Di navbera tarî û roniyê de Rêxistina Saloxdariyê ya Brîtanya’yê (MI5)

Rêxistina Saloxdariyê ya Brîtanya’yê –Security Service ku bêhtir navê wê weke MI5 tê hildan – ya ku ji ewlekariya hundir berpirsiyar e, dibêjin heta dawiya salên 1980’î bi tenê yek hebûna wê ya ferazî hebû ku berdariya çalakiya wê bi şertan ve girêdida. Bihêzbûna mecbûryetên şefafiyê kirin ku ev rêxistin ji zemînê veşartî, cihê ku çalakiyên xwe lê pêk tîne derkeve. Heta wê radeyê ku Rêveberê Giştî Jonathan Evans 12’ê Sibat’ê bawer kir ku ew neçar e nivîseke parastinê di quncikên Daily Telegraph’ê de biweşîne: “Me ti carî bi muameleya xerab mirov ceza nekirin û me ti carî êşkence bi kar neanî, bi heman rengî bi ewayê neyekser jî em beşdarî nebûn yan jî me cesaret neda ti kesî ku li ser navê me êşkenceyê bikin.”

Du rojan beriya wê sê dadgeran der barê liberrabûna etiyopiyê bi navê Binyam Mohammed de biryar da. Binyam Mohammed li Brîtanya’yê dimîne, sala 2002’an li Pakîstan’ê hat girtin û li gelek girtîgehên Afganîstan’ê û Fas’ê êşkence lê hat kirin û paşê jî li Guantanamo’yê girtî ma. Central Intelligence Agency (CIA) MI5 der barê girtina wî de agahdar kir. MI5’ê jî ajanekî xwe wezîfedar kir da ku beşdarî jêpirsînekê bibe; wî nedikarî rêbazên ku hempîşeyî bi kar anîn înkar bike.

Ev bûyera skandal bû bela serê rêxistina îstîxbarata hundir. Hê nû salek di ser pîrozbahiya sedsaliya damezrandina wê re derbas bûbû û bi rasthatina sedsaliya damezrandina wê du berhemên berg-stûr hatibûn weşandin1. Yek jê ji aliyê zanyarê zanîngehê yê navdar Christopher Andrew ve hat nivîsîn. Ev berhem xwe weke dîroka fermî dide nasîn, bi vî awayî dikarîbû heta radeyeke pirr berfereh bigihêje arşîvan û pêşgotina wê jî ji aliyê rêveberê giştî yê niha ve hatiye nivîsîn. Ya diduyan encama hevkariya du dîroknasên ciwan e. Navê vê berhemê Spooks (ajan) e û biyografiyeke “destûr nedayî” ya heman rêxistinê pêşniyar dike û ev jî şertekî pêş ê ji bo azadiyeke berferehtir a nivîsînê ye. Lê belê kêmasiya wê dimîne, bi tenê dikare bi awayekî sînordarkirî bigihêje çavkaniyên beriya salên 1960’î.

Andrew kite bi kite pêşketina rêxistineke ku demeke dirêj bi serê xwe bû û wezîfeyên wê, dişopîne. Ji 1909’an heta bi dawiya şerê cîhanê yê yekemîn para bêhtir wezîfeya wê dij-sîxurtî bû, paşê berê xwe da kontrolkirina çalakiyên ji bo dewletê tehlûke – ango çalakiyên pêwendî bandora komunîst – beriya ku ji nû ve di dema şerê cîhanê yê duyemîn de wezîfeya bike karê dijberî sîxuriyê.

Ji 1945’an û pê ve karê wê yê li pêş ew bû ku li dijî ji aliyê sîxurên Rojhilat ve bi dizî bicihkirina siyasetvanan şer bike; paşê rêveberên sendîkayên sereke jî ketin nava çarçoveya vî şerî. Di şerê dijberî terorîzmê de, pêşî berê awirên xwe zîvirandin ser çalakiyên Artêşa Komarxwaz a Îrlandî ya demî (PIRA) yên li Îrlanda ya Bakur û li ser erdên neteweyê2, paşê derengtir jî berê awiren xwe zîvirand ser tevgera îslamî. Piştre jî di vî şerî de piraniya derfetên rêxistinê bikaranîn.

