El-Cezîre, meydaneke alternatîf a siyasetê

Destana kanala qatarî
Translator

Çend sed xwepêşandêr li ber navenda televîzyona El Cezîreyê li Şamê civiyan û ew bi "alîgirîyê" gunehbar kir. Di heman demê de, desthilata lîbyayî rojnamevanên kanalê bi piştgirîdayîna serîhildêran tawanbar kir û ketina Trîpolîyê jî li wan qedexe kir. Di nav çend salan de, El Cezîreyê bergeha medyayên herêmê guherand û qadeke giştî ya transneteweyî afirand. Bi xêra vê, di van guherandinan de ku ji dawîya sala 2010ê ve cîhana ereb hejand, kanal bi roleke girîng rabû.

Li 2ê adara 2011ê, li hember endamên komîsyona karên derve yên Senatoya Amerîkî, Hillary Clînton gotinên weha anî ser zimên ku mîrê Qatarê û rayedarên El Cezîreyê ji 2001ê ve li bendê bûn. Wezîra derve weha rave kir ku Dewletên Yekbûyî "di şerê agahîyan [ê li cîhanê] de têk diçin", ji ber kanalên televîzyonê yên mezin ên ferdî yên amerîkî, "ku bi mîlyonan reklaman û nîqaşên bisporan diweşînin", û di heman demê de "hejmara temaşevanên El Cezîreyê bilind dibe, lewre ew agahîyên rasteqîn dide". Clînton jî, ji senatoran re weha lê zêde kir: "Bivê nevê, ew [El Cezîre] bi rastî pir xurt e". Ew dike "hişmendî û helwêstan biguherîne". (1)

Digel ku Clîntona ji bo budceya wezareta xwe diaxivî, berjewendîyên xwe diparastin, di paşxana şoreşên cîhana ereb de,qebûlkirina bi vî rengî ya rol û bandora navneteweyî ya El Cezîreyê dengekî taybet vedide. Di herêmê de, kanalê aheng û rêbazên xwe yên xebatê li ser tevahîya zemîna medyayî ferz kir, çend reqîbên xwe yên erebîaxiv daye alî û hemûyên din jî xistin bêistiqrarîyê. Li ser vê, Hafez Al Mîrazî, pêşkêşvanê navdar ê kanala suûdî El Erebiya, reqîba sereke ya El Cezîreyê (2), kardêrên xwe bi awayekê pir watedar bêminet kir. Wî li hember ji desthilatê ketina Husnî Muberek nerazîbûn nîşan da û di bernameyeke zindî de, xembarîya xwe anî zimên ku medyaya ku wî dixebitîne "newêre li ser key Evdila an jî desthilata suûdî tiştekî bibêje". Wî di gel ultêmatomekê dawî li gunehbarîyên xwe anî: "Ku em nikaribin fikirên xwe bibêjin, bila em dev ji her tiştî berdin. Di bernameya bê de, em ê tiştekî biceribînin: Em ê behsa bandora [şoreşa li Misrê] li ser Erebistana Suûdîyê bikin. Eger çêdibe, El Erebîya kanaleke serbixwe ye; eger çênebe, ez silav û sipasdarîya xwe pêşkêşî we dikim". (3) Bi dû re wî careke din li ser ekranên kanala di destê berjewendîyên suûdî de xuya nekir. Îtîraza wî diyar dike ka stratejîya medyayî ya Riyadê çawa têk çûye û rayedarên wê jî nikarin li gor rastîyên siyasî yên nû xwe biguherînin. Hareketeke bi vî rengî jî, vegera li ser sahneya medyayî ya ereb a Misrê, ji bin destê giran ê serokkomar Husnî Muberek rizgarkirî, dide xuyan. Ihtîmal e ku ev yek di nav salên bê de, bandoreke girîng li herêmê jî bike.

