… Du… sê… hîn zedetir Kurdistan!

Translator

Slogana herî berbiçav ya nîfşa 68an "… du… sê… hîn zêdetir Vîetnam!" bû. Ev slogan wekî sembola têkoşînên rizgarîya neteweyî yên li dijî emperyalîzmê dihat pejirandin. Dihat bawerkirin ku ev têkoşîna li Vîetnamê didome dê li welatên kolonî û nîv-kolonî belav bibe, derbeyeka mezin li sîstema emperyalîzmê bixe û di encamê de rêya şorişa cîhanê veke.

 

Sîyaseta derveyî ya Amerîkayê jî li gor "teorîya domino" pêş didît û ditirsîya ku ger têkoşîna li Vîetnamê winda bikin dê ev encam ji bo rejimên din yên Hindî-çînî bibe mînak û rejîmên van welatan jî dê wekî kevirên domînoyê yek bi yek hilweşin.

 

Tarîxê rêyeka ortê ya di navbera van herdu bendawarî û pêşdîtinan de şopand… Amerîka li Vîetnamê têk çû û winda kir; rejîmên Hîndî-çînî li du hev rûxîyan lê şorişeka sosyalîst ya dinyayê jî derneket holê!

 

Îro li erdnîgarîya Rojhilatê Navîn şerekî qederî ya bi endîşeyên cuda yên sîyasî û îdeolojîk rû dide û wisa xuya ye ku dê ev şer di şikilandina dahatîya dinyayê de dîyarker be.

 

Statuya Rojhilatê Navîn ku di pêvajoya du şerên mezin yên cîhanê de zêde neguherî bû, îro bi erdhejeka mezin vediguhere. Vê statuyê neteweya kurd mehkûmî bêqederîyeka mezin kiribû; neteweya kurd hatibû dabeşkirin, tu mafên wê yên neteweyî nehatibû naskirin û bê navber di bin çerxa zilm û zordarîya dewletên serdest de li ber xwe dida. Beşîkçî vê rewşê wekî statuyeka ji kolonîbûyinê jî xirabtir dest nişan dike..

 

Ev 20 salên dawîn pêvajoya ji nû ve şikildayîna statuya Rojhilatê Navîn tê jîyîn. Her ku stûnên bingehîn û kevîrên vê statuyê ji cihê xwe bilivin ji bo cıvata kurd derfetên bidestxistina azadîyê û xwedîderketina li çarenûsîya mafên xwe yên neteweyî derdikevin holê. Tevgera neteweyî ya gelê kurd her tim li Rojhilatê Navîn hêzeka bi tesîr bûye, lê êdî niha her diçe dibe hêzeka dîyarker. Gelo civata navneteweyî dê hîn jî bikaribe di derheqê daxwazên demokratik û azadîxwaz yên kurdan –ku civata navneteweyî bi salan ev daxwaz neditibûn û paşguh kiribûn- bêdeng bimîne. Êdî kurd bi biryar in ku di pêvajoya ji nû ve şikildayîna Rojhilatê Navîn de ne wekî bireser (obje), wekî kirde (sûbje) cih bigirin.

 

Hemû rejîmên totalîter yên ku ji alîyê şêx, emîr û hikûmetên leşkerî û burokratîk ve tên birêvebirin, di dema du sîstembûna sazûmana dinyayê de, her yekê di bin baskê sîstemekê de dikaribû serdestîya xwe bidomîne.

 

Bêsiûdîya gelê kurd ew bû ku civateka parçekirî bû û her parçeyên wê di bin lepên dîktatorîyên herêmî yên ku ji alîyê herdu sîsteman jî bi hesûdî dihatin piştgirîkirin de bû. Ji ber vê sedemê tu hêz û kampên navneteweyî, çi NATO-DYA û çi jî YKSS (Yekitîya Komarên Sovyetên Sosyalîst) û endamên kampa Varşovayê piştgirî nedidan tevgerên neteweyî yên gelê kurd. Ev herdu kampên sereke jî ji bo ewlekarîya hevkarên xwe yên herêmî, tevgerên neteweyî yên kurdan wekî tehlûkeyeka mezin didîtin. Vê parçebûnê di nav tevgera neteweyî ya gelê kurd de jî olan dabû, tevgerên kurd jî wekî alîgîrên van herdu kampan bûbûn du beş, nakokî û şerê navxweyî dest pê kiribû.

