekê bi dest dixe. Winfried Kretschmann, şêst salî, zirav, qure, por firçekirî û di koroya dêrê de stranbêjê rojên yekşemê, bi carekê li tevahîya welêt dibe stêrkek û navûdeng dide. Li studyonên televîzyonan, weke "hilgirê hêvîyê" û "bûyera siyasî ya salê" derdikeve pêş.

Girîngîya bûyerekê ji ber ku bi tesîra wê ya li ser borsayan tê pîvan, wê were dest nîşan kirin ku rojekê piştî serkeftina jîngehparêzan, hîseyên E.on û yên RWE –du hilberînerên sereke yên enerjîya nukleer li Almanyayê– pir hindik kêm bûn, eynî mîna yên Daimler, BMW û Volkswagenê. Berevajîya vê Öko-Dax e, ev şirketa ku deh hîsedarên wê yên sereke "kesk" in, hîseyên wê bi carekê deh pûan hilkişiya jor. Kretschmann di êvara serkeftina xwe de digot helbet ev nayê wateya şoreşekê, madem ku bazarên kêmtir kesk, di nirxên borsayê yên paşê de ji nû ve hilkişiyan: Kretschman jî di êvara serkeftina xwe de hewl dida wan razî bike û got: "Em ê bikevin ser rêya sozdayî ya di nav civaka bûrjûwa de".

Ne çep ne jî rast: nermîgir û navendgir

Berî bîst salan, tedbîreke wisa belkî bi kêrî tiştekî bihata: Keskên ku wê demê li Almanyaya Rojava çepê radîkal temsîl dikirin, bi awayekî xweber dijminê komunîzmê bûn. Li destpêka salên 1980yê, CDUyê nekarî qedexe deyne ser partîya ciwan a kesk a ku bi sempatîzanîya ji bo şerê çekdarî û ramanên dijberî destûra bingehîn dihat sûcdar kirin. "Civaka bûrjûwa" li himberî van "Grüne Chaoten" (Keskên Hilweşîner) mahdê xwe tirş dikir, ên ku îdîa dikirin ku rasterast ji bo edaleta civakî û parastina jîngehê têkoşînê dimeşînin. Îro tiştekî wisa êdî ne mijara gotinê ye jî: Mirovê xurt ê Baden-Wurttemberg îlan dike ku ew "ne ji çepê û ne jî ji rastê ye" û li gel Erwîn Teufel, dengê herî xurt ê xwecîhî yê CDUyê re dikeve nav danûstandinên germ û dilsoz û dide zanîn ku pê re bergeha "nerm û navendgir" parve dike. (1) Rewşa Hamburg, yekemîn herêma Almanyayê a ku wê koalîsyoneke "reş û kesk" (Li Almanyayê rengê reş sembola rastê ye), nîşan dide ku di hevaltîyeke wisa de ti tiştekî ecêb tine. Serokwezîr Angela Merkel bi xwe jî qebûl dike ku divê piştî hilbijartinên 2013ê, hevgirtineke jîngehparêz–xiristîyanan ne li derveyî îhtîmalan be.

Ev senaryoya tevlîhev dikare ji cotmeha bê û pê ve, bi wesîleya "ceribandina" hilbijartinên şaredarîyan li Berlînê bi gewde bibe. Li gor sondajên hûr û kûr, serê lîsteyê Renate Künast, seroka koma keskên li parlemena federal, ji niha ve li paytext weke ku hukum dajo xuya dike û xwe ji ber ti hevalbendîya muhtemel nade alî –navend-çep an jî rast, her tişt mumkin e. Eberhard Diepgen, şaredara berê ya CDUyî ya Berlînê, ji niha ve li antîşambra favorîyê erdê dixepêre: "Em têra xwe xwedî xalên hevpar in ji bona ku bi Keskan re projeya hukûmetekê saz bikin". (2) Rojnameya Süddeutsche Zeitung (5.11.10) jî bi vê şiroveyê kenê xwe bi wan dike: "Tayê kesk li sektorên kenveparêzan berbelav dibe. Xwedîyên şirketan û dewlemend dixwazin xwe di çavên keskan de şîrîn bikin".