El Cezîreyê pergala medyayên herêmê bi temamî da guherandin

Ji avabûna wê ve, li mijdara 1996ê, kanala agahîyên bê navber El Cezîreyê pergala medyayên herêmê bi temamî da guherandin, tevn û rêbazên xebata wê jî, her weke hevsengîya hêzên siyasî yên li binê wan jî, nûjen kirine. (4) Hinek jî kanalê weha girîng dihesibînin û idîa dikin ku ji toreyên civakî bêhtir, ew di destpêkirina şoreşên ereb de bi roleke mezin rabûye. Julian Assange yê hevdamezrînerê WikiLeaksê jî vê fikirê diparêze; li gor wî, Twitter û Facebook  bi rolên xwe rabûn, lê ne bi qasî El Cezîreyê". (5)

Dawîya serdestîya suûdîyan

Taybetmendîya medyayên ereb -bi xêra hebûna zimanekî hevbeş- ji heyînîya qadeke hevpar tê, ya ku ji dewlet û rayên giştî yên neteweyî berfirehtir e û li dawîya sedsala 19ê derket holê. Reqabetên navereb jî, di kontrola vî zemînê giştî re derbas dibin. Li vî warî, welatên Kendavê, nemase Erebistana Suûdî û Qatarê, serî kişand. Li dû vekişandina Misrê, ji ber mirina serokkomar Gamal Abdal Nasser a li 1970ê, û ya Iraqê, bi pey îşgalkirina Kuwetê ya 1990ê re, Erebistana Suûdî piranîya medyayên panereb bi dest xist. Li nav salên 1990ê mîrê Qatarê, şêx Hamad bin Xelîfe al-Thanî, El Cezîre da saz kirin û dawî li monopola suûdî aniye.

Miameleya mîlîtanî ya şoreşan

Bi riya neqandina cihê dezgehên xwe, nûçegihanên xwe û meylên xwe yên îdeolojîk, El Cezîre ji awayê suûdî bi sê alîyan veqetiya. Berî wê, bawerîya ku bi tenê medyayên ereb ên li derveyî welêt bicihbûyî dikarin bi dereceyeke azadîyê tev bigerin, serdest bû. Koçberbûna beşeke ji çapemenîya libnanî ber bi Ewropayê ve bi pey destpêkirina şerê navxweyî li 1975ê re, ev bîrdozî jî xurt kiribû. Împaratorîya medyayî ya suûdî li Londonê an li Îtalyayê bi cih bû û ji peydabûna girseyeke rojnamevanên ereb, nemaze libnanî, ên ku bûne hevkar -an jî, li gor hinan mersener- ên mîrên suûdî, sûd werdigirt. Lê El Cezîreyê ev pêşnihêrîn derew derxist û şanî da ku medyayeke panereb, ya li welatekî ereb bicihbûyî dişê bi azadîyeke berfireh jî tev bigere. Gav bi gav, medyayên suûdî jî vegeriyan herêmê, bi taybetî li Mîrîtîyên ereb ên yekgirtî -lê ne li Erebîstana Suûdîyê.

Ji bo ku kanalê bi temaşevanan bidin hez kirin û qebûl kirin, sazkerên El Cezîreyê xwest ku nûçegihanên kanalê pirengîya neteweyên ereb temsîl jî bikin û weha dawî li pirhejmarîya rojnamegerên libnanî û binesazîyên suûdî anî.

Helbet, nakokîyên li navkomên rojnamegeran pir caran çêdibin, mînak li 25ê gulana 2010ê, pênc pêşkêşvanên jin li gel hev ji kanalê îstîfa kir. Hin medyayên ereb û çapemenîya navneteweyî li pey wan, şiroveyên mîna zext û pêkutîyan, her weke daxwaza kanalê ya ferzkirina qaydeyên lixwekirinê yên hişk, derxistin pêş. (6) Lê belê, Joumana Namnour, yek ji rojnamegerên îstîfaker, diyar kir ku sedemên rastîn ên îtîraza wan ne ji ber kinc lixwekirinê, bêhtir eleqedarî sebebên pîşeyî bûn (7), wek kêmbûna hêza wan di nav kanalê de. Wek mînak, hemû bernameyên siyasî yên pirhejmar ên kanalê ji hêla mêran ve tên pêşkêş kirin.

Panereb, îslamperest û lîberal

Analîzeke hûrgilî ya nasnameya îdeolojîk û xeta redaktorî ya El Cezîreyê, bi tehlîlkirina bernameyên nîqaşê û mijarên bijartî, her weke bîrdozîyên siyasî yên pêşkêşvanên sereke, diyar dike ku hevsengîyeke zirav li nav sê meylan heye: Panereb, îslamperest û lîberal.