 

Gelo neteweya kurd dê bikaribê mafên xwe yên neteweyî yên ku sedsala çûyîn jê bêpar hatibû hiştin, dîsan bi dest bixe?

 

 

Vegotina "heyama netewe-dewletan qedîya"

 

Li Tirkîyeyê di salên 90î de bi taybetî teorîsyenên kadîbûne (kureyîbûn), neo-lîberal û îdeologên çepgir yên rexnegirên cîhanîbûnê digotin û dubare dikirin ku "êdî heyama netewe-dewletan bi dawî bûye." Wekî mînak jî avabûna Dewleta Ewropayê dest nişan dikirin. Li gor wan êdî daxwaza kurdan ya serxwebûna neteweyî û mafê avakirina dewleteka serbixwe jî li paş mabû û bê wate bû.

 

Lê geşepêdanên van salên dawîn xwedîyê van teorîyan tekzîp kirin, di 20 salên dawîn de tenê li Ewropayê 16 dewletên nû serxwebûna xwe îlan kirin. Ev 16 dewlet jî endamên Yekitîya Sovyetan û federasyonên wekî Yugoslavyayê bûn. Ev netewe-dewletên nû dewletên Ewropayê jî di nav de ji alîyê gelek dewletan ve zû hatin naskirin. Dewletên wekî Kosova, Makedonya, Karadag û Slovenya hem ji alîyê mezinîya erdên xwe û hem jî ji alîyê gelhê ve herêmên piçûk in.

 

Hin herêmên parzemîna kevn yên wekî Bask, Katalan û Îrlanda hem statuyên federalî bi dest xistin û hem jî dev ji daxwazên xwe yên serxwebûnê bernedan. Ji vana jî wêdetir daxwaza serxwebûnê ya Skoçyayê ku şirîka bi hêz ya Împaratorîya Brîtanyayê ye, ji nû ve jîn da.

 

Li du belavbûna YKSSyê jî rêzek dewlet serxwebûna xwe îlan kirin, em şer û îlankirinên sexwebûna dewletan ya li Kafkasyayê –ku demek wekî "derîyê qewman" dihat binavkirin- jî bêjin…

 

Hemû ev mînak û rastî tiştekî fêr dike; vegotina "heyama netewe-dewletan qedîya" ku tenê li dijraberî daxwaza serxebûna kurdan tê parastin, heta ev daxwaz wekî pêngava li dijî hevdembûnê û daxwazeka bi xeter tê destnişankirin, ne teorîyeka rast e. Beravajî vê teorîyê li seran serî dinyayê pêvajoya azadîya neteweyî û xwedî li nasname û çanda neteweyî derketin berdewam dike. Ji alîyekî ve daxwaza rêzgirtina ji cudahîyên etnîkî, çandî û dînî, ji alîyê din ve jî bi şêweyeka azad avakirina sazûmanên hevpar li gel hev dikare bê birêvebirin. Ev herdu daxwaz li dijraberî hev tê xuyakirin, lê ev pêvajo di rastîya jîyanê de hevûdin temam dikin…

 

Gelê kurd xwedîyê gelheyeka zînde ya 35 mîlyonî ye û tu mafên wê yên neteweyî ji alîyê sazîyên navneteweyî ve nehatîye naskirin. Redkirina hewldana gelê kurd ya ji bo bidestxistina mafê xwe yê çarenûsîyê bi qasî ku ji alîyê teorîyê bê binyad e, ewqas jî ji alîyê exlaqî ve bê binyad e.

 

Kurd li Rojhilatê Navîn dînamîzma demokrasîya şorişger in

 

Dema DYA û hêzên koalîsyonê li Îraqê rejîma Seddam rûxandin, hêzeka dînamîzma demokrasîyê derneket holê. Tiştê ku derket holê ji şideteka kor ya li ser hîmê cudahîyên dîn û mezheban wêdetir tiştek nebû. Li gel vê yekê li Kurdistanê ku di nav dewleta Iraqê ya çêkirî û sûnî de her tim xweserîya xwe parastibû, sîstemeka azadîxwaz, demokratik û xweser wekî hêvîya aştîyê derket holê. Ev ezmûn û geşepêdana li Iraqê, dest nişan kir ku kurd dê li Rojhilatê Navîn, Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê jî bibin hêmana bingehîn ya sazûmana demokratîk.