"Tesîra Fukushima", ya ku gelek caran hatiye bi bîr xistin, helbet bûye zemînek ji bo bilindbûna dengê jîngehparêzên ku dawîyê sûdekî mezin werdigirin ji dijberîya li himberî pîşesazîya nukleer a ku ji alîyê piranîya almanan ve tê red kirin. Girtina programkirî ya navendên nukleer helbet bi xêra wan pêk hat. Lê belê çizirînên radyoaktîf ên li Japonyayê rewa nake ku formasyoneke dijber ji qewlî îfadeya xatûn Jutta Ditfurth ve, veguhere "partiya lîberal a bi bisîkletan" (3), ev hev-avakara keskan, a ku di 1991ê de ji partîyê veqetiya, li ber cazîbeya xurt a ku ji alîyê hevalên wê yên berê ve tê pêk anîn, şaş dimîne: "Hin şirovevan bi awayekî wisa diaxivin weke ku ew bîst û pênc salan li ser gerstêrka Mars jîyabin. Ew dibêjin: Em binêrin ka kesk wê çi bikin, em bihêlin bila ew pêşî bibin hukûmet. Ev helwesteke ecêb e, lewre Kesk heta niha gelek caran ketine nav hukûmetê". Bi rastî jî lîsteya hukûmetkirina keskê têra xwe dirêj e: Heft salan beşdarîya wan a li nav hukûmeta federal a Gerhard Schröder (1998-2005), yazdeh salan hev-hukûmeta wan a li Rhénanie ya Bakur -Westphalie (1995-2005 û dîsa ji 2010an ve…), deh salan li Hessenê (1985-87, 1991-1999), neh salan li Schleswig-Holsteinê (1996-2005), şeş salan li Hamburgê (1997-2001, 2008-2010), çar salan li Saksonyaya-Jêrîn (1990-1994), çar salan li Saksonyaya-Anhalt (1994-1998), çar salan li Bremenê (ji 2007an ve), du salan li Saarlandê (ji 2009an ve) û du salan li Berlînê (1989-1990 û 2001-2002). "Ango, bi tevahî, 59 sal terubeya hukûmetkirinê, li gor hesabê Ditfurth. Bêguman medya ji bo berjewendiyên xwe weke ku wê jê tinebe keskan weke partiyeke nû û bêtecrube nîşan dide û nefesa xwe digire ji bo bibîne ka kesk wê çawa tevbigerin, gava bibin desthilatdar. (…). Ev 59 salên tecrubeyê tu caran nabin mijara analîzeke rexnegir a hûrûkûr".

Mîtolojiya înatkar a jîngehparêzên bakîre di siyasetê de

Li Hambûrgê, dengdaran bi xwe ev analîz pêk anî: Di meha sibata bihurî de wan yên ku di hibijartinan de bi piraniyê bi ser ketin bi rexneyên xwe rast kirin, (CDUyê % 21,9 dengan stand û keskan % 11,2 standin) û di nirxên xwe de ji nû ve deshilatdarîya tam spartin SPDyeke ku ya rastî li deverên din bi giştî di rewşeke ne baş de bû ( % 48,3). Ji bilî gerên li HafenCity, jîngehparêz, bi rastî, ne xwedî encameke serkeftî ya hêjayî pesindanê bûn. Li gor peymana koalîsyonê ya li gel rastê di 2008ê de pêk hat, wê tramvay bihata çêkirin, projeyeke navenda karbonê wê bihata betal kirin, û bi guherîneke watedar a perwerdeyî wê dibistaneke seretayî ya "ji bo herkesî" bihata saz kirin. Yek ji wan sozan bi tenê jî nehat bi cî anîn. Tramvay ji ber kêmkirinên butçeyên di dema krîza 2008ê de çênebû, sazkirina navenda karbonê bi biryarên dadgehê hate destek kirin. Guherîna ji bo dibistanan jî ji alîyê hilbijêran ve bi referandumeke tîrmeha 2010ê bi awayekî din hat red kirin. Û jixwe ji ber tengezarîyên hundirîn yên bûn encama vê têkçûnê, piranîya reş û keskan di dawîya dawî de du sal berî temambûna koalîsyona xwe, bi hev ketin.