Serfirazîya El Cezîreyê, hezkirin û heta heyranîya temaşevanên erebîaxiv ji bo wê, bi awayê wê ya nûker a derbirina nûçeyên rojevê, her weke lîberalbûna rêbazên wê tê îzah kirin. Li her welatekî ereb, El Cezîre mafê axaftinê jî dide muxalefetê, daku fikirên xwe li ser rastîyên fermî bibêje, û kanalê bi vî rengî nîqaşên dijberî hev ên rasteqîn pêşkêşî temaşevanan kirine. Pirrengîya mêvanan, çi ji alîyê neteweyê, fikirên îdeolojîk û siyasî û cihê ku ew lê dimînin, rê li ber çûn û hatina bîr û bawerîyan vekir, sînorên neteweyî rakirin û hemî sansûr pûç kirin. Bi vî awayî ji bo sazkirina zemîneke ereb ê transneteweyî, kanal bûye xwedîya roleke esasî. (8) Kanalên televîzyona satelît, rojnameyên panereb, her weke Înternet, blog û toreyên civakî jî, tevna vî zemînê înşakirina fikir û bijarteyên siyasî li ser hemû meseleyên têkildarî herêmê, hunand.

Vê piralîbûna eleqedarî zêdebûna awayên agahîdayînê yên transsînorî ku dewletên reqîb ên weke Erebîstana Suûdîyê (El Erebiya), DYA (El Hurra) an Îranê (El Alem) da dest pê kirin, konfîgurasyoneke siyasî-medyayî ya nû derxist holê, ku derdoreke medyayî ya piralî û kêm zêde azad, û desthilatên siyasî û neteweyî yên zordar dike ser hev. Wêrekî û bandordarîya El Cezîreyê, vê hevdijberîyê xurt dike û zexteke domdar li îqtîdarên ji ber ger û dewra agahîyan matmayî hiştî dike. Gihîştîbûna pêvajoyên şoreşger ên li cîhana ereb ji vê tansyona navbera rêça siyasî û rêça medyayî feydeyeke mezin wergirtiye.

El Cezîre gav bi gav ji kanaleke televîzyonê ya jirêzê veguherî sahneyeke siyasî ya şûngir

Ji ber qelpbûn an jî tunebûna dezgehên nûner, sazîyên partîzan û sendîkayî yên ku wê bikarîbûna nîqaşa giştî bi rêk xin, El Cezîre gav bi gav ji kanaleke televîzyonê ya jirêzê veguherî sahneyeke siyasî ya şûngir. Ev nêzî deh salan e ku pirsên mezin ên gelên herêmê li ser ekranên wê tên guftûgo kirin. Ew di hemû şeran de bûye mijareke nelihevkirinê, çi li Efganîstanê an jî li Filîstînê, nemaze ji ber dînamîzma dîplomasîya qatarî, ku pir caran erf û adetên herêmî jî dihejîne.

Rexneyên li ser meylên kanalê, çi ji hundir (9), çi ji derveyî cîhana ereb (10) werin, bûne beşeke lîstika siyasî ya Rojhilata Nêzîk. Armanca van rexneyan pirî caran ev e ku hikûmeta qatarî bixe tengezarîyê, ji ber ku xeta redaksîyona kanalê weke wergera medyayî ya meylên dîplomatîk ên dewleta Qatarê tê hesibandin. Lê belê, di serî de rengê nûçegihandina şoreşên van mehên dawî, hemû tişt El Cezîreyê weke diyardeyeke ereb nîşan didin, neynikeke pêşketina herêmî ku ji vîna Dohayê pir meztir e.

Tevî ku tê hez kirin jî, El Cezîre hê jî kanaleke mijara nîqaşan e, ji ber sedemên ku pir caran dijberî hev in. Hin vekirina wê ya li îsraîlîyan mehkûm dikin (ew yekemîn kanala satelît bûye ku di gel rayedarên dewleta ibranî hevdîtin pêk anîn), hinên din jî tropîzma wê ya "îslamperest" şermezar dikin. Ku "dijamerîkî" jî bibe, fermandarîya pêncemîn fîloya amerîkî hê jî li Qatarê bicihbûyî ye û mîrîtî bi vî awayî amûreke nufûza/bandora Dewletên Yekbûyî li Rojhilata Nêzîk e.

Nêzîkatîya wê ya mîlîtan li hemberî şoreşên ereb, nemaze li Lîbya û Yemenê, her weke piştgirîya wê ya ji bo desttêwerdana leşkerî ya NATOyê, weke desttêwerdana karên hundir ên welatên ereb mehkûm bû. Derneketina muxalefeta suûdî an qatarî li ser ekranên wê, newêrekîya wê li hemberî bûyerên li Bahreynê (11) û kêmbûna rexneyên wê li ser êrîşa hêzên suûdî û hevkar a di vê keyatîyê de, weke îradeyeke statukoparêz a li Kendavê tê nirxandin.

Nûçegihandina El Cezîreyê li ser şoreşên mexrebî û Rojhilata Nêzîk, yên ku di wan de îslamîst hema bêje qet xuya nakin, teza rexnelêgirên kanalê, ku wê weke "dezgeheke îslamperest" dida xuyan, pûç kir. Avakirina El Cezîreya bi ingilîzî jî, li 2006ê, îmaja medyayeke dijrojavayî, heta dijcihûyî jî, ku The Middle East Media Research Institute (Memri) xwest bidiyê, bi temamî pûç kiriye. (12)

Çavkanî

Mohammed El Oifi: Polîtolog

  1. Bnr. "Hillary Clinton: ''Viewership Of Al Jazeera Is Going Up In The United States Because It's Real News''" ["Hillary Clînton: ''Rêjeya temaşevanên El Cezîreyê li Dewletên Yekbûyî bilind dibe, ji ber ku nûçeyên rastîn pêşkêş dikin''"], YouTube.com, 2ê adara 2011ê
  2. Mohammed El Oifi, "Le face-à-face Al-Arabiya/Al-Jazeera: un duel diplomatico-médiatique" ["Dijberîya El Erebiya/ El Cezîre: Reqabeteke dîplomatîkî-medyayî"], Revue Moyen-Orient, hjm. 6, Parîs, hezîrana 2010ê
  3. Bernameya "Studio Al Qahîra", El Erebiya, 12ê sibata 2011ê
  4. Yves Gonzalez-Quijano û Tourya Guaaybess (brv.), Les Arabes parlent aux Arabes : La révolution de l’information dans le monde arabe [Ereb ji Ereban re diaxivin: Şoreşa agahîyan li cîhana ereb], Actes Sud, Arles, 2009
  5. Le Monde, 11ê adara 2011ê
  6. Nivîsara rojnameya suûdî al-Hayat a 30ê gulana 2010ê, http://international.daralhayat.com/ internationalarticle/146817
  7. Bnr.: http://wn.com/Talk_of_the_Town_Joumana_ Nammour (nivîskar 21ê nîsana 2011ê ev gotar xwendiye)
  8. Mohammed El Oifi, "Influence without Power: Al-Jazeera and the Arab Public Sphere" ["Bandora bê îqtîdar: El Cezîre û qada giştî ya ereb"], di Mohamed Zayani, The Al-Jazeera Phenomenon. Critical Perspectives on New Arab Media [Diyardeya El Cezîreyê. Perspektîvên nirxîner li ser medyayên ereb ên nû], Pluto Press, London, 2005
  9. Mamoun Fandy, (Un) Civil war of words: media and politics in the arab world [Şerê navxweyî yê peyvên (ne kûbar): Medya û siyaset li cîhana ereb], Praeger Security International, 2007
  10. Zvi Mazel, "Al Jazeera et le Qatar : le sombre empire des Frères musulmans?" ["El Cezîre û Qatar: Împaratorîya tarî ya Birayên Misilman?"], Controverse, www.controverses.fr, Parîs, hjm. 13, adara 2010ê
  11. Bixwînin "Al Jazeera a perdu sa fièvre révolutionnaire au Bahreïn" [El Cezîreyê li Bahreynê sergermîya xwe ya şoreşgerî winda kir"], 13ê nîsana 2011ê
  12. Bixwînin "Désinformation à l’israélienne" ["Dezînformasyona bi awayê îsraîlî"], Le Monde diplomatique, îlona 2005ê

Wergera ji fransî: Simko Destan