 

Bi pêvajoya ku di 2010an de dest pê kir û wekî "Bihara Ereban" hat binavkirin, hin rejîmên dîktator rûxîyan lê mixabin rêyeka ku li dewsa rejimên dîktator rejîmên demokratîk bên avakirin nehat şopandin. Rejîmên dîktator çûn lê cihê wan ji alîyê hêzên îslamî yên fûndemantalîst ku bi qasî wan dîktatoran paşverû û dijminê demokrasîyê ne, hat dagirtin. Ev rejîm dixwazin di zûtir demê de dîktatorîyên îslamî ava bikin. Mînakên Lîbya û Misirê tabloyeka reşbîn derxist holê. Li Sûrîyeyê sê sal in li dijî rejîma Esad têkoşîn berdewam e. Ezmûna hêzên "mixalîf" ya di pêvajoya vê têkoşînê de gelek hovane û tirsnak e.

 

Artêşa Azad ya Sûrîyeyê (FKS) û hêzên mixalîf ku DYA û YE (Yekitîya Ewropayê) û dewletên herêmî yên wekî Tirkîye, Erbîstana Siûdî û Qetar jî piştgirîyek mezin didin wan, ji xwedîbûna bernameyeka demokrasi û azadîxwastîyê gelek dûr in. Grûpên ku di nav şer de dîyarker û bi hêz in, ji mucahîdên misilman ên sunî pêk tên. Yek ji van grupên bi El-Qaîde re têkildar e Cepheya El Nusra ye. El Nusra piştgirîyê ji Tirkîyeyê werdigire û bi taybetî li herêmên kurdan têkoşîna serdestîyê dike. Li gel van taybetîyên Cepheya Mixalif gelên hirîstîyan, elewî, grupên dînî, grupên bawerî û etnîkî di nav tirseka mezin de ne û ji bo dahatîya xwe reşbîn in.

 

Ji ber vê yekê her çiqas kes nexwaze di bin serdestîya dîktatorekî de bijî jî zemîneka demokratîk ya hevpar tuneye; hilweşîna ji sedemên şer û alozîyan rû daye, koçberî, birçîtî û mirin mercên ji nû ve bihevrejîyanê her diçe dijwartir dike.

 

Tevgerên neteweyî û demokratîk ên kurdan bi piranî sekuler, hevdem û demokratik in. Bi van taybetmendîyên xwe tevgerên kurdan xwedîyê şanseka mezinin ku bikaribin herêmên federal li Rojhilatê Navîn wekî qadên demokrasi û azadîya rastîn derxin pêş. Li Rojhilatê Navîn hêza yekane ku pê bê bawerkirin û pişt pê bê girêdan tevgera neteweyî ya kurdan e. Tevgera neteweyî ya kurdan wekî dînamîka demokrasi û azadîyê namzedê wergirtina rolên girîng e. Lê gelo dê bikaribe vê rolê bilîze?

 

Li vê cografyayê hêza herî dînamîk û hêvî dide û di heman demê de xwedîyê nirx û îdolên merivayîyê yên herî bilind wekî demokrasî, pirdengî û azadîyê tevgera neteweyî û demokratîk ya gelê kurd e. Her çiqas dînamîkên wê yên hundirîn hatibin parçekerin û li dijî zordestîyê bi psîkolojîya xweparastinê hunandî be jî, civata kurdî û hêzên wê yên dînamîk yên têkoşer xwe dest nîşan dikin û her diçe dîyarker dibin.

 

Têkoşîna neteweyî û demokratîk ya gelê kurd dikare li gel xwe hemû hêzên şorişger û dînamîk yên civatên ku li vê herêmê bûne qurbanîyên statuyê ji nû ve zindî bike, derxîne holê. Gelo bi rastîn jî dê bikaribe vê potansîyelê bi kar bîne?