Di fermiyetê de li gorî fermana wezîrê karê hundir tevdigere, ji Clement Attlee (yê ku piştî Winston Churchill di sala 1945’an de bû serokwezîr) bigre, serokwezîrên cihê jî serî li alîkariya rêxistinê dan. Em ta bi derziye ve bikin, di demên ku çalakiyên sendîkal xurt bûyî de, ango ji greva deryavanan a sala 1966’an heta bi ya karkerên kanan a sala 1984’an. Di destpêka salên 1980’î de gelek endamên rêxistina Campaign for Nuclear Disarmament (Kampanya ya ji bo Bêçekkirina Nukleer) tevî ku ti delîl nebû xisletê wan ê dijberî dewletê piştrast bike, hatin şopandin û guhdarîkirin. Tevî ku rêveberên giştî yên rêxistina saloxdariyê li ber vê yekê rabûn jî rêxistinê destûr da ku were bikaranîn.

Sala 1952’an fermaneke Wezîrê Karê Hundir Maxwell Fyfe rêxistin wezîfedar kir ku çalakiyên bi alîkariya ji derve yan jî bêyî alîkariya ji derve, yên kes û rêxistinên xisleta wan dijberî dewletê ye, bişopîne û bi vî karî re eleqedar bibe. Rêxistinê bi xwe weha nirxand ku milîtantiya karker a ku welat di dema “Winter of discontent” (Zivistana nerazîbûnê) a salên 1978 û 1979’an de tevizandibû, dijberî dewletê nîne û kontrolkirina “rêveberan” ne erk û wezîfeya wê ye. Lê belê dîsa jî li avahiya navendî ya Partiya Komunîst a li London’ê mîkrofon bi cih kirin û bi xêra van mîkrofonan MI5’ê danûstendinên di navbera berpirsiyarên partiyê û rêveberên sendîkayên girêdayî yan jî nêzî partiya komunîst de şopandin, di nava van de rêveberê sendîkaya karkerên kanan (NUM) Arthur Scargill jî hebû û haya wî ji van mîkrofonan hebû.

Li gorî Andrew Scargill ev guhdarîkirinên ku wezîrê karê hundir bi awayekî birêkûpêk destûra wan dida, bi tenê ji bo rêveberên komunîst û troçkîst bû3, ji bo demokrasiya parlemanter weke xeterekê didîtin. Andrew, hîpoteza dibêje, MI5 beşadarî şopandina komên karkerên di grevê de bûye, derew derdixe. Li gorî Andrew piraniya xebatên rêxistinê bi wezîfeya kontrolkirina milîtanên têkildarî rêxistinên weke dijberî dewletê hatine tesnîfkirin, sînordarkirî ye û der barê stratejiya NUM’ê de jî ji berê ve hukûmet agahdar kiriye.

Ev dîroka fermî heqê serketinên operasyonên rêxistinên yên di dema du şerên sedsala 20’an de dide, her weha lawaziyên saziyê jî ji bîr nake. Ji MI5’ê nehat ku pêbihise ku “Kluba Pêncan” ya ku endamên xwe ji Zanîngeha Cambridge peyde kirin di salên 1930’î de bi dizî di nav establishmenta ingilîz de bi cih bûye, berî ku dîplmat Guy Burgess û Donald MacLean sala 1951’ê derbasî aliyê bloka Rojava bibin, nêzî bîst hezar rûpel belgeyên veşartî ragihandin KGB’yê.
Sistiya pêvajoya girtina kar a mirovan, nêzîkbûna hevkariyê li vir mijarên behsa wan tê kirin in. Rêxistin namzetiyên ciwanên ji civaka baş û her weha eskerên berê tercîh dike. Heta 1997’an rêxistinê îlanên xwe ji bo girtina kar a mirovan nediweşandin. Di heman demê de qada xwe ya civakî berferehtir kir û ji nîv qaçaxbûna ku demeke dirêj kêfa wê derxist jî derket.

Kêmasiya herî mezin a Rêxistina Saloxdariyê ku hem Andrew û hem jî nivîskarên Spooks’ê derdixin pêş ew e ku rêxistinê dereng berê awirên xwe da xetera îslamîst. Tevî ku rêxistin di 2004’an de bawerî pêanîbû ku çalakiyeke terorîst li Brîtanya’yê tê plankirin, li gorî wan seferberiyeke zûtir mumkin bû derfet bida pêşîgirtina li êrîşên 7’ê Tîrmeha 2005’an ên li London’ê yên ku di wan de pêncîhûdu kes mirin û nêzî heftsed kesî birîndar bûn. Rêveberê giştî yê Rêxistina Saloxdariyê di nameya xwe ya ji Daily Telegraph’ê re kêmasiyeke din a exlaqî qebûl dike: Baldarnebûna beramberî rêbazên emerîkiyan li dijî mirovên gumanbar ên piştî 11’ê Îlona 2001’ê hatin girtin.

Çavkanî

Jean-Claude Sergeant *
* Profesorê bijarte yê Zanîngeha Sorbonne (Parîs III)