Gava li pey xwe mêze bikin, jîngehparêz dîsa jî dikarin xwe bipesinînin, ji ber ku li gel baronên xwecîhî yên rastê bîranînên wan ên bi kêf hene. Patronê CDYya Hamburgê Gregor Jaecke hevkarîya xwe li gel Keskan bi zimanekî bi coş bi bîr tîne: "Dema mirov kesk e, xwedî çêj û zewqa jîyanê ye, û tiştên em bi hev re parve dikin nirxek e. Der barê siberojê de em xwedî heman xeman in: Em, di wateya xiristîyanî ya rêzgirtina jîyanê de, ew jî, di wateya nûjentir a pêşketina dewambar de. Ji ber vê yekê pêwistîya siyaseteke aborî ya bi denge ji SPDê bêhtir ji alîyê Keskan ve baştir tê qebûl kirin". Peymana koalîsyonê ya 2008ê şahidîyê dike ji bo vê "çêja jîyanê", ya ku bi zimanê kêmtir lîrîk ê ortodoksîya butçeyî hatiye bi navûnîşan kirin. Gava krîza diravî piştî çend mehên din diteqe, kesk û demokratên-xiristîyan li ser kêmkirina lêçûnên gelemperî yekser li hev tên; mesela fiyetên venêrîna li kreşan zêde dikin. Di heman demê de, ew 1.5 mîlyar ewro dixin kaseyên valabûyî yên bankaya HSA Nordbank, diçin bi hawara koma şirketên deryayî Hapag-Lloyd ve û ji bo mizdan û kêfxweşkirina sermayedaran tedbîran werdigrin. Jaecke vê yekê diecibîne û bi van gotinan hestên xwe îfade dike: "Diviyabû hewayekî bawerî bi hevanînê bihata afirandin, keskan jî ev yek pir baş fam kir".

Mehê 359 ewro û mecbûrîyeta karkirina hema bêje di berdêleke nêzî belaş de

Baş e, tevî vê yekê jî gelo mijarên ku li ser lihev nedikirin qet tinebûn? Siyaseta ewlekarîyê, mesela: Mirov guman dike ku partîyeke ciwan û "seksî" weke ya keskan di mijara hêzên ewlekarîyê de bi giregirên ixtîyar ên CDUyê re ne xwedî heman nêrîn û nirxandinan bin. Na, ev tesbîteke şaş e: Xatûn Fegebang vê yekê wiha îzah dike: "Mijarên ewlekarîya hundirîn di destê hevalbendên me yên kevneparêz de bûn, lê belê di vî warî de ti pirsgirêk neqewimîn". Yekî din ê girîng ê di nav CDUyê de jî bi van gotinan tevlî wê dibe. "Di warê nîzama gelemperî de em xwedî helwestên pir hişk û dijwar bûn, lê belê piştî tecrubeyê, keskan ew bi temamî qebûl kir". Weke ku tê dîtin Jaecke bêyî ku mirovan li ber xwe bigerîne, bi gumaneke qiriktahl be jî, tevî her tiştî, qebûl dike ku "beşeke dengdarên burjûwa yên ku bingeha CDUyê pêk tînin, îro dengên xwe didin keskan".

Taxên xizantir kêmtir dengên xwe didin keskan. Tevî ku di meha sibatê de keskan ji sedî 9.2yê dengên taxa kesên halxweş a Blankenese bi dest xistin. Lê belê li wargehên Rothenburgsort, cihên xizantir ku tê de yek ji du dengdaran hilbijartin boykot kir, tenê ji sedî 6ê dengan wergirtin. Li vê derê, ne rêyên bisîklêtan hene, ne jî daîreyên bi şofaşa geotermîk xemilandî, lê belê qalibên betona gemarî yên bi foelê tên germ kirin û kargehên îflaskirî hene. Bêkarekî 32 salî yê ku li ser kevîrêyê mobîleta xwe tamîr dike, bi zimanekî îsyankarî dibêje: "Ez û dengê xwe bidim keskan? Ma di çavê we de ez mirovekî ehmeq im?" Joachim Riepke tenê kesek e ji 6.7 milyon kesên alman ên ji alîyê fona Hartz IV ve tên îdare kirin. Ev fon ji yekkirina meaşên bêkarîyê û alîkarîyên civakî pêk tê. "Mehê 359 ewro. Û mecbûrîyeta karkirina hema bêje di berdêleke nêzî belaş de. Vê gavê, Navenda Kar bela xwe li min nade, lê belê berî du mehan wan gazî min kir ji bo du heftîyan li stargeheke pîrûkalan weke firaxşo bixebitim. Mafê min ê redkirinê tine, an jî ew ê meaşê te bibirin. Û tu radibî ji min dixwazî ku ez dengê xwe bidim wan?"