Rojava...

 

Rojava… Ev nav heta çend meh berê ji alîyê kêm kesan dihat zanîn û tenê tevgera kurdî ev nav bi kar dianî. Ev nav parçeya başûrrojavayê Kurdisatanê ku di bin serdestîya dewleta Sûrîyeyê de ye îfade dike. Li bakur ev herêm bi piranî wekî "bin xetê" ango hêla din a sînorê/ binê sînorê dihate binavkirin. Çawa ku di 1915an de qurbanên jenosîda ermenîyan nefî kiribûn herêma Deyr-el Zorê, bin xetê di pêvajoya serhildanên 1925-38an de ji bo eşîr û malbatên kurdan yên welatparêz bûbû cihê xwespartinê. Di wê heyamê de dewleta Sûrîyeyê di bin rêveberîya Fransizan de bû û sîyaseteka li dijî kurdan ne di rojevê de bû.

 

Îro êdî li Tirkîyeyê peyva "Rojava" hawirdorên şovenîst jî di nav de ji alîyê herkesi ve tê bikaranîn û ketîye wêjeya sîyasetê jî. Cara yekem e ku têgiheka ku tevgera kurd bi kar tîne ewqas bi berfirehî tê pejirandin.

 

Halbûkî bi piranî tevgera neteweya kurd bi têgihên wekî "terorîst", "eşqiyayê dabeşkar" dihat destnîşankirin, dihat piçûkxistin û hebûna wê dihat redkirin. Berî niha sazîyên fermî yên tirk ji bo Rojava binavkirinên wekî "seranserî sînorên me yên Sûrîyeyê tercih dikirin lê edî wisa xuya dike ku ew jî elimîn vegotina Rojavayê. Dibe ku ji dêlva peyva Kurdistanê an jî bakurê Surîyeyê bikaranîna peyva Rojava ku ji bo civata wan jî peyvek bîyanî ye, tercih kiribin. Ji ber kîjan sedemê dibe bila bibe, tercîhkirina peyva Rojava ji alîyê pejirandina rastîyên civatî û sîyasî ve gelek girîng e…

 

Gelheya civata kurd a li parçeyê Sûrîyeyê nêzîkî 2,5 milyon e. Civata kurd a Rojava nêzîkî sed sal e di pêvajoya têkoşîna rizgarîya neteweyî de hem ji alîyê entelektûelî û hem jî alîyê çandî ve roleka gelek girîng lîstîye û her dem piştgirîya têkoşîna parçeyên din kirîye. Bi vê taybetmendîya xwe xwedîyê hesteka mezin ya welatparêzîyê bûye. Li Sûrîyeyê di serdestîya rejîma Baasê de kurd xwedîyê statuya hevwelatîyê jî nebûn. Kurd wekî penaberên bakurî dihatin pejirandin. Li gel vê yekê kurdên Sûrîyeyê piştgirîya lojîstîk û sîyasî dan têkoşînên parçeyên din; hikûmeta Sûrîyeyê jî bi rêxistinên kurdan yên mixalif re her dem têkilîyên nefermî didomand û dixwest wan bigire bin kontrola xwe. Hikûmeta Sûrîyeyê van têkilîyên xwe berê bi PDK û YNKyê re, dû re jî bi PKKyê re li dar xist. Sûrîye di heman demê de hem baxçeya lojîstîk ya tevgera Filistinê bû hem jî li paş cûnteya leşkerî ya 12 îlonê ji bo grupên radîkal yên çepê tirk û kurd stargeha yekem bû.

 

Li dijî rejîmê yekemcar kurdan serî hilda

 

Li Sûrîyeyê li dijî rejîma Esad ji bo daxwaza azadîyê yekemcar kurd serî hildan. Wê demê ku hîn li ortê bayê "bihara ereban" tunebû, di 12ê Adara 2004an de gelê kurd bi girseyî serî hilda û raperîna xwe bi mehan domand. Ji ber hêzên navneteweyî nedixwestin li gel Iraqê cepheya duyem vekin, piştgirî nedan serhildana kurdan û çavên xwe ji zordestîya Esad re girtin.

