Di perwerdehiyê de hêviyeke nû

Kolejên civakî
Translator

Xanim Jill Biden, hemjîna Alîkarê Serokê Amerika’yê Joseph R.biden, di dema serdana xwe ya Paris’ê ya 5’ê Tîrmeha 2009’an de, da xuya kirin ku dibistana community colleges (kolejên civakî) “çareseriya pêşerojê ye” ji bo welatê wê.

Di roja 14’ê heman mehê de, Serok Obama –piştî bêdengiyeke salan- cara yekem li ser vê mijarê ket nava hewldanan û girîngî da pêşxistina kalîteya dibistanên bilind ên li welêt da ku rêjeya xwendevanên xwedî diploma, yên li Amerika ya Yekgirtî, di qada navneteweyî de bilind bike.

Plan û projeyeke xwedî budçeyeke dora 12 milyar dolarî hatiye amadekirin. Divê ji sala 2020’an û şûn ve, salê herî kêm pênc milyon xwendevan dîploma bi dest bixin. Weqif û saziyên wekî Gates, Lumina, Kellog û Ford ragihandin ku ewê jî piştgirî bidin vê projeya pêşxistina kolejan…

Serok û rêvebirên Amerîka’yê ji ber kîjan sedeman ji nişkan ve ketin nava van hewldanan? Ji ber ku, ji xwe, ev salek e bi hejmareke mezin xwendevan xwe qeydî dibistanan dikin.
Eger sedemeke din a nediyar tune be, çima bi taybetî jî di van demên krîza aborî de projeyeke bi vî rengî dihê amadekirin? Dibistanên community colleges ku deriyên wan ji herkesî re vekirî ne, an ku ji her tebeqeya civakê û ji her temenî mirov dikarin tê de perwerde bibin, li Amerika ya Yekgirtî wekî alternatîfa perwerdehiya zanîngehan dihê qebûlkirin. Mufredata kolejan a li ser du salan, xwendevanan digihîne asteke weha ku bibikaribin dereceya lîsansê bi destbixin. –ev derece, di şertên normal de, ancax piştî du sal xwendina zanîngehê dikare were bidestxistin-. Perwedehiya li van kolejan her weha derfetê dide ciwanên, ku dibistanên qels û şûndemayî xwendine, da ku bibikaribin ji perwedehiya bilind sûdê werbigirin. Ev derfet bi taybetî jî ji bo wan xwendevanan çareseriyeke baş e ku ji ber sedemên cihêreng nikarin çar sal xwendina xwe ya li zanîngehên taybetî fînanse bikin. Di van kolejan de pewerdehiyeke profesyonel ya xwedî sertifika, dihê dayîn. Ciwanên ji tebeqeya xizan û yên penaber ku ji perwedehiya asayî bêpar dimînin, bi rêya van dibistanan dikarin xwe bigihînin perwedehiyeke cihêreng û dewlemend. Ji bo ciwanên ku di perwedehiya xwe ya asayî de bi serneketine lê dîsa jî dixwazin di civakê de bibin xwedî pîşe, ev kolej roleke sereke dilîze.

Koleja Santa Fe (Meksîka ya Nû), ku di sala 1982’an de hatiye damezrandin, ji bo mijarên behsa wan dihê kirin, mînakeke tîpîk e. Di vê kolejê de bernameyeke perwerdehiyê ya pir alî heye: ji huqûqê bigire heta sînemayê, ji agahiyên li ser tendurustiyê bigire heta teknolojiya nûjen, li ser pir mijaran perwerdehî dihê dayîn...

Bi vî awayî, xwendevanekî/e beşa psîkolojiyê wê her weha bikaribe di van kolejan de dersên li ser ekonomî û yên li ser dad û edaleta kiriminel jî bişopîne. Dekanê fakulteya psikolojiyê û hunerên lîberal (Psychology and Liberal Art Studies) Bruno Bornet bi bîr dixe ku îro beşeke ji girseya gel ji sîstema pewerdehiyê bêpar maye û di wê baweriyê de ye ku “ev dibistan şansekî yeksan dide her beşa civakê da ku ji xwendina bilind para xwe bigirin, ev jî bi xwe re civakeke demokratîk derdixe holê.” Santa Fe, bajarê hunerê, mirovên ji pîşeyên cihêreng ber bi xwe ve dikişîne: Hunermend, peykervan û galerîst wekî profesor an jî wekî xwendevan serî li koleja bajêr didin.