Bi "van", Riepke îşaret bi piranîya SPD-keskan dike, ji ber ku ‘van’ di 2005ê de pergala ewlehîya bêkarîyê ya herî zordar û dijwar a Ewropayê ava kir. Hartz IV li ser bêkaran "karên di berdêla 1 ewro de" ferz dike, wan neçar dihêle ku mala xwe bar bikin cihekî kêm-mesreftir, eger mala wan li gor Hartz IVê li cihekî bi mesref be, û wan bi karûbarên pir dirêj ên burokratîk re rû bi rû dihêle, an jî ew ê ji çend qurûş pereyên ku distînin jî bêpar bimînin. Rojnameya kevneparêz Frankfurter Allgemeine Zeitung di dema pêşkêşkirina tekstê (30yê hezîrana 2004ê) de, ev manşet derxistibû pêş: "Ji 1949ê ve qutkirina herî zêde ya di alîkarîyên civakî de". Reforma ku ji alîyê midûrê wê demê yê çavkanîyên însanî yên koma Wolkswagen û dostê serokwezîr Schröder, Peter Hartz ve hat amade kirin û navê wî bi xwe lê hat danîn (4), niha dibe modelek ji bo reformatorên ku li Fransayê û deverên din, agir dibarînin ser "asîstanîyê" ji bo li şûna wê meaşgirên bêmeaş bi cih bikin. Lê belê Hartz IV rekoreke ku şikandina wê pir zehmet e, şikand: Amadekarên wê, alîkarîya yek-dest daxist asteke wisa şeperze ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Karlsruhe di cotmeha par de ew qismen betal kir û weke sedem jî diyar kir ku malbatên têkildar nikaribûn pêdivîyên bingehîn ên zarokên xwe bi vê alîkarîyê tedarîk bikin.

Ev rêvebirên pragmatîk ku şûr simbêlê wan nabire ji pirsgirêkên civakî dûr in û ji coş û heyecanê bêpar in

Gava behsa Hartz IV a keskên Hamburgê tê kirin, mirov carna bersivên ecêb werdigire. Xatûn Fegebangk dipejirîne ku "ast zêde nizm e, lê belê em hertim difikirin ku lihevgihandina alîkarîyên civakî û meaşê bêkarîyê fikreke baş e, bi taybetî ji bo teşwîqkirina ji nû ve karkirina bêkaran". Guftugo dema germ dibe, ciwana hilbijartî argumana xwe ya bingehîn tîne ziman: "Reformeke wisa, bi her halî, axcax ji alîyê hevgirtina sor û kesk ve dikaribû were dest pê kirin. Eger CDU û FDP insîyatîf standibana, ev ê bibûya destpêkirina şoreşekê!" Ev yek bi awayeke eşkere vê yekê îfade dike: alîgirên ekolojiya siyasî ya nûjen jî hene.

Keskên Hamburgê yên bi xurtî bawer dikin ku "aborî û ekolojî ji bo lihevkirinê pêk hatine" nimûneyên pir berbiçav in ji bo nîşandana guherîna di pazdeh salên dawîyê de bi endam û hilbijêrên partîyê re peyde bûye. Qismek ji endamên kevin ên "Lîsteya kesk û alternatîf" (GAL) a ku demeke dirêj li lîmana çepê rawestiyabû, di 1999ê de bi armanca şermezarkirina biryara hikûmeta federal a erêkirina beşdarîya Almanyayê ji bo şerê Kosovoyê, derî bi hêrs girt û çû. Destberdana ji pasîfîzma berê û qelsîya ku bi xwe re anî, şûna xwe dan nifşekî nû yê mîlîtanên pir baş perwerdekirî, ji alîyê aborî ve pir rihet û pir bi serûber û gihîştî ji bo sazîyan û herwiha ji bo danûstandinên bi derdorên karsaz re. Berdevk Anja Hajduk di şexsê xwe de vê guherînê nîşan dide: Hajduk a ku bi pîşeya xwe psîkolog e, dibêje heta ku wê karta partîyê di 1995ê de wergirt, "ji bilî dengdana ji bo keskan" wê ti caran mîlîtanî nekiribû. Piştî ku di 2002yê de ji bo parlemena federal hat hilbijartin, wê jî li gel hevalên xwe yên li parlemanê dengê erê da daxistina bacên ji bo derdorên herî dewlemend, ku rêjeya bacdayîna wan di pêvajoya salên hukûmeta Schröder de ji sedî 53yê daket ji sedî 42yê. Hajdurk wiha dibêje: "Şemaya çep-rast tu caran bi serê min neketiye û ez pê îkna nebûme. Tiştekî baş e ku kesk berê xwe ji aborîyê re vekin".

Norbert Hackbusch, ê ku 16 salan di nav partîya keskan de bû û di 1999ê de jê veqetiya, vê rewşê wiha dinirxîne: "Anja Hajduk nûnereka tîpîk a van Keskên nû ye. Ev keskên nû yên ku li tevahîya welêt serkeftinan bi dest dixin û şûr simbêlên wan nabire û rêveberên pragmatîk in, ji coş û heyecanê bêpar in û ti paxavê bi pirsgirêkên civakî nakin, ango beramberî pirsgirêkên civakî bi temamî sersar û xemsar in". Hackbusch ê ku îro di nav konseya şaredarîyê de li nav refên Die Linke, ku partîya "çepa çepên" alman de cih digire, gotinên xwe wiha didomîne: "Hamburg yek ji bajarên herî dewlemend ên welêt e, lê belê ew di heman demê de di nav bajarên herî xizan de jî cih digire. Li vî bajarî ji her pênc zarokan yek jê li bin sînorê xizanîyê dijî, lê belê malbatên xizan dengên xwe bi kar naynin, an jî qet nebe ew dengên xwe nadin keskan".

Yek ji gazinên sereke yên Hackbusch ji hevalên xwe yên berê dike, zexelîya hevalên wî yên berê ya der barê mijara bacê de ye. Li gor sinifandina dawîyê ya kovara Manager, ji sêsed sermayedarên herî dewlemend ên alman bîst û şeşê wan rûniştvanên Hambourgê ne û li vî bajarî mîrasa ji dêûbavên wan ji wan re maye qasî 44 milyar ewro ye, ango nîvê hilberîna hundirîn a brut a bajêr e. Hackbusch wekî din dibêje: "Hamburg dibe ku paytextê ewropî yê jîngehparêzîyê be, lê belê ew paytextê alman ê reva ji bacê ye jî". Loma jî hejmara kontrolvanên bacê bi awayekî berbiçav kêm in: Di 2010ê de, ji 627 welatîyên ku hatina xwe ya salane li raserî milyonek ewro diyar kirine, daîreya bacê kariye tenê 31 kesên ji wan kontrol bike. Di vê rewşê de pereyê ku ji bacê tê revandin û qezenc kirin bi sedan mîlyon ewro ye. Hilbijartîyê Partîya Çep serê xwe dihejîne û wiha dewam dike: "Me xwest ku sed û pêncî kontrolvanên din ên bacê li yên heyî bên zêde kirin (5), lê belê keskan nexwest ev mijar were rojevê jî".

Gelo niha pêwist e ku mirov li bendê be ku sermayedarên mezin ên li Birca Marco Polo bi cih bûne, di hilbijartinên bên de dengên xwe bidin jîngehparêzan? Di vê mijarê de mirov nikare ew çend piştrast be. Birc li ser nîv-giraveke xwezayî ya ku xwe berdide nav avên benderê hatiye ava kirin û ev yek derfetê dide rûniştivanên wê ku li hatin û çûna keştîyan, li rêwiyan temaşe bikin. Halbûkî xwedîyên vê têgehê detayeke pir balkêş jibîr kiriye: Dûmanên bijehr ên ku ji qesrên li ser avê difirînin derûdorê, ji alîyê bayên xurt ve bi dijwarî berbelavî eywan û paceyên bircê dibin. Li gor lêkolîneke ku ji alîyê Spiegelê ve hatiye kirin, hewayê ku rûniştivanên bircê dikşînin bi qasî toza "50 hezar kamyonên ku saetê bi leza 130 km diçin, berdidin hewayê ne û divê çendeyeke mezin dîoksîta kukurtê, dîoksîta azotê û hin madeyên din ên kanserojen jî lê bên zêde kirin". (6) Ma wê ev jî bibûya, wê multîmîlyoneran li avasazîyên xwe yên luks jehra ku ji gera bi keştîyên luks tê, tenefus bikirana? Wisa xuya ye ku pêşketina dewambar di nav xwe de gelek tiştên nepayî vedişêre.

Çavkanî

Olivier Cyran: Rojnamevan

  1. Tageblatt Online, 14 nîsan 2011
  2. Der Tagespiegel, Berlin, 7 mijdar 2010
  3. Jutta Ditfurth, Krieg, Atom, Armut. Was sie reden, was sie tun: die Grünen, Rotbuch, Berlin, 2011
  4. Di çileya 2007ê de, Peter Hartz ji alîyê dadgeha temyîzê ya Braunschweigê ve ji ber pêşkêşkirina bertîl, geryan û fuhûşê ji bo endamên komîteya şirketa Volkswagen, bi 576 hezar ewro û du salên girtîgehê ya paşdexistî hat ceza kirin
  5. En Allemagne, le contrôle fiscal est du ressort des Länder. Li Elmanyayê kontrola bacê berpirsiyariya Länder (wilayetan/ eyaletan) e
  6. "Luxusprobleme in Hamburg", Der Spiegel, Hamburg, 5 adar 2010

Wergera ji fransî: Baran Nebar