 

Desthilatdarîya Tirkîyeyê jî ku îro li dijî rejîma Esad bi tundî helwest girtîye û dijminê sereke ya rejîma Esad e, wê demê bi rejima Esad re di nav têkilîyên germ de bû û bi Sûrîyeyê re têkilîyên ku wekî "yek dewlet" bin, li dar dixist.

 

Di 2011an de fitîlê xwepêşandanên li dijî rejime jî li herêmên kurdan hatibû vêxistin. Lê ji sedema ku têkilîyên kurdan bi mixalifên Sûrîyeyê re ne baş bû, kurd bi hêsanî wekî "piştgirên rejîma Esad" hatin sûcdarkirin. Di paşxana vê sucdarkirinê de girêdayin û têkilîya PYDyê ya bi serokatîya PKKyê re hebû. Geşepêdanên di pêvajoya bûyerên li Sûrîyêyê de diqewimin derxist holê ku mixelafeta kurdan hem bi rejîma Sûrîyeyê re û hem jî bi mixelefeta Sûrîyeyê re nikare ji bo gelê kurd dahatîyekê ava bike. Divê mixelefeta kurd rêyeka sêyem ya bi mentiqî bişopîne.

 

Rêya sêyem ya kurdan

 

Hin grûp û rêxistinên kurdan ketin nav mixalefeta Sûrîyeyê. Lê di nav pêvajoyê de hat ditîn ku di paltformên mixalefeta Sûrîyeyê de lêgerînên çareserîyê bê wate ne. Hin serokên grûpan yên li sirgûnê û sîyasetvanên xwedîyê mîsyoneka dîplomatîk jî li welat xwedîyê hêzeka girseyî û dîyarker nebûn. Ji ber vê yekê derfeta wan tunebû ku weki li Iraqê qewimî bû, ango li dû midexeleyeka leşkeri bibin desthilatdar.

 

Ji ber van sedeman mixelefeta kurd ji xwe re rêyeka sêyem hilbijart, li herêmên kurdan bêyî ku bi hêzên rejimê û bi hêzên Arteşa Azad ya Sûrîyeyê re şer bike sîyaseta desthilatîya herêmî şopand. Ev sîyaseta rêya sêyem jî li herêmê PYDyê bi hêztir kir. Her çiqas PYD derkeve pêş jî li herêmê grupên kokdar û bingehîn yên alîgirê PDKê jî hene. Bê guman hevkarî an jî nakokîyên di nabvbera van hêzan de, dê di tayînkirina qedera herêmî de dîyarker bin. Li Herêma Federal ya Kurdistana Başûr jî kampên gerîlayên PKKyê hene, ji salên 2000î vir ve di navbera PKK û desthilatîya herêma federal de têkilîyên aştîyane hene. Ev têkilî ji bo têkilîyên li Rojavayê jî dikare bibe modelek.

 

Li vê derê divê bal bê kişandin li ser vegotina aştîxwaz û hevkarîxwaz ya serok Barzanî. Barzanî dibêje: " Êdî em tu car destûrê nadin şerê birakujîyê." Bi nakokî û pirsgirêkan bimeşe jî bi navê Desteya Bilind ya Kurd cepheyeka hevpar ava bû. Di encamê de di 2012an de avakirina Desteya Bilind ya Kurd, bi destxistina desthilatîya rêveberîyên herêmî bi dawî bû.

 

Tirkîye ji van geşepêdanan gelek aciz e, lê ji bo bikaribe li pêşîya van geşepêdanan bibe asteng di deste wê de alternatîfeka leşkeri jî tuneye. Ji ber ku PYD beşdarî Artêşa Azad a Sûrîyeyê nebû propangadîstên tirk wê wekî "alîgirê Esad" dest nîşan dikin û bi armanca pêşî li serkeftîyên PYDyê bigrin piştgirîyeka mezin didin rêxistinên wekî El-Nusra û van rêxistinan teşwîq dikin ku li herêmên kurdan bibin desthilatdar. Lê geşepêdan li gorî daxwazên Tirkîyeyê rû nadin, PYD li herêmê her diçe kontrol û desthilatîya xwe zêdetir dike.