Dekanê Fakulteya Hunerê Douglas Barkey behsa girîngiya mufredat û naveroka dersan dike û dibêje: “Her nîv salekê, di somestirekê de em bi qasî sê hezar xwendevanan perwerde dikin, salên wan kêm zêde dora 40’î de ne û piraniya wan yan lîse qedandiye yan jî di gelek beşan de hunermend in. Profesorê kolejê divê master kiribe, yan jî herî kêm xwedî tecrûbeyeke pişeyî ya bîst salan be: asta mamoste û profesorên me ji yên zanîngehê ne kêmtir e.”

Armanca rêvebirên dibistanê ew e ku van kolejên civakî bi ya rewşa aborî ya herêmê bi rêk û pêk bikin û bi asta kalîteya dersan bikaribin bersiv bidin pêwîstiyên perwerdehî û daxwazên nû yên civakê. Berdewamiya daîmî ya dersan û cihêrengiya xwendekaran hem asta dersan dewlementir dike hem jî rêvebir û mamosteyên dibistanê ji hêla pîşeyî ve motîve dike. Koleja Santa Fe deriyên xwe ji kesên teqawit re jî vedike. Ji herêm û dewletên derdorê, kesên ku dixwazin bi civaka amerîkiyên espanyolî re têkiliyeke dostane dînin di van kolajan de espanyolî hîn dibin. Rûniştvanên nû yên herêmê, wekî xanim Kathleen, ku dersên îspanyolî dişopîne, dibêje, ‘ji bo ku bikaribin navên kolanan fêm bikim û ji hev derînin û her weha ji bo ku bikaribin bi hevalbendên xwe yên amerikiyên esapanyolî re biaxivin, ez diçim dersên espanyolî”. Ji bilî mezinan, zarok û ciwan jî van dersan dişopînin. Félix Lopez, peykervanê hunera ‘santos’ (peykerên kevneşopiya civaka herêmî ku îro bi espanyolî diaxivin) ku li koleja civakî dersan dide weha dibêje: “li cem me, dema ku kesek dizewice, wekî kevneşopî dixwaze hunera peykervaniyê fêr bibe, ji ber ku piraniya kesan dixwazin di avahiyên kevnare yên kevneşopî de bijîn, lewma jî dihên dersên me dişopînin. Çand û kultura me, li van kolejan dihê berdewamkirin. Di pola min de, şanzdeh xwendevan hene, ku temenên wan di navbera 20 û 70 an de diguhere. Hinek ji wan, ji derdorê, hinekên wan jî, ji welatên biyanî hatine (1).”

Serokê şaredariya Santa Fe Davis Coss girîngî dide perwedehiya koçberên li bajarê xwe, statuya wan çi dibe bila bibe. Cross dibêje: “hin dewlet îddîa dikin ku perwedehiya zarokên koçberan bi taybetî jî yên ku bêfermî dijîn, li ser wan gelek buha dibe mal. Meksika-nû ku yek ji dewletên herî xizan e, em di wê baweriyê de ne ku dema mirov zarokan perwerde neke, li aboriya bajêr buhatir dibe mal. Santa Fe her tim bûye bajarê stargeha penaber û koçberan ji ber ku ew dikarin bi hêsanî li wê derê mafê xebat û perwerdehiyê bi dest bixin.” Ji profesorên kolejê Andrew Lovatto, ku ev bîst sal in li dibistanê kar dike, dibêje gelek normal e ku ‘koleja civakî’ ew qas bi navûdeng bûye û balê dikişîne ser vê mijarê: “Di vê demê de gelek kargeh deriyên xwe digirin, mirov ji kar dihên avêtin û rêjeya betalan bilind bûye. Çareya bi tenê ew e ku divê mirov pîşeyeke duyem fêr bibe. Em vê derfet û îmkanê dixin xizmeta gel. Hêza kolejan ji vê perwedehiya domdar dihê.”

Dewleta federal jî rol daye vê kolejê da ku di qada herêmî de, bibe navgîna pêşxistina aboriyê û di qada navneteweyî de jî, ji bo dewletên xizan, bibe mînakeke baş. Seroka koleja Santa Fe Xanim Sheila Ortega dibêje: “li zanîngehê, mirov yan avjeniyê fêr dibe, yan jî noqî binê avê dibe. Lê di kolejan de, ji bo serkeftina xwendekaran çi ji destê me dihê, em dikin. Kalîteya perwedehiya me ji ya zaningehê bilindtir e, ji ber ku di poleke wan de carnan hejmara xwendekaran ji sê sed kesî derbaz dibin. Ji bo kesên temen bilind, û ji bo kesên ku ji debara malabata xwe berpirsiyar in û neçar in kar bikin, kolej hêviyeke mezin e. Ez bi zimanekî vekirî bibêjim: divê ji van kolejan re pere were xistin, ne ji zanînghan re.”

Ji salekê û vir ve, ji ber krîza aborî, hejmareke mezin kes hewlê didin di van kolejan de qeyda xwe çêbikin. Rêjeya serlêdana ji bo koleja Sana Fe, ji % 12 zêde bûye. Di demeke weha de, dewlet krediya ku ji bo saziyên perwerdehiyê veqetandibû kêm kir: Wekî mînak, li Vîrjînya bakur, di nava çar salan de, rêjeya budçeya ji bo perwerdehiyê ji % 60 daket ji % 45 an. Lê belê bi ya raporên salane hejmara xwendevanên koleja Northern Virginia Community College (Koleja Gelî ya Vîrjînya ya Bakur) tenê di salekê de ji % 10 zêdetir bûbû. Ji ber van sedeman, kolej bi pirsgirêkên ciddî yên aborî re rû bi rû mane. Ji ber ku budçeya kolejan girêdayî rêjeya baca bajêr e. Xanim Ortego li ser pirsgirêka aboriya dibistanê weha dibêje: “Ji ber derfetên kêm ên aboriyê, ji ber ku em nikarin profesorên nû bigirin kar, em neçar in qeydên deqa dawî red bikin. Li dewletên din, wekî mînak li Kalîforniya’yê rewş xerabtir e. Wekî tedbîra li hember vê rewşê, gelek kolej, di rêya xwendina bilind de, hejmara dersên xwe zêde dikin. Bi ya American Association of Community Colleges (Komeleya Kolejên Gelî yên Amerîka’yê), bi qasî nivê xwendevanên ku xwe amadeyê lîsansê dikin, neçar in dersên xwe li malên xwe bixebitin. Piraniya van xwendekaran ji amerikiyên afrikî û ji amerikiyên espanyolî pêk dihê, ew jî dîsa piranî jin in.

Ji aliyê din ve, perwedehiya azad çi qas pêş keve, aboriya wê jî pê re paralel mezin dibe. Bi ya lêkolînên salên 2009 û 2010’an ên saziya National Association of Independent Colleges (Komeleya Neteweyî ya Kolejên Serbixwe), li seranserî welêt, eleqeya ji bo kolejan zêde bûye ev jî bi xwe re çavkaniya aborî ya van dibistanan ji % 9.2 dewlementir kiriye.
Li zanîngehên taybet, rewş cuda ye, ew neçar mane qeyda gelek xwendekaran qebûl nekin, bi ya heman anketa li jor, rêjeya xwendekarên nû, di destpêka sala 2009’an de, tenê ji sedî 4,2 zêde bûye. Ji sî û heft salan vir ve ev rêjeya herî li jêr e. Perwedehiya li zanîngehên taybet ew qas buha bûye ku ji bo hin malbatan, mîna ku ev maf li wan hatibe qedexe kirin. Zanîngehên erzan tijî dibin û yên buha jî vala dibin. Zanîngeha taybet a herî bi navdar a George Washington ji bo sala destpêkê salê 41.610 dolar dixwaze. Zanîngeha Maryland jî jê 8 hezar kêmtir dixwaze. Bi ya anketa saziya Oppenheimer Funds (Weqfên Oppenheimer), ji deh amerîkiyan neh, di wê baweriyê de ne ku buhayê terîfa zanîngehê wê di salên pêş de ew qas zêde bibe ku xwendina bilind wê bibe tiştek weha ku mirov nikaribe xwe bigîhîne. Ji % 43 amerikiyan nekaribûn 5 hezar dolar berhev bikin ji bo derbasî zanîngehê bibin.

Zêdebûna hejmara betalan û her weha xerabûna piyaseya aborî, rewşa welêt ji aliyê neyînî ve guherand. Ji bo karekî baş were bidestxistin, herî kêm divê mirov xwedî dîplomaya lîsansê be. Ji sala 2005’an vir ve, xwendina ji bo bi destxistina vê lîsansê ji çar salan daket sê salan. Pir kes hem dikarin di malên xwe de bi rêya internetê dersan bişopînin yan jî diçin kolejên civakî. Di neh salên dawî de, hejmara wan kesan ku bi vî awayî lîsansa ‘Bachelor’ bi destdixin, ji % 30 zêde bû. Bi vî awayî hem ji budçeya dibistanê mesref nayê kirin, hem jî ji budçeya malbatê ji dibistanê re nayê veqetandin û di ser de jî xwendekar di nava malbata xwe de dimîne. Dezgehên xwedî prestîj ên wekî Harvard’ê (ku rêjeya serkeftinê ji % 97 e) ne tê de, mirov bi giranî bi du rêyan dikare xwe bigîne dîploma lîsansê. Bidestxistina vê lîsansê û serkeftina xwendekar helbet girêdayî dibistanê û rewşa wê ya aboriyê ye jî. Lewma plan û projeya serok Obama ya di barê dibistanên civakî de, pir bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Alîkarî û desteka dewleta federal dikare hêz bide encamên perwedehiya kolejan û her weha wê cudahiya di navabera çînên civakê de kêmtir bike.

Rêvebiriya welêt amade xuya dike, ji bo ku bersivê bide van hêviyan. Bi taybetî jî di hêla perwerdekirina karkerên ji bo kar û barên ekolojîk (karkerên kesk) de, daxuyaniyên erînî hatin dayîn. Pirsgirêkên jîngehê û perwedehiya li ser mijarê divê derdorên endustriyel jî eleqeder bike. Gelo wê dibistana Lane Community College (Koleja Gelî ya Lane) bikaribe deriyên xwe ji hin xwendekaran re vebike û li ser teknolojiya ku enerjiyê nû dike û li ser parastina çavkaniyên avê û rêvebirina enerjiyê dîploma bide wan.

Gotina “karkerên kesk” ku ji aliyê mîlîtanên jîngehparêz û kesayetiyên polîtîk ên amerîkî ve gelek dihê hezkirin, bala pir kesan dikişîne. Hukûmeta federal di van dawiyan de ji bo vê mijarê qanûnekê derxist. Bi ya vê yekê ewê bi qasî 100 milyar dolar bixin xizmeta projeyên enerjiya ku xwe nû dike, tamîrata avahiyan ji bo bigihîjin asta standartên ekolojîk, bikaranîna enerjiyê ya bi zanebûn, modernîzekirin û nûjenkirina xetên elektirikê. Ev projeya, ku wê carnan bi awayekî kredî carnan jî wekî alikariyeke bêveger were fînansekirin, wê ji sed hezaran kesî re deriyên nû yên kar veke.

Bi ya rapora Neteweyên Yekgirtî, kêmasiya hejmara xebatkarên pispor ên teknîka ekolojîk (kesk) li tevahiya cihanê, li pêşiya mezinbûna sektora enerjiya ku xwe nû dike û li pêşiya perwedehiya bikaranîna enerjiyê pirsgirêka sereke ye. Ev yek dihê wê wateyê ku divê li ser vê mijarê hem di qada federalî de hem jî li herêman, bernameyên perwerdehiyê werin sazkirin. Saziya Academy for Educational Development (Akademiya Pêşdexistina Perwerdehiyê) û Konseya Neteweyî bi raporekê balê dikişînin ser girîngiya perwerdekirina pisporan û rola ku ji kolejan dihê hêvîkirin. Ji Redaktorên vê saziyê Mindy Feldbaum dibêje: “Bi hezaran xebatkarên ku di vê sektorê de hatine wezîfedar kirin, divê pisporiya xwe bi pêşbixin û li ser mijarê perwerdehiyê bibînin. Kolejên civakî saziyên bi tenê ne ku dikarin roleke girîng bilîzin. Ji ber têkiliya wan a dîrekt a bi bazara kar re, ew dikarin bersiv bidin pêwistiyên kargeh, endustriya nû û karmsazên ku pêdiviya wan bi kesên nû hene. (3). Seroka koleja Santa Fe Sheila Ortega raporê piştrast dike û weha dibêje: Xwendekarên me mifteya çarenûsa xwe ya pîşeyî bi destdixin. Ev carnan şansê dawî ye, ji bo ku bikaribin xwe ji xizaniyê rizgar bibin. Ew her weha ji bo pêşeroja aboriya welêt jî dikarin bibin hêviyeke xuyangî.

Dîrokçeya kolejên civakî
Kolejên civakî (community college) cara pêşî di sala 1901’an de di bin navê Joliet Junior College de, di çarçoveya dibistana Îllinois de hat damezrandin. Armanca wan ew bû ku xwendevanan bigîhînin asta bi destxistina dîploma bakeloriyayê (li Fransa’yê di asta lisansê de ye) Di navbera salên 1920 -1930’an de, di van kolejan de li ser mijar û pîşeyên cihêreng ên profesyonel û nîv-profesyonel ders hatin dayîn û dîploma hatin belavkirin. Di 1947’an de, komîsyona Truman, di Higher Education for American Democracy (Perwerdehiya Bilind ji bo Demokrasiya Amerîkî) de bi awayekî vekirî wezîfe û armanca bingehîn a van kolejan diyar kir: perwerdehiyeke erzan di xizmeta civak û gelên heremî de.

Kolejên bi navê American Association of Junior Colleges ku bi tevahî çar sed û pêncî û heft (457) dibistan digirtin nava xwe tev di sala 1960’an de hatin vekirin. Di sala 1965’an de sîstema dayîna bûrsê hat birêkûpêkkirin, Di salên 1970’î de pîşe û pewerdehiya li ser teknikê ya li ser du salan jî tê de hat bicihkirin. Di sala 1992’an de navê van kolejan wekî ‘American Association of Community Colleges’ (Komeleya Kolejên Gelî yên Amerîkî) hat guherandin. Bi vê saziya perwerdehiyê ve girêdayî îro hezar û du sed kolej di nava xwe de bi qasî yanzdeh milyon û nîv xwendevan dihewînin. Di sala 2009’an de hejmara kesên ku dixwazin xwe qeyd bikin ji % 10 zêde bûye.

Di heman demê de, hin ji van xwendekaran piştî salekê dev ji dibistanê berdidin. (ji % 30ê wan hewlê didin derbasî dibistanên amerîkî yên bilind bibin) nîvê tevahiya xwendekaran jî heta bi destxistina dîplomayê xwendina xwe berdewam nakin. Seroka saziya Education Trust (Weqfa Perwerdehiyê), Xanim Kati Haycock dibêje “bi taybetî jî kesên ji hindikahiyan herêmê xwe zû ji perwerdehiyê dikişînin” (1). Rastiyeke din ê kolejan ku mirovan aciz dike ew e ku salê bi qasî milyonek xwendekarên ji dibistanên cuda, ji bo dersên xwe yên şûnvemayî bi taybetî jî matematîk û îngîlîziya xwe pêş bixin tev li dersên kolejan dibin.

(1) US News and World Report, „Dropouts loom large for schools“, Washington DC, Îlon 2009.

Wergera ji fransî
Bedran DERE

Çavkanî

Dominique Godrèche : Rojnamevan

(1) Hin kolej ji derveyî Amerika’yê jî xwendekar qebûl dikin. Bi taybetî jî ji Çîn’ê. Di sala 2008-2009’an de hejmara xwendekarên biyanî ji % 10,5 % zêde bûye. http://chronicle.com/article/Number-of-Foreign-Students-in/49142).

(2) Hin alîkarî ji aliyê bernameyên dewletê ve dihên terxankirin, yên din jî di çarçoveya bernameya Free Application for Federal Student Aid (Serlêdana bêmûçe ji bo alîkariya federal a xwendekaran) de wekî bûrs dihê dayîn.

(3) America.gov, « Kolejên civakî amade ne xebatkarên (kesk) bigihînin 8 Nîsan 2009.