 

Niha jî tê ditîn ku Tirkîye dixwaze bi bikaranîna rêya sîyasetê tesîra xwe li ser PYDyê zêdetir bike. Gelek çavdêrên sîyasetê hevfikir in û dest nîşan dikin ku di paşxana hevdîtînên navbêra rêveberên MÎT û Ocalanî de û di paşxana"pêvajoya çareserîyê" de sedema sereke rewşa Sûrîyeyê ye.

 

Ez jî vê ramanê rast dibînim; hikûmeta Erdoganî ji bo ajandeya sîyaseta xwe ya navxweyî (wekî mînak makezagona nû, sîstema serokatîyê û di sê hilbijartinên pêşîya me de bidestxistina serkeftinê) hewcedarîya pasîfîzekirina mixalefeta kurd pêwîst dibîne. Li gel vê yekê di qada mijara sîyaseta derve de li gorî daxwaz û berjewendîyên xwe çareserkirina kêşeya Sûrîyeyê wekî pêngaveka stratejîk dinirxîne û girîngîya jîyanî dide vê pirsgirêkê. Ji bo bikaribe bigihîje armanca xwe jî dixwaze hêzeka wekî PKKyê –xwedîyê hêzeka girseyî ye- ji xwe re bike yedek, biewiqîne an jî qet nebe wê ji aktorîya dijberîyê derxe.

 

Gelo bêyî ku gaveka girîng bavêje û tenê ji alîyê şertên jîyana rojane ve mercên Ocalanî piçek baştir bike dê vê konseptê bikaribe heta kuderê bimeşîne; di qada konjonktura navneteweyî de ji sedema profîla tirsnak ya mixalefeta Sûrîyeyê tê dîtin ku çareserî ne nêzîk e. Di vê pêvajoyê de dibe ku Rojava, wekî herêmeka biîstîqrar, azad û demokratîk (wekî Herêma Federal ya Kurdistanê) statûyeka meşrû ya navneteweyî bi dest bixe.

 

Ne tenê kurd, ji bo hemû

civatên bi tehlûkeya etnîkî û dînî ve rû bi rû ne, dahatîyek

 

Kurd herêmên azad diafirinîn lê li gel vê yekê ji ber ku herêmeka multî çandî, pir neteweyî û pir dînî ye hewcedarîya bernameyeka hesas ya demokrasîyê heye. Bernameya ku tê de kurd, asûrî-suryanî, ermenî, erebên sunî û alewî (nûseyrî) xwedîyê maf û azadîyên wekhev bin…

 

Li herêmên ku desthilatîyên kurdan tê avakirin ne bernameyên "kurdkirinê", bernameyên "azadkirinê" tê lidarxistin. Ez vê pêngavê wekî helwesteka gelek girîng û şahane dinirxînim. Ev pêngav vê yekê îfade dike: gelê kurd di pêvajoya azadkirina xwe de li gel xwe gelên herêmî yên kevn û qedîm, grupên etnîkî, bawerî û çandan jî azad dike. Cografyaya ku em li ser dijîn di heman demê de welatê hevpar e ku bi hezar salan e medenîyetên herî kevn li ser çirisîne û vemirîne, netewe, çand û dînên cuda li ser jîyane û di heman demê de têkoşîna hebûn û tunebûnê dane. Civata kurd bi şêweyekî pir vekirî dîtîye ku ji bin nîrê neteweyên serdest de azadbûn ne mimkin e. Pir baş dizane ku li dorhêla wê netewe û civatên ne azad hebin dê ew jî azad nebe, lewre di nav atmosfereka azad ya hevpar de dê bikaribe xwe jî azad bike.

 

Berdewamîya atmosfereka aştî û demokrasîyê ancax di navbera gel, grûpên dînî, grûpên etnîkî û çandan de bi afirandina têkilîyên demokratik û pirdengî mimkin e.

 

Demeka berê Kurdistaneka xweser jî wekî xeyal dihate dîtin. Geşepêdanên tê jîyan dest nişan dike ku xweser, federatîf an jî serbixwe dê ji yekî zêdetir Kurdistan hebe.

 

* Nivîskar

